Rewşa sîyasî ya kurdan li Rûsîyayê

Rewşa sîyasî ya kurdan li Rûsîyayê

Me di 174 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa duduyan a berhema bi sernavê “Rewşa sîyasî ya kurdan li Rûsîyayê” raberî we bikin.

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -175 

Li Rûsîyayê bi tevayî ne zêdeyî 4-4,5%ê temamîya gelê kurd dijî. Piranîya kurdên Rûsîyayê li der û dorê sînorên Pişkavkazê dijîn: li herêma Yêlîzavêtpolê (ji 35-40 hezarî zêdetir), li herêma Êrîvanê (weke 37-40 hezar) û di qeza Qersê da (ji 25 hezara zêdetir). Hinek kurd jî li herêmên Tîflîsê (ji 2 hezara zêdetir) û li herêma Kûtaîsîyê (weke hezarek) dijîn.

Kurdên Rûsîyayê bi erf-edet, deb û rabûn-rûniştina xwe va ji kurdên nîvkoçer, ku li Tirkîyê û Farizistanê dimînin, kêm têne cudakirinê. Wana hetanî niha jî jîyana xwe ya eşîrtîyê parastine, lê di wî alî da ji eşîrên kurdên ku li ser axa kal û bava dijîn, cuda dibin. Di nav kurdên herêma Yêlîzavêtpolê da eşîrtî hema bêje ne maye, ji ber ku kurdên vira weke sedsaleke bin hukumê Rûsîyayê da nin û li ser wan ew kurd jî zêde bûne, ku ji Azirbêcanê, xantîya Êrîvanê û heta ji paşalixîya Qersê jî, hatine. Niha kurdên Yêlîzavêtpolê pareveyî li ser qebîlan dibin û wana an navê gundê xwe li xwe kirine, an jî navê zozanên xwe. Li herêma Êrîvanê eşîrtî maye û kurd heta niha jî xwe li erf-edetên kal-bava digrin. Eşîrên li vira dijîn evên han in: Celalî, ku merivên wan him li Farizistanê, him jî li Tirkîyê dijîn, Redikî, Cemedî, Dalkeyranî. Di wextê da ev eşîretên mezin bûn, lê niha tenê perçekî wan yê biçûk li gundên herêma Êrîvanê dijîn. Li herêma Qersê piranî kurdên ji eşîra Keskanî dijîn, û perçekî wan piştî şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da cîguhastî Tirkîyê bûye. Niha ji wê eşîrê hinek li gundan dimînin, pareke wan ji qebîlên Cemedî û Zîlan in, ku ew jî dikevine nava eşîra (êla) Keskanîya.

 

Kurdên herêma Yêlîzavêtpolê ji hemû kurdên Rûsîyayê yên mayîn lap hatine birînê, ji ber ku di navbera wan û kurdên herêma Êrîvanê da riya 130-150 kîlomêtra heye û ew rêyên çiyayî û bi kevir û kuçika va ximximî usa xirab in, ku rê-pêge li wan nakevin.

Ji ber ku ew kurd dûrî meydana şerê me yê bi Tirkîyê ra nin, kemala wan ya sîyasî ji bo me tune û di şerê me yê bi Farizistanê ra jî wê tunebe, ji ber ku ew li warên herêma Yêlîzavêtpolê yê herî dûr û derez da dimînin û di hêla eskerî da jî rola wan wê qet tunebe. Ewana li vira li ser axa (bi beraya 20 heta 40 kîlomêtra û bi dirêjaya 140 kîlomêtra dimînin) herdu alîyên xeta riya sereke dijîn, ku ji çavkanîya Bergûşêtê ya ji çemê Erez destpê dibe, diçe heta çiyayên Hînal-daxê, ango heta deverên Zangêzûrê û Cewanşîrê. Xênji van dera, ew bi qebîlên biçûk va herwiha li bakûrê deverên Cebraîlê û Arêşê jî dimînin. Ev hemû kurd nîvkoçer in û havîna diçine zozanên Qerebaxê. Perçekî wan yê biçûk havîna û zivistana li deşta der û dorê Erez, besta Bergûşêtê û Ekarê derbaz dikin. Bi dînê xwe va tenê perçekî kurdên herêma Yêlîzavêtpolê şiîya ne, yên mayîn sunnîne. Ev kurd bi teterên şiîya û bi ermenîya ra (ermenî cînarên wan in û li gelek ciya ew nav hev da dimînin) bi awakî aş dijîn û di navbera wan da tu cara dijminaya dînî tunebûye. Kurdên Yêlîzavêtpolê rûsa hema bêje qet nas nakin, ji ber ku binecîyên rûs li van dera tunene û karmendên rûs jî ew degme dibînin, ew jî tenê prîstav û vêtêrînara û ew jî ne hertim e, ku bi esilê xwe va rûs in. Ji ber ku vira qereqolên polîsa gelekî mezin in û rêyên navçeyên, ku kurd lê dimînin jî ne gelekî baş in û zivistana jî ew rê têne girtinê, lema jî kurd salê carekê prîstav dibînin, ew jî tenê wî êaxî, eger belake mezin hatibe serê kurda, an jî dikare bê serê wan. Ewana vêtêrînara (beytar) zêdetir dibînin, ji ber ku ew havîna têne vira bona pêşîya nexweşîyên heywana bigirin, lê ji ber ku ew vêtêrînar dema lazim bibe heywanên wan serjê dikin (eger nexweş bin), ew jî zêde nayên van dera, ji ber ku kurd qebûl nakin, ku heywanên wan bêne serjêkirinê.

Di vê rewşê da piranîya kurdên herêma Yêlîzavêtpolê hema bêje hukumê dîwana rûsa li ser xwe texmîn nakin, derheqa rûsa da hema bêje tiştekî nizanin, û qet xema wan jî nîne, ku ew di bin hukumê kê da nin. Sebeke wê yekê jî nexwendîtîya wan e(1).

Bi vî awayî, di dema şerê me yê bi Farizistanê ra rola kurdên herêma Yêlîzavêtpolê ji me ra ewqas e, çiqas ku yên binecîyên musulman yên ewê herêmê. Dê hêla sîyasî da ew ji teterên şiîya yên xantîya Qerebaxê amintir in, ji ber ku sunnîne.

Preçekî wan, ku li deşta der û dorê Erez dimîne, karê kontrabandayê dike, carna jî qaçaxîyê dike. Di dema şêr da ew karê wan xuya ye wê zêdetir bin, lê cezayên di dema şêr yên giran wê wana mecbûr bikin, ku ew rehet bisekinin.

Rol û kemala kurdên herêma Êrîvanê û qeza Qersê zêdetir in, ji ber ku ew li wan navça da dimînin, ku şer wê li wan dera biqewime û ew navçe jî cînarên wan navçeyên Tirkîyê ne, ku kurd lê dimînin û ji kurdên me û Tirkîyê gelek kes merivên hevin û dînê wan û tirka jî yek e, ji ber wê jî tirka gelek cara hewil dane kurdên me bînine alîyê xwe, bona ew bikevine nava alaya siyarîyan ya Hemîdîya.

Di qeza Qersê da kurd dikine zêdeyî 17%ê hemû binecîyan. Piranîya wan li deverên Qaqizmanê û Erdehanê dimînin, ku ser sînorên mene, hinek jî li deverên Oltînê û Qersê dimînin.

Li herêma Êrîvanê kurd dikine weke 6%ê hemû binecîyan, piranîya wan li deverên Surmelîyê û Êçmîadzînê dimînin, ku ser sînorê mene, hinek jî li deverên Alêksandropolê, Êrîvanê, Şarûr-Derelegezê û Naxçiwanê da dimînin.

Piştî ku herêma Qersê kete nava axa Rûsîyayê, gelek kurdên bi nav û deng bi kurdên bin hukumê xwe ra tevayî koç kirine Tirkîyê, ji ber ku ew bona wê yekê ji dîwana Rûsîyayê xeyîdî bûn, ku ewê erf-edet û jîyana eşîrtîyê ya kurdan nas ne dikir. Di nav wan kesan da, ku koç kiribûn, merivên usa hebûn, wek Reşîd begê Keskanî û Hesen xan (ji eşîra Badelî), ku dewa serokatîya li kurdên bin hukumê xwe da dikirin, lê dewsê ewana mecbûr mabûn hukumê xwe bi karmendên polîsa ra parevekin û ji wan karmendan jî ser demeke dirêj piranî ermenî bûn û wana jî her car nîbû, ku bi çevekî dilbaristan li hemû musulmana, xwesma jî kurda, dinihêrîn. Ev yeka femdarî ye: Ev herdu gel bi sedsala dijminaya hev dajon û em wê jî bêjin, ku kurdên bin hukumê Tirkîyê da fêrî wê dijminayê bûne. Lê dema ji wan kurda hemwelatîya xwe ya Tirkîyê bi hemwelatîya bi Rûsîyayê ra diguhartin, tam diketine bin hukumê ermenîya da û ew jî di wan dema da dibû, ku dijminaya di navbera wan da di dema şêr da gurrtir û geştir bûbû.

Tirk bi çevekî ciddî li kurdên me mêze dikirin, axên rêj (ekindar) û zozanên baş didane wan hemû kurda, yên ku ji bal me çûbûne wira û tirka di salên 90î da destpê kiribûn di nav wan kurda da agîtasyoneke mezin dikirin, bona zêde kurd derbazî alîyê wan bin. Dema tirka destbi damezirandina alayên Hemîdîya kirin, hewil dan hemû kurdên qeza Qersê û herêma Êrîvanê derbazî Tirkîyê bikin û bikine nava alayên Hemîdîya. Serokatîya tirka dema li kurdên ji bal me çûyî mêze dikir, dihate ser wê bawerîyê, ku kurdên me, xwesma yên qeza Qersê ne bi dil û can dixwestin biketana nava alayên Hemîdîya, ji ber wê jî hewil dida bi hedya û dayîna axên baş va dilê wan bikire, ji ber wê jî kurdên ku bal me mabûn, bi lez ne diketin derbazî Tirkîyê bibin, yên ku dixwestin jî, hewil didan ji hukumeta rûsa destûrê bistînin, paşê herin(2).

Dema ermenîya serî hildan, agîtasyona tirka zêdetir bû. Tirka nêt danîbû pêş xwe, ku kurdên Rûsîyayê li ser wan axa bi cî û war bikin, ku ermenîyan hîştine û çûne Rûsîyayê. Çend casûsên tirka û çend kurdên Rûsîyayê yên bi nav û deng ev fikir di nav kurda da bela kirin.

Bona em pêşîya van yeka bigrin û nehêlin, ku kurdên me herine Tirkîyê, hate biryarkirinê, ku van mecala bi kar bînin: 1) çavdêrîya li ser sînorê me bi Tirkîyê ra bidine zêdekirinê, bona nehêlin, ku kurd bi serî xwe derbazî wî berî sînor bin. 2) di sînorên me da li ser kurdan kontrolîyê bidine xurtkirinê. 3) hindava hin kesan û eşîran qanûnên berk bi kar bînin û 4) hedya bidine serekeşîr û giregirên kurda yên bi nav û deng, ku ew hindava hukumeta me da diha amin bin(3). Xênji wê, hatibû biryarkirinê, ku di nav eşîrên kurdên herêma Qaqizmanê û deverên Surmelîyê û Êrîvanê da karmendên me hebin û maeşê wan jî gerekê serokatîya li wira bide.

Bi saya serê van mecala, çûyîna kurdên me berbi Tirkîyê ne sekinî, lê hema gelek kêm bû. Kurd îdî kom bi kom ne diçûn, lê tenê hinek kes bi awakî surî xwe li sînor dixistin, derbaz dibûn û ew jî ew kes bûn, ku hurmeta wan bal me ketibû, an jî ebûra wana bal me ne dibû û ji xwe ra hesab kiribûn, ku eger di alayên Hemîdîya da qulix bikin, rewşa wan ya aborî wê baştir bibe.

Lê dîsa jî ji tirka ra li hev hat hinekî planên xwe bi ser xînin, ji ber ku em ji sedî sed zanin, ku gelek kurdên ji herêma Êrîvanê û qeza Qersê ketibûne nava alayên Hemîdîya. Niha jî navê wan di nav navnîşa şervanên alayên Hemîdîya da nin.

Lê em gerekê li xwe mukur bên, ku kurdên Rûsîyayê ne mecbûrin jî xwe bi Rûsîyayê va bidine girêdanê.

Ew koçerên nîvbeyanî, ku heta niha jî bi jîyana eşîrtîyê ya kevnare va dijîn û medenîyet li ser wan tesîr ne kirîye, ji binecîyên mayîn pir cuda dibin. Bona wana cûrê serkarîkirina me û cûrê dadê (mehkemê) xerîb in, ne hinkûfî jîyana wan in. Lêgerînên me yên ku berî mehkemekirinê dibin, gazîkirina şeda (kesên ku şehadatê didin), ku piranî gelekî dûr dijîn, nekarebûna serokatîya me, ku daxazên kesê ziyanêketî razî bike,- ev hemû dibine sebeb, ku di nav binecîyên kurd da neaminaya hindava hukumê me da peyda dibe û ew jî dibe sebebê wê yekê, ku gelek cara yê gunehkar cezayê xwe naxwe. Di nav kurda da hetanî niha jî jîyana bi cûrê eşîrtîyê maye û rast e, gorî qanûnê di gunda da jî mehkeme hene, lê ew kêm cara berê xwe didine wan mehkema, tenê dema gelek mecbûr bibin, şikyatê xwe li wana dikin. Gelek cara bona safîkirina pirsan ew kurd berê xwe didine merivên ji eşîra xwe yên aqilmend û zane û bêy ku berbirî me bibin, meselên xwe hel dikin. Gelek cara herdu alîyên şikyatvan bi biryara wan mirovan ra razî dibin.

Kurd, ku bi temamî nexwendî bûn, qeyde-qanûn ber serê wan ra derbaz ne dibûn, û di nav wan gela da diman, ku serdest in, xwe xerîb texmîn dikirin û di hêleke mayîn da jî ji alîyê binecîyên pirî-hindikî pêşketî dihatine zêrandinê, xwesma ermenîya, ku axa kurda zevt dikirin, lê paşê jî bi destî mehkemê ew li xwe helal dikirin. Kurd, ku gerekê teslîmî qeyde-qanûnên dewletê bûna, lê ji ber ku zêde zane nîbûn (xwesma kurdên herêma Êrîvanê, li ku serokatîya eskerî-gelêrî tunebû), nikaribûn xwe biparastana, qanûnên dewletê derxistana himberî kesên, ku zordestî li wan dikirin, û hema bêje di dema her nerazîbûnekê û hucetê bin diketin, xwesma ku ew nerazîbûn di navbera wan û binecîyên riat, xwesma jî ermenîya da peyda dibûn. Di van şerta da, femdarî ye, ku ji bo kurda serkarîkirina taybetî lazim e, ya ku gerekê hemû taybetmendîyên wan bida ber çeva, bi erf-edetên wan ra hesab rûnişta, da ku bikaribûya serkarî lê bikira. Ji bo kurda serokatîke usa lazim e, ku ne tenê serkarîyê li wan bike, lê herwiha ji wan ra bibe şêwrdar û rênîşandar. Serkarîya bi wî awayî dikaribûn bidana destê prîstavê taybetî yê ji bo karê serkarîkirina kurda. Hela di sala 1893a da welîyê Êrîvanê pêşnîyareke usa kiribû, lê ew pirs heta niha jî nehatîye safîkirinê. Tu şik tune, ku eger merivekî usa rast bihata hilbijartinê û bi xwe rûs bûya jî, wê him ji kurda ra, him jî ji dewletê ra kareke mezin banîya û wê bi demê ra di nav kurda da hizkirina berbi Rûsîyayê û rûsa peyda bûbûya.

Hela di salên 50î da me texmîn kiribû, ku ji gelê kurd ra serkarîkirineke taybetî lazim e. Wî çaxî serhing Lorîs-Mêlîkov projeya taybetî ya ji bo serkarîkirina gelê kurd amade kiribû(4).

Mecala duda, ku em bikaribin armancên xwe bi ser xînin, ew e, ku bona kurda dibistana vekin. Ji hesabdayînên welîya, ku her sal didin, xuya dibe, ku hemû kurd nexwendîne (xênji çend kesa) û bi rûsî jî nizanin. Niha li Kavkazê di dibistanên xwendinê yên destpêkî û navîn da tu kurdek tune. ew jî ji dest wê yekê ye, ku kurd destteng in, nikarin xercên ji bo dibistanê bidin. Lê gerekê em wê jî bêjin, ku wek ku di hesabdayîna harsale ya welîyê Êrîvanê da hatiye destnîşankirinê, di nav kurda da gelek kes hene, ku dixwezin bixûnin, û hinek serekeşîr ji navê eşîra xwe berbirî dîwanê bûne, bona bi kîsî xezîna dewletê ji bo kurda dibistana vekin.

Dibistanên usa wê alî kurda bikirana, ku ew derheqa Rûsîyayê da rastîyê bizanibin û wê nehîşta, ku ew deng û basên vir û derew, ku casûsên tirka di nav kurda da bela dikin, cîyê xwe bigirtana. Xênji wê, nisleta dû ra wê îdî ji pêşîyên xwe aqiltir bûya û wî çaxî cînarên wan yên ji wana xwendîtir, xwesma ermenî, wê nikaribûna zordestî li wan bikirana.

Lazim e em bidne kivşê, ku kurd piranî ji dest jîyana xwe ya di hêla aborî da xirab mecbûr man bar bikin, herine Tirkîyê. Xwesma kurdên qeza Surmelîyê van demên dawî gelek belengaz bûbûn. Ew jî di rûyê wê yekê da bû, ku me sînorên xwe yên bi Farizistanê ra rind ne parastibû û ji ber wê jî ji wira û xwesma jî ji Tirkîyê gelek qaçax û cerd davîtine ser kurdên me, ew talan dikirin. Bi destpêka baharê ra, dema belekî dikevine çiya û rê û dirbên Girîdaxê ji berfê vedibin, gelek qaçax û cerd derbazî alîyê me dibin û xelqê dişêlînin, xwesma kurdên deverên Surmelîyê û Êrîvanê ji wê yekê ziyaneke mezin ketin û zirareke mezin kişandin, ji ber ku piranîya wan heywan xwedî dikirin û zozanên wan jî li berpalên çiyayê Girîdaxê da bûn û li ser sînor bûn. Heta van demên axirîyê jî tu kesî wan kurdên me ji qaçax û cerda ne diparast, ji ber wê jî sal ser salê heywanên wan hey diçûn kêmtir dibûn, lema jî gihîştine roja îro, ku ji neçarîyê berê xwe didine wî alîyê sînor. Rewşeke ne normal hatibû sazkirinê û kurda riya derketina ji wî halî nikaribûn bidîtana. Hemû kurdên Tirkîyê çekdar in, lê yên me destevala ne, bêy çek in, ji ber ku li wan qedexe kirine çeka xwey bikin û ew qedexekirin tiştekî normal e û ne tenê ji bo kurda ye, lê di hêla mayîn da, me ne çek dida kurda, ku ew xwe biparêzin, ne jî me ew diparastin. Ev yek tesîreke mezin li ser pêwendîyên kurda bi rûsa ra dikir, kurda bawerîya xwe bi hukumê rûsa ne dianîn. Di nav gelên Asîyayê da qedirê hêz û zorayê rind zanin û ew di nav jîyana rojane da hema bêje faktora here sereke ye. Kurda nikaribû fêm bikirana (li kurda xerîb dihat), ku dewleta bihêz nikare hemwelatîyên xwe ji destdirêjayên qaçaxên dereke biparêze. Kurd îdî di hêza dewletê da şikber bûn, dewlet ber çevê wan reş dibû, ji ber ku ewê hemwelatîyên xwe bê çek dihîştin, davîte devê gura û bi xwe jî nikaribû ji êrîşkirinên cînarên xêrnexwaz û neyar biparasta. Ew mecalên, ku Rûsîyayê danîye pêş xwe bona parastina sînorên me (di demên havîna da emê eskera bişînin bona ew parastina sînora da alî sînorxweykira bikin) û ew û hukumeta tirka li hev hatine hevraxeberdana derbaz bikin bona bi tevayî wan sînora biparêzin, wê alî wê yekê bikin, ku rewşa aborî ya binecîyên ser sînor xweştir bibe, di nav wan da ya kurdan jî, û bi wê yekê va emê nerazîbûneke wan ya hindava xwe da ji kokê va rakin.

Eger em wan hemû gotinên xwe yên derheqa wê yekê da, ku em çawa bikin kurda bi Rûsîyayê ra bidine girêdanê, ser hevda bînin, emê bêne ser van bîr û bawerîyan: 1) ew hemû firsendên, ku hedya û maeş bidine kurdên bi nav û deng, bergê tiştekî nagirin, ji ber ku ew hemû hedya û perên, ku em didine axayên eşîra, nikarin dewsa wê zirarê bigirin, ku ji dest cînarên neyar digihîje gelê kurd. Ew hemû hedya tenê dikevine kîsê kurdên navdar û malbetên wan, wek malbeta Şemşedîna. 2) ew mecal wê bi ser ketana, eger ew bona xweşkirina rewşa kurda ya aborî bûna, ango a) serkarîkirineke taybetî hebûyya, bona kurda ji destdirêjayên cînarên diha pêşketî biparêzin. b) bona kurda dibistana bidine vekirinê, bona ew xwendî bin û bikaribin Rûsîyayê rasttir fêm bikin. c) her firsenda bi kar bînin bona kurd bi xwelîyê va bêne girêdanê. e) wana ji destdirêjayî û êrîşên ji alîyê Tirkîyê û Farizistanê biparêzin.

Eger em vegerine li ser pirsa derheqa wê yekê da, ku gelo di dema şerê me yê bi Tirkîyê ra kurdên Êrîvanê û Qersê wê xwe li kîjan rêyê bigrin, lazim e bidne ber çeva, ku bin destê me da malûmatî hene, ku kurd him bi çevekî baristan li hukumê Rûsîyayê dinihêrin, him jî bi çevekî xêrnexwazîyê. Wek mînak, li hinek hesabdayînên welîyê Êrîvanê da salix hene, ku kurd hertim derheqa aminaya xwe hindava hukumeta rûsa da dibêjin û hazir in bi şerefî qulixî (xizmetî) wê bikin. Xênji wê, zabitên rûs, ku çend cara li ser sînor bi tirkan ra pev çûne, dibêjin, ku kurdên Rûsîyayê di wan pevçûna da gelek cara piştgirîya dîwana me û eskerên me kirine û heta carna jî mirina xwe dane ber çevên xwe û birîndarên me ji nava agirê şêr derxistine.

Lê di hêleke mayîn da jî, wek me li jorê gotîye, em wê yekê jî ji sedî sed zanin, ku gelek kurdên me di nav lîsteyên alayên Hemîdîyê da nin.

Eger em van îzbatîya bidine ber hev, em dikarin bêne ser wê bawerîyê, ku eger di navbera me û tirka da şer derkeve, em gerekê çevê xwe ji kurdên xwe dûr nexin, û eger em qe na hinekî texmîn bikin, ku niyêta wan heye derbazî alîyê tirka bibin, em gerekê ber tu tiştî nesekinin, da ku bikaribin wana bînine rayê û pêşî li ber her daxazeke wan, ku herine pişta tirka, bigrin.

Lê cûrê herî baş, ku em bikaribin kurdên xwe bin tesîra xwe da bihêlin û hela kurdên Tirkîyê yên ser sînor jî bînine alîyê xwe, ew e, ku eskerên me nişkêva û bi lez ji sînor derbaz bin, pêşî qe na siyarîyên me, û sencaqên Tirkîyê yên ser sînor bixine bin destê xwe. Wek ku cêribandinên şerên buhurî dane xuyakirin, bi êrîşa wî awayî emê bikaribin sînorên xwe ji destdirêjayên qaçaxa û cerdên kurdên Tirkîyê biparêzin. Wê demê kurdên Rûsîyayê wê îdî gazinê xwe ji me nekin, ku ji rûyê şêr da ziyaneke mezin digihîje wan, û usa xuya ye, ku ewana wê wek şerên salên berê bêne pişta me, wê alî me bikin bona em bikaribin bi kurdên Tirkîyê ra jî bikevine nava pêwendîyan, bona em bikaribin ji wana xurek peyda bikin seba eskerên xwe û herwiha emê ji nav wana hin kesan hilbijêrin bona ew ji rewşa tirka malûmatîya bighînine me.

Lê paşê, ew şer dikare bibe bela serê me, ji ber ku gelek kesên serhişk, ku di nav kurda da jî gelek in, wê destbi qaçaxîyê, talana, şêlandina bikin. Ji ber wê jî em gerekê wî hesabî jî ji xwe ra bikin, û usa bikin, ku wana ji bo kara xwe bidine xebatê û berê wan kesa bidine neyarên xwe. Ji bo serxistina vî karî jî firsenda here baş – ew milîs in. Emê kurdên, ku mêla wan ser dizîyê û qaçaxîyî ye, bikine nava cêrgên milîsa, û ewê bi dil û can bikevine nava desteyên milîsa, ji ber ku ji wan ra firsenda talankirinê ya bê ceza saz dibe.

Sazkirina desteyên milîsa wê guhdarîya van kesên nerehet ji tevlihevîyan dûr bixe, ewê alî me bike, ku em diha xwebawer şerê xwe bikin. Di alîkî mayîn da jî ew desteyên milîsa wê bibine sebeb, ku kurd hindava me da diha amin bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev