Pirsa we û bersîva me – 124

Pirsa we û bersîva me – 124

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê xwendevanekî me pirseke balkêş ji me ra şandîye. Rêvebira vê beşa me Nura Şanê şêwra xwe bi berpirsyarê malperê ra kir û di encamê da ev bersîv derket:

 

Pirsa Erdeşêrê Qoserî û bersîva Nura Şane

 

Pirs: – Hinek kes carna wisa difikirin, ku filan gotin ne kurdî ye, lema jî gerekê an gotineke nû bê çêkirin, an jî em gerekê gotineke nêzîkî wê di zimanên îranî da bigerin, bibînin. Lê wisa dertê, ku em gotina xurû kurdî dewsa gotina biyanî datînin û rêyan digerin, ku gotineke nêzîkî kurdî bibînin an jî çêkin. Peyveke wisa gotina ”qelem” e, ku bi texmîna min kurdî ye.

Gelo îzbateke zanyarî ya gotinên min hene?

 

Bersîv: Me bersîva we di nivîseke lêkolîner Perwîz Cîhanî da dît (”Alole” – Perwîz Cîhanî – Weşanên Doz, adara sala 2005an. Rûpel: 119), ku lêkolîner Ali Gurdilî ser medya civakî belav kirîye.

 

Qelem: Kelem, dirik û her tiştê ku wekî dirikan serê wê tûj û dirêj be. Peyva ”qelem” ku hindekan bi çewtî navê wê kirine “pênûs” yan “pênivîs” peyveke resene kurdî ye û ji zimanê kurdî ra ketiye zimanê erebî. Lewra, pêşda gava ku mirovan taze dest bi nivîsîna li ser kelpûçan kirin, bi darikên sertûj yan jî bi dirikan, ku navê wê ê dî di kurdî da ”kelem” yan “keleme” dinivîsin.

Paşê bo nivîsîna li ser beran qelemên asînin hatin çêkirinê. Li dû ra jî hê xelkê pê ”keleman” yan jî qamûşên ku serê wan wekî ”keleman” tûj dikirin, dinivîsîn ku ta roja îro jî xoşnivîs bi wan cåre qeleman dinivîsin. Ta roja îro jî ew asinê ku bertiraş bikar dibin, jê ra dibêjin qelem. Peyvên “pênivîs” û “pênûs” ne navê qelemê, lê şiroveya navê wê ye.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev