
Kemal Tolan- Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê
Dema te xweş û baş be kekê Nezîr,
pêşîn bila destên te gelekî sax bin, zahf sipas ji bo vê ked û emeka ku te di ber vê berhema tije dîroka welatê me de derbaskiriye!
Kekê hêja, ezê niha dilêşî û tenê çend têbiniyên xwe yên li ser naveroka vê pirtûka te, a bi zimanê tirkî- “KÜRT TARIHINDE GARAZAN VE PENCINARÎLER“- Di nav dîroka Kurdî de, giringîya GARAZAN Û PENCÎNARÎYAN-werger K.Tolan) û gelekî kurt bidime kifşkirin!
Li gorî dîtina min, diviyabû te weke nivîskarekî Kurd yê zane û ji bo rastiya dîroka me, di naveroka pirtûka xwe de bahsa van xalên ku ez kifş dikim jî bikirina:
1.Gereke mîna ku te di rûpelê 26-34 de daye xwanê, hêjî zêdetir û tevî dokumentan bahsa niştecîhên Xerzan yên ku „Hz. Ömer“ di sala 637 an pê ve ku bi darê zorê kirine ereb, qirkirine û misilman kirine bikirina.
2.Mîna ku te di rûpelê 35-44 de hinekî daye xwanê, xwezî te hîn zêdetir bahsa niştecîhên Xerzan yên di wextê berî û piştî desthilatdariya Osmaniyan de bikirina û te hîn zêdetir bidana kifşkirin, „heta ku Ewrûpiyên hevalbendên dagirkerên Kurdistanê ne hatibûne nava desthilatdariya Osmaniyan, piraniya axa, beg û serokeşîrên Mesîhî, Kurdên Êzdî û Misilmanan, yên di nav herêma Xerzan de jî xweser (otonom) bûne.“ http://dirokurd.blogspot.com/2017/12/diroka-kurden-ezdi-yen-welate-xalta.html
3,Her weha gelek sipas ji bo van hinek mînakên ku te di rûpelê 44 – 50 de, li ser rewşa Mîrîtiya Êzdiyan a li herêma Xerzan nivîsandiye. Lê xwezî te di nav vê birakujiya di rûp. 29-35 û 46 de, zêdetir bahsa wan berxwedan û îxanetkarên Kurdan bikirina û te jî mîna ku mareşalê Alman – Helmuth Graf von Moltke (HGvM)- di namên xwe -Berlin 1841- gotiye bigota, „siltan û paşayên Osmaniyan tevî wan Kurdên îxanetkar û bi alîkariya şêwirdariya hevalbendên xwe yên Ewrûpî- gelek caran bi navê „Allah! Allah! -” êrîş kirine ser xelkê Mesihî, Ȇzdî ȗ Kurdȇn welatperwer, yên ku hîna li derdora „Jesid –hane-suj- ava Êzdîxane, a di nav herêma Xerzan“Garzan“ê de mabûn“ http://krd.riataza.com/2018/11/29/serpekhatiya-kula-desta-diyarbekire/?fbclid=IwAR3FmAP4M_zGLXK7qCxadgD55bB1Oq7ng5I2LWY5z4GOWFpzQKCvcdSYweA
4.Dilê min gelekî dixwast, te jî weke lêkolînerekî Kurd yê zane, bikaribûna mîna ku nivîskar Amed Gökçe, hinek mînakên belgenameyan di pirûka xwe „Osmanli ve ingiliz arşiv belgeleri-istanbul 2012 – de daye xwanê û dêje, Êzdiyên Batranê ji ber neçarî û bêçaretîyê, hedîye- xelatên walîyên Osmanîyan û kincên alimên misilmanîyê (şêxên wê demê) girtine. Ewan ne bi reza dilê xwe dev ji bawerîya xwe berdane, mizgeft û misilmanî pejirandine.“ Te jî wisa ev buyerên xwe yên di rûp. 46-50 de hîn zêdetir bi nav, dokument û arşîvan bidana kifşkirin.
5.Te ji bo nasandina dîroka serhildan û birakujiyê a di rûp. 45-49 de, hinek belgename û çend malik ji şerê ”Keşîş Polo û Miçoyê Îsa, Şêx Mîrzayê Anqosî, Kolosê Aqo, Nemirê Mîrza I-II, Şerê Erenzê yê „(ku di rûp. 45-46 yê pirtûka te de mîna Mîrza Axa yê Ridwanê hatiye binavkirin“ û hwd. [berdewama van kilaman di *1 ye] jî, mîna wan mînaken ku te di rûp. 61-67, 72-92 de zelal dane xwanê biweşandina.
6.Te di nav birakujiya „şerê Baximsê“ yê di rûp. 93-98 de, bahsa dîroka rewşa niştecîhên Baximzê yên kevn, ku Êzdî bûne bikirina û mîna ku te di rûp. 263-270 de kilama „şerê Baximsê 1 û 2“ bela kiriye, te wisa jî hinek ji kilama şerê „Nemirê Mîrza I û II“ ku hêjî di nav zargotina dengbêjên Êzdî de tê gotin:
“Şerê Nemirê Mîrza I
Baximza bavê Eyo li serê rezan û baxan
Leşkerê Qewaz başî, mîrê Licê û Banekan,
leşkerê dewleta Nefî amê û Reşît Paşan
bihevre êrîşeke giran birine ser herdû taxan
Şade û şûdê bavê Eyo Nemirê Axa, Qizilê Dirbo,
Muradê Lahdo û Dawetiyê Koçek Vêre ,
Ew bi hevre lê leşkerê dewleta Nefî amê dixin
Berê leşkerê Qewaz başî û Reşît Paşa didine
Pişta qêre heta di qelibîne wî alê rêberî Bazbûtê. …“[berdewama di *1-1a de ye]
anjî
„Şerê Nemirê Mîrza II
Lê Sêvê dahê îro dilê min ditirsiya,
binêre wa dû peyayê malik şewitî,
ji pozê Qêrebeş dageriyan û hatî,
dihatin bilez li girê Zarê hilgeriyan,
Berê xwe didane Qesra Nemirê axê,
ji Nemirê axê kirine hêvî û dîlekan. “ …..[berdewama di *1-1a de ye] bela bikirina!
7.Xwezî te bikaribûna lêkolîn bikirina, ka çiqas Êzdî di nava van „2000-3000 leşkerên“ ku Bişarê Çeto hingê (1914) bi xwe ra birine şerê Rusan kiriye (rûp. 105-124) de û li gel Cemîlê Çeto hebûn? Li gorî ku di zargotina me Êzdiyan de xwanê dibe, di wî wextî de „1914“ gelek Êzdî leşkerên beg û serokeșîrên Kurdên Misilmanan bûn.
8.Li gorî dîtina min, wekû ku te di rûpel: 124-134 de bahsa pêwendiyên di nav û yên bi derdora eşîra „Pencînarî“yan kiriye, gereke te bahsa êşîrên Êzdiyan [binêre li *1], yên derdora eşîra „Pencînarî“yan jî bikirina!
9. Ya herî dawî û ya ku ez gelekî pê êşîyam jî, divabû te weke nivîskarekî Êzdînas, em Êzdî bi vî şerê (rûp. 46-pirt.te) ku xebera xirab (a ku em Êzdî pê aciz dibin) [binêre li *1b] tê de hatiye bikaranîn ne êşandina û te di dewsa wî de, ev
„Şerê Delan
…Şerê Xortên Neqîbiyan û
Dewrêşê mala Dewrêş begê
Xweştire ji şerê ga û berane Ezê bi diyarî
Delana Başo diketim, waye li ber taht e,
Min dî eskerê mala Dewrêş begê hat û girane, ewanê derbekê dane li Hemo, Sîno û Xaço azbata bavê min rebenê anîne ber mîratê
Ezê piştî xortên Êzdiyan, Peyayên Neqîbiyan Çi bikim ji terş û talanê giran, malê dinyayê” [berdewam di *1] ku hêjî di nav zargotina me Êzdiyan de têne gotin, biweşanda.
Û hwd.
Ez hêvîdar im ku, ev têbinîyên min hêjayî rastiya dîroka me û pêşketina te bin keko!
*Çavkanî:
1 Kemal Tolan, Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne, 2000 Oldenburg.
1a-Divê em Kurd dîroka xwe ne li goriya çavkanî, dokument û arșîva dagirkirên welatê xwe binivisîn!
https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/videos/1796393943909612/
Riataza