Xerzî Xerzan: “Şeref Xan ê Bedlîsî neheqîyeke mezin li kurdên êzdî kirîye..” -2

Xerzî Xerzan: “Şeref Xan ê Bedlîsî neheqîyeke mezin li kurdên êzdî kirîye..” -2

Nivîskarê me bi taybetî bo malpera me hevpeyvîneke delal

bi yek ji zaneyên dîroka Kurdistanê ra kirîye.

Em îro beşa hevpeyvînê a pêşin çap dikin.

Em wisa bawer in, ku we ji xwendina beşa pêşin lezeteke baş dît.

Hêvîdar im ji beşa duduyan jî wê lezetê bibînin.

 

Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra

 

– Gelek angaşt û reşkirin li ser dîroka kurdên rojavayê Kurdistanê hene; wekî dîroka bicihbûna wan li deverê ku dibêjin “ji bakur koçber bûne û di sedsala 20an de li Sûrîyeyê bi cih bûne” û gelek gotinên wiha… Bi belge û dukomentên dîrokî, tu çawa dikarî evan gotinan biderewînî?

Mirov tenê li ser vê gotinê dikare bikene…. Ev berovajîkirineke nebînayî ye. Kesê bêhiş û nezan dema vê gotinê dubare bikin, mirov hema tenê dîroka mîtanîyan ji wan re bibêje bes e. Di gelek belgeyan de, berî zayînê 1500-an ev rêxistina proto-kurd (pêşîyên kurdan) li ser axa Rojavayê Kurdistanê hatîye tomarîkirin. Di belgeyên Asûrî û Hattî û Misrîyan de hatine nivîsandin. Ev herî kêm dîrokeke 3500 salî ye. Her weha Dewleta Mirdêsîyên kurd hîn destpêka sedsala 11-an, di beşeke mezin a Rojavayê Kurdistanê de nêzî 120 salan hikim kirîye. Ew Keleha Kurdan (Hisnul Ekrad) ma çima ya kurdan e…!!?. Berî hezar salî hatîye avakirin, ne wisa? Dîroka kurdên êzdî yên Rojavayê Kurdistanê jixwe ne hewceyî gotinê ye. Ji demên nayên zanîn heta roja me, kurdên êzdî li Efrînê, li Şehbayê, li Kobanî û hwd. bicî ne… Û bawerîyên kevnar ên Mîtanîyan û Êzdîtîyê hîç ji hev ne dûr in, her weha zimanê kurdî û zimanê ku Mîtanîyan bi kar dianî, ji malbatekê ne. Malbata Îndo-Ewropî… Dîsa hemû dîroknas qebûl dikin ku Mîtanî Arî ne, Îndo-Ewropî ne. Kurd jî wisa ne, ne? Ma di Rojavayê Kurdistanê de xeynî gelê kurd, gelekî otokton ê Îndo-Ewropî heye gelo? Hebe jî, ez nizanim. Nexwe bi hêsanî em dikarin bibêjin, kurdên Rojavayê Kurdistanê, nevîyên mîtanîyan in. Û ev rastî bêniqaş di cihana zanîna dîrokê de tê pejirandin.

 – Ereban berî hezarên salan, navên dever û warên xwe, serwer û mezinên xwe, bav û bavpîrên xwe, rewşa civaka xwe û gelek agahîyên din ku dikarin wekî belgeyên dîrokî bêne hejmartin di malikên helbestên xwe de bi cih kirine. Mirov dikare bi heman çavî li helbestên kurdî yên klasîk jî binihêre?

Belê, mirov dikare. Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî bi min ev peywir bi cî anîye. Bi taybetî Ehmedê Xanî, bi tomarîkirina Cejna Newrozê, an ku cejna netewî ya gelê kurd, xizmeteke pir hêja pêk anîye.

 – Serokwezîrê Brîtanyayê yê berê Winston Churchill gotîye: “Yên biserkeftî dîrokê dinivîsin.” Heta çi radeyê tu bi vê gotinê re hemnerîn î?

Heta dawîyê… Û ez ê gotineke pêşîyên afrîkayî jî lê zêde bikim; “Heya şêr dîroka xwe nenivsînin, helbet nêçîrvan wê nivsandina dîroka xwe bidomînin…”. Her wiha dixwazim beşekê gotara xwe ya “Kurdistan û Şaristanî” li gel xwendevanan par ve bikim da ku ez baş bêm têgihîştin;

“Dîroka mirovahîyê çawa hatîye nivîsandin? Bi gotineke dinê, metodên nivîsandina dîrokê çi ne ? Gelo dîrokzan, dema dîrokê nivîsandiye, bi tenê rastiyan tomar kirine? An jî anegorî berjewendiyên desthilatdaran û ji boyî berjewendîya gelê xwe, rastiyên dîrokî, bi zanebûn berovajî nekiriye? Ev tev pirs in û bersîvên van pirsan jî helbet hene. Wek tê zanîn, û her wiha rastiyeke dîrokî ye, a ku hertim tê gotin, “Dîrokê, ên biserketî dinivîsînin….” .

Û ên biserketî, anku ên serdest, ji bo meşrû-rewakirina desthilatdariya xwe ya paşerojê, îro û siberojê, dîrok serobino kirîye, û qet mafê bersivê nedaye ên bindest. Her tim serdest heqdar bûye, baş bûye, şervan bûye, wêrek bûye, her tim tiştên baş pêk anîye û xwedîyê eslî yê erd û axên dagirkirî bûye. Dema bindest xwestîye ku bersivekê bide û dîroka xwe binivîsîne, astengî afirandine û nehiştîye ku rastiyên dîrokî ronahî bibinîn, lewra ev yek, meşrû-rewabûna wî û desthilatdariya wî û serdestiya wî betal kiriye û bûye sedema hişyarbuna yê bindest.”

 – Bi pêşketin û berfirehbûna şaxên zanistê re, her wiha hevdemî peydabûna derfetên guncaw û hêsan ji bo belgekirin û dokumentkirina hemî bûyîn û qewaman kêlî bi kêlî, gelo êdî dîrok dikare wekî berê were berevajîkirin û reşkirin?

Bi awayekî “fermî” be, erê dikare lê dem êdî pê re gihîştîye, ti tişt li bin keviran namîne. Her tişt li ber çavan e, her tişt bi beloqî xuya dike. Lê erk ew e, mirov têgîhiştî be, haydar be, zana be û qewamên dema xwe jî karibe bê destdan ji berovajîkirinê biparêze, heger tu nekî, bîyan weke dilê xwe dê binvîse û dîsa tu yê tenê bixwînî û gilî û gazinan bikî. Divê tu jî binvîsî, tomar bikî û ragihînî…. An na, tiştê heyî, wek ku rast e dê bê pejirandin, weke berê…. Ji lew re, “Gotin difire lê nivîs her dimîne… “. Erka zanyaran ne tenê xwendin û şopandin e, nemaze yên kurd divê rastîyên xwe xwebixwe binvîsin û belav jî bikin. Zanîna veşartîmayî, kêrî ti tişt û kesî nayö. Zanîn divê bête belavkirin da ku hişyarbûn jî pê re belav bibe.

– Çîroka te û xebata li ser dîrokê çawa dest pê bû?

Di serdema xwendekarîya me de, nijadperestên biyan tim pirtûk û belgeyên nivîskarên xwe wek rastîyên dîrokî nîşanê me didan û di niqaşan de tim tinebûna dewletên kurdan, zimanê kurdan û dîroka kurdan dixwestin li ser me ferz bikin û wisa jî bidin pejirandin. Jixwe di dîroka wan a fermî de gelekî wek kurd, welatekî wek Kurdistan û zimanekî wek kurdî nîn e…!!! Ma sedem hewce ye ku mirov bala xwe nede hêjayî û zengînîyên xwe… Mirov divê wan ji bin erdê derxe û avek lê bike û nîşanî wan bide. Ji lew re zêr her zêr e, dixwaze bi hezarên salan li binê erdê bimîne, ti tişt jê kêm nabe. Armanca min û destpêka çîroka min ev e; min xwest li hêjayîyên veşartî yên gelê xwe xwedî derkevim û wek kurdekî, wek mirovekî ked û xebateke pîroz pêk bînim û ji nifşên nû re karibim “destpêkek”ê bihêlim. Da ku ew jî li ser bingeheke biçûk jî mabe, karibin bimeşin û lê zêde bikin. Karê me hîn dest pê dike, Xwedê bibêje erê heta em karibin, em ê karê xwe bidomînin.

– A niha xerîkî çi xebatan î û çi projeyên te ji bo demên bê hene?

Niha pirtûkên xwe amade dikim, lê lez nakim. Ez naxwazim kêmasî bikeve berheman. Bi hemdê xwe û bi heddê xwe hewl didim ku şaşî nekim. Bila dereng be lê bila kêrhatî be. Dîrok ne zanîneke hêsan e, mirov heta pirtûkekê, an jî rasttir heta gotareke zanistî dinvîse, herî kêm bi dehên gotar û pirtûkan li ber çavan derbas dike, notan werdigire, bi zargotina kurdî re hemberîhev dike û hîn dikare… Vêga tenê li kovar û malperan gotarên xwe yên amade diweşînim û helbet ew jî dê bibin pirtûk. Êdî çi ji me hat.

Bi hevokekê:

– Şaşîya kurdan a ku bi dirêjahîya dîrokê gelekî dubare bûye, çi ye?

Belkî klîşeyeke binavûdeng e jî lê ez ê dubare bikim… Bi min hevqebûlnekirin e…. Û ev jî rê nade yekîtîya gelê kurd. Helbesta Seydayê Cegerxwîn a bi navê “Serxwebûna mirîşkan”, ez bawer im bersiva pirsa we ye.

 – Di roja îroyîn de, kurdan ji şaşîyên dîrokî ders girtiye?

Negirtîye, mixabin beşeke mezin negirtîye… Lê baş e ku, beşekê (biçûk be jî) girtîye û hawar-hawara wan e. Divê hemû kurd guhê xwe bidin wan. Guhê xwe bidin wê hawarê.

– Di pelandina rûpelên dîrokê de, tu rastî tiştinan hatiyî ku te dil nekirîye belav bikî?

Na… Rastî jî, şaşî jî, qencî jî xerabî jî divê weke ku hene wisa jî bêne nivîsandin. Sinca zanîna dîrokê wisa ferman dide.

– Misilmantîyê çi da kurdan û çi ji kurdan sitand?

Îro heger tu pirsek ji ereb, ji tirk an jî ji farisekî misilman bikî û bibêjî; “Gelo tu pêşî ereb î, tirk î, faris î an misilman î ?”, ez bawer im her sê jî pêşî netewa xwe û piştre jî bawerîya xwe bibêjin. An ku ereb pêşî ereb e piştre misilman e, tirk pêşî tirk e piştre misilman e û faris pêşî faris e piştre misilman e. Lê ez dîsa bawer im, tu ji kurdekî misilman bipirsî û min gelek caran pirsîye, bersîva te dê ev be; “Ez pêşî misilman im û piştre kurd im…!”. Ev bi serê xwe pirsek e. Pirseke derûnî û pirgirêkeke mejîyê bindestîyê ye… Sedema vê rewşê piralî ye, lê ya sereke polîtîkayên serdestan e. Ewan ev pergal rûniştandîye û di bin navê “Biratîya Îslamê” de, gelê kurd ji nirxên wî yên netewî dûr kirîye. Tiştê ji wan re heq e, ji “birayên wan ên misilman (kurd)” re ne heq e…?! Û kurd pirsa vê nake…! Ji ber vê ye ku, bersiva min ev e: Tiştê ku standîye, helbet ji tiştê dayê zehftir e…

– Di dîroka kurdan de, xala herî balkêş ji bo te çi ye?

Îxaneta Herpago li dijî Aştîyago yê Serwer ê Med e…. Ev xaleka pir xerab û pir dijwar e, wê îxanetê wisa kir ku kurd ev e 2500 sal e bindestê xelkê man.

– Bi hevokekê, dîrokê vebêje, pênase bike.

Dîrok, li gel çand û ziman, yek ji her sê pêyên hebûna netewekê ye, sedema wêrekbûnê, birûmetbûnê û şanazîyê ye.

 – Mala te ava be.

Ya we jî. Gelekî sipas.

 

Kurtejîyan

Xerzî Xerzan sala 1978-an li herêma Xerzan a Bakûrê Kurdistanê hatîye dinyayê. Li bajarê Sêrtê mektebên seretayî û navîn qedandine û sala 1995-an di beşê birêvebirîya civakê de dest bi perwerdahîya xwe ya zanîngehê kirîye. Piştî salekê, ji ber zordestî û tadeyîyên nijadperestan dest ji perwerdehîya zanîngehê kişandîye û vegerîyaye welat. Li welat, hem karê malê kirîye, hem jî di qada wêje, dîrok û zimanê kurdî de xebat kirine û di warê siyasetê de jî cihê xwe girtîye. Li ser înternetê malperên bi kurdî, mîna Malpera çand û dîroka kurdî Mezopotamya û Malpera dîroka Kurd û Kurdistanê DÎROKURD saz kirîye û ji sala 2001ê heta dema me ev malperên bi kurdî ava ne. Bi taybetî mêla xwe daye dîroka kevnar a Kurd û Kurdistanê û xwedî helwest e li hember “berovajîkirina dîroka kurdî ji hêla biyanan ve” ye. Gelekî nivîs, werger û gotarên wî yên zanistî li kovar û malperên kurdî mîna Mezopotamya, Hawar-net, Amîdakurd, Rewanbêj, Kovara Bîr, Felsefevan, Çandname, Sormey û hwd… hatine weşandin û hîn jî diafirîne. Edîtorî û redaktorîya hin pirtûkên lêkolînî, mîna “Êzdîtî / Zêrdeşt Pêxember / Şengal- Vejîna Çilmêran” jî kirîye û vêga jî amadehîya weşandina pirtûkên xwe yên lêkolînî dike. Xebatên xwe bi tevahî li ser malpera DÎROKURD-ê diweşîne û ew bixwe ev malper amade dike û bi rê ve dibe. Her wiha birêveberê Kurdî-Der-ê (Komeleya lêkolînên Kurdî) û Komeleya Nivîskarên Kurd û Pena Kurd e û dersên dîrokê dide xwendekaran. X. Xerzan bavê pênc zarokan e û hîn jî li herêma Xerzan dijî. Beşê Birêvebirîya Herêmî ya Zanîngehê qedandîye û vêga jî beşê Zanistên Siyasî dixwîne.

P.S. Beşa pêşin li vir bixwînin:

Xerzî Xerzan: “Şeref Xan ê Bedlîsî neheqîyeke mezin li kurdên êzdî kirîye..” -1

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev