ANALÎZEK DI DERBARÊ NETEWEYA KURD Û MEHA ADARÊ DE

ANALÎZEK DI DERBARÊ NETEWEYA KURD Û MEHA ADARÊ DE

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Meha Adarê yanî destpêka biharê ji bona neteweya kurd û Kurdistanê meheke gelek girîng e. Di wê mehê de neteweya kurd û Kurdistanê rojên xweş û ne xweş jîyaye.

 

WEFATA SEROK MELE MISTEFA BARZANÎ…

Vefeta Serokê Milî û Efsanewî Mele Mistefa Barzanî ji bona neteweya kurd rojeke tarî û hemgînî bû.

Serokê Miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî, beriya nûha 40 salan, di 1-ê Adar a 1979 an de li Emerîkayê encama nexweşiya pençeşêrê çû ser dilovaniya xwe. Hezar mixabin ji bona ku rejîma baasî li Iraqê û li Başûrê Kurdiatanê dom dikir, derfet nebû ku li Başûrê Kurdistanê û li Berzan bê veşartin. Loma jî li Rojhelata Kurdistanê (Îranê) hat veşartin. Piştî ku Başûrê Kurdistanê azad bû mezelê wî û îdrîs Barzanî neqilî Başûrê Kurdistanê û Berzan bû.

 

Dema Serok Mele Mistefa Barzanî çû ser dilovaniya xwe, zêdetir qiymeta wî ji bona miletê kurd û miletê cîran derket holê. Her kesî piştî mirina wî qal kir, ku çiqas aşitîxwaz e û ji bona çareserkirina pirsa Miletê Kurd aktorek girîng e.

 

Di vê merheleyê de jî, konsepta wî û rê û rêbaza wî girîng e. Loma jî li ser rê û rêbaza wî; li ser qerekter û exlaqa wî; li ser bîrûbaweriyên wî; li ser xeta wî ya siyasî û milî lêkolîn bi gelek cûran çê dibin.

 

Serok Mele Mistefa Barzanî ne bes serokê Başûrê Kurdistanê bû, ji hemû aliyên kurdan de wek serokekî milî hatibû pejirandin.

Ew di heman dem de serokekî navneteweyî bû. Dinyayê kurd bi wî dinasî.
Mele Mistefa Barzanî, kevneşopiya Şêx Ûbeydûllah Nehrî, Mîr Bedîrxan, Şêx Evdilselam, Şêx Mehmud Berzencî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî, Seyîd Rizayê Dersîmî, Qadî Mihemed bû.

Ew bû sedem ku ev kevneşopiya milî domdar be û bibe Dewleta Federe ya Kurdistanê.

Ew, bi hemû çîn û tebeqeyên civakî yên Kurdistanê û kêmneteweyan re li hev kirî bû.

Ew kesekî aşîtîxwaz û girêdayî pîvana xweparastinê bû. Loma jî şerxxwa nebû.

Wî, ciyê xwe li cem dinyaya demokratîk diyar kiribû.

Bila dîsa serê miletê kurd sax be.

 

OTONOMIYA KURDISTANÊ…

Di sala 1958an de li Iraqê darbeya leşkerî çê bû. Abdûlkerîm Qasim bû serokdewletê İraqê. Biryar da ku di makezagonê de guhertin çêke. Loma jî xwest ku Serok Mele Mistefa Barzanî vegere Iraqê û Kurdistanê.

Vegera Serok Mele Mistefa ji bona kurdên Başûrê Kurdistanê û hemû beşen din bû mîlad.

Dema ku makezagona nû li Iraqê pêk nehat, Şoreşa Milî ya Îlonê dest pê kir.

Otonomiya Kurdistanê, encama Şoreşa Milî ya îlonê hat ava kirin. Wek tê zanîn Şoreşa Milî ya îlonê di sala 1961î de dest pê kir û 10 salan bi şerekî dijwar domand.

Şoreşa Milî ya îlonê zora Rejîma Baasê bir. Di encamê de Rejîma Baasê mecbûr bû ku daxwazên neteweya kurd û serokê neteweya kurd Mele Mistefa Barzanî û partiya neteweya kurd PDKê bipejirîne.

Di 11ê Adara 1970yî de Otonomiya Kurdistanê hat diyar kirin. Ev roja li hemû beşên Kurdistanê bû roja cejneke milî. Lewra piştî Damezrandina Dewleta Kurdistanê ya Mahebadê kurd li welatê xwe rasterast dibûn desthilatdar û serwer.

Di demas Otonomiya Kurdistanê de Kurd hem li Kurdistanê desthilatdar û serwer bûn; hem jî li tevayî ya Iraqê desthilatdarî û serwerî bi ereban re parve kirin û hemû mafên milî yên Kurdistanê geş bûn.. Zimanê kurdî bû zimanê perwerdeyî û fermî.

 

DARBAYA LEŞKERÎ YA FAŞÎST…

Piştî ku serhildanên milî yên li Bakûrê Kurdistanê bi qetlîaman şikest xwarin. Li Kurdistanê ji aliyê civakî, siyasî, çandî, milî de demake tarî û reş dest pê kir. Kurd ji derveyî dîrokê û siyaetê hatin hiştin.

Di sala 1959an de piştî ku Serok Melle Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetan vegeriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê jî livandinek milî çêbû û encama wê livandinê Doza 49an derket holê.

Piştî Darbeya leşkerî ya 27ê Gulanê li Tirkiyeyê bi giştî rengê siyasetê û siyaseta rêxistinkirî hat guhertin.

Li Tirkiyeyê di siyasetê de rengê cûda: Avabûna Partiya Karkera Tirkiyeyê (TÎP) bû.

Rewşenbîrên kurd yên çep piştî demek di partiyê dest bi xebatê kirin. Nasyonalîstên kurd jî piştgiriya wan kir.

Kurdan di heman dem de bi riya komeleyên mehelî û kovaran xebata milî meşandin.

Di sala 1965an de Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (TKDP) ava bû.

Di sala 1969an de DDKO ava bûn.

Ew hemû xebat û avayî geşbûna tevgera milî ya Kurdistanê diyar dikir.

Di hemadem de li Tirkiyeyê Tevgera Çep jî pêş ket û xûrt bû.

Dewlet a Kemalîst ya Tirk, ji vê pêvajoyê û du tevgeran tirsiya, di 12ê Adara 1971an de darbeya leşkerî çê kir.

Darbeya leşkerî, darbeyeke  faşıst bû. Lewra li dijî tevgera çep û civakî ya Tirk bû.

Darbeya leşkerî, tevgereke kolonyalîst û nîjadperest bû. Lewra li dijî kurdan û Tevgera Milî ya Kurdistanê bû.

Di darbeya leşkerî de li kurdan zûlmeke mezin hat kirin.

Endam û berpirsên  PDK a Tirkiye/Li Tirkiyeyê, DDKOyan, TÎPê, DEVGENÇê, kurdperwerên serbixwe, mele, serok eşîr, axa, mîr, şêx, mixtar, dewlemen hatin hepis kirin. Ciza kirin.

Ez jî wê demê hepis bûm. Min jî cizeyeke mezin wergirt.

Darbeya Leşkerî, Bihara 1emîn ya Tevgera Bakûrê Kurdistanê kupiştî serhildana dest pê kir temirand. Lê dema ku Darbeya Leşkerî jiyana xwe tijî kir; Bihara 2emîn ya Tevgera Bakûrê Kurdistanê dest pê kir.

 

SERHILDANA MILÎ YA QAMIŞLOYÊ…

Di sala 2003an de Rejîma Baasê ya Iraqê hat rûxandin. Biryar hat dayin ku Iraq bibe dewleteke federal, Kurdistan bibe dewleteke federe. Wek tê zanîn wê demê kurd li welatê xwe desthilatdar bûn. Biryara dewleta federal da bûn. Li Kurdistanê parlamento ava kiribûn, hilbijartina serokêdewletê Kurdistanê û meclîsê pêk anî bûn.

Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ev guhertina bingehî bandora xwe li hemû beşên Kurdistanê çêkir. Bi taybetî jî tesîra vê guhertinê li Rojavayê Kurdistanê xwe diyar kir.

Gelê me, li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişliyê di 12 Adara 2004an de bi awayekî girseyî xwepêşandan li darxist. Hem ji Başurê Kurdistranê re piştgiriya xwe diyar kir û hem jî daxwazên xwe yên mîlî pêşkêş kir.

Di xwepêşandinê de Ala Kurdistanê û wêneyê serok Mesûd Barzanî hat bilind kirin.

Rejîma Baasê ya Sûriyeyê tehemulî vê yekê nekir. Bi awayekî gelek xurt û leşkerî êriş bir ser xwepêşandina milî.

Wê demê xwepêşandin bû serhildana milî.

Di navbeyna gelê me û Rejîma Baasê de şer çê bû. Gelek bira û xwişkên me şehîd bûn. Gelek jî brîndar bûn.

Ev roja hem rojeke pîroz û hem jî rojeke xemgîniyê ye.

Gelê me di salvegera serhildana milî de ( di 12ê Adara 2019an de) xwest ku li Qamişliyê û li hemû Rojavayê Kurdistanê şehîdên serhildana 12 Adarê bibîrbînin û ew roja pîroz bînin bira xwe.

Hezar mixabin çeteyên çekdar yên Rejîma Baasê û PKK/PYD bi hev re êrişî gelê me û Ala Kurdistanê kirin. Gelek bira û xwişkên me birîndar in û hepis in.

Divê em kurd ev êrişa Rejîmê û PKK/PYD rureş, teşhîr, protesto bikin, li hemberî vê êrişê derkevin.

Têbinî: Nivîsa min dê hefteyê bê de bi JENOSÎD Û QETLÎAMA HELEBÇEYÊ, CEJNA MILÎ NEWROZÊ Û ROJA LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ, ÎDAMKIRINA PÊŞEWA QAZÎ MIHEMED û BERPIRSIYARÊN DEWLETA KURDISTANÊ dê dom bike. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev