Hevpêyvîn li gel Apê Hecîyê Cindî (Êrîwan, 7ê tîrmehê, sala 1979)

Hevpêyvîn li gel Apê Hecîyê Cindî (Êrîwan, 7ê tîrmehê, sala 1979)

Di salên gulvedana çand û edebîyeta me da, firsenda hevpeyvînên bi deng destê her kesî nediket. Îro em pir kêfxweş in, ku nivîskarê me, doktor Yekta Uzunogluyê navdar berî 40 salan, sala 1979an bi profêsor Hecîyê Cindî ra hevpeyvîneke bi deng kirîye, pê ra têksta wê amade kirîye, ji malpera me ra şandîye û em careke din dengê nivîskar, zanyarê mezin, folklorîstê kurd yê herî eyan li cihanê guhdarî dikin, wî di dema zindîbûna wî da bi bîr tînin û jê ra dibêjin: -Hezar rehmet li ruhê te be, welatparêz û zaneyê mezin!

Em wê jî bêjin, ku berpirsyara radyoya malpera me Bella Sturkî jî hema bêje wan salan bi Hecîyê Cindî ra hevpeyvîn kirîye û me di malpera xwe da daye. Ango, bi Hecîyê Cindî ra du hevpeyvînên bi deng hatine kirin, herdu jî karmendên malpera me.

 

Dr. Yekta Uzunoglu

 

Apê Hecî, ez dixwezim jîyana We nas bikim. Ji kerema xwe bi kurtî bêjine min.

Ez bajarvanê Sovêtê me. Li Ermenîstana Sovêtê dimînim. Emrê min ê berê gelekî dijwar bûye. Min êtîmî dîtiye, belengazî dîtiye. Lê bi saya serê hikûmeta Sovêtê pir hindikî pêşve çûm û niha jî xebatkarê Akademiya Ermenîstanê me. Ez bi tiştekî şa me. Ew jî ew e ez navê xwe bi temamî dinivîsim. Navê min Hecî, navê bavê min Cindî, navê kalikê min Cewar e. Ez Heciyê Cindî Cewarî me. Lê wekî din jî navê min eyan e wek Heciyê Cindî. 5 qîzên min dinivîsin Cewarî. Ev keremeke mezin e. Weke Heciyê Cindî ez di nava hikûmeta Sovêtê de bi merd û merdane navê xwe dinivîsim. Pê re jî xwe dinivîsim Kurd. Ez dizanim bi mîlyonan Kurd hene li Tirkiyê, li Îranê û yên din… ew xwe Kurd nanivîsin. Ev bedbextiyeke gelekî zulum e, çetin e. Gelekî çetin e. Lê li welatê Sovêtê em merdane navê xwe dinivîsin. Ez texmîn dikim ku ev keremeke gelekî mezin e. Zef mezin e ji bo me.

 

Apê Hecî, eger hûn bikaribin hinekî behsa destpêkê bikin. Destpêk çawa bû?

Ez li êtîmxaneyê (sêwîxane) mezin bûme. Wexta sêwîxaneyê min zimanê me ji bîr kiribû. Zimanê Kurmancî… lê paşê di 1929’an de piştî xwendina xwe ya dibistana orte ez çûm li gundê Kurmancan xebitîm. Ji wê çaxê ve min giringiya zimanê me fêm kir û hêdî hêdî zimanê Kurmancî xeberda… ez nav gelekî cimaetan mame. Gelekî minetdarê wê me û ez xwe wek xebatkarekî wê cimaetê hesab dikim. Hezkirina min li nivîskariyê hebûye, ber bi ilimdariyê hebûye. Piştî gund ez hatim Êrîvanê. Ketim ûnîversîtê. Piştî ûnîversîtê bûm aspîrant. Pişt re jî bûm doktor, bûm profesor. Bûm xebatkarê kûltûrê. Xebatên min gelekî hatine çapkirinê. Him bi zimanê me Kurmancî, him bi Ermenkî û him jî hatine tercimekirin ji bo Ûrisî. Ji wê şinva çend miqaleyên min derketine li Îraqê. Ez nikarim derbarê xebatên xwe da bi hûrgilî biaxivim. Lê ez ê tenê behsa çendekan ji wan bikim. Yek niha di bin destê min de ye. Xebateke min a îsal jî Kela Dimdime. Îsyana Kela Dimdimê ya hezar û şeşsed û heştêyan. Ew îsyan bi xwehesandina cimaeta me bû. Ya cimaeta Kurd bû. Xwenaskirina wan bû. Ew bi vîna Ehmedê Xanî va girêdayîye. Bi hişmendiya Şerefxanê (Şerefetîn) Bitlîsî ve girêdayiye. Em fêm dikin ku nivîsîna pirtûka Şerefxanê Bitlîsî, Mem û Zîna Ehmedê Xanê û Meseleya Kela Dimdimê di wextekê de qewimîne. Bi van ve cimaeta me hişyar bûye û gotiye weke cimaetên dinyayê tev em jî cimaetek in. Vê xebatê gerek e ez di sala pêş me yanî sala 1980’yî de xelas bikim. Ya akademiyê ye. Sala îsal (05.07) min spartiye akademiyê. Ew ya cildê hikayetêd me ye. Çîrokên me ya çaran e. Di sala 1980’yî de gerek e ew çap bibe. Cilda 5’an jî hazir e. Gereke ew jî zûtirîn were çapkirinê. Ji wê şinve xebateke min a gelek mezin heye. Ew ya meselok û xeberokên me ne. Meselok û xeberokên me xizna cimaeta me, cimaeta kurd e. Min berhev kirine, bawer bikin ji sala 1929’an heta îsal hîn berhev dikim. Berhevkirina wan xeberok û meselokên me niha digihêje 35 hezarî. Dêmek 35 hezar meselok û xeberokên me hatine nivîsarê. Ew jî êdî hazir e û lazim e wexteke zûde were çapkirinê.

 

Apê Hecî hinek tiştên ku we nivîsîne hêdî hêdî li nav Kurdên Tirkiyê jî belav dibin. We weke nivîskarekî şoreşger û weke yekemîn nivîskarê ji bo Kurdan bi zimanê Kurdî dinivîse nas dikin. Gelo hûn dixwazin ji bo wan tiştekî bêjin?

Ez bi xwe jî ji Qersê me. Niha Qers ketiye destê Romê. Em ji wê derê revîyane. Ji loma me gelek belengazî dîtin. Cimaeta me gelekî belengazî dît. Hinek hatin kuştin, hinek ji birçînan çûn. Gelek çûn. Gelek çûn. Romê li me zef xerabî kirin. Em gava weke Kurmancên Ermenîstanê, yê Sovyetê dinêrin, em bi zimanê xwe dixwînin, radyoya me heye, em li radyoya xwe dibêjin. Mektebên me hene. Dersê didin. Lê tu were li Romê binêre. Li Îranê binêre. Li Iraqê binêre. Bawer bike ewqas mîlyon Kurd hene, lê îzna wan tune ye ku ne bi radyoyên xwe guhdar bikin, ne mektebên wan vebin, ne gazeteyên wan hebin. Ev di qirna 20’an de zilmeke mezin e. Dinya alem giş azad bûye. Gişan xwe daye naskirinê. Lê cimaeta me ya ku digihêje çend mîlyonan bin destê hikûmetan de wisa diçerçire, xerab dibe û roja xwe xweş nabîne. Me dixwest cimaeta me ye li Tirkiyê, ya li Romê jî azadiye xwe bi dest bixistana. Bikaribûna kultura xwe bi dewletî bidana xebitandinê. Kultura wan dewletî bûya, wê nivîsareke wan a bedew hebûya. Wê qîmeteke bêhtir ya yekî mîna Ehmedê Xanê û Melayê Cizîrî hebûya. Wisa be jî zargotina me, kultura me bi dinyayê eyan e. Gelek jî folkloa me, cimaetên din xwe re didin xebitandinê. Wekî ku em dibêjin gelek caran. Ew kilamên tirkan li ser meqamên me hatine çêkirinê. Dêmek meqamên me ji xwe wiha kirine û kirine meqamên tirkan. Lê ew xwerû yên Kurmanciyê ne. Wisa jî hukmê zargotina me li ser cimaetên cîran gelekî heye. Xwesteka me ew e ku ne tenê Kurdên Tirkiyê, tevahiya Kurdên dinyayê bikaribûna bi zimanê xwe bixwendana, bi zimanê xwe. Nav û nasnavên xwe çawa ku her miletek dinivîse bikaribûna wisa binivîsandina. Ew e xwestina me wekî milet. Lê gelo wê çi çax ev bibe? Ez nizanim. Xwestina me ew e ew jî weke cimaetên din azadiya xwe bibîne. Wisa azad be, çawa em wek Kurdên Sovyetê azad in, ew jî wisa bibin. Çawa em serbest in, di akademiyê de ne û gelek tiştên din. Min dixwest tiştekî din jî bigota. Ewqas mîlyon Kurd li Tirkiyê ne, ewqas pêşve çûne. Ez ne wekî sêwiyê berê me. 5 qîzên min, keçên min hene. Ji wan 2 profesor in. Yên din jî xwendina wan bilind in. Ev kerameteke mezin e. Helala min jî sêwî bûye. Em herdu jî sêwî bûne. Lê tu niha dinêrî ne tenê me xwendiye. Me zaroyên xwe jî dane xwendinê. Derheqê mala me de bêjim. Ev tiştekî gelekî mezin e. Ne tenê ji bona min. Ji bona wê cimaeta ku em jê bûne. Min kitêbek nivîsiye. Hewarî… nizanim we hay jê heye, tuneye. Temamiya emrê min emrê Kurdan e. Çawa em bere bere li Tirkiyê hatine Qersê, ji Qersê jî em hatine vira. Temamiya zirûra me ji destê Romê dîtiye di wê kitêbê de heye. Ev yeka min dixwest bi dil û can binivîsiya. Çimkî ev serhatiya cimaeta me ye. Ev pêşdeçûna cimaeta me ye. Cimaeta me jî cimaeteke fêriz e, zor e, qewet e. Lê tu were binêre bindest e. Nikare serê xwe bilind bike. Ez dixwazim cimaeta me jî weke cimaetên din azadiya xwe bibîne.

 

Sipas dikim. Min kitêba te ya “Hewarî” wergerandiye tîpên latînî. Me ji bo çapê jî hazir kiriye. Ku derfetek bikeve destê me em ê bidin çapkirinê. Heta ku ji destê me were em ê Hewariyê di nav Kurdên dinyayê de belav bikin.

Sipas. Gelek sipas.

Em gelek sipasdarê we ne û hevalên me gelek silavan ji we re dişînin û em sipasiyên xwe pêşkeşî we dikin. 

Ji we re dibêjim serçavan û serseran. Yê şandiye jî, yê aniye jî ser çavên min re… ez gelekî razî me ji wan jî, ji we jî.

Gelek sipas dikim.

 

P.S.

Ev hevpeyvîna delal ya bi deng ya Doktor Yekta Uzunoglu, ku berî 40 salan bi profêsorê mezin Hecîyê Cindî ra kirîye, cara pêşin tê weşandin û berî malpera me, li tu cîyan nehatîye weşandin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev