KANIYA PÊNCÇAVÎ -23

KANIYA PÊNCÇAVÎ -23

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

DILGEMAR

 

Betilî me ji jiyanê
Hez nakim ji vê dewranê
Şer û pevçûn û qirecir
Tirsa min çûna îmanê
(Soran)

 

Mû b’zimanê min ve hatin
Lê ev rewş nayê guhartin
Hengî janê bê hejmar in
Ma ka ez bêjim kîjanê ?
(Qaso)

 

Bi navê dîn her teqandin
Jin û zarok tev revandin
Hilweşandin jîn li Kurdan
Ka wan hovan îman kanê
(Soran)

 

Ol bûye şûr di dest hovan
Îman dax dan ma bi kovan
Haxte bimrê di nav lep de
Bê çiqas zext û zor danê
(Qaso)

 

Ji rehmê dûr û xedar in
Av li dest e dilgemar in
Ewna ne ji bo Xwedê ne
Dînek çewt dane radanê
(Soran)

 

Bê wijdan in bes mirHov in
Ne insan in hirç û hov in
Ew Da îşê gemar bikin
Ar berdan dîn û Quranê
(Qaso)

 

Nizam Sor an jî ew reş e
Ala bi xwîn e w qeleş e
HewQasî me ji dest wan dît
Nayê gotin bi Furqanê
(Qaso)
 

Amed, Dîlok
 

 

ÇI YE EŞQ?
KÎ YE AŞIQ?

 

Evîn şewqa dildariyê
Bi rewşen şubhê rojê ye
Lê hizna bendewariyê
Pizot e j’arê dojê ye
(Mem-Qaso)

 

Narê hizna va kubara
Natemire b’çemrûbara
Ta neçî hecca guhara
Aramî ma bi zorê ye ?
(Mem)

 

Dilê aşiqî wek eynê
Ji yarê şewqek lê deynê
Bişewtê jî di navbeynê
Berî wî l’pêşerojê ye
(Qaso)

 

Aşiqê di binê bîra
Guh nade fermana mîra
Naêşe b’derba ti tîra
Welew bêjim di gorê ye
(Mem)

 

Yê aşiq her tim birîndar
Ne karê insên e w jîndar
Kî ye yê zor zor evîndar
Yê xwe dixwê w dikojê ye
(Qaso)

 Stembol, Dîlok

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev