A D A R!

A D A R!

Şeyhmus Özzengin

 

Meha ADARê, mehek pir girînge di dîroka Kurd û Kurdistanê de.

Meha ADARê, di dîroka Kurd û kurdistanîyan de raperîn, êş, koçberî, qirkirin û tomarkirina serkevtinên gewre ye.

Miletê Kurd di dîroka xwe de bêrawest berxwedan lidar xistine di vê mehê de. Serkevtin tomar kirine û raserî çekên kîmyewî, koçberî û jenosîdan bûye.

Tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê Yekem di 11ê ADARa 1970ê de dewleta İraqê neçar kir ku beşek ji mafên Kurd û Kurdistanê bêt nasîn û pejirandin. 11ê ADARê, di dîroka Kurdistan de serkevtinek dîrokî ye li henber dagirkeran.

15, 16 û 17ê ADARê rojek reşe di dîroka Kurd û Kurdistanê de. Xwînxwarên Ereban di vê dîroka Kurdistanê de çekên kîmyewî li henber Helepçe û derdorên wê bikar anî. Bi hezaran Kurd hatin qetilkirin, bi hezaran seqet man. Bi hezaran koçber bûn.

21ê ADARê cejna Newroz e.

Sembola Kawayê nemir, di vê mehê de sembolek raperîn û tomarkirina serkevtinanê ye di dîroka netewî a Kurd û Kurdistanê de. Di mîtolojîya Kurdistanê de ev roj beşek ji hebûn, xweparastin, raperîn û liserling hiştina dîrokî ye. Rojek netewî a pîroz î dîroka Kurd û Kurdistanê ye.

Kurd û Kurdistan meha ADARê, meha li dijî sitemkarî, li dijî dagirkerî, li dijî înkarkirina hebûna miletê Kurd, li dijî dejenerasyonê, li dijî asîmîlasyonê û li dijî entegrasyonê wek qonaxek nû dinirxîne.

Di jîyana siyasî a Kurd û Kurdistan de tevgera rizgarîxwaz, di ADARa 1991 de raperîna mezin lidar xist û paytextê Kurdistanê Hewlêr ji dagirkeran rizgar kir.

Peyama Raperîna 1991an peyamek girînge di dîroka man û nemana Kurdistanê de. Peyameke ji hemû cîhanê re ku miletê Kurd ticarî namire û ji xwîna xwe, ji arîya xwe carek din dikare jîyanê avabike.

ADAR

Meha newroz

Meha Reperîn

Meha serkevtin

Meha ewrên reş û mija Kîmyewî

Meha tomarkirina serkevtina ye.

Meha Adarê, Helepçe, raperîn û Newroz e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev