Sêmînareke gelekî balkêş derheqa zaravayê Kurdî Zazakî da

Sêmînareke gelekî balkêş derheqa zaravayê Kurdî Zazakî da

Komela Nivîskarên Kurd li Swêd û Kitebxaneya Kurdî li Stockholmê sêmînareke gelekî balkêş li ser zaravayê Zazaki li Kitêbxaneya Kurdî li dar xist.

Moderatorê sêmînarê Serokê Komela Nivîskarên Kurd li Swêd M. Eli Kut bi xeberdaneke ser giringîya zaravayê Zazakî civîn vekir.

Sêmînar ji alîyê birêz Mehmed Selim Uzun û birêz Ihsan Espar ve hate pêşkêşkirin. Wana bi hûrgilî, bi belgeyên zanyarî, bi nimûneyên ji dîrokê zaravayê Zazakî ber dilê me hemûyan şêrîntir kirin û bal her kesî daxweza xwe fêrî wî zaravayê kurdî bikin, peyda bû. A here balkêş ew e, ku kurdên zazakîaxêv bi jimara xwe a ne pir va karên bêhempa kirine û dikin, wek gelek salan derxistina kovara VATE, kitêbên zanyarî û ferhengên cuda-cuda, Komxebata ZAZAKÎ gelek salan karê xwe bi serketî dimeşîne, aboneyên kovarê û jimara kesên ku kitêbên bi zaravayê Zazakî dikirin, himberî zaravayê Kurmancî gelekî zêde ye.

Gelek ronakbir, nivîskar û kesayetîyên naskirî beşdarî sêmînarê bûn, pirsên xwe ji zaneyên zaravayê Zazakî kirin, bersîvên têr û tije û dagirtî wergirtin.

Tiştê sereke ku min li civînê texmîn kir, ew bû, ku piranîya kesên zazakîaxêv him zazakî zanin, him jî kurmancî zanin. Lê kêm kesên kurmancîaxêv zazakî zanin û heta gelek ji wana kurmancîyeke baş jî nizanin.

Li jêr gotareke min ser tewlebazîyên dijmin û xayîntîya hinek kesên zazakîaxêv bixwînin, ku çawa hewil didin zazakî ji zaravayekî kurdî dûr bixin, lê zaneyên me ew hemû hewildan pûç derxistine.

 

 

Nezanîya du “zanyar”an – bela serê du miletan: 

”Me êzdî ji kurdan veqetand, em ê zazayan jî veqetînin”

 

Têmûrê Xelîl

Ev fikira jorîn di salên 90î yên sedsala buhurî da li Ermenîstanê ji alîyê çend kesan va xuliqîye û ew bi xwe jî serkêşîya wî karî dikin. Ewana hewil didin wî karî di jîyanê da pêk bînin û pê ra jî wî karî wek sîyaseta Ermenîstanê ya fermî nîşan bidin.

Berî çend salan hinek kes ketine nava ronakbîrên kurdên êzdî yên Ermenîstanê bona wana bidine bawerkirin, ku ew bi miletê xwe va ne kurd in, lê êzdî ne. Û ji ber ku îdî dêmokratî hatîye Ermenîstanê, lema jî lazim e êzdîyan ji kurdan veqetînin. Ji ber ku ji hemû ronakbîrên kurdên êzdî yên Ermenîstanê tu yekî jî guh ne da wan û ne xwestin ji kok û rehê xwe biqetin, wê demê van ”dêmokrat” û ”xêrxwezên êzdîyan” hewil dan hinek êzdîyên din bibînin, ku vê pêşnîyara wan qebûl bikin. Û dîtin! Ew jî ew kes bûn, ku tu eleqê wan bi ronakbîrîyê, zanyarîyê, nivîskarîyê tunebû. Soz dane wan ”êzdîyên teze”, ku eger ew xwe wek miletekî ji kurdan cuda bibînin û gelê xwe jî di wê yekê da bidine bawerkirin, wê demê ewê wek milet mafê xwe bistînin û li ser kursîyên nerm rûnên. Û van ”dêmokratan” û çend ”êzdîyên nûpêketî” dergehên dewletê kutan, ku êzdîyan wek miletekî ji kurdan cuda bibînin. Û fikirîn, ku riya here baş ew e, ku di dema hesabkirina binecîyan da bigihîjine wê yekê, ku kurdên êzdî wek milet ”êzdî” bidine qeydkirin, lê kurdên musulman jî wek ”kurd”. Û bi fen û fêlbazîyan û bi alîkarîya hinek ”ermenîyên nu” gihîştine armanca xwe. Û yên wek min, ku kurdekî êzdî me, lê xwe wek kurd dibînim, ”êzdî” qeyd kirin, bêy ku ji min bipirsin, û yên wek min piranîya kurdên êzdî yên Ermenîstanê ne. Piştî wê jî ”êzdîyên teze” dergehên dewletê kutan, ku va em jî miletek in û heqê me jî bidin. Û dewletê jî da: di radyoya dewletê da beşa ”radyoya êzdikî” vekirin, rêxistinên êzdîyan saz kirin, rojnameya ”Dengê êzdîyan” derdixin. Ecêba ser ecêbê jî ew e, ku radyoya wan bi kurdî ye, rojnameya wan jî bi ermenî ye.

Pêşî ez bi tundî dijî van qelpî û fenan derketim. Min hewil da xwe bigihînime hin kesên ji serokatîya Ermenîstanê, ku pêşî li van gavên dûrî zanyarîyê bigirin, heta ez bi hinek ”îdêologên” vî karî ra ketime minaqeşeyê û encameke ha derket:

Wana digot:

-1.her kes dikare bi xwe bêje, ka ew çi milet e. Ango, heta yekî ermenî dikare bêje ez rûs im û em mecbûr in wî wek rûs qeyd bikin.

Bersîva min jî ha bû:

-1.belê, her ermenîyek dikare bêje ez rûs im, ji ber ku miletê rûs heye, lê tu kurdek nikare bêje ez êzdî me, ji ber ku miletê êzdî tune.

Wana digot:

-2.li Hindistanê, Australîyayê bi îngilîsî dipeyivin, li gelek welatên Amêrîka Latînîyê bi portûgalî û îspanî dipeyivin, lê nayê wê maneyê, ku ew îngilîs an jî portûgalî û îspanî ne.

Bersîva min ha bû:

-2.miletên van welatan, ku îngilîsî, portûgalî û îspanî dipeyivin, nayê wê maneyê, ku zimanê wan yê zikmakî tune an jî tunebûye. Lê zimanê êzdîyan berê jî, niha jî kurdî ye.

Wana digot:

-3.ew êzdîyên, ku xwe kurd nabînin, bi xwe dixwezin xwe wek êzdî bidine qeydkirinê û em mecbûr in wek a wan bikin.

Bersîva min ha bû:

-3.eger wisa be jî û hûn wana wek êzdî qeyd dikin jî, hûn gerekê vê meselê ha formûle bikin: ”Ji 45 hezar kurdên Ermenîstanê 40 hezar kurd xwe êzdî dihesibînin, hela di ser da jî, xwe kurd nahesibînin, û dixwezin xwe wek êzdî qeyd bikin”. Ango, navê kurdîtîyê gerekê ji ser wan neyê hilanîn.

Berî salên 90î yên sedsala 20an li Ermenîstanê û Yekîtîya Sovyet bi tevayî kurdên êzdî û yên musulman wek kurd dihatine qeydkirinê. Piştî wan salan li Ermenîstanê êzdîyan ji kurdan dane cihêkirin û di encamê da di nav şev û nîvekê da 40 hezar bûne êzdî, 2 hezar jî bûne kurd. Wan salan tîraja rojnameya kurdî ya ”Rya teze” 5 hezar heb bû. Min nameyeke nîv ciddî, nîv henek-pêkenî ji komîsyona rêdaksyona pirtûka rêkoran ya Guinness ra nivîsî, ku rojname ”Rya teze” bikine nava wê pirtûkê, ji ber ku li Ermenîstanê 2 hezar kurd hene, lê 5 hezar aboneyên rojnameya kurdî hene (ev înformasyona min di rojnameya ermenî ya bi navê ”Ankaxûtyûn”, hejmar 24, 13ê adarê sala 1992an da çap bû). Komîtêyê bersîveke ha da min: ”piştî lêkolînên zanyarî em pê hesiyan, ku êzdî û kurd yek milet in, lema em nikarin daxwaza we pêk bînin”.

Bira her kes bizanibe, ku ji 40 mîlyon kurdan 40 hezaran veqetînin jî, ne jimara kurdan kêm dibe, ne nefta Kurdistanê kêm dibe, ne jî byûcêya Kurdistana Başûr, ku ji byûcêya gelek welatan zêdetir e.

Dawî, ez hatime ser wê bawerîyê, ku ez ê nikaribim zêde tesîr li ser propagandîstên êzdîtîyê bikim û wana bînime ser riya rast, min zêde guh neda vî karî, tenê min dawî ji wan ra got: ”Ew çawa dibe, ku li gelek welatên cihanê weke mîlyonek kurdên êzdî hene û tenê 40 hezar ji wana xwe êzdî dihesibînin û xwe kurd nahesibînin û ew hemû jî ji Ermenîstanê ne?”. ”Bi dehan, sedan rohilatzanên cihanê dibêjin êzdî kurd in, tenê sê ”zanyar” dibêjin ew ne kurd in, ew hersêk jî ji Ermenîstanê ne?”.

Eger bi rastî jî ew ”zanyar” di heyra êzdîyan da nin û ji wana hiz dikin, çima nafikirin, ku ew çawa bû eva zêdeyî 20 salan e li parlamêntoya Ermenîstanê tu êzdîyek tune (herwiha tu kurdekî musulman jî tune), lê eva 20 sal in her sal jî li parlamêntoya Kurdistana Başûr bi kêmanî ermenîyek heye? Ew jî wê demê, ku jimara êzdîyên Ermenîstanê 40 caran ji jimara ermenîyên Kurdistanê zêdetir e. Ji nîv mîlyon êzdîyên Kurdistana Başûr tenê çend kesên xalifî û xişîm in, ku xwe kurd nebînin. Îcar ew çawa dibe, ku ji sedî nod êzdîyên Ermenîstanê xwe kurd nabînin?

Niha jî eynî ew kes hewil didin zazayan ji kurdan biqetînin. Ji bo wê armancê 28-30 oktobirê sala 2011an li Yêrêvanê bi rêvebirîya serwêrê fakûltêya Îranîstîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê, profêsor Garnîk Asatryan konfêransek ser zazayan hate derbazkirinê. Ez derheqa wê konfêransê da tu tiştekî nanivîsim, ji ber ku di hevpeyvîneke bi Garnîk Asatryan ra ya berî konfêransê da (http://www.regnum.ru/news/1460682.html) her tişt femdarî bû, ku armanca konfêransê ew bû, ku zazayan ji kurdan bi dûr bixin, wana wek miletekî cuda bidin xuyakirin. Ango, tu tiştekî wê konfêransê bi zanyarîyê û ulm va tune. Li wê hevpeyvînê Garnîk Asatryan bersîvên ha dide: ”Heta berî 40 salan jî zazayan wek kurd dihesibandin”, ”Ez bi hêvî me, ku ev konfêransa akadêmîk wê bibe helaneke baş bona pêşketina îdêndîtêta wî miletî” û yên din. Ez pê hesiyam, ku tu kurdekî zaza yê zane tevî vê konfêransê nebûye. Ez wê jî zanim, ku Garnîk Asatryan çend caran hewil daye bi kurdekî zaza yê zanyar û nivîskar yê gelek navdar ji xwe ra bike hemfikir, lê ew camêr wek ku lazim e bersîva wî daye û dawîyê jî gotîye: ”Îcar tu dixwezî min fêr bikî ka esilê min çi ye? Zaza kurd in û zêde serê xwe neêşîne”.

Bi rastî jî, bira serê xwe neêşînin. Îro heta Tirkîya jî qebûl dike, ku zaza kurd in. Di têlêvîzyona dewletê ya kurdî da (li TRT-Kurdî) li rex zaravê kurmancî beşa zaravê dimilî jî hatîye vekirin. Ew nîşana wê yekê ye, ku ew herdu zaravên miletekî ne – miletê kurd. Li radyoya ”Dengê Rûsîyayê” ya bi zimanê kurdî jî bi sê zaravên kurdî weşanan dikin – kurmancî, soranî û dimilkî (ango zazakî) û şika wan tune, ku ew hemû kesên bi van zaravayan dipeyivin, kurd in.

Garnîk Asatryan zêdeyî 20 salan amadekarîya konfêranseke ha dikir. Ewî di hejmara 5an (6ê oktobirê, sala 1990î) ya rojnameya serbixwe ”Pyûnîk”ê da, ku bi zimanê ermenî li Yêrêvanê ji alîyê zanyarekî ermenî yê bi navê Yêxîya Naçaryan li mala wî, bi awayekî amator ser printerê çap dibû, gotareke dirêj çap kiribû (xuya ye rojnameyên ermenî yên fermî û yên ciddî ne xwestine gotareke ha çap bikin), ku tê da fikirên ha hebûn: ”Dînê zazayan ji îslamê zêdetir nêzîkî xaçparêzîyê ye”, ”Zaza ermenîyan wek gelê xwînî, ango du gelên ji xwînekê, dibînin”, ”Zaza ermenîyên berê ne, paşê dînê xwe guhastine û helîyane”. Alîkar û înformatorên wî jî Zilfî Silcan, Ebû Bekir Pamukçu û yên mayîn bûne.

Piştî van fikiran, gelo hewce ye meriv ser meseleya wê ”konfêransê” tiştekî binivîse? Tenê hewcedarîya pirsekê heye: gelo Garnîk Asatryan bi sedan hezar dolar ji ku anî bona organîzekirin û derbazkirina wê konfêransê? Ne axir piranîya kesên vexwendî ji welatên Awropayê, Tirkîyê, Rûsîyayê bûn. Îcar em zanin ka ser çûyîn-vegera wan, xwerin û vexwerina wan, mayîn û gera wan pereyên çiqas mezin têne xerckirin, ew jî belasebab. Gelo li ser vê meseleyê wê li Ermenîstanê lêkolînek bê kirin? Ez ne bawer im, ku Ermenîstan îro ewqas dewlemend e, ku bikaribe ji byûcêya xwe çend mîlyon draman (pereyên Ermenîstanê) bide konfêranseke bê encam û ji zanyarîyê gelek dûr, ku tu karê ji Ermenîstanê ra nikare bîne, xên ji zirarê.

Belê, hinek kurdên zaza, ku xwe ji kurdan cuda dibînin, tevî xebata wê konfêransê bûn. Ez zanim, ku kurdekî êzdî jî, ku karmendê beşa kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Rûsîyayê ye tevî xebata vê konfêransê bûye. Xuya ye tevbûna li konfêransê û pere ji esilê wan buhatir e. Tiştek ji sedî sed e, ku ew ne ji bo xêrê çûne wira. Îcar, bi bawerîya min, em gerekê ji wan kesan aciz nebin, ku xwe êzdî û zaza dibînin û hela di ser da jî xwe kurd nabînin. Ez bi xwe di hêlekê va şa dibim, ku neyar û xayînên me ji nav me dertên.

Kê dixweze wana nas bike, bira li vir bitikîne: (http://www.armacad.info/conferences/the-zaza-people-language-culture-identity-28-30-oct-2011-yerevan-armenia/programme )

Di nav ermenîyan da jî gelek kes hene, ku miletîya xwe bi dînê xwe bi nav dikin wek ”lûsavorçakan”, ”frang (ermenîyên katolîk)”, ”hamşên (ermenîyên musulman)”. Xuya ye rojek ji rojan ewana jî wê bi alîkarîya hinek ”zanyaran” xwe wek miletekî ji ermenîyan cuda nas bikin, wê ji wan ra konfêransan çê bikin, radyoyên bi zimanê wan vekin, rojnameyên bi zimanên wan çap bikin û h.w.d. Bi rastî jî, çima didine êzdîyan, nadine wan? Çima heqê van miletan bixun? Derheqa vê yekê da min di rojnameya ermenî ya bi navê ”Azg” da (hejmar 45, 11ê hezîranê sala 1992an) înformasyoneke pêkenînê da çapkirinê.

Qedirê her welatekî li cihanê herwiha bi wê jî bilind dibe, ka ew welat çawa berê xwe dide gelên kêmjimar, ku ne li ser axa kal û bavan, lê li ser axa wî welatî dijîn. Di wî alî da qedirê Ermenîstanê heta berî 20 salan jî li cihanê pir bilind bû. Ji ber ku ewê ji bo kurdên bal xwe her mecal û mikan saz kiribû û di hêla pêşketina çand, edebîyet, dîrok û zimanê kurdî da li cihanê serkêşî dikir. Û dema mesele dihate ser gelkujîya ermenîyan, ku dewleta Tirkîyê di destpêka sedsala 20î da pêk anî, hema bêje tevaya cihanê dema Ermenîstan û Turkîya dida ber hev, qedirê Ermenîstanê pir bilind dibû, ji ber ku li Tirkîyê ji bo kurdan tu tişt tune, heta zimanê wan jî qedexe ye û înkar dikin, ku kurd hene, lê li Ermenîstanê her tişt heye. Cihan digot, ku dewleta Tirkîyê di hindava ermenîyan da bêbextî û nemerivayî kirîye. Di hêleke din va jî Tirkîya îro hinek mafan dide kurdan û ji cihanê ra dibêje: ”Li Ermenîstanê mafên kurdan kêm dibin, li Tirkîyê zêde dibin”.

Niha em mêze bikin ka zanyareke ermenî, dersbêja fakûltêya Îranîstîkayê ya Ûnîvêrsîtêya Yêrêvanê ya dewletê, doktor Vîktorîya Arakêlova ser êzdîyan çi dinivîse:

(http://www.golos.am/index.php?option=com_content&task=view&id=33685&Itemid=41)

”Bi saya serê ronakbîrên êzdî yên Ermenîstanê û bi alîkarîya zanyarên ermenî ew milet li Ermenîstanê hate naskirinê wek komeke êtnokonfêsîonal (etno confessional) ya cuda”,”Eger êzdî wek berê ser kurdan bihatana hesibandinê, wê demê Ermenîstan îro wê bibûya welatekî bi faktora kurdî û ev ji bo me pir xeter e”, ”Karmendên fakûltêta me alî ronakbîrên êzdîyan kirin bona şagirtên êzdî pirtûkên dersan amade bikin”. Ya pêşin, di van gotinan da bi sergirtî be jî, xuya dibe, ku destê hinek xêrnexwazan di nav êzdîbûna wan kurdên êzdî da heye, ku dibêjin em ne kurd in. Tiştek ji şikberîyê der e, ku ew ”zanyar” bi kurdî an jî ”êzdikî” nizanin. Wê demê çi alîkarî kirine? Ji ber ku di nav wan êzdîyên, ku dibêjin em kurd in da merivên xwendî tunene? Gelo hukumeta Ermenîstanê, an jî Wezîreta perwerdeyê alîkarî ne kirin, ji ber ku êzdîyan kurd dibînin, lema wana alîkarî kir? Gelo sponsorên wê alîkarîyê kê bûne?

Di dîrokê da gelek kesên bi esilê xwe va ermenî hebûne û niha jî hene, ku li ser axa welatekî din ji dayka xwe bûne yanê jî jîyana xwe li wir dom kirine. Lê paşê ew kes bûne sîyasetmedar, zanyar, serleşker, şereza û karmendên çand û civakê yên bi nav û deng, bi kar û barên xwe va bi berfirehî alî pêşketin û gulvedana wî welatî kirine. Navên ûsa pir in: çi li Sovyêta berê, çi li Rojhilata Navîn, çi li Avropayê û çi li Amêrîkayê. Lê, mixabin, yên usa jî hebûne û niha jî hene wek bi kurdî dibêjin ji bo cîyê xwe li wan welatan germ bikin herdem ”kûtê xwe germ dikin”, heta paşpirtika paşnavê xwe yê bi cûrê ermenî – ”yan” guhastine û kirine bi cûrê – ”ov” an jî ”ova” (azirî jî paşnavê xwe wisa dinivîsin), dû ra jî vegerîyane Ermenîstanê û dikine qare-qar: ”Ev welatê min e!”. Lê kurdên ku bi dehan, lo bi sedan salan li van deveran mane û bi kar û barên xwe va alî pêşketin û gûlvedana Ermenîstanê kirine û Ermenîstan wek welatê xwe hesab dikin, bi bawerîya kesên wisa – biyanî ne. Erê? Kurdên êzdî yên Ermenîstanê biyanî ne, yan ermenîyên ji der hatî? Wek gotineke pêşîyan ya gelê me dibêje: ”Hate cîyê min, rabû rîyê min”, yeke din jî dibêje: ”Vê kulê bikime kîjan qulê?”

Wek me got, ev kar ne îro dest pê bûye. Wan salan G. Asatryan bi xurtî piştgirîya wan êzdîyan dikir, ku digotin em ne kurd in. Wek îzbat: di înformasyoneke hejmareke rojnameya ”Pyûnîk”ê ya sala 1990î da (G. Asatryan serwêrê şêwra redaksyon ya wê rojnameyê bû) hatîye nivîsar, ku ew rojnameya ermenî wê herwiha pênc rojnameyên bi zimanên cuda-cuda jî derxe, yek ji wan wê ji bo gelê êzdî be û navê wê jî wê ”Biratî” be û wê bi zimanê ermenî be. Endamên redaksyona wê jî ev kes bûn: Azîz Hacoyan (Tamoyan), Şêx Hasan Hasanyan, Hasan Tamoyan, Arşak Poladyan û Garnîk Asatryan. Ji vana sê kesên pêşin êzdî ne (li Ermenîstanê eger 100 ronakbîrên kurdên êzdî hebûna, ew her sê jî nikaribûn biketana nav wê jimarê, ji ber ku tu eleqê wan bi ronakbîrîyê û nivîsarê tunebû, lê ew kes di nav ”êzdîyên teze” da yên herî zane bûn), lê Arşak Poladyan û Garnîk Asatryan ermenî bûn û doktorên bi nav û deng bûn li Ermenîstanê. Ji wê înformasyonê xuya dibe, ku rêvebirên wî karî, ango amadekarên nivîsên rojnameya ji bo êzdîyan, wê herdu doktorên zanyarîyê yên ermenî bûna. Ango, ”întêrnasyonalîzma” wan qaşo wisa xurt bû, ku wê karên xwe yên zanyarîyê bihîştana û derdê êzdîyan bikişandana. ”Pyûnîk”ê herwiha rojnameyeke din jî derxista bi navê ”Dengê Ermenîstanê”, ku wê bi kurdîya latînî bûya û ji bo hemû kurdên cihanês bûya. Di rêdaksyona wê da ev kes bûn: Mûrad Bocolyan, Pêtros Margaryan, Karlên Çaçanî, Kyaram Avdoyan û Avetîs M. Hakobyan. Ji vana sê kes ermenî ne. Wek ku ji rêzê xuya dibe, kesê pêşin – Mûrad Bocolyanê rohilatzan-tirkzanê hevalbendê Garnîk Asatryan wê serevkanîya vî karî bikira. Lê paşê derkete holê, ku Mûrad Bocolyan cesûsê Tirkîyê bû, ji tirkan pereyên mezin distend, lema ew girtin, mehkemeya wî li Yêrêvanê kirin, 14 sal ceza danê. Û ev kes wê çawa dengê Ermenîstanê bi kurdî bigîhanda cihanê, ew jî Xwedê zane.

Ez wê jî bêjim, ku hema bêje di hemû hejmarên rojnameya ”Pyûnîk”ê da yek-du gotarên dijî kurdan hebûn. Te digot qey ew rojname hema bi wê armancê dertê. Di wan gotaran da eşkere dihate gotin, ku radyoya kurdî ya Ermenîstanê, beşa kurdzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê gerekê bêne girtin. Di wan nivîsaran da êrîş dibirine li ser ronakbîrên kurd wek akadêmîk Nadirê Kerem Nadîrov, akadêmîk Şekroyê Xudo Mihoyî, serokê Înstîtûta Kurdî li Parîsê Kendal Nezan û yên din, ew bêhurmet dikirin. Di hejmareke wê da rêdaktor Y. Naçaryan bi G. Asatryan ra hevpeyvîn kirîye, ku ew bawerîyên xwe ser seredana xwe ya zanyarî li welatên Awropayê bêje. Ew jî di bersîvên xwe da piranî behsa wan zazayan û êzdîyan dike, ku li Almanîyayê, Swêdê, Danîmarkayê rastî wan hatîye. Û nizanî çima, rastî wan zazayan û êzdîyan hatîye (hela bûye mêvanê mala Ebû Bekir Pamukçu jî), ku xwe kurd nahesibînin. Ez 20 sal in li Swêd dijîm, bi dehan caran çûme welatên Awropayê, bi sedan, hezaran kurdên zaza û êzdî dîtine, lê min ji wana ji hîç kesî ne bihîstîye, ku ew bêjin ew ne kurd in. Y. Naçaryan tenê pirsek nedaye Garnîk Asatryan: ”Te pereyên mezin sitendibû ji bo li ûnîvêrsîtêtên wan welatan xebatên zanyarî bikî. Te dest ji wan karan kişandibû, ketibûyî heyra zazayan û êzdîyan?”.

Kesên ha dikarin zirarê bidine miletê xwe, welatê xwe, dikarin du dewletan rakine himberî hev. Armanca vê gotara min jî (wek hemwelatîyekî Ermenîstanê û wek kesekî, ku Ermenîstanê welatê xwe dihesibîne) ew e, ku pêşî li vê yekê bê girtin.

Hilbet, gelek zanyarên ermenî yên bi nav û deng bi tundî dijî wan ”zanyarên” ermenî derketine, ku rêberîya karê cudakirina êzdîyan ji kurdan dikin. Yek ji wan akadêmîkê navdar Parûyr Mûradyan e, ku gotareke zanyarî di rojnameya ermenî ya fermî ”Grakan Têrt” da çap kirîye (8ê adarê sala 1991ê). Ew dinivîse: ”Em sîyasetê daynine alîyekî. Kê û li ser bingehê kîjan çavkanîyên zanyarî dikare îzbat bike, ku kurd û êzdîyên di hêla antropologîyê, zimên, êtnîkîyê û dîrokîyê-kûltûrîyê da yekgirtî du gelên cuda ne? Eger armancên sergirtî yên çend ronakbîrên ermenîyan tune û nêta wan ne xirab e, ku fikireke ji ber xwe derxistî – ”gelê êzdî” sêwirandine, çima dubendîyê dikine nava êzdîyên Ermenîstanê û wana dikin du perçe?”.

Van dawîyan Mîrê êzdîyên cihanê Mîr Tehsîn beg bû mêvanê êzdîyên Gurcistanê. Êzdîyên Gurcistanê bi alayên Kurdistanê pêşwazî li Mîr û koma ruhanîyê ya bi wî ra hatî kirin. Wek em zanin, Mîr rind zane, ku hemû êzdî kurd in. Û kurdên êzdî yên Gurcistanê jî vê yekê rind zanin û dewleta Gurcistanê jî wana wek kurd qeyd dike, lê êzdî wek dîn dibîne û van dawîya dewleta Gurcistanê bi fermî êzdîtî wek dînê kurdên êzdî nas kir. Em wê jî zanin, ku piranîya merivên kurdên êzdî yên Gurcistanê li Ermenîstanê ne. Îcar gelî ”rohilatzan, îranzan, kurdzan, êzdîzanno”: ew çawa dibe, ku xûşk û bira, bav û kur ji du miletên cuda ne? Beşek ji eşîra min – eşîra Rojkîyan, êzdî ne, beşek jê musulman in. Îcar ez û kurapê min yê musulman du miletên cuda ne? Eger ecêba sedsalê digerin, dûr neçin. Ev e!

Ez wê jî bêjim, ku Mîrê êzdîyên cihanê Tehsîn beg ne çû Ermenîstanê, ji ber ku jê ra gotibûn, ku çûyîna wira xeter e û ew xeter ne ji ermenîyan û Ermenîstanê ye. Li wir mîrekî êzdîyan yê teze hasil kirine û sêwirandine, ku xwe bi nav dike wek Prêzîdêntê êzdîyên cihanê. Gelo çima xût li Ermenîstanê sosretîyên ha dibin? Gelo eva yeka ji bo ermenîyan û Ermenîstanê ne zirar e, ku ew ”prêzîdênt” ji navê miletê dudan yê Ermenîstanê li her deran dipeyive û tu zimanekî jî nizane?

Ji dewletên dora Ermenîstanê Tirkîya û Azirbêcan dijminên ermenîyan in, Îran jî ne dostê wan e. Dostê wan yê rasteqîn Kurdistan e, ku li ser riya serxwebûnê ye. Wek ku Cegerxwînê mezin di hevpeyvîna min bi wî ra gotîye: ”Em û ermenî birîndarên şûrekî ne”. Wek ku nivîskarê ermenîyan yê mezin Dêrênîk Dêmîrçyan gotîye: ”Her tiştên baş di nav kurdan û ermenîyan da bi destî van herdu miletan bûye, lê her tiştên xirab bi destî dijmin bûye”. Şarederê Diyarbekirê birêz Osman Baydemîr van dawîyan bi pereyên mezin dêra ermenîyan ya Diyarbekirê nûjen kir û careke din da vekirin û bangî hemû ermenîyên cihanê dike, dibêje: ”Ev warê we ye, kî dixweze, bira vegere warê xwe, em ê ser çevan, ser seran pêşwazîya we bikin”. Bavê min ji dostên xwe yên ermenî ra digot: ”Kurdên Ermenîstanê yekemîn milet e li cihanê, ku ermenîyan ra dibêje birayên me yên mezin. Lema jî ev herdu milet gerekê gorî wê hereket bikin”.

Min van dawîyan du pirtûk ji rûsî û ermenî wergerande kurdî, ku xudanên wan herduyan jî zanyar û nivîskarên ermenî yên gelek bi nav û deng in û herdu jî di wan pirtûkan da behsa dostanîya ermenîyan û kurdan dikin. Yek ya nivîskar Andranîk e, ya bi sernavê ”Dêrsim: Rêwîtî û erdnîgarî”, sal 1900 (ji ermenî), ku berî du salan weşanxaneya ”Deng”ê kurdîya wê çap kirîye, paşê jî ew pirtûk Roşan Lezgîn ji zaravê kurmancî kire zaravê zazakî û da çapkirinê. Andranîk bi xwe dibêje, ku wê demê li Dêrsimê jimara binecîyên kurd 25 qat zêdetir bû ji ermenîyan. Di cîyekî din da jî dibêje, ku li Dêrsimê du sed hezar kurdên qizilbaş û heft hezar ermenî hebûne. Piranîya wan kurdên zaza bûn û Andranîk hîç cîyan nabêje, ku ew ne kurd in. Û zaza bi xwe jî nabêjin em ne kurd in. Em destnîşan bikin, ku ew pirtûk sala 1900î, berî gelkujîya ermenîyan ya sala 1915an derketîye. Garnîk Asatryan di berhemên xwe da Dêrsimê (herwiha gelek warên din yên Kurdistana Bakur jî) wek axa Ermenîstana Roava dihesibîne. Îcar ew war çawa Ermenîstan e û çawa ne Kurdistan e? Li vir metelokeke ermenîyan kete bîra min: ”Kenê mirîşka kelandî jî tê”. Lê di sitiraneke kurdî da jî tê gotin: ”Hêdî bajo, siyaro…”. Pirtûka dinê ya Îosîf Orbêlî ya bi sernavê ”Li Muksê folklor û jîyana rojane” ye, ku ewî sala 1912an nivîsîye û min ji rûsî wergerandîye kurdî, weşanxaneya ”Nûbiharê” jî van dawîyan çap kirîye. Orbêlî bi xwe du salan ji bo karên zanyarîyê li Muksê, li mala Murtule begê kurd maye (gelo çima li mala ermenîyekî ne maye?). Wek ku Orbêlî di wê pirtûka xwe da û paşê jî gotîye, ew begê kurdan yê bi nav û deng 20 hezar ermenî ji gelkujîyê daye xelazkirin û kurd û ermenî dostên hev yên rasteqîn in. Akadêmîk Î. A. Orbêlî herwiha gotîye: ”Kurdan di bin navê îranîyan, tirkan, ereban, ermenîyan da gelek lawên xwe winda kirine, yên ku helbestvan, sazbend, serleşkerên bi nav û deng bûne û dîroka wan gelan xemilandine” (М. С. Лазарев ”Курдский вопрос (1891-1917), Издательство ”Наука”, Москва 1972, стр. 3). Çavkanîya wê jî ev e: (”И. А. Орбели, Введение, – в кн. ”Памятники эпохи Руставели”, Ленинград., 1938, стр. 5). Herwiha binihêre: (M. S. Lazarev, ”Pirsa kurdan”, weşanên ”Roja Nu”, Stockholm, sal 1999, rûpel 7; wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl).

Em gelê ermenî bi van mezinên wan û gelekên mezinên din va nas dikin û bi wan serbilind in.

 

***

Eva 20 sal in ez li Swêd dimînim. Di wan salan da 5-6 caran çûme Ermenîstanê. Û min her caran jî 150-170 pirtûkên bi zimanê ermenî yên kevin û nû çapbûyî (ser hev weke 1000 pirtûk) ji Pirtûkxanya Stokholmê ya Întêrnasyonal ra (bi daxaza wê pirtûkxaneyê) anîye. Ez yekemîn kes im, ku vî karî dikim, ew jî bêy ku perekî qazanc bikim. Ew Pirtûkxane wan pirtûkan herwiha dişîne welatên Skandînavîyayê yên din jî, bona ermenîyên wan welatan jî wana bixûnin. Îcar ka kê ermenîyan û Ermenîstanê zêde hiz dike, kê welatparêzê ermenîyan û Ermenîstanê ye? Ew jî bira xwendevan bêjin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev