Dawiya tiştekî

Dawiya tiştekî

Nivîskar: Ernest Hemingway

Wergera ji Înglizî: Azad Xalid

 

Di rojên berê de kendava Hortons bajarokekî birrîna textan bû. Çi kesê ku li wê de jiyan kiribû, rizgar nebûye ji dengê birrekên mezin ku ji Aşê ber gola avê dihat . Salek hat ku perçeyên daran ji bo mebesta birrînê nemabûn. Gemiyên texta hatin kendavê û hatin dagirtin bi perçeyên Aş yên ku komkirî mabûn li meydanê. Hatin rahiştin hemû komên textan û birin. Hemû mekîneyên Aşê mezin hatin derkirin û danîn ser pişta yek ji wan gemiyan, bi destê wan zilamên ku di Êş de kar dikirin. Gemî ji kendavê derket û berbi gola avê bi rê ket, û her du birrekên mezin hilgirtibû li ser pişta xwe, ew hilgirên ku perçeyên daran davêtin ber birrekên girover, hemû silînder, dûlab, qayîş û hesin. Bapaçên gemiyê hatin vekirin û ber bi gola avê ve bi rê ket, û di gel xwe bir hemû tiştên ku Aş kiribû Aş û Hortons kiribû bajarok.

Xaniyên yek qatî, xwaringeh, embar, nivîsgehên Aş û Aşê mezin bi xwe jî çolkirî û vala mabûn di nava komên toza textan ku mêrgên pir çirav li ber qiraxa kendavê nixumandibûn.

Piştî deh salan tiştek ji Êş nemabû ji pêvî kevirên sipî yên bingehan. Li wêde Nêk û Marjorî rava masiyên Trawtê deqsor dikirin li seranserî qiraxa gola avê.

“Wane Kavilên me, Nêk” Marjorî got.

Nêk, sewl lêdida, li kevirên sipî nerî.

”Erê wane” got.

”Tê bîra te çaxê Aş bû?” Majorî pirsî.

”Baş tê bîra min” Nêk got.

”Bêtir wek kelehekê xuya dike” Majorî got.

Nêk tiştek negot. Sewl lêda heta ku dûrî dîmena Aş ketin, bi xeta deravê re diçûn. Pistê wê Nêk kendav têperî.

”Masî xwe bi çengel nagrin” got.

”Na” Majorî got. Majorî sinnare bi destê xwe zeft kirbû di hemû dema ravê de, tevlî dema ku diaxivî jî. Wê hes rava masiyan dikir. Hes ravê di gel Nêk dikir.

Li kêleka qeyikê masiyeke Trawt yê mezin riwê avê şikand. Nêk sewl bi hêz kişand ji bo qeyik bizîvire û sinare here nêzîkî masî. Gava pişta masî ji avê derket, qeyik bilind bû. Dilopên avê bela bûn her wekî ku kulmek fîşek hat berdan nav avê. Masiyekî din jî riwê avê şikand û li aliyê din yê qeyikê xuya kir.

”Wa dixun” Majorî got.

”Lê xwe bi çengel nagrin” Nêk got.

Qeyik zîvirand ji bo herdû masiyan bigre. Majorî ta nekşand heta qeyik gihişt qiraxa avê.

Qeyik kişandin ser deravê û Nêk sîtilek mişt çêlîkên masiyan rahiştê. Nêk sê ji wan bi destê xwe girtin û serê wan jê kirin û çermên wan gurandin, wê çaxê Majorî jî destê xwe xist sîtilê de û li çêlîkekê digeriya, di dawiyê de yek girt, serê wî jê kir û çermê wê gurand.

Nêk li masiyê wê nerî.

”Perê wî jê neke” got. Kêr tê tu weke dane bi kar bîne, lê baştire heger tu perê wî bihêle.

Herdû çêlîkên gurandî ji teriya wan bi çengel ve daliqandin. Piştî wê Majorî qeyik ajot ber bi avê de, ta bi diranên xwe girtibû, û berê xwe dabû Nêk, yê ku li ser qiraxa avê rawestabû û sinnare bi destê xwe girtibû û tayê wê berdabû.

”Ma divê ez ta berdim?” Majorî bang kir, û ta bi destê xwe girtibû.

”Helbet. Berde bila biçe.” Majorî ta berda nav avê û li daneyê nerî çawa di nava avê de diçe xwarê.

Majorî bi qeyikê vegeriya û tayê diduwa bi heman şêweyî avêt. Nêk perçeyekî dar yê giran danîbû ser dawiya sinnarê ji bo ku wê ragire û serê wê hildabû bi perçeyekî dar yê biçûk. Tayê sist li gilokê gerand ji bo ku ta tund dakeve wî cihê ku dane lê raweste li ser qada xîz ya gola avê û niçik li ser glioka ta danî. Dema ku masiyê trawt daneyê bixwe û di gel xwe bibe, ta jî wê ji gilokê bê kişandin bi xurtî û wê bihêle ku gilok bike gîzgîz di gel niçika ku li ser hatiye danîn.

Majorî qeyik ajot dûrî tayê xwe ji bo ku wî nelivîne. Wê sewl lêdan heta ku qeyik giha ser qiraxê. Qeyikê hinek pêl di gel xwe anî. Majorî ji qeyikê peya bû û Nêk qeyik kişand ser qiraxa avê.

”Çi pisgirêke, Nêk“? Majorî pirsî.

”Ez nizanim,” Nêk got, û darik didan hev ji bo êgir.

Agir bi darikan dadan. Majorî çû qeyikê û betaniyek di gel xwe anî. Sira bayê êvarê dûkela êgir bi ser wan de tanî, ji lewra Majorî betanî di navbera agir û gola avê de raxist.

Majorî li ser betaniyê rûnişt û pişta xwe da agir li hêviya Nêk ma. Nêk hat û li tenişt wê li ser betaniyê rûnişt. Li pişt wan darberû bûn yên ku bo cara diwemîn şîn hatibûn û li pêşiya wan devê kendava Hortons bû. Ne gelekî tarî bû. Ronya agir dighişt heta avê. Herdiwan dikarî bû her du sinnarên hesin li ser ava tarî bibînin. Agir li ser giloka ta dibiriqand.

Majorî buxçika şîvê vekir.

”Ez naxwazim bixum,” Nêk got.

” Da ka were buxwe, Nêk.”

”Başe.”

Şîva xwe xwarin bê ku biaxivin, û li herdû sinara û li ronya agir li ser avê dinerîn.

”Îşev wê heyv hebe,” Nêk got. Berê xwe da aliyê kendavê û li wan giran nerî yên ku hêdî hêdî xuya dikirin. Wî zanî ku ji navbera giran de wê heyv derkeve.

“Ez dizanim,“ Majorî bi kêfxweşî got.

“Tu her tiştî dizanî, ”Nêk got.

“Nêk, tu bi xwedê ke bese, xwe wilo nek!”, Majorî got.

“Ez nikarim, Nêk got. Tu dikarî. Tu her tiştî dizanî. Pirsgirêk eve. Tu dizanî.”

Majorî çi tişt negot.

“Min te fêrî her tiştî kir. Tu dizanî. Ma tu çi nizanî?“

“De bes biaxive,“ Majorî got. “Wa heyv derket.“

Her du li ser betaniyê rûniştibûn bê go dest bidin hev û li heyvê dinerîn çawa bilind dibe.

“Ne lazime tu çewt biaxive,”Majorî got. “Bi rastî bêj çi heye?”

“Ez nizanim.”

“Helbet tu zanî.”

“Na ez nizanim.”

“De ka bêje.”

Nêk li heyvê nerî gava ji nav giran de bilind dibû.

“Êdî nema heneke.“

Newêrîbû li Majorî binere. Dûvre lê nerî. Wê pişta xwe dabû wî. Li pişta wê nerî. “Êdî nema heneke.”

Majorî çi tişt negot. Nêk rawestiya û got “Ez hest dikim wek go hemû tişt di hindirê min de ber bi dojehê ve diçe. Ez nizanim çi bêjim.”

Li pişta wê nerî.

“Ma heskirin ne heneke?”, Majorî got.

“Na,“ Nêk got. Majorî rabû ser xwe. Nêk li wir rûnişt, serê xwe xist nav destên xwe de.

“Ezê qeyikê bibim,”Majorî bang kir. “Tu dikarî bi peya vegerî.”

“Ne xeme,”, Nêk got. “Ezê qeyike bidehfînim nav avê.”

“Ne pêwîst e”, wê got. Nêk vegeriya û li ser betaniyê xwe ramedand li kêlek êgir. Dikarîbû dengê sewllêdana Majorî li ser avê bibhîze.

Demeke dirêj li wir ramidandî ma. Hîn ramidandî bû dema ku dengê Bêl hatê ku ji nav daristanê tê. Hest pê kir ku Bêl ber bi agir ve tê. Bêl destê xwe nedayê.

“Majorî baş bû?”, Bêl got.

“Belê“, Nêk got ku ramidandî bû û riwê xwe danîbû ser betaniyê.

“Çi pirsgirêk hebû?“

“Na, çi pirsgirêk nebû.“

“Tu çilo yî?“

“Tu bi xwedê ke Bêl dûrî min here, vê gavê min bihêle.“

Bêl rahişte sandwîçeke ji buxçika şîvê û çû ji bo ku li sinnaran binere.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *