DI ROJÎ KURD DA PÊŞKETIN Û PERWERDEHÎ -3

DI ROJÎ KURD DA PÊŞKETIN Û PERWERDEHÎ -3

Nivîskarê malpera me lêkolîneke zanyarî ya bi belge û îzbatan va dagirtî

ser kovareke kurdî a delal ji malpera me ra şandîye.

Ji ber ku nivîs mezin bû, me ew kir 4 beşan û 4 rojan dû hev çap dikin.

Fermo, îro beşa wê a sisîyan bixwînin!

 

Raif Yaman, lêkolînkar 

Ev qesîda Ehmedê Xanî ji bo Kurdên dixwazin miletê wan jî di nav miletên dunyayê da cihê xwe ê bi rûmet bigire xwedî grîngîyek bê hempa ye. Ehmedê Xanî bi van helbestên xwe pêşengtîya welatparêzî û miletperwertîya kurdan kirîye. Di nav xoybûnxwazên kurdan da Xanî mamostê bi nav û dengtirîn e.

 

Qesîda Hezretî Şêx Ehmedê Xanî

Sakî tu ji bo Xwedê kerem ke

Yek cureê mey di camê cem ke

Da camê bi mey cîhan numa bit

Her çi me îradet e xuya bit

Bextê me ji me ra bibit yar

Carek bibitin ji xewabê hişyar

Rabit ji me jî cîhanpenahek

Peyda bibitin me padîşahek

Şûrê hunera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn

Derdê me bibînitin îlacê

Îlmê me bibînitin rewacê

Ger dê hebûya me padîşahek

Laîq bidîya Xwedê kulahek

Tayîn bibûya ji bo wî textek

Zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûya ji bo wî tacek

Elbette dibû me jî rewacek

Xemxwarî dikir li me yetîman

Tebîetê wan eger çi ar e

Ew ar e li xelkê namîdar e

Namûs e li hekîm û emîran

Tawan çi ye şaîr û feqîran

Her çi bîre şûrê destê hîmmet

Zebt kir ji bo xwe mîrî dewlet

Ez mame di hîkmeta Xwedê da

Kurmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm

Wan girtî bi şûrê şehr û şohret

Texsîrî kirin biladê hîmmet

Her mêrekî wan bi bezlê Hatem

Her mêrekî wan bi rezmê Rustem

Bifikrî ji ereb hetta gurcan

Kurmancî ye bûye şubhê burcan

Ew rom û ecem bi wan hesar in

Kurmanc hemî li çar kenar in

Herdu terefan qebîlê kurmanc

Bo tîrê qeda kirine amanc

Lew pêk ve hemîşe bê tifaq in

Daîm bi temerrûd û şîqaq in

Ger dê hebûya me îttîfaqek

Vêkra bikira me înqîyadek

Rom û ereb û ecem temamî

Hemîyan ji me ra dikir xulamî[1]

 

Di Rojî Kurd da berhemên edebî, hîkaye, helbest û çîrok jî hatine weşandin. Hîkaya nîvçe a Fuat Temo a bi navê Çîrok hatîye weşandin ji alî gelek lêkolînkar û lêgerînkaran ve wekî çîroka pêşîn a edebîyata kurdî hatîye helsegandin. Ev hîkaye di derbarê jîyana şivanekî û lawê wî da ye. Navên lehengên Fuat temo, Şewêş, Rizgo, Rîspî navên xwerû kurdî ne, navên dînî ninin. Wekî tê zanîn di dema miletbûnê da pêşengên gel ji hêjahîyên xwe ên milî sûdê werdigirin. Fuat Temo Çîrok bi zimanekî sade nivîsîye. Ev rastî jî bandora turkî a li ser zimanê Fuat Temo ji holê ranake. Çîrok bi van hevokan dest pê dike: “Şewêş kurê şivanekî ye. Bo xwe deh salî zarok e. Belê pir çav vekirî ye. Şewêş dîya xwe nedîye. Bavê wî reben û belengaz e, qet tiştekî wan tune. …”[2]

Fazil Mûxlîsê Eşîr Milî di helbesta xwe a bi navê Xwendin û Xebat da dixwaze bala berpirsan bikişîne ser kêmasîyên di warê xwendin û nivîsandinê da berdewam in. Helbestvan li dunyayê grîngîya aborî û xwendinê bi awayekî zelal tîne zimên. Helbestvan têgihîştîye ku êdî dunya ne dunya berê ye. Her tişt guherîye. Sazîbûnek bikanibe li gor şertên nû ên dunyayê ji derdê milet ra bibe çare tê xwastin.

Xwendina me rast bikin çê û xerab nas bikin

Her şuxle derbaz bikin çê bikî xwendin bikî

Mekteb li gundan vekin zarowî xwendin bidin

Cot bikin her kar bikin gişk li qezenc mêzekî

 

Dunya îro qelibî ser xwendin û ser pere

Her çî kê îro dewletê jê ra nikanî qet êkî

Îro bigerî filla ji sedîkî xwendî

Em nav xwe kî bigerin tenê ji hezarekî[3]

Şêx Riza helbestek drêj a Hacî Qadirê Koyî ji bo pîrozkirina derketina kovarê şandîye. Di helbestê da hissîyata miletbûnê û evîndarîya di derbarê kurdî da eşkera xwîya dibe:

Narêk nekun qebîl ekrad

Her wa dibine xirabe abad

 

Enwaê milel dikure ta çok

Xemîl we memalikî weku bûk

 

Yek birk in yek zeban û yek renk

Ta xeybet û eyb û ar û bêdeng

Her Kurd in eger çi pakî merd in

Pamal ziman e misil kurd in

 

Her maniwe bênewa û mezlûm

Wek yewm xerabe zar meş’ûm

 

Çiwar mîlyon e Kurdistan nufûsî

Bi qisey ehlê texmînî ke nûsî [4]

“Eger em şîyar nebin weku alemê nexebitin, le bin dest û pê dijminan de dê bimînin îqamet bi çavê wexmê xwe dît ku di nav çar pênc hîvan da wan de çi hat. Îro çavê jîna we mewquf bi xebata me ye nexwe filatê me, felah me tinîye. Madem ku wusa be lazim e ku em jî bixebitin ev rûreşî, ev rezîlî, ev carisî, ev bêarîya ha ji xwe dûr bikin riba…”[5]

Helbestek drêj a bi navê Dîwana Şaîrê Şiîr Hezretî Nalî bi îmza Îdrîs Made hatîye weşandin. Çend ristên helbestê wusa ne:

 

Sofî ke giranbar e bimexz û sebkihar e

Sof pûş xembar e ew bar li ken pêş me

 

Dîwane ke şeyda bi tewkî serî mû da bî

Qet mîç li ser nabî destar li ken pêş me

Faris û kurd û ereb û her sêm bi defter girtiwe

Nalî emro hakim se mile dîwanî heye[6]

Xelîl Xeyalî bi mexlesa Modanî X. hedîsek ji rojnama Sebîlurreşad tercûmeyî kurdî kirîye. Di Rojî Kurd da tercûman pir kêm in. Wekî tê zanîn di pêşveçûn û zengînbûna zimanan da tercûme xwedî rolek pir grîng e. Xelîl Xeyalî di vî warî da jî merivekî têra xwe têgihîştî û zane ye. Tercûme bi zimanekî sade ye:

Li ku maye misilmanî! Ji me bûrîye heta merivayî

Eger xelq xapandin e meqsed kes nake bawerî

 

Çend misilmanên heqîqî min dî,

Hem le qebrê da ye musilmanî,

 

Nizanim heye ema xala min di heşrê da ye

Naxwazim bila bisekine di cihê xwe da ye…[7]

Tercûmana duwem a di Rojî Kurd da hatîye weşandin ji alîyê X.Serî Zer ve ji rojnama Nareul Mensûr hatîye girtin. Mijara tercûmanê li ser perwedehîya zaran e. Zar ji bo her gel û miletî toxim in. Hebûna çandî û milî bi rîya wan derbazî nifşên nû dibe. Gel û miletên zarên xwe bi hêjahîyên xwe ên milî negihînin nikanin hebûna xwe biparêzin, di nav miletên serdest da dihelin û wenda dibin. Tercûman ji grîngîya perwerdehîya zaran rind têgihîştîye ku ev nivîs tercûme kirîye: “Her kes zane ku piçûkên miletekî, zarokên qewmekî, peyay wana îstîkqbal e. Meri wan çaxan tê ye. Eger wana jî zarokî qenc terbîye dibînin, ew milet, ew qewm digihê saadetê, digihê felahê. Na, rind terbîye nabînin exlaqê wan, wucdanê wan jî pîs e. Ji muayib paqij nabe. Ew qewm, ew milet beynê zerûret û felaket dimîne. Ruwê saadetê nabîne. Feqîrî li serê wî hakim dibe. Bi sebebê feqr û zerûret ew qewm xerab dibe. Navê wî ji tarîxê alem radibe… Kitêb û te’lîm û terbîye, muelima, murşîda, weka tuxtora ne. Weka tuxtora ku bona nexweşa derman dide, wana ji derd ji nexweşî xelas dikin… Heyatê zaroka necatê piçûka destê muellîm da ye. Yanî bi muellîm girêdayî ye. Eger muellîm rind hereket bike, li xusûsê te’lîm û terbîyeê piçûka ra teqsîr neke, ew zaroka dike seadetî, mirovê baş, mirovê xuwîn dibin. Na muellîm li terbîyeê wan da îhmal bikin halê wan jî weke dewletê dibe. Diherin xerabîyê.”[8]

Helbestvan Ekrem helbestek li ser rewşa kurdî nivîsîye. Ew jî mîna gelek nivîskar û helbestvanên kovarê bi gilî û gazind e. Li gor helbestvan kurd berê xebatkar bûne, xurt bûne, lê paşê xwe li zexelîyê danîne:

Berê û Nuha

Kurmancîya giran pur delal bû berî hezar salan

Xortê dîwan û xebitîn ber dîwaran

Mê di wan xweyî şûv û qesran nava rezan

Welatê wan gelek ava, nav bostanî dibû herî çemê di wan

Mêr û axa cotkar têcîr biran

Ev zanibûn merivatî nabe bê civatan

Serek dî bû kî go çê ke çêyî bû van

Ji bo vê bû ber datanîn îranî û tûranîyan

Xebat çûye zexel bûne kurmanc nuha[9]

 

Midûrê Mesulê Rojî Kurd Ebdulkerîm bi navê Çîrokê Kurmanca çîrokek weşandîye. Berhevkirin û nivîsên folklorîk di vê kovarê da hema hema tune ne. Ji ber vê yekê weşandina vê çîrokê hêjayî helsegandinê ye. Di dema miletbûnê da rola xebatên folkloric pir grîng e. Ev çîroka kurt li ser dadmendîya mîrekî kurdan e. Lehengê çîrokê Şivan û Mîr e. Çîrokek didactic e. Peyama çîrokê ew e ku divêt karger her dem bi dadmendîyek bilind derkevin pêşîya karkerên xwe û mezinahîya xwe bi dadmendîya xwe nîşan bidin:

Çîrokê Kurmanca

Di wexta berê da, wexta emîrê kurmanca da şivanekî pezê xwe diçêrand. Di nav bestekî da xewa wî hat rûyê wergerand ber bi bajarê ku emîr tê da rûdinişt: “Mîro pezê xwe dispêrim te û radikevim” û raket.

Çaxa ku hişyar bû pezê xwe jimart çend pez kêm bû. Li nav çîya gerîya, şopa pezê xwe dî ku gura xwarîye.

Kerîyê xu da ber xu hat ber qesra mîrê mezin û çû ramîsa lingê mîr, go: “min li çolê kerîyê xu spart edaleta te, ez raketim, çaxa rabûm mi pezê xu jimart pênc pez gura xwarîye, ez nuka pezê xuna ji te dixwazim.” Mîr gilîyê wî guhdarî kir pênc pez da şivan.

(Mîr) go: Şivano! Çend sekmanê min ê emirgirî bila dû te bên, çîyayê ku tu lê raket rê wan bidî bi wan ra li guran bigerin.

Şivan çû ji sekmanê Mîr çendek eciband, bi xu ra bir li wan çîya û newala gerîyan, çend gurê har dîn û kuştin.

Şivan pezê xu jî girt, gura jî kuşt, mîrê wê wextê jî bi wî holê xu mezin û edata xu rê şivan da.

… Bi gora eqlê mirovan bi wan ra bipeyivin (Hadîs)[10]

Di hejmara dawîn a Rojî Kurd da bi sernavê Çîrok fablek ji alîyê Babê Roşo ve hatîye nivîsandin. Berhema duduyan a folkloric a vê kovarê ev çîrok e. Meriv dikane vê çîrokê jî wek nimûneyek pêşdabirina karên folklorîk helbisengîne. Şêr, Rovî û Mişk lehengên vê çîrokê ne. Şêr û Rovî li cihekî rastî hev tên. Rovî bi dek û dolaban Şêr girê dide, xwarina wî dixwe, ê mayî dide hevalên xwe û bêyî ku wî vebike ji wê derê diçe. Mişk tê hawara Şêr, werîsê pê girêdayî bi didanê xwe dikoje, ji hev dike û Şêr serbest dimîne. Şêr tiştên hatine serî nikane li xwe dayne, “Bê ez girêdayê rovî ye. Bê ez berdayê mişk e. Le’net li wî emrî bit” dibêje û xwe dikuje. Berhevkar bi van gotinan çîroka xwe bi dawî dike: “Dibêjin qisekî hissek girtin. Belê heke we ê wî ji rovî re bibin esîr. An ji mişk re xweyî minet. An şiwar, çava vekin bi eqil û kîyasetî her xerabîyê bibînin û nekevin. An vê deveyê biçêrînin an ji vî welatî derkevin”.[11]

Abdulazîzê Baban di nivîsa xwe a bi navê Edebîyatimiz ve Ediplerimizden Bir Rica (Edebîyata Me û Tikayek ji Edîbên Me) da grîngîya hişyarbûna milî a bi rîya edebîyatê bi destên helbestvan û nivîskaran tîne zimên. Nivîskar dixwaze edîbên kurdan jî mîna edîbên alman, îtalyan, yûnan, sirb, bûlgar û japonan bi berhemên xwe ên edebî gîyana serkefinê bidin miletê Kurd. Di nav edîbên kurdan da Hacîyê Silêmanî wekî nimûneyek serkeftî ê di vî warî da nîşan dide û dibêje bi kulîlkek, du kulîlkan buhar nayê, serketin pêk nayê. Peywist e em hemî edîbên kurdan êdî hunerê ji bo milet bikin, ne ji bo hunerê.[12]

(beşa dawî sibê bixwînin)

 

[1] Salih Bedirxan, “Berî Şûr Qelem”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 92-93

[2] Fuat Temo, “Çîrok”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 36-38

[3] Fazil Muxlîsê Eşîr Milî, “Xwendin û Xebat”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 44

[4] Şairê Şihêr Merhûm Şêx Riza, “Pîrozname”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 2, rp. 65-67

[5] Şairê Şihêr Merhûm Şêx Riza, “Pîrozname”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 2, rp. 67

[6] Îdrîs Made, “Dîwana Şairê Şiîr Hezretî Nalî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 42

[7] Akîf Beg, Rojnama Sebîlurreşad, Tercûman: Xelîl Xeyalî (Modanî X.), “Hewar û Fîzar Misilmanî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 2, rp. 70

[8] Ji Rojnama Nereul mensûr Tercûman: X. Serî Zer, “Te’lîm û Terbîye”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 119-120

[9] Ekrem, “Berê û Nuha”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 122

[10] Mudirê Mesûl Ebdulkerîm, “Çîrokê Kurmanca”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 95

[11] Babê Roşo, “Çîrok”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 121

[12] Abdulazîzê Baban, “Edebîyatimiz ve Ediblerimizden Bir Rica!”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 107-108

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *