ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ -3

ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ -3

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedşêstûşeşan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Îro emê beşa sisîyan a berhema bi sernavê ”ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

 

Kamûsî Kêcan û Eçkapûs têne kuştinê (dûmayîk-2)

 

Gêwo serê rexşê xwe girt,

Jorda serkêş kir, hate xar,

Çû nava leşanda,

Tê fikirî nale-nalek tê,

Çû ser, eva birayê wî Royîl.

Go: -Gêwo, tu di çi dikî?

Go: -Behrem hatîye dû tajanê xwe; dîyar nake.

Royîl go: -Min hind bihîst,

Go: “Ax Tecavî”.

Go: -“Îhe, xudanê şev-rojan

Tecavî Behrem kuşt”.

Gêwo xwe terkelibas (kincguhêrî) kir,

Çû nava Tûranyan,

Çû çiqas xweşmêr, pelewanêd Tûranyan hebûn-

Berev bûbûn nîveka deştê,

Bi xwe qise dikirin,

Qisa kuştina Behrem dikirin.

Hinan go: -Heyfa (mixabin) Behrem,

Destê wî sebebî hate kuştin,

Bila destê Eçkapûs bihata kuştin,

Bila destê Kamûs bihata kuştin.

Gêwo go: -Neyarîye, kî bike, yeke.

Hinan ser milê xwera li Gêwo zivirî,

Go: -Sêwîyo, ezê niha pihînekê li zikê tedim,

Rûyê te bê ber pîyê te.

Hinan Gêwo nas kir.

Gêwo derbaz bû, çû nav çadiran,

Tê fikirî, şivêta mêhirgîyê (moz)-

Pelewan diçin nav çadirê, derdikevin.

Go: -Xwedê-pêxembera, ji çadira vî sebebî Tecavî pêva (bihêztir) nîne.

Nêzîkî çadirê bû.

Çevê Tecavî li Gêwo ket,

Kir ku bireve,

Gêwo bezî, destê xwe li sepeta sîngê wî xist,

Heta anîşkê destê Gêwo çû di sepeta Tecavîda.

Danî ser milê xwe,

Şûrê xwe ji kalan kişand,

Jorda di nav ordîyêda dakete xar.

Fêriz pelewanan teybîra xwe kirin,

Dîtin, ku herine pêşiya Gêwo,

Hinan got: -Bi ezet û celaleta xwedêkim,

Nîsanê ji dest Gêwo here,

Ezê tamar bi kelpetana nav milê xwe bikişînim.

Hirçe birîndare, bira bibe birîna xwe pê bikewgirîne.

Gêwo Tecavî anî ser leşê Behrem,

Go: -Behrem, xalo, me kengê te kirîye bêbextî?

Go: -Ax, Gêwo, tu dihêlî hêj dengê vî seyî di guhê minda biçît.

Gêwo Tecavî bire wî milî,

Sola ber bizmar çû ser serî,

Hemû mejû di guhada hate xar.

Hêjîr, Royîl birayê xwe kirine bendekê,

Behrem kirine nava bar,

Hildan, hatin nîveka hevrazî.

Behrem jî emir da hazira.

Hêjîr, Royîl hatin bin çadirê, gotin

Bêjen, go: -Va kaxez bibe bide padşê.

Behrem Hêç hate kuştin,

Bira Tûs ji zîndanê berde,

Verêke, Sermezinê Îranê rabe,

Heker na – bi xwedê û pêxemberan,

Sivê wê padşê bigrin,

Bêdera kevir pê bidine kirin,

Teybîrekê bira bike.

Bêjen li hespê xwe siyar bû,

Qesta padşê kir,

Padşê dûrbîn danî, deştê nihêrî,

Ka çi xeber ji şêr tê.

Dûrbînêda temaşe kir,

Têda xwarzîyê Rostem

Siyare, ji wêva tê.

Bêjen çû hespê xwe tewlexanêda girêda,

Çû eteka padşê, silavek da padşê,

Padşa go: -Xwedê xêrke,

Weyseta şêr bo min bike,

Ka we çi namûs kirîye?

Tu bo min bêje, Behrem tenê bo min saxbe,

Kî hatîye kuştin, dilê wîye.

Go: -Padşahim xweşbe, sed carî bi serê te,

Tecavî kire bêbextî, lêda Behrem Hêç kuşt.

Dema wakî got, qudûmê padşê şikestin,

Çevê padşê pelemîsk dan,

Dezmalek ji berîya xwe deranî,

Herdu çevê xwe paqişkirin.

Go: -Welleh, kuştina Behrem li min bû xîret,

Heker na, min Tûs ji zîndanê bernedida.

Herin Tûs ji zîndanê berdin.

Çûn Tûs ji zîndanê berdan,

Hezar pênsid pelewan li mala Tûs mabûn.

Çekma zêrîn kişandin lingê Tûs,

Alagêwane hilanîn dane ser milê Tûs,

Qesta şer-dewên giran kir.

Jinêd Goderzyan û Evezyan

Xwe di reş û şînda dan,

Gel kurê Behrem.

Bêjenê xwarzîyê Rostem kete pêşiyê,

Gel herdu şahzadêd padşê,

Qesta Zabilê kirin.

Rostem bihîstîye ser Îranê şere,

Lê enirîye, ketîye Zabilê.

Rostem dûrebîn danî, li deştê nihêrî,

Go: -Xwedê xêrke, jinêd Goderzyan û Evezyan

Gel herdu şahzadê padşêne,

Gel Bêjenê xwarzîyê minin,

Ser minda hatin.

Xwedê xêrke, çi qewimîye?

Wê raxistinê ji odê rakin,

Raxistineke armîş bavêne odê.

Herçî jin bûn, çûne alîyê herêmê,

Herçî herdu şahzadê padşê bûn, gel Bêjen

Çûne eteka padşê-patek avêtin.

Rostem ji berva rabû,

Herdu şahzadê padşê bir danî cîyê xwe,

Go: -Şahzadêd padşê min,

Qiseta şer ji bo min bikin.

Şahzadê padşê gotin:

-Pirsa ji xwarzîyê xwe Bêjen bike,

Ew ji şer tê.

Go: -Bêjen, qiseta şer bo min bike,

Ka we çi namûs kirîye?

Tu wê bo min bêje,

Behram tenê bo min saxbe,

Yê din kî hatibû kuştin, dilê wîye.

Go: -Sed car bi anîya te,

Behram hate kuştin.

Rostem go: -Sê adê xwedê bi min ketine,

Pişt kuştina Behrem, îdî ez tu car, tu dehwan nakim.

Çevên Rostem pelemîsk dan,

Dezmalek ji berûya xwe deranî,

Herdu çevêd xwe paqişkirin,

Cîyê xweda rûnişt.

Babê wî Zal, zarîn hatê,

Go: -Rostem, kurê min,

Wekî jin têne xûnan, xûn betal dibin,

Îran heyfe, xirab neke.

Rostem go: -Sê adê xwedê li min bikevin,

Pişt kuştina Behrem, îdî tu şera, tu dehwa nakevim,

Heker Zabilê jî bi serê minda bînin.

Tenê cîyê xweda rûnişt.

Rostem temaşekir pişt dêrî,

Go: -Bêjen, eva kurê kêye

Li ber dêrî rûniştîye?

Go: -Kurê Behreme.

Rostem rabû ser xwe,

Kurê Behrem anî danî ser çoka xwe.

Go: -Kurê Behrem, bixweze, çi bidime te?

Go: -Xalo, ez hatime, tu herî tola (heyfa) babê min.

Hêrsa Rostem rabû, pûrta serê wî giz bû,

Her mûk bû çawa kêranek,

Çermê serî qulkirin,

Mû sê buhusta da der.

Dezmalek ji berîya xwe deranî,

Avête ber diranêd xwe,

Zîç-zolkir avêt, kire gazî:

-Frûxt û rexş û razîn.

Rexşê-Belek deranîn,

Zînê zêrîn lê danîn,

Gurz, tîr-kevan li qarpûzê danîn.

Gurzê Rostem hezar pênsid şêst û şeş xundkar bû.

Ew jî li qarpûza zînda danîn.

Rostem go: -Xêbeta jengarî bêxin.

Xêbeta jengarî êxistin,

Barkirine ser deva.

Go: -Sazê dêwa bînin.

Gazî katiba kirin,

Kaxez nivîsîn,

Eskerê xwe civandin.

Hezar pênsid pelewan ji mala Guloyê Zero hatin,

Hezar pênsid pelewan ji mala Qîrûn hatin.

Hefsid hezar ji mala Rostem derket.

Go: -Berê xêbeta jengarî bidine şêr û dehwêd giran,

Sazê deva li pêşiyê bikutin.

Herçî esker verêkire şer.

Rostem hemayîla zêr û zîv

Rast û çep li ber xwe danî.

Babê wî Zal hat gihîştê, go:

-Here, milyaketek li ber tebe, yek li piş te be.

Rostem go eskerê xwe, go: -Hûn herin,

Ezê herim xatirê xwe ji padşê bixwezim,

Paşê bêm.

Rostem qesta padşê xwe kir,

Padşa riya sê seheta dûr çev bi Rostem ket,

Padşa bi tena gora ber Rostemda hat.

Rostem go: -Ya Serbilindê Îranê,

Herkê tu sê rojî din jî ji Zabilê ranebûyayî…

Padşa xencereke kalan zêr ji ber xwe deranî,

Kire ber pişta Rostem.

Go: -Here, melekek li ber te be, yek li piş te be.

Rostem serê Rexşê xwe berda,

Qesta şer û dewêd giran kir,

Hate serê girê Lêwanîn,

Xêbeta jengarî li wê dan,

Go: -Kuro, sazê deva bînin,

Ber derê xêbeta jengarî bikutin.

Em bêne ser qiseta Tûranyan.

Padşayê (kaqayê) Çînê go:

-Dengê saz û deva guhê minda xweş tê.

Hinan go: -Padşahim xweşbe,

Wekî ji bona xudanê min dengê saz û deve nebe,

Ezê sivê hezar pênsid pelewana hilgirim,

Di nav Îranêda vegerim,

Wekî hûtê behra nikare bigere,

Min tu ji Çîn û Maçînê anî,

Ku bibî xudanê saz û deva.

Rostem rabû çû gel Tûs,

Hêja wê bikevine şer û dewê giran,

Bibe toz û dûman,

Wê bibe axirzemîn.

Padşê Çînê berê xwe zivirand Pîran,

Go: -Pîrano, te ji haj Îranê heye?

Go: -Yek dibên Rostik, zire, bêhinar,

Ew sazê deva ku tê kutan.

Hinan go: -Padşê min xweşbe,

Gelo nav Tûranyan pelewanek heye,

Here nav Îranîya, bigere, bibîne,

Ka Rosteme, yan na?

Hinan cilê xwe guhêrî,

Cilê Îranîya li xwe kir,

Qesta bin çadira jengarî kir.

Çû ber xêbetê, silavek da.

Silava Hinan vegirtin,

Teglîfa rûniştinê lê kirin.

Hinan cihê xweda rûnişt.

Bêhnekê qise kirin.

Belê, kes nas nekir Hinane.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev