DESTANA “MEMÊ Û ‘EYŞÊ”

DESTANA “MEMÊ Û ‘EYŞÊ”

Kerem bikin, lêkolîneke delal derheqa çend şaxên destana Memê û Eyşê da, ku nivîskarê me bi taybet ji bo malpera me nivîsîye. Beşa pêşin me duh çap kir, îro beşa duduyan bixwînin.

 

Şemoyê Memê, lêkolîner

 

Çîroka “Memê û ‘Eyşê” 

Memê di zaroktiya xwe de bê qeder û bê qismet bû, bavê wî Qereman (Qero) di cerdekê pez revandinê de xwe dabû pêş cerdevanan û bi mêranî şer kiribû û gotibû;

 

Eger hûn mêr in, lawên eşîrê

Yeko yek derên, werine jêrê

Werin bibînin bi destolepê

Kê cinyazê’l kê vir dide tavê!..

Ez Qereman im, ez bavê Memê

Ez ji ti kesî nakim tu xemê!.. ( Xelîlê Çaçan, 18)

 

Telebexta re çend gulleyên cerdevanan lê girtibûn û ji ber birînên xwe miribû. Vê dinyayê de Memê mabû yek jî diya wî ya bîya jina pak; Wetê. Dayikê piştî mirina mêrê xwe, sond xwar ku Memê nehêle êtîm stûxwar lema mêr nekir û bi serbilindî û pakî kurê xwe yê sêwî, tayê tenê mezin kir û Memê bû xortekî keleş. Wekî hemû xortên bermiraz helbet wedê zewaca wî jî hatibû. Di gund de lawikê keleş Memê bû, keçika kawa kubar jî Eyşê bû. Qey te digot Xwedê wan ji bo hev û din afirandibû. Lema huba wan niqitîbû dilê hev û dilê wan ketibû hevdu. Helbet dilê Wetê jî dixwast Eyşê bibe bûka wê.

 

Memê xewnekê dibîne û sibetirê diya xwe dişîne xwazginiya kawa kubar, têlî Eyşê. Lê diya xwe jî temî dike ku bila bibêje bavê Eyşê re “Memê bi tenêyo.” Xwedê şuxulê Memê li hev anî û Eyşê bû helaliya wî û Weta dayik gor kîsê xwe û dilê xwe dawetek darxist. Bûka xwe Eyşê bi kêf û şayî anî mal, ew bû dayîk, Eyşê jî gelekî keçeke şîrhelal bû ne wekî bûka, wekî keça wê ber dilê wê û ber destê wê dihat û diçû. Heft meh wisa derbasbûn û çûn. Memê bûbû xwedî qeder qismet. Lê dibêjin şabûn sêwiyan nayê. Çira mehrûman heta sibê vênakeve.

 

Kaxêzek ji bo Memê hatiye, kaxêzeke reş, qet nayê xwendinê. Ev xebera gelekî bi dilê Casin axa tê ku zûda çev berdabû Eyşê. Divê hemû cahilên gund yên gihîştî biçin eskeriyê û Casim axa, axayê rûtirş, sixêf, nepak û beraz ferman da ser qewaza zû Memê, zavayê çend mehan yê mirazkin ji malê derxin, bidin destê qewazên dewletê. Divê Memê biçe eskeriyê, ekseriya heft salan. Hinek varyanta de cihê eskeriyê Şam e, hinekan de jî Misir e. Di varyantekê de jî tê gotin Memê berdevkê paşayê Şamê ye. Heft sal wedeke gelekî dirêj e, helbet di vir de mubalaxa heye, lê dîsa jî em dizanin ku dewrên berê eskerî an jî sefer bi salan dajotin. Heft sal jî ji bo sebrê, ji bo kamilbûnê wek wextekî pêwîst hatiye qebûlkirin. Car caran jî ji ber bêtêkilî û bêagahiyan jin, zar û dê gumana xwe vegera mêr, bav û kurên xwe dibirin, ji ber ku heft sal wextekî pir dirêj e.

 

Heft salê Memê li qulixiyê temam dibin. Wetê û Eyşê kaxêzekê jê re dişînin ku êdi bila vegere û dibêjin “Bila li min nesekine, bi sal û mehêyo, bila me vegere şev û rojêyo”. Wexta ku kaxêz digihîje destê Memê,

 

Her herfekê û gilîyekê nameyê

Notila şûran, notila qemeyê

Qet qetî dikir cegera Memê

Ew bûbû risas û mabû di cî de

Heta xweş e ku ew li vir bisekin

Û qulix bike boy Roma dijmin?

Heta xweş e ku ew bibe xerîb

Li bejn û bala Eyşê ew nebe nesîb

Ku bê ser navê wê gilîyên minasîb? (Xelîlê Çaçan, 40).

 

Memê destûra xwe dixwaze, hespê xwe, Delû Leylê, dikişîne ji tewlê û berê xwe dide welatê xwe. Dibêjin qonaxa sê mehan ajotiye sê roj û denekê. Wexta terî dikeve erdê xwe gihandiye ber derê mala xwe. Eyşê li pencerê bala xwe dide siwarekî sivik î, çapik î, çeleng li ser hespekî boz ber bi mala wan tê, lê çima dilê wê wekî çivîkeke tirsyayî pilte-pilta wê bû diavêt. Dilê wê şa dibû ku belkî xeberekî wî siwarî bistîne bo Memê. Alîyekî din jî ji kerba heyfa xwe dianî. Xwazil ev kesa Memê bûya. Jixwe her roj an ew an jî Wetê derdiketin ser riyan hat û çûyîyan dipirsîn gelo xeberek ji Memê anîne an na. Eyşê deng bi siwar dike;

 

Go: – Mêvan heye, mêvanê Xwedêyo,

Go: – Mevano serê min bi gorî,

Emrê min bi qurban,

Here alîyê oda pîredêyo,

Erkê tu siwar î, bila hespê te bikşîne tewlêyo,

Erkê tu birçî yî,

Ji te ra bîne êmekêyo

Ji te ra bavê yorxan û yastiqêyo,

Razê, sibê here,

Bila bibe tesediqa serê Memêyo. (Cindî &Evdal, 580)

 

Siwar nêz tê, lê telebexta re Eyşê lê nasnake, helbet çetin e, heft sal rû-rûçikê Memê bîrkiriye. Varyantekê de tê gotin ku wexta ku siwar tê ber malê Eyşê xanim bangî xulaman dike û hespê mêvan dide kişandinê tewlê û dixwaze pirsa Memê jê bike. Memê ser hespê dadikeve jêr û dibêje “Ez Memê me, Memê me, kurê Weta dê me, zavayê heft meha me, xerîbê heft sala me, li welatê Şamê me. Hat kavranî Kêşêyo, Têlî Eyşê kaxezekê nivîsî şandî dû Memêyo, go “Bila nesekine bi salê û mehêyo, fesad û memanê gundê me gelek hene, xeber didin ji qîreyo, serê Memê min ranabî, ji ber xelqêyo. Memê me, Memê me, kilê çevê Têlî Eyşê me.”

 

Wexta ku Eyşê seh kir ne xewn e, rast e ev xortê delal Memê ye, hesreta wê ya heft sala ye, bi şabûna ningê wê erd nedigirt, bê per û bask difiriya. Telî Eyşê hespê Memê kişand li tewlê. Paşê çûn rûniştin li oda Têlî Eyşê. Memê pirsa diya xwe kir ku Eyşê xeberê bide Weta reben bila zû bê dîtina kur şa be. Eyşê gote Memê, “Pîredê îsal heft sale, çavên wî kor bûn ji giriyane, îro sê rojin pîredê ketiye xewê ye, bihêle bila rakeve ezê sibê zû mizgîniya xêrê bidimê, were em rûnên tu çend roje rê têyî piçekî hêsa be.” Lê dibê tiştekî xirab biniqute dilê Memê, ber xwe de got “Me neheqî kir dê ji xewê hişyar nekir.”

 

Evana hesreta heft salan ketin nava kêf û henekan heta serê sibê hevdu hembêz kirin û xew de çûn. Lê felekê carekê toq avîtibû stûyê Memê û Eyşê û dayika Wetê, nedihîşt şabûna wan hebe, çerxa xwe çep dizivirand.

 

Berbangê Weta dê rabû ji xewa nebixêr, qesidî ji bo nimêja sibê, derê tewlê vekir. Nihêrî hîre-hîra hespekî ji tewlê tê. Wetê jineke mêvanhez e, şadibe û difikire ku mêvanê Memê hatiye û dibêje “ Şikur mêvanê kurê min jî hatiye, lê Eyşê çima deng li min nekir, ez ê hurmetekî lê bikim, bila nebêjin Memê ne li mal bû lema nikaribûn mêvan re hurmet bikirana.” Diçe oda mêvana, lê ode valaye, tavilê çû oda Eyşê. Ji nişkeva veciniqî, perda reş kete ber çevê wê. Ev çi teva ye! Ev çi namûs e!, namûsa dinê ye!. Xortekî xerîb li ber hembêza telî Eyşê ye. Hey Eyşê, Eyşê stûyê te bişikê/ Te zenda zer da ber serê kê?( X. Çaçan, r. 45) Axîneke kûr kişand ji dil de û heyfa xwe kurê xwe-bûka xwe anî, xortê xelkê hatiye û heft sale min Eyşê wekî çavê xwe parastibû, xapandiye û namûsa min re lîstiye. Çavên wê sor bûn, lenet ji îtbara jînê jî anî, heyfa xwe Memê anî û destê xwe avîte tivingê ku xort bikuje. Lê fikirî ku ev yeka qet nabe. Ger tifing biteqe, gundî-cînar yê pê bihesin, birijin ser wan de, navê Eyşê yê bela be li dinê û namûsa wê yê bilewite, Memê jî li xerîbîyê yê ji kerba biteqe. Vê carê destê xwe avîte şûr ku bê deng û hes xortê xelkê bikuje, lê qewata wê der bû û nifir qewata jinê kir, vê carê dest avîte xençerê. Ber xwe de fikirî. “lê dibe ku ev jî quweta min der be. Nikaribim bi derbekî bikujim û ê deste min bifilite dîsa gundî-cînar ên ser me de birijin. Navê me yê belav be li rûyê dinê. Heyfe namûsa Memê re.

 

Bala xwe da Eyşê û xortê xelkê, heyfa xwe dîsa anî, axînekî kûr kişand û li ber berserê wan soraniya xort ber çevê wê ket. Fikirî ku evê bikar bîne. Helbet soranî, li gor quweta wê ye, yê dil û hinavê wî biqelêşe û çend bihusta jî erdê de here. Erê, ev li gor quweta wê bû. Ger bilezanda an jî ê dereng bûya, ên rabûna. Bêhna xwe girt, quweta xwe civand û bi derbekî soranî danî ser dilê Memê. Soranî qul dike dilê Memê û çar tilîyan jî dikeve erdê. Memê hema cî bi cî dest û piyên wî ketin erdê xwîna sor jê kişîya.

 

Nalîn kete Memê yo,

Qêrîn kete Têlî Eyşê yo

Eyşê rabû ji xewê yo.

Go: – Dayê te çima kuştiye

Kurê xwe Memê ye.

 

Eyşê dîn dibe, porê xwe vedirû, digirî. Wetê teze pê dihese ku wê kuşt kurê xwe yê tayê tenê, hesretiya heft salan. Xwe davêje ser cinyazê kur û digirî dilûbîne. Eyşê nifiran Wetê dike;

 

Go: Pîredê!

Xwedê çevê te kor bike rû dineyo

Te çawa xerîbê heft sala

Kir mêvanê yek şevêyo,

Go: – Memê min, lawo!                                                  

Darê hênê serê rê ne,

Şaxek sêv e, yek hurme ne,

Kesî ecêba giran nebîno, rû dinêyo,

Got, dê bibe qesasê kurêyo.

 

Tê gotin ku Eyşê piştî mirina xerîbê xwe Memê, ew jî xwe davêje ser soranîyê û canê xwe teslim dike,

 

Ku paşî Memê nemîne li dinê

Ku li ber şayîyekê dinê rûnenê

Ku ew hetanî di ax û berên sar de

Bimîne tenê di behra Memê de. (X. Çaçan, 48)

 

Gelo ev trajedî û trawmaya bandorekî çawa ser derûniya Wetê encam daye, dê rabe kurê xwe bikuje, ango parçeya xwe, xwe bi xwe bikuje. Wetê ser vê yekê êdî nizane çi bike û her tim dibêje dilûbîne. Êdî xwastiye çola bikeve, bibe hurç û gurê serê çiyan. Şîna xwe heta hetayê gerandiye. Di çend guhartoyan de tê gotin ku Wetê piştî kuştina kurê xwe, nikare binê vê barê giran de bimîne. Çola dikeve, şêt dibe, li çiya û baniyan dike qare-qar û xwe zinarekî re davêje, ew jî piştî Memê û Eyşa pak vê dinyayê bar dike diçe. Û wext û dewran bihurîn lê kilamên ku Weta porkur ji bo kurê xwe strîne nava gel de belav bûne û ên heta hetayê jî hebin, dê çawa bûye Qesasê Serê Kurê Xwe.

 

Navê tejiya Memê min Çîlê ye,

Selefê neçîrvana diçe tê ye.

Kuştina Memê destê dê ye,

Dayik gura çiya be lawo!

 

Memê min siyarê bozê zirav e,

Min nizanbû îşev pê ra Eyşê mêvan e,

Dayik gura çiya be lawo!

 

Rengê Helebê bi zebeş e,

Memê min siyarê bozekî serxweş e,

Dayik gura çiya be lawo!

Dya te çima herdu diniya rûreş e, lawo

Dayik gura serê çiya be, lawo!

 

Dayik bi xwe Memê kuştiye,

Belkî bive hirçek geliya, lawo!

Dayik gura çiya be, lawo! (X. Çaçan)

 

Çavkanî: 

Heciyê Cindî, Emînê Evdal (2008) Folklora Kurmanca, Weşanên Avesta, Stenbol.

Xelîlê Çaçan, (2015) Mem û Eyşê & Zembilfiroş, Weşanên Lîs, Amed.

Taharê Biro, (1991) Memê û Eyşê, Weşanên Enstituya Kurdî ya Brukselê.

Pênc Kitêbêd Mûsa (Tawret), Înstîtûta Wergerandina Kitêba Pîroz, Moskova, 2010

Sîras, (2012) Memê û Eyşê, Werger, Hecîyê Cindî, Enstituya Kurdzanîyê, Wîen

Şemoyê Memê, Di Mîtos, Dîrok û Zargotina Kurdî de Rostemê Zal, Zend Havîn-Payîz 2014, Enstituya Kurdî ya Stenbolê

Bernameya Zargotina Kurdî, Beşa Memê û Eyşê, Amadekar; Celîlê Celîl, Dunya TV

 

Beşa pêşin li vir bixwînin:

http://krd.riataza.com/2019/03/06/qesase-kure-xwe-wete-destana-meme-u-eyse/ 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev