Li Bakur terkkirina zimanê kurdî (kurmancî, zazakî) faktoreka psîkolojîkî ye.

Li Bakur terkkirina zimanê kurdî (kurmancî, zazakî) faktoreka psîkolojîkî ye.

Roşan Lezgîn

 

Li Bakur, faktoreka gelek girîng a terkkirina zimanê kurdî (kurmancî, zazakî) psîkolojîkî ye. Kurd ji zimanê xwe şerm dikin. Mezin, bitaybetî qîz û jin, dema ku li derve bi kurdî xeber bidin, wek ku gundî bin, xwe wisa xirab hîs dikin.

Bi vî awayî şermkirina ji zimanê xwe di nav gelek miletan de heye lê di nav me kurdan de dereceya xeterê de ye!

Malbat li hundirê mala xwe bi zarokên xwe re bi kurdî xeber bidin jî, eger li derve xeber nedin, zarok ji mezinan zêdetir şerm dikin, dikevin trawmayê. Çimkî zarok gelek jîr in, zû hîs dikin ku mezinên wan ji zimanê xwe fedî dikin, li derve bi zimanê xwe xeber nadin, hingê zarok hîç xeber nadin. Wek zimanê wan nexweşîyeka pîs be, wisa xwe jê dûr didin.

Eger şermkirina ji zimanê kurdî bi awayek bikeve nav hîsîyata zarokan, êdî jê dernayê! Eynî wekî ûr, wekî vîrus, her ku zarok mezin dibin, ev şerm jî xwe mezin dike.

Dema ku keç û xortên kurdan dibêjin “Anlıyorum ama konuşamıyorum” esas dibêjin “Biliyorum ama konuşmuyorum!”

Ji vê çendê, bitaybetî dê û bav, divê li her derê; di dema mêvandarîyê de, li kuçeyê, li otobusê, li mektebê, li çarşîyê, xulase li her derê bi zarokên xwe re tim bi zimanê xwe xeber bidin.

Min ev rewşa hanê gelek zû fêm kir. Ji vê çendê, li kîderê dibe ferq nake, min esla bi zarokên xwe re bi tirkî xeber neda.

Tam li vir ez dixwazim behsa serborîyeka xwe bikim.

Keça min a mezin sinifa dawîn ya lîseyê dixwend. Wê û çend hevalên xwe dixwest kovarekê derxin. Ji min jî alîkarî xwestin.

Rojekê midûra lîseyê gazî min kir. Ez çûm. Got “Tu wekî welîyê xwendekareka me bi keça xwe re here ber walî, hem ji bo derketina kovarê destûr jê bixwaze hem jî bila alîkarîya madî bide. Eger em memûr herin dê nede, tu wek kesekî sivîl herî, baştir e.”

Ez û keçik em çûn ber cîgirê walî ku ji perwerdeyê berpirsîyar e. Em çawa ketin odayê, mi hew dî cîgirê walî û merivekî xirecir kirin. Walî gelek hêrs bû, agir jê dibarî.

Ez û keçik em bêdeng rûniştin. Min bi zazakî got “Keynê mi, ma demêko xirab de hameyê!”

Walî ew meriv ji odaya xwe qewirand. Piçekî bêhna xwe berda, paşê bi me re eleqedar bû, xêrhatina me kir. Bi tirkî got “Az önce bir şey söyledin. Anlayamadım. Ne dedin?” Min got “Kızımla Kürtçe konuştum. Kötü bir zamanda geldiğimizi söyledim.”

Wê demê kurdî qedexe bû. Ji bo rêzeka kurdî îşkence hebû, zindan hebû. Lê min li odaya walîyê Diyarbekirê bi keça xwe re bi kurdî (zazakî) xeber da. Tew di ser de, min îqrar kir ku me kurdî xeber daye jî.

Cîgirê walî hem ji bo kovara zarokan destûr da hem alîkarîya madî kir. Dema ez ji odayê derketim, bi min re hat heta ber derî.

Xulase, ez dixwazim bibêjim li mekteban, li otobusê, li mêvandarîyê, li çarşî û bazaran, li her derê, li odaya walîyê Diyarbekirê jî min bi zarokên xwe re bi zimanê xwe xeber daye.

Hema bibêjin min xwe dîye nedîye ez li nav bajarê Diyarbekirê mezin bûm. Lê elhemdulîlah, bi awayekî xwezayî, çawa ku meriv avê vedixwe, eynî bi wê hêsanîyê, min zimanê bav û kalê xwe heta nifşa xwe ya sisêyan jî biriye.

Di nav me kurdan de edetekî gelek xirab jî ev e. Dema ku ez li bazarê, li çarşîyê, li otubusê yan li dereka din bi kurdan re bi zazakî yan kurmancî xeber didim, te dî demildest ji min pirsin gotin “Tu ji kîderê yî?”

Pirsên wan naqedin: “Tu ji kîjan gundî yî, tu lawê kî yî?” Dewam dikin dibêjin “Mala te li kîderê ye? Tu çi karî dikî?” Paşê dibêjin “Wîîî! Ma tu ji filan gundî yî? Yawoo min jî go qey hela tu kî yî!”

Xulase, meriv wexta bi kurdî (zazakî, kurmancî) bi kurdan re xeber dide, êdî ji wan xilas nabe!

Ev jî dike ku kurdên me bi kurdî xeber nedin, xwe ji xeberdana kurdî dûr bigrin. Çimkî eger meriv bi tirkî xeber bide, kes van tiştan ji merivî napirse.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *