31’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê

31’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê

HELEBÇE, BIRÎNA HEMÛ DEMAN!!!

16ê Adara 1988an li Helebçeya Herêma Kurdistanê hêzên rejîma dagirker a Iraqê Bees bi bombebarana kîmyayî di nava çend saetan da li Helebçeyê û derdora wê zêdeyî 5 hezar sivîl qetil kirin û nêzî 10 hezar kes birîndar bûn û seqet man. Piraniya qurbaniyan zarok, jin û pîr bûn…

Ji ser komkujiyê ra 31 sal derbas bûn. 20 balefirên rejîmê, mirin ji ser Helebçeyê de barandin. Li Helebçeyê ne tenê 5 hezar mirov, lê wîjdane mirovahiyê jî qetil bû. Ev ne tenê qirêjîya Seddam Husêynê faşîst û dîktator bû, herwiha şerm û sûcê mirovahiyê bû jî.” Gelek welat hêj vê qirkirinê wek komkujî qebûl nakin.

Li ser rûyê erdê ew cara yekem bû ku dewletekê, di nav sînorê xwe de çekên kîmyeyî bikar anî. Bandora gaza kîmyeyî ya ku di wê demê da hatibû bikaranîn hê jî li ser mirovan û herêmê dewam dike. Bi hezaran jin û mêr ji ber wê gazê nikarin bibin xwediyê zarok. Li Helebçeyê ji malbetan sedî 90ê wan di êrîşa bi çekên kîmyeyî da merivên wan hatin kuştin. Gelê Helebçeyê hê jî birîndar e û ji bo ku birîna wan bê kewandin heta niha gaveke berbiçav nehatiye avêtin.
.

.

Di destpêka salên heştêyî da rêjîma dagirkar ya Iraqê 8 hezar enfal bi saxî binax kirin. 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182 hezar sivîl bi awayekî hov li çolistanên başûrê Iraqê kuştin. Zedetirî 4 hezar gundên Kurdistanê wêran kirin.
Komkujiya ku li Helebçeyê hatiye kirin yek ji mînakên herî mezin ên tawankarîyên sedsala 20an e.

Piştî 31 salên jenosîda Helepçeyê, gelê Kurdistanê niha jî rastî komkujî, qetlîam, kuştin, neheqî û wêraniyan dibe. 3ê tebaxa sala 2014 an bû, ku li Şengalê li ser gelê me yê Êzidî komkujî pêk anîn. 16ê cotmeha 2017an Kerkûk ji alîyê neyaran û bi alîkarîya xiyaneta beşeke ji Kurdan ve careke din hate dagir kirin. Sê sal berî niha komkujiyeke mezin li Cizîra Botan û beriya salekê êrîşa li ser Efrînê pêk hat û heta îro berdewam e.

Mixabin, heya niha jî temamî komkujiyên li ser kurdan hatine kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên navdewletî da nehatine qebûl kirin.

Dewletên Îranê û Tirkîyeyê, Iraqê û Sûriyê ji bo ku miletê kurd, gelê Kurdistanê tu maf û azadiyan bi dest nexe, ji bo ku tu statuyeke siyasî bi dest nexe, bi plan û stratejiyên pir alî, hevkarîya xwe didomînin. Civaka navnetewî çawa her car, çavên xwe ji ber van neheqîyan girtin.

16 adarê sala 1988 bû roja reş di dîroka gelê kurd da. Pênc hezar kes bûn qurbanî… Pênc hezar cara em sond dixwin: -Tu tişt nayê bîr kirin û tu kes nayê ji bîr kirin… Em berbi bîranîna qurbanîyên Helebçeyê bejina xwe ditewînin.

Bajarê Helebçe hê jî birîndar e, ew di dilê Kurdan de birînek vekirî, birîna herî mezin e, dibê em birînen xwe yên dîrokî bi tifaq û hişmendiya netewî bipêçin.

Em di 31emîn salvegera jenosîda Helebçeyê de, vê jenosîdê rûreş dikin.

Guhdaren delal, her ciqas kengê behsa Helebçeyê tê kirin, timê wêneyekî giran û dilşewat ya şehîdên qetlîyama hov û wêran tê ber çavê me: Dergûşa qîzîn li hembêza bavê da şehîd bibû… jehrê xewna wê lê birî. Navê wê Bihar bû… Temenê Biharê şanzde roj bû… Ev wêne berî 31 salan li tora medyayê cîhanê belav bû û bû sîmbola komkujîya Helebçeyê qetlîyama beîsafî û dijî mirovatiyê ya sedsala XX li cîhanê…

Bi girêdayî salvegera komkujiya Helebçeyê ra ez çend helbestan pêşkêşî ruhê şehîdên azadiyê yên hemû Kurdistanê dikim.

Di bernameyê da berhemên helbestvanên hêja: Mueyed Teyîb, Jîndar Daristan, Eskerê Boyik û kilama “Helebçe” ya Şivan Perwar cîh girtine.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev