QESASÊ KURÊ XWE, WETÊ: DESTANA “MEMÊ Û ‘EYŞÊ”

QESASÊ KURÊ XWE, WETÊ: DESTANA “MEMÊ Û ‘EYŞÊ”

 

Kerem bikin, lêkolîneke delal derheqa çend şaxên destana Memê û Eyşê da, ku nivîskarê me bi teybet ji bo malpera me nivîsîye. Beşa duduyan emê sibê çap bikin.

 

Şemoyê Memê, lêkolîner

 

Destpêk

Destana Memê û Eyşê di nav nimûneyên zargotina Kurdî de cihekî taybet digire. Mijar balkêş e û rûdaneke dilsoj û xembar e; dê kurê xwe yê tayê tenê dikuje. Ji ber ku bûyerekî trajedîk e bala çend nîvîskarên kurd kişandiye, heta bigrê bala nivîskarekî Ermen jî kişandiye û bûye pîyes û hatiye pêşandan. Rûdaneke wisa ku dê kurê xwe dikuje, qasî ku ez dizanim, bi tenê ev nimûneya kurdî ye. Ger ev çîrok destê Shakespeare de hebûya ew ê trajediyeke pir baş jê derxista û hemû dinya yê pê bihesanda. Trajediya ku tê serê Memê û diya wî, pakiya bûkê ku heft sala benda mêrê xwe maye û rû nedaye axayê êlê, hebandina bûkê û xwasiyê û hev rêbirina wan ya heft sala, mêvanhezî û mêvanhebandina jina kurd, şîngerandina jina kurd bi şêweyeke hostatî hatiye honandin.

 

Destana Memê û Eyşê gelek deverên Kurdîstanê tê zanîn û bi dilşewat tê stran. Bûyera ku bûye mijara destanê kengî boriye nayê zanîn, lê meriv dikare bibêje ku tarîxa bûyerê herî kêm çend sedsalan şunda diçe. Destan cara ewil di pirtûka Folklora Kurmanca de hatiye weşandin. Pênc guhartoyên stranê hatine tomarkirin. Ev beşên Eyşê û Memê di nav salên 1932-1933an de li navçeyên Êrîvanê, ku derê ku milete kurd dijîn, hatine nivîsandin. Di nav yek jî ji çîrokan de navê Memê wekî Îbrahîm derbas dibe. Ev guhartoyeke cuda ye û dibe ku guhartoya ji hêla Kurdistana Başûr be, çimkî zimanê vî beşî zêdetir devoka Behdînanî ye. Dîsa vê guhartoyê de tê behs kirin ku piştî jinanîna Îbrahîm re zarokekî wî tê dinê û Îbrahîm bona ebura mala xwe diçe cem mîrê Ereban bixebite. Di guhartoyekê de Memê bi dilê xwe diçe cem paşayê Şamê heft sala jê re qulixiyê dike. Guhartoyên din de Memê piştî zewacê, bi destê qewazên Romê diçe eskeriya dewletê. Guhartoyekê de cihê ku Mem çûye eskeriyê pişt çiyayê Cûdê ye, lê Weta dê nameyekê kurê xwe re dişîne û cihê ku destûra Memê derdikeve dewleta Misrê ye. Memê piştî destûrê li ser pişta hespê xwe yê kihêl di heft roja de, derengê şevê digihîje mala xwe.

 

Çîroka Memê û Eyşê bandoreke mezin li ser çend nivîskaran hîştiye, lema ev çîroka ne tenê wekî berhevokeke zargotinî her wiha wekî pîyes û çîrok û poêm nivîsandine. Ya herî balkêş jî eve ku ev çîroka cimaeta kurda ya dilsoj cara ewil bala nivîskarekî Ermen, Hmayag Sahagî Vosganyan, ango navê xwe yê eyan Sîras kişandiye û bi kurmanciyeke pak û zelal û folklorîk wekî çîrok di sala 1934an de li Êrîvanê weşandiye. Zaroktiya wî di gundekî kurda de girêdaya Qerekîlîseyê derbas dibe, xên jî Memê û Eyşê bi navê Letîfe pirtûkeke wî ya Kurmancî dîsa heye. Ev pirtûk bi destê zargotinzanê eyan yê kurd Hecîyê Cindî bi latînî (latînîya kurdên Sovyet, ya ku Erebê Şemo amade kiribû) hatiye wergerandin û sala 1935an de dîsa hatiye çapkirin.

 

Destana Memê û Eyşê û trajediya wan zêdetir bala nivîskarên kurd yên Ermenîstanê û Gurcîstanê kişandiye. Li Gurcîstanê û Ermenîstanê cihên ku kurd lê diman hêj salên 60an û 70an de şanoyên kurdî hatibûn saz kirin û ev pîyesên hatine nivîsin dihatin pêşandan. Yek jî van nivîskaran Taharê Biro ye. Taharê Biro çîroka Memê û Eyşê wekî şanoyekî di sala 1967an de nivîsiye û sala 1991ê de Enstituya Kurdî ya Brukselê ev wekî pirtûk çap kiriye. Şano pênc perdeyan pêk tê. Di beşa yekem de behsa dewata Memê û Eyşê tê kirin. Dewat bi kêf û şayî dibore. Di beşa duyem de zabitên Romê davêjin ser gund û dawa cahilên gund dikin ku bila tivdarekên xwe bikin ku wextekî zûtir wan bibin ekseriya dewletê. Beşa sêyem di mala Wetê de derbas dibe û jihevbûna Wetê-Eyşê û Memê, çavnebariya axayê gund Casim Beg tê raber kirin. Beşa çaran dîsa di mala Wetê de derbas dibe û jina parsek Şemê giliya davêje ber Eyşê ku axayê gund, Casim Axa dawa zewacê ji Eyşê dike. Eyşa pak li ser van gotinên beredayî, Şemê ji mala xwe diqewirîne û Wetê re behsa nêta Casim Beg dike. Beşa pêncan ya dawî hema heman şevê destpê dike û vegera Memê ya piştî heft salan, hevşabûna Memê û Eyşê û bi sibetirê re kuştina kur bi destê Weta reben ve şano diqede. Taharê Biro şano bi gelek gotinên pêşiyan, mesele û metelokan dagirtiye ku resenî û dewlemendiya zimanê kurdî bi şêweyekî baş hatiye bikar anîn. Memê û Eyşe ya zargotinî de qet behsa axayê êlê nayê kirin ku di van berheman de ew kes heye û merivek dilxirab e û çav berdaye Eyşê.

 

Yek jî kurdên Ermenîstanê, nivîskar, rojnamevan û serokê beşa kurdî ya radyoya Êrîvanê, Xelîlê Çaçan jî destana Memê û Eyşê car din berhev kiriye û wek şano û poêm (destan) weşandiye. Xelîlê Çaçan poêma xwe cara ewil di sala 1965an li Êrîvanê çap kiriye. Poêm neh beşan pêk hatiye. Di beşa yekê de behsa kuştina bavê Memê, Qereman (Qero) tê kirin. Di beşa duyem û sêyem de behsa Wetê ya bî tê kirinê çawa piştî mêrê xwe car din mêr nekir û Memê xwe nekire destê zirbavêkî û çawa Memê xwe yê tayê tenê xwey kir, mezin kir. Beşa çaran û pêncan de behsa xwestina Eyşê û dewata wan tê kirin. Di beşa şeşan de tê behskirin ku çawa qewazên dewletê hatin, destê Memê zavayê nû girtin birin ekseriya heft salan. Beşa heftan de melûliya Eyşê û Wetê û nameya wan ji bo Memê şandinê û vegera Memê wextekê şeva dereng tê behs kirin. Beşa heyştan de, sibetirê re ji xew rabûna Wetê û bi nezanî kuştina Memê bi destê Weta dê û beşa dawî de jî xwe kuştina Eyşê û dîn bûna Weta reben tê honandin. Xelîlê Çaçan her wiha piyesa xwe ya bi navê Memê û Eyşê jî di sala 1978an de li Êrîvanê wekî pênc perde nivîsîye û wekî pirtûk di sala 1978an de çap kiriye.

 

Zaroka xwe Kuştin an jî Qurbanîkirin

Bêhemdê xwe kurê xwe kuştin, anjî bi nezanî bavê xwe kuştin ji mêj ve bûye mijara gelek efsane, mît, destan û çîrokan. Lê tiştekî din jî heye ku bihemdê xwe zarokên xwe qurbanî kirin e. Di çîrokên herî kevnar de behsa zarok qurbanîkirina bihemd tê kirin. Çend derûnnas li ser vê mijarê serê xwe êşandine û gihîştine çend encamên cûda. Tê tespît kirin ku kujer piştî van bûyerên xemsar tûşî têkçûnên derûnî dibin û heta hetayê jî di bin bandora kiryara xwe de dimînin. Di dîroka desthilatdariyê de bavê xwe kuştin an jî kurê xwe kuştin ji bo desthilatiyê bûye bûyereke asayî. Di dewrên qedîm de qurbanîkirina zarokan bo xwedayan ne tiştekî ecêb bû, ji bo aşkirina agirê dilê xwedayan tiştekî pêwist bû. Di xetên pîroz de jî behsa qurbanîkirina zarokan tê kirin û di pirtûka pîroz Tewratê de çîroka Hz. Brahîm û kurê wî Îshaq derbas dibe. Çîrok di beşa Destpêbûn; 21-22an de derbas dibe; Pey van yekara Xwedaê Brahîm cêr’iband û got “Brahîmo!” Brahîm got: “Lebê ezî va me.” Xwedê gotê: “Niha r’abe, kur’ê xwe yê tayê t’enêyî delal hilde û her’e welatê Morîyayê, li wê derê li serê çîyakî kîjanî ezê tera bêjim bike dîyarîya t’evayîşewatê.”( Pênc Kitêbêd Mûsa; 2010,46) Lê Xwedê rastgotiniya Brahîm ceribandiye û rê nedayê ku kurê xwe bike qurbanî û dewsa wî beranekî jor de dişîne ku wî têke qurban.

 

Kurê xwe kuştin an jî bavê xwe kuştin di nav mitolojiyên gelek miletan de eşkere ye. Ev yeka bi xwe re encamên gelekî bi bandor û xirab anîne. Kujerê ku kurê xwe an jî bavê xwe kuştiye an jî wekî çîroka Memê û Eyşê, kujerê kur dê ye, êdî ser vê yeka sosret, dîn dibe û çola dikeve. Rostemê Zal jî bêhemdê xwe û bi kemina neyaran kurê xwe Sohrab bi xençereke tûj dikuje. Neyarên Rostem Sohrab dişînin ser wî ji bo şer. Sohrab herçiqasî zora wî dibe ji ber wî dilê wî dikele dibê qey ev Rostemê bavê min be. Lê dipirse, lê bextê xirab, ji ber ku Rostem li ber zarokekî ketibû tengasiyê nexwastiye navê Rostem xirab bike û gotiye “Rostem pelewanekî mezin e û ez merivekî piçûk im.” Hêviya Sohrab ditemire. Şerê wan bi rojan didome û roja dudan Sohrab, Rostem davêje erdê lê nakuje. Roja sisêyan Rostem zora Sohrab dibe û wî dikuje. Sohrab li ber sekaretê heyfa xwe tîne ku negihîştibû mirazê xwe ku dixwast bavê xwe Rostem bidîta. Bi nezanî Rostem re dibêje ku “Niha tu her çiqasî di behran de mesî bî, tariya şevê bî, li ezmên bibî stêrk û rojê bigirê bavêjî derekî û rûerdê bikî şevereş jî bavê min wexta ku bizanibe balgiya min kils û kevir e dê heyfa min ji te hilde, ew Rostemê Zal e.” Wexta ku Rostem ev gotinan dibihîze, wekî birûsk lê kevê bêhiş dibe, şevereş dadikeve ber çavê wî. Ji canê wî taqet nema û xwe çû. Paşê hat ser xwe û zend û bendên Sohrab bada û bazbenda ku dabû Tehmîneyê di milê wî de dît û porê xwe rûçikand, xalî li ser serê xwe de kir û bi kelegirî domand. “Xalî li serê min be, ew Rostemê malhedimî ez im.” (Şemoyê Memê, 65) Di mîtolojiya yewnanan de jî Oîdîpûs bêhemdê xwe bavê xwe dikuje û dîsa bêhemdê xwe diya xwe re dizewice. Wexta ku pê dihese ku bavê xwe kuştiye û diya xwe re zewiciye, xwe dikuje û diya wî jî çavê xwe bi derziyekî qul dike û dirijîne. Dîsa li gor mîtolojiya yewnanan bavê hemû xwedawendan Zeûs , evdê xwe (wek kurê xwe) Prometeus li ser çiyayê Qaf dest û pîyê wî dike qeyd û zincîrê û dil-cêgerê wî dike xurê teyrokan û bi vê şêweyê dixwaze bikuje.

 

Mîtolojî û zargotina milletên mayîn de bav û kur her tim dibin dijminên hev an jî bi nezanî bi hevre dikevin qal û cengê, lê qasî ku ez dizanim motifa dê kurê xwe dikuje xên ji destana Memê û Eyşê, bi tu zargotin û mîtolojiyan de nîne. Kur parçeyekî goşt û xwîna dê ye, dê can dide kurê xwe ne canê wî distîne. Ji ber vê yekê be ku ev dijberî, bi nezanî be jî zêde nehatiye honandin.

 

Ev trajedîyeke ku di nava zargotina kurdî de cihekî mehkem girtiye û wek duayeke dayikan “Bila dûrî deriyan be” ne bi ziman tê gotinê ne jî di dil de tê hebandinê. Ev trajediya dayika Memê ya reben Wetê ye. Bêbextiya ‘Eyşê ye. Malweraniya saziya eskeri ya Romê ye ku heft sala Memê ji ‘Eyşa rûbixêlî û Weta bî ya reben dûrxistibûye. Ev çîroka Memê bejn bilind û simbêl zirav e. Ev çîroka kurda ye ku bi hezaran nimûneyên zargotinî di zêna xwe de dihewîne ye.

 

(dûmayîk sibê bixwînin)

 

 Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev