DI ROJÎ KURD DA PÊŞKETIN Û PERWERDEHÎ -4

DI ROJÎ KURD DA PÊŞKETIN Û PERWERDEHÎ -4

Nivîskarê malpera me lêkolîneke zanyarî ya bi belge û îzbatan va dagirtî

ser kovareke kurdî a delal ji malpera me ra şandîye.

Ji ber ku nivîs mezin bû, me ew kir 4 beşan û 4 rojan dû hev çap dikin.

Fermo, îro beşa wê a çaran, ango a dawî, bixwînin!

 

Raif Yaman, lêkolînkar 

Ji nav û mexlesên nivîskarên Rojî Kurd tê têgihîştin hemî mêr in. Tenê nivîskarek bi nav an jî mexlesa Xezal dibe ku jin be. Ji ber ku ji demên berê da heya îro kurdan navê Xezal li qîzên xwe kirine. Li dawîya nivîsa Xezalê her çiqas tê gotin ku ew dê nivîsa wê di hejmara duduyan berdewam be jî mixabin eynî mîna hîkaya Fuat Temo, Çîrok, di hejmarên din da berdewamîya nivîsê tune ye. Xezal ne Osmanîparêz e. Ji naveroka nivîsa wê tê têgihîştin ku neteweyek biserêxwe dixwaze. Rexnên Xezalê ên di derbarê giregirên kurdan da bi rastî hêja ne. Di derbarê rewşa kurdan a destpêka sedsala bîstan da, sebebên wê û çarên wê da ramanên wusa anîne zimên: “Îro, ereb, rom, fille, hemû xelkê ku di bin navê Osmanlî û îslamê da ne, tevda xwe û mezinê xwe nas kirin, xebitîn pêş da çûn, tenê tenê em xûlêr kurmanc şûn da man. Çi civatek, çi xwendinek, çi kîtabek, çi jî navek çêyî ji xwe ra nedîne; tenê kurmanc nebûne xwedî tiştek. Çend sal berê vîya mezinê kurmanca du-sê civatan vekirine, zanin van çer kirin? Ez ji we ra bêjim: Qasî çend sed gîhandin hev. Dawîyê ez mezin im, tu piçûk î gotine – vaya nexweşîyekî kurmanca tev da- li hev nekirine, fena mistek nok li erdê bela wela bûne bi vaya ne bona navê qerara, bona navê kurmancî xerabî kirine, navê kurmancî birine gîhandine heft qat binê erdê. Em zaroyê kurmanca ponijandin em’ê tevda vî navî çito rakit, bi rê xin, bifêritin, bînin esmana vaya bû. Hîn salek nebû em hatin cem hev me şêwr û mişêwra xwe kir, me bi hev ra qise kir, me xist serê hev ku ji me ra civatek lazim e. Me dest da hev; me pirs da hev, hemû bi hev ra em xebitîn; me serê xwe li kevira, zinara xist me civatek vekir bawerîya we ji Xwedê hebe xenc çend can kurmanc heya îro yek tenê ji mezina nehat û nego hûn kî ne, çi dikin? Çi lazimîya we heye… Gelî mîran û axalerên kurda em tiştekî dixwazin: destê cîyê hewqa besê, werin gorî fizar û sî xûna bikin em hemû kurmanc mezin di piçûk, kal û cuwan dest bidin hev bi hev ra bixebitin wê çaxê çireyê pêşîya me’ê bişewite, ronkayî bibî em’ê tim û tim pêş da biçin va dewletê me wê çaxê hebin pir wê ji me xizmet bîne em’ê hebin pir kurê wan bin çê û xerabê xwe û bi hev biguhêrin tu carî kesê nekanî bikeve orta me û hukumata me be. Na ku em dîsa fena berê xwe û hevûdu bixapînin, goh nedin ser tiştekî, kiryarê xwe nekin, bê ziman, bê kitab bisekinin, devê xwe vekin ban Xwedê kin, nexebitin; em’ê yekcarê rê da bixalifînin, ber xu yekcar tarî bikin. … Em nexebitin; çavê xwe naçar venekin bawer bikin Xwedê nastrîne…”[1]

Bulgaristanli Dogan, bi nivîsa xwe a bi navê Milletinize Karşi Vazifeniz (Peywira We A Ji Bo Miletê We) bangî cuwanên Kurdan ên rewşenbîr dike. Ji cuwanên Kurd dixwaze ku miletê xwe di warê raman û economyê da pêş da bibin, mîna rewşenbîrên Osmanî ji milet dûr nejîn; xwe bi ser gel ra negirin, pozbilindîyê nekin: “Îro hûn rewşenbîrên kurdan ji her kesî rindtir dizanin ku mezîyetên ideologic û economic ên miletê me di astek grîng da ninin… Hûn vîya hîç ji bîr mekin, di vê sedsalê da miletên nû hişyar bûne an jî ên li ber hişyarbûnê ne, miletên ku sinifa rewşenbîr di nav xwe da didin jiyîn in… Û bawer bibin ku bi vî awayî hûn dikanin miletê xwe ji nû ve vebijînin. Hûn di vî warî da cuwanên Osmanî teqlîd mekin. Wan hîç nekanî dabikevin asta milet. Û her dem ji jor bang kirin. Ramanên ku milet nikane têbigihê bi zimanekî ewê nikanibûya jê têbigihê xwastin bi gel bidin têgihîştin. Di demên zor ên milet da ji dûr ve temaşevantî kirin. Ji ber vê yekê milet hîç nas nekirin, milet jî ew nasnekirin. Her dem bi çavê kesên bîyanî li wan nihêrî. Di encama vê da miletê turk bi sedsalan ji ronakbûna çîna rewşenbîran û ji rêberîya wan a rîya rast bêpar jîya. Ji alîyê fikrî û aborî ve ket û ket. Divêt hûn vê şaşitîyê nekin. Peywist e hûn ji vê felaketa miletê turk ders bigirin.”[2]

Xelîl Xeyalî bi mexlesa M. X bi sernavê Bextreşî û Mehrûmîyeta Kurdan ramanên xwe ên di derbarê bêxwedîtîya kurdan da anîne zimên. Nivîskar bangî şêx, mela, feqî, mîr û reîsên kurdan dike, ji wan dixwaze ku rêbertîyê ji miletê xwe ra bikin: “Şêxê di me, melayê di me, feqîyê di me, mîrê di me, serek û reîsê di me îro ji dil dizanin, pêdihisin ku çar alîyê me agirek girtîye, qenc û xerabê me dişewitin, li hewar û gazîya me da kes nayê, me xelas nake. Bila ew rabin, dest bidin hev xudanî li me perîşan, li me derbederan, li me mehrûman bikin, me ji wî agirê bê eman xelas bikin, rîya felatê nîşanî me bêçareyan bidin… Feqet dilê pur derê min ji mi ra dibê ku ew cûz ku tu dibêjî eger rast bûya heya nuha yek ji wan ji bo xatirê Xwedê û Nebî li kurdîyê xweyî derketa xudanî li kurdan bikira li ser rîyekê danîya heya mehşerê navê xwe di bernaweî tarîxan dikir. Rehmeta Xuda lê be: Ehmedê Xanî sêsed sal berê da binêrin çi gotîye:

Kurmanc ne pur di bê kemal in

Emma di yetîm û bê xudan in

Fîlcumle ne cahîl û nezan in

Belku sefîl û bê xudan in

Ger dê hebûya me jî xudanek

Alîkeremek letîfedanek

Îlm û huner û kemal û îzan

Ş’er û xezel û kîtab û dîwan

Ev cins bibwa li ba wî me’mul

Ev neqd bibûwa li nik wî meqbûl

Min dê elema kelamê mewzûn

Bilind bikira li banê gerdûn

Bi navê ruhê Melê Cizîrî

Pê hey bikira Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqîyê Teyran

Hetta bi ebed bimayî heyran

Çibkim ku qewî kesad e bazar

Nînin ji qumaşî ra xerîdar[3]

Di hejmara dawîn a Rojî Kurd da dewama nivîsa Xelîl Xeyalî, Bextreşî û Mehrûmîya Kurdan hatîye weşandin. Di destpêkê da mîna mamostekî dersa edebîyatê bide, di derbarê helbestvan û zanyarên kurdan da zanînê dide xwendevanên kovarê.

Xelîl Xeyalî di dawîya nivîsa xwe da dixwaze berhemên edebîyata kurdî ên ku di destê gel dane werin berhevkirin. Her çiqas nivîskar rasterast bi nav neke jî dixwaze tarîx, an jî anthologya edebîyata kurdî were nivîsandin: “Ehmedê Bateyê, xudanê Mewlûda Şerîf, mezin û piçûkê kurmancan pê deranî. Şex Ûbeydullahê Nehrî quddîse sirruhul alî, îlmîhalek kurmancî ji bo zarokê Kurmancan çê kir bi par bifire hatîye çapkirin. “Ehmedîye û dîwana Ehmed Kor Seblaxî û dîwana Melayê Cizîrî jî meşhûr e. Nehculenam a Mela Xelîlê Sêrtî zav rind e. Ji eqaîd behs dike. Hezretî Hacî Ebdulqadirê Koyî quddîse sirrûhû samîji yarek xwe xilafê adet halek bîstîye çend xeberek nezm kiribe munasîb meramim hat ji bo wê qas li jêr min nivîsand:

Keçî ku bîne got we yad im

Pê mekit aya çi tewn e ustad’im

Weku bîstê mislê hewr buhar

Hate giryan û pê ketim ey yar

Alimê çak man hemû fewtan

Ehlê futwê misafirê mewtan

Take qur-an bi xwînerê bi seda

Redî eh enhûm ebeda

Ew kurd ku Xudan xîret be û tê da xîret û mêranîya kurdîtî hebe, lazim e ku me’nay bit Hacî Ebdulqadir bizane çiqa ji destê wî bê ji bo kurdan bixebite. Heya nuha kes ji bo kurdan û xahuma ji bo zarokê wan karek nekirîye. Navê şaîrê wan, şêxê wan, navdarê wan nenivîsîye.

Beyt ku bi zimanê kurdî hatîye gotin, kitêb ku hatîye çêkirin, heya nuha çap nebûye, ji bo wî qas kesek şêx û mela û şaîrê kurdan nas nake. Eger eserê wan bihata çapkirin, dihatine naskirin.

Îro li ser temamê kurdan ferzê eyn e ku bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin. Şêx û mela û şaîrên xwe bizanin, şiîrên wan kitêbê wan li çapê bidin û bela bikin. Ew kesê ku di ba wan şi’r û kitêbê Kurdî heye bila bişînin û yek jî xudan bit û kitêbê kî ye, di ji ku be di kengê hatîye dunyayê, di kengê mirîye û navê wî çîye wî jî bila binivîse.

Eger em mezinê qewmê xwe nizanibin û li wan rehmeta Xudê neynin û xweyîtî li wan nekin, kurdê me, nevîyê me jî li me rehm nakin, me feqîran, me neçaran bi bîr naynin.

Emê lem aleme baqî bimînî

Bi çakî helî tehsîl nawe

Eger çi zanay esrar û wurdî

Melê bo çî xeberet nûsî bi kurdî

Zibanê xeyr xoman hinde nûsî

Le beyn mîletan buwîne mecûsî

Ji bo mirov jê re be xeyret be hewqa bes e.[4]

Bedirxan di nivîsa xwe a bi sernavê Gençlige Hurmet (Ji Cuwanan ra Hurmet) da welatparêzîya cuwanan anîye zimên. Nivîskar cuwanên kurdan wekî rizgarên kurdayetîya nexweş û ketî bi nav dike û dibêje, ev zarên cangorîyên Kurdistanê heke hebûna kurdayetî û Kurdistana îro jê tiştek nemaye û xwedî tu hêjahîyekê nine vebijînin helbet ev ji bo hemî kurdayetîyê karekî bi rûmet e. Heke nikanibin vê pêk bînin ew dê zirar çi be? Ewê ev tunebûn dîsa û her û her tune bimîne. M. Bedirxan pesnên welatparêzîya cuwanên kurdan ên ku biryar dane kurdayetîyê bijîn û bidin jîyandin dide, û piştgirîya wan ji bo her kurdê ku dixwaze mîna kurdekî bijî û bi hebûna kurdayetîyê ra têkildar in wekî pêdivîyek hebûn û tunebûnê bi nav dike.[5]

Ehmed Muhsînê Banî Erdelanî di nivîsa xwe a bi navê Le Tarîkî Bo Ronakî da ji bo pêşveçûna miletê Kurd sê tiştan ji Cemîyeta Hêvî dixwaze:

  1. Himet û bereketî meşayîx û ilma û teşwîqîyan.
  2. Eşa’ar, edebîyat, tarîx, derbul mesel.
  3. Îane[6]

Xelîl Xeyalî bi mexlesa M.X, di nivîsa xwe da bangî zar û nevîyên mezinên kurdan dike, ji wan dixwaze ku mîna bav û kalên xwe li gelê kurd xwedî derbikevin, ji derdên wan ra bibin derman. Nivîskar ramanên xwe ên di derbarê pêşvebirina miletê kurd da wusa anîye zimên: “Gelî mezinê kurdan! Hûn qenc dizanin ku bab û bapîrê we mezinahîya “kurdan” ji bo xwe şeref zanîye û gava qewimîye, di rîya wan da û di rîya musulmanî da malê xwe, canê xwe daye. Şahidê vê qiseyê jî tarîx e. Îro çi çirîyaye û çi qewimîye ku hûn wekî wan mezinahî li kurdan nakin, rîya heq-neheqî nîşanî wan nadin… Birayê me ereb û turk, çawan li musulmanîyê dixebitn, qewmê xwe şîyar dikin, mekteban vedikin. Hûn jî wusan bikin. Nav kurdan da tu neyarîyek tu dujminîyek nehêlin.

“Beyta 11an

“Bes li derdora me ji gelên bi navê musulman, zaf gel û leşker hene. Êdî wekî tavîya zîpika buharê bi ser me da dibarin, xwe di ber hev da dikin kalî, pirî nîjadê kurdan kokbir bike.”[7]

Xelîl Xeyalî bi mexlesa M.X. di nivîsa xwe a bi navê Gilî û Gazin da rexne li Kurdên li bajaran asîmîle bûne digire, ji wan gilî û gazinan dike. Nivîskar ji wan dixwaze ku li miletê xwe xwedî derbikevin: “Gelî xelkê bajêr: Em û hûn di gundekî da, di nav eşîrekê da, birayê hev bûn. Şîna me, şayîya me, hewar û gazîya me yek bû. Em bi hev ra radibûn û rûdiniştin. Me li hev dawa mezinayî û piçûkî nedikir. Zaroyê me bi hev ra şivanî û gavanî dikirin. Keç û jinê me bi hev ra diçûne bêrî û kanîyan… Xelk çawa xweyîtî li cinsê xwe dike hûn jî li me wusan xweyîtî bikin. Bi derdê me xemî, bi şayîya me şa bin… Di rîya Xudê da gelî xelqê bajêr, esl û bestê xwe wenda mekin. Di nav alemê da xwe û me caris mekin. Ji me gotin; ji we bîstin.”[8]

Di nav kurdan da tunebûna yekitîyê sed sal berê jî pirsgirêkek grîng bûye. Ebdulkerîmê Silêmanî ji vî derdê giran ra perwerdehîyê wekî dermanê herî grîng bi nav dike, dibêje ku perwerdehî nebe milet jî nabe: “Esasen ême qewmekî bê îttîfaq in. Sebebî bê îttîfaqî man hîlal şûwê cejn dîyar e. Goreke man ta îro bê mearif îttîfaqîyan nebûwe… Cehalet derdekî bê eman e. Xuda her tûşî duşminî bika. Feqet dermanî cehliş zor seh e. Mearif. Mearif çend le terqe dabî, milet ewinde kamil dibî. Mearif çend teemmûm bika milletîş be goreê ewe henga û henga tewessû dika. Mearif bî milletiş dibî. Belkî bê emsaliş dibî. Mîsalî ême îngilîz e. Îngilîz ewin da pir le mearif e kele sedî du peyayî cahilî nîye. Û îmro ke halîme be ser kureê erza hemû le ber îlm û îrfan e. Mearif ke nebû miletiş nîye.”[9]

Nivîskarê bi mexlesa X. di nivîsa xwe a bi navê Dertlerimizden Nifakimiz (Ji Derdên Me: Nîfaka Me) da bal kişandîye ser rewşa rêzanên kurd ên ku ji bo parastina dewleta Osmanî û berî wê dewletê îslamê ên din her tişt kirine; di sînorên wan da bi artêşên xwe her dem parêzkarîyek bi hêz kirine, lê di nav xwe da ji nîfakê, ji bihevketinê û rijandina xwîna hemnîjadên xwe xelas nebûne. Divêt kurdayetî têbigihê ku bi xerabîyê îro êdî nikane peywira dînê îslamê dayêye bi cih bîne. A herî grîng jî ew e ku divêt hemû kurd bizanibin ku rizgarî di pelixandina hev û din da nine; tenê û tenê di xebatek bi hev ra a bi aheng da ye.[10]

Ergani Madenli Y.C di nivîsa xwe a bi navê Kurtlerde Kadin Meselesi (Di Nav Kurdan da Mesela Jinan) da bi awayekî giştî hişyarîya jinan, bi taybetî jî rewşa jinên kurd anîye zimên. Alîyê herî balkêş ew e ku nivîskar sed sal berê analysek gelek realis û li gor pîvanên zanînê kirîye. Nivîskar di derbarê hişyarîya jinan a li welatên rojavayî, Europa, America û welatên Asyayê, Japonya û hinekên din agahdarî dide. Hereketa jinan a li dewleta Osmanî lawaz dibîne. Y.C. di nivîsa xwe da jinên kurdan û jinên miletên din dide ber hev. Jinên kurdan li gor jinên miletên din ên Osmanî xweştir dijîn. Jin di nav kurdan da wekî alîyê bê guneh tê bi nav kirin. Di şeran da kes nikane dest bi jinan bike, di nav alîyan da serbest digerin. Heke li gundekî jinek rastî êrîşeke herî piçûk jî were hemî gundî bi hev ra ji bo parastina heqê wê jinê têdikoşin. Cihên ku mêr ditirstin tê ra derbas bibin jin bi şev û bi roj bi hêsanî bêyî ku rastî astengîyekê bên diçin û tên. Jinên kurdan di jîyana rojane da li gel mêrê xwe her karî dikin. Li gund û bajarên kurdan tesettur jî di astek maqul da ye. Jin bi tu awayî di nav çewalên qalin da girtî ninin. Bi serbestî digerin, ji hîç êrîşekê natirsin. Tenê di awayê mêrkirin û markirina jinan da problemek heye, divêt jê ra çareyek were dîtin. Rewşa jinên miletekî pîvana pêşketin û şûndamayîna wî miletî nîşan dide. Asta pêşketina miletan û merivan her dem li gor derenca xweşîya jîyana jinan dîyar dibe.[11]

Necdetê Dîyarbekrî bi nivîsên xwe ên li ser pêşdabirina zîraetê balê dikşîne. Nivîskar di nivîsa xwe a ji bo hejmara pêşîn a Rojî Kurd nivîsandîye da dixwaze rê bide ber cotkarên Kurdistanî, dixwaze wan ji makînên nû ên çandinîyê haydar bike daku bikanibin ji zevîyên xwe zêdetir berhem bigirin û pê debara xwe bikin. Li gor nivîskar cotkarên kurdan pir şûnda mane. Ji bo ji vê rewşê xelas bibin divêt dev ji bikaranîna haletên xwe ên kevn berbidin û makînên nû bikirin û pê kar û barê xwe bikin. Necdet ramanên xwe ên di derbarê cotkarîya kurdan da wusa anîne zimên: “Îro destê me da tenê aletek winî heye. Ev jî kalê me ê kal dîyîne “Hz. Adem Aleyhîselam” çêkirîye. Em bi destê xwe ve bernadit… Erdê me pirr e. Xwelîya me baş e, ava me heye. Em çi ji wan kar dikin? Bêtirîn. Çarekê bihesînin! Îro ji alîyê din da yek diavên çil hiltînin… Şuxulandina makînê baş e, ne xerab e, nekete ye! Kî ji me bibêje ku meşxulyetin gune ye, evîya derew dibê, tiştekî nizane… Sakûlê xwe bila bişînin xwendinê. Van lawê me ên li ser cotkarî bila bixwînin. Bila bizanin, baş bên nava Kurdistanê bixebitin.”[12]

Di nivîsa xwe a bi navê Erdê Me da nivîskar Fikrî Necdetê Dîyarbekrî di derbarê kêmasîyên cotkarên kurdan û çarên wan da ramanên xwe anîne zimên: “Em zû da hemû li ser wî dikolin, li binîya wî ra destê me nagîje, başê wî li binî dimîne her sal. Her sal ew serî ji me ra ewqas tov dide, fayda wî qedîyaye. Lewma em hindik distînin… Makîne çêkirine, bi carekê da xwelî tol dike. Xwelîyêkî ji binê erdê tol dike, serê wî jî davê li bin, lewma kolandina makînan baş dibin. Genimê wî jî baş dibe, xurt dibe.”[13] 

 

[1] Xezal, “Dema Kalê Me, Çaxa Me Dema Tê”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 38-40

[2] Bulgaristanli Dogan, “Milletimize Karşi Vazifemiz”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 2, rp. 47-48

[3] Xelîl Xeyalî (M.X), “Bextreşî û Mehrûmîyeta Kurdan”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 93-94

[4] Xelîl Xeyalî (M.X.) “Bextreşî û Mehrûmîyeta Kurdan”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 117-119

[5] M. Bedirxan, “Gençlige Hurmet”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 104

[6] M. Ehmed Muhsînê Banî Erdelanî, “Le Tarîkî Bo Ronakî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 112-113

[7] Xelîl Xeyalî, “Ji Mezinê ‘Kurdan’ ra”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 113-116

[8] Xelîl Xeyalî (M.X.), “Bextreşî û Mehrûmîya Kurdan”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 117-119

[9] Evdilkerîmê Silêmanî, “Her Min Bem û kesîtir Binî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 62-63

[10] X…, “Dertlerimizden Nifakimiz”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 82-83

[11] Ergani Madenli Y.C., “Kurtlerde Kadin Meselesi”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 4, rp. 105-106

[12] Necdetê Dîyarbekirî, “Cotkarî”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 1, rp. 35-36

[13] Fikrî Necdetê Dîyarbekirî, “Erdê Me”, Rojî Kurd, Stenbol, 2002, h. 3, rp. 89

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *