Nameyên evînî -72

Nameyên evînî -72

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤
Ez carina difikirim, ku eger em ne bi hev ra bûna, wê Xwedê li me bikenîya, wê bigota, şansê we lêxistîye ku xên ji min tu kes nizane ku we bextewarîya xwe nedîtîye. Hûn bi xwe jî vê rastîyê nizanin.

 

¤¤¤
Tu zanî, ez carina difikirim, ku em ne evîndarên hev bûna jî, tenê hevalên hev bûna, meyê bixwesta em her ro ha bi hev ra bin. Lê em heval bûna jî, emê bêhemdî xwe ser hev bengî bûna.

 

¤¤¤

Weke ku ez fikirîm ku herdem bira evîna min te bike a min, ne ku ez te bikim a xwe. Bi awayekî din, ez dixwezim biryara jîyana min dil û ruhê min bide, ne hiş û aqilê min. Li vê cihanê tevaya jîyana min hezkirina te ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *