Xerzî Xerzan: “Şeref Xan ê Bedlîsî neheqîyeke mezin li kurdên êzdî kirîye..” -1

Xerzî Xerzan: “Şeref Xan ê Bedlîsî neheqîyeke mezin li kurdên êzdî kirîye..” -1

Nivîskarê me bi taybetî bo malpera me hevpeyvîneke delal

bi yek ji zaneyên dîroka Kurdistanê ra kirîye.

Em îro beşa hevpeyvînê a pêşin çap dikin.

Em wisa bawer in, ku piştî xwendina beşa pêşin,

hûnê bê serbir li benda beşa duduyan bin.

 

Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra

 

– Di berhevkirina agahîyên dîroka kurdî de herî zêde xwe disipêrî çi jêderan?

Di der barê dîroka kurd û Kurdistanê de gelek manîpûlasyon û berovajîkirin hene. Û tev jî bi beloqî li ber çavan in. Ji ber vê ye ku, kesê bi zanyarî nêzî lêkolîn û lêgerînên dîroka kurdî bibe, pêşî di warê dîtin û peydakirina jêderk-çavkanîyan de, divê pir û pir baldar be û hay ji sedema nivîsandin an jî tomarîkirinên van çavkanîyan hebe. Ji lew re, Kurdistan û her weha gelê kurd, ji destpêka dîrokê ve di navenda Hîvika Zêrîn de cî digirin û ev herêm an ku derguşa şaristanitîyê, ji demên kevnar heta dema me ya îroyîn, qada şerên desthilatdarîyê û olî ye. Kes û dewleta ku li vir hikmê xwe zexm nekiribe, nikaribûye xwedî temenekî dirêj bibe. Û ev rewş, îro jî didome… Ji ber vê sedemê, hemû desthilatdar, ya rasttir hemû dagirkerên herêmî û her weha împeryalîstên gewre, dîrok anegorî berjewendîyên xwe tomar kirîye û carinan jî dîrok serobino kirîye. Bi rastî, ji destpêkê vir ve, helbet girêdayî mijara ku ez lê dikolim, hema bibêje hemû çavkanîyên têkildar, ez li ber çavan derbas dikim, nakokîyên di nav wan tomarîyan de hemberî hev dikim, û ya dawîyê nêrîn û şîroveyên xwe, li gel alîkarîya zargotina kurdî û çavkanîyên zanyarên kurd zexm dikim û wisa jî bi şewaza dawîn diweşînim. An ku, ji hemû çavkanîyên têkildar sûd werdigirim, lê ya sereke; zimanê kurdî, zargotina kurdî û berhemên ku ji ziman û zargotinê sûdwergirtî ye. Ji lew re, dîroka gel û neteweyekî, bi taybetî di ziman, çand û zargotina wî de veşartî ye, nemaze ya gelê kurd..! Sedemên vê rewşê piralî ne û zimanekî bi sedên salan qedexekirî, çand û dîroka xwe di zargotina xwe de diparêze û ev ya xwezayî ye. Zimanê kurdî, çand û zargotina kurdî laboratûarên zindî ne û li benda hemû lêgerîneran in.

 –Tu “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî û “Dîroka Kurd û Kurdistanê” ya Mihemed Emîn Zekî Beg, çawa dinirxînî?

Şeref Xan ê Bedlîsî, di cîhana zanîna dîrokê de, wek “dîrokzanê kurd ê yekem” tê zanîn û nivîsandin. Her weha bi zanebûn tê gotin ku; “Şerefname yekemîn pirtûka dîroka kurdî ye”. Bi min, ev nêrîneke şaş û berovajîkirî ye. Ev agahî jî bi zanebûn tên belavkirin. Sedema vê pir hêsan e. Wekî ku tê zanîn, Şeref Xan, dawîya sedsala 16-an berhema xwe qedandîye. An ku, derûdorên xêrnexwaz ên gelê kurd, bi belavkirina van agahîyan, dixwazin bibêjin û wisa jî bidin pejirandin ku, dîroka gelê kurd a li Kurdistanê xwedî temenekî 300-400 salî ye…! An ku, berê 300-400 sal, gel an jî neteweyekî bi navê “kurd” û welatê wan Kurdistan, nehatîye tomarîkirin..!! Lê em dizanin ku, hîn berî 5 hezar sal, hîn di tabletên Sûmerî û Asûrî de, navê gelê kurd wek “KUR-TΔ, û navê welatê wan wek “KAR-DA-KA” hatîye tomarîkirin û nivîsandin. Û piştî van tabletan, di sedan çavkanîyên nivîskî de dîsa ev navana hatine tomarîkin û bi awayekî eşkere…! Ji ber vê, divê kurd hay ji têz û şîroveyên bîyanan hebin û kesê ku dixwazin “neyarê xwe bi şîr û şekir bikujin” baş nas bikin. Şerefname, berhemeke hêja ye, ji boyî ronîkirina dîroka me ya nêz pir kêrhatî ye, ji ber ku ji hêla zanyarekî kurd ve hatîye nivîsandin, ji boyî kurdan pir hêja ye. Ji boyî nirxandina têkilîyên kurd, tirk û farisan yên wê serdemê, berhemeke bêhempa ye. Lê ji boyî wê serdemê tenê, an ku ji boyî serdema navîn… Berê Şeref Xan, Ibnul Ezraq ê Fariqî (Silîvî), Ibnul Esîr ê Cizîrî (ne yek kesek tenê ye) û xeynî wan bi dehan dîrokzanên kurd, berhemên dîrokî afirandine. Bi taybetî, berhema Ibnul Esîr, di cîhana dîroka Îslamê de, berhema herî dewlemend tê zanîn. Berhema Ibnul Ezraq a bi navê “Dîroka Kurdên Merwanî”, hîn sedsala 12-an hatîye nivîsandin, berhema Xezrecî ya bi navê “Tarîxa Dewleta Kurdan (Eyyûbîyan)” berê 700 sal hatîye nivîsandin û ev zanyarên hêja tev de kurd in û dîroka gelê kurd û Kurdistanê jî nivîsîne. Der barê Şeref Xan de, tenê dikarim rexneyekê bînim û bibêjim, Şeref Xan anegorî şert û mercên serdema xwe, mixabin wek kurdekî, bi çavê netewî bûyer nenirxandine û bi taybetî neheqîyeke mezin li kurdên êzdî kirîye. Ewî, kurdên êzdî ji çavê kesekî paşverû û bi awayekî dûrî hestên netewî nirxandîye û di gelek cîyên berhemê de ev yek li ber çavan e û berbiçav hatîye gotin. Ez ne bawer im ku yekî mîna Şeref Xan hay ji rewşa netewî ya gelê kurd nîn be lê mixabin di gotin û nirxandinên wî de xwe dide der ku Şeref Xan pir li bin bandora paşverûtîya olî maye û bawerîya xwe pêşîya hestên xwe yên netewî girtîye. Û berhema Mihemed Emîn Zekî Beg… Rêzeka min a mezin hem ji sekna wî hem ji ked û xebatên wî re heye. Ez Mihemed Emîn Zekî Beg, wek “dîroknasê kurd ê sereke yê serdema nivîsandina dîroka nûjen” bi nav dikim. Ji lew re, M.E.Zekî Beg, li gel hemberîhevkirinên çavkanîyên curbecur, dîroka kurdî cara yekem bi zanyarî hilgirtîye dest û mîrateyeke bêhempa ji dûhatîyan re hiştîye. Berhema wî, wek bingehekê ye. Bingeheke xurt û zexm. Divê bibêjim ku, berhema wî yek ji wan çavkanîyên hêja yên ez ji wan sûd werdigirim e.

 – Rojname û kovarên kurdî yên destpêka sedsala 20an, heta çi astê bûyîn û qewamên serdema xwe belge kirine û gelo agahîyên wan çi qasî piştrast û bipîvan in?

Destpêka sedsala bîstan, ji boyî kurdan serdemeke gelekî girîng e û helbet ji boyî hemû gelên di nav Osmanî de cî digirtin… Di wê serdemê de, bi destê Îttîhad û Terakkî-yê, nijadperestîya tirk şaxên xwe vedida û ev rewş, li ber çavê zanayên ciwan ên kurd diqewimî. Ciwan û zanayên kurd, hay ji xetereyê hebûn û ji boyî hişyarkirina gelê kurd hewl didan û ji boyî vê jî, rojname û kovar derdixistin. Kovarên mîna Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Kovara JÎN… Di van kovaran de em xweş dibînin ku hewlek ji boyî hişyarkirina gelê kurd eşkere ye. Her weha çawa ku tu dipirsî, qewamên serdema xwe jî tomar kirine. Mînak, di Kovara Jîn de gotareke Law Reşîd heye û bûyerên serhildana Bedlîsê ya 1914-an qise dike. Di vê gotarê de agahîyên gelekî girîng hene û yek bi yek ji çavên yekî dîtî hatine nivîsandin. Ez dikarim bibêjim ku, yekane belgeya nefermî ye. Belgeyên fermî tev de tije derew û bi berovajîkirinan ve dagirtî ne, lê gotara Law Reşîd hîn jî belgeya herî ewle ye. Wisa tê nirxandin. Lê ji ber ku rastî dihatin nivîsandin, Partîya Îttîhad û Terakkî, ew weşan hemû qedexe kirin. Bersiva te divê ev be bi min; Rewşa îro û ya wê serdemê heger em hemberîhev bikin, em ê bigihîjin rastîyê. Îro jî li Bakûr, hemû weşanên ji bilî weşanên fermî, qedexe ne…. Pir dişibe hev ne wisa..!?.

– Zargotina kurdî, bi taybet dengbêjî, dikare bibe çavkanîyeke dîrokî ya bikêrhatî?

Çawa di pirsa te ya ewilî de min got, bi min zargotina kurdî divê bi hêjayî û ya sereke bête nirxandin û bikaranîn, nemaze ji boyî dîroka gelê kurd. Ji lew re, zimanekî qedexekirî, rêyeka wî tenê heye xwe biparêze û ew jî zargotin e. Dengbêjî jî şaxeke zargotinê ye, bi taybetî stran û kilamên li ser qewam û şerên di navbera kurd-tirk û kurd-farisan de hatine avêtin, divê bi baldarî bêtin nirxandin. Hin kilamên Evdalê Zeynikê wisa ne. Lê bi serê xwe tenê nabe, divê bi çavkanîyên bîyanî û nivîskî bêtin hemberîhevkirin û pey re jî bêtin şîrovekirin û piştre jî tomarîkirin. Lê dixwazim vê jî bibêjim, stran û kilamên li dîwana Mîr, Axa û Şêxan hatine gotin û li ser wan hatine avêtin, bi min divê ne di hêla dîrokê de, lê di hêla zimên de bêtin bikaranîn. Ji lew re, di hin kilam û stranan de pir pesindayîn hene û xuya ne ku ne ji boyî tomarîkirinê, lê ji boyî berjewendîya dengbêj hatine afirandin. Ma ne, îro jî hin hunermend-nivîskar heman karî dikin û ji boyî berjewendîyên xwe rastîyan lepovajî dikin.

 – “Sala ku berfa sor barîya, me gund ava kir.”

“Roja ku kurê axê çû eskerîyê, filankeso ji dêya xwe bû.”

“Di çaxê bênderan de filankesê wefat kir.”

-Eger te pirsa dîroka tiştinan ji kalemêrên kurdan kiribe, bê guman te yê gelek caran hevokên jorîn bihîstibin. Bi nirxandina bersivên wisa, tu nêzîkatî û guhdana kurdan a bi dîroka qewam û bûyeran, çawa şirove dikî?

Ji ber ku adeta tomarîkirina nivîskî li ber kurdan kêm bûye (an jî hîç tine bûye, sedema wê jî tirs û xweparastin bûye, her weha em baş dizanin ku gelek belgeyên dîrokî yên bi kurdî ji destpêka sedsala 7-an vir ve hatine tinekirin û şewitandin), peyvên wiha helbet em pir dibihîsin. Jiyana gelê kurd, jiyaneke xwezayî ye, xwezayperest e, ne jiyaneke standard e. Ev rewş wisa kirîye ku, jiyanê bi xwe tiştine xwezayî di nav pêvajoyê de -xwe bi xwe- afirandine. Çawa ku hatîye gotin; “Dîrok di roja me de, em (kurd) jî di destpêka mirovahîyê de veşartî ne…” . Ew jiyana gundîtî, xwezayperest û hêja di nav kurdan de hîn jî zindî ye. Û baş e ku wisa ye….

 – Çawa be û li kû be, bi her halî xebata li ser dîrokê û dokumentkirina rastîyên dîrokî berpirsyarîyeke mezin e. Lê eger mirov dîrokzanekî kurd be, çi qasî berpirsyarî mezintir û bar girantir e (û ji ber çi)?

Ji berê de jî min got, barê herî giran xwegihandina çavkanîyên bêalî û rast e. Her weha lêgerîner-dîroknasekî kurd, pêşî divê wergêrekî baş be jî… Ji lew re, çavkanîyên tên bikaranîn an jî sûd ji wan tê wergirtin, bi piranî bi zimanên bîyan, mîna erebî, tirkî, farisî, ingilîzî, rûsî, fransî û hwd. in. Kesê vî karî bi heqî bixwaze pêk bîne, herî kêm divê du-sê zimanan (bi taybetî ingilîzî, tirkî û erebî) baş zanibe û karibe wan daneyan li zimanê kurdî wergerîne. Helbet li vira xaleka girîng heye. Heger mirov kurd be û bi dîrok-çanda kurdî ve mijûl be, bi min divê berhemên wî jî bi zimanê kurdî bin. Ya etîk ev e. Kesê ku herî kêm zaraveyeka zimanê kurdî nizanibe, herî kêm di nav beşeke Kurdistanê de negerîyabe, nikare dîroka gelê kurd û Kurdistanê binivîse, heger binvîse jî, karekî seqet dê pêk bîne. Çawa te got, rast e bar giran e, lê ji ber ku armanc ronîkirina dîrokeka veşartî ya gelekî ye û ev gel û çand-dîroka wî zengînîyeke mirovahîyê ye, ev karekî pîroz e û bar her çi qas giran be, ne xem e. Ji lew re, berpirsîyarî ya lêgerînerîya dîroka kurdî, ji boyî min sedema jîyanê û her weha cîyê kêfxweşîyê ye. Erka me ye, deynê me ye… Deynê me hemûyan e. Dîroka gelê kurd û Kurdistanê, bi min dîroka mirovahîyê ye. Dibe ku îdîayeke pir mezin be ev gotin, lê dema mirov dikeve nav vê dîroka bêserûbin, xweş tê digihîje ka çi karekî pîroz e. Û ne tenê ji boyî gelê kurd… Ji boyî hemû mirovahîyê…. Hevoka ewil a nivîskar-lêkolîner Andrew Collins, di pirtûka wî ya “Ji Xwelîyên Melekan” de wisa ye; “Ev pirtûk ji bo navê gelê Kurdistan, ê ku bingehên şaristanîyê ava kirine, hatîye amadekirin. Hêvîya min ev e ku, di dawîyê de hûn ê bigihêjin serxwebûn û aştîya ku hûn hêjayî wê ne….” Bi min, Collins ramana min a giştî jî xweş rave kirîye.

– Tevger û alîyên sîyasî yên kurdî, çi qasî destdirêjî li dîroka kurdî kiriye; yan jî, hin alîyên kurd hene ku dîrok berevajî kirine?

Ev gotina te, an ku berovajîkirin û manîpûlasyon, dibe ku ji boyî dîroka herî nêz bête gotin, hene jî û sedema vê jî helbet hene, lê ji boyî dîroka kevnar em nikarin vê bibêjin. Ji lew re, mixabin lêkolîn û lêgerînên li ser dîroka kurdî kêm mane, tevî ku bi taybetî li başûr sazî û zanîngeh pir in jî. Li Bakûr, Rojava û Rojhilat rewş li ber çavan e, lê li Başûr hêvîya min ew bû ku, li ser dîrok û çanda kurdî sazî û zanîngeh bêtir ked û xebatên berbiçav pêk bînin. Lê, dilsarî û xemsarîyek xuya dike. Her wiha, pirsgirêka alfabeyan (mijareke kûr e), rê nade lêkolînerên beşên din bigihîjin çavkanîyan. Tiştên ku netewek dike netew, ziman, çand û dîrok e… Ev her sê pê tine bin, netewek nikare li ser lingan bisekine. Yek jî nîn be, nabe. Li vira erk dikeve li ser milên hemû kurdan, lê bi taybetî îro yên başûr bêtir berpirsîyar in. Divê siyasetmedar û biryardarên başûr bêtir û çêtir bala xwe bidin vê yekê û valahîya li ba me xuya dibe, bi dilsozî dagirin, derfet ji boyî lêkolîneran biafirînin û dest ji hemû berjewendîyên siyasî berdin û ji boyî siberoja gelê me, van her sê pêyan zexm û xurt bikin. Komxebatan pêk bînin û ji boyî siberojê di nav tevgerê de bin. Ev rexneyeke xêrxwazîyê ye û ji boyî rênîşandayînê tê gotin. Û her weha, ev gotin û peşnîyar ji boyî hemû erkdar û biryardarên hemû perçeyên Kurdistanê ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev