Mihemedê kurd û hin çîrokên din -31

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -31

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

De werin, em vegerim cem Feylesof Ziraccan û bala xwe bidinê ka çi dike. Xwendevan jî baş dizanin, feylesof gelekî ji Nuzhet uz Zemanê hez dikir û ew wek qîza xwe didît.

Heke bê bîra we, Nuzhetê gotibû hevalên xwe, gotibû min cil û bergên xwe winda kirine, ez nikarim bi we re werim, divê ez bi tenê bimînim û ji xwe re kincên nû bidirûm. Wan jî ew gotinên Nuzhetê ji Feylesof re gotin, Feylesof baweriya xwe bi wan anî û heft roja li benda dotmîrê ma. Heft roj derbasbûn dotmîr nehat, feylesof êdî ji hêrsa hesinê sar dicût, bi heft werisan nedihat girêdan.

Di axiriyê de gazî wan keçikan kir, got ka herin binhêrin çi hatiye serê Nuzhetê, ev heft roje ew li ku ye. Wan keçikên delal, per û baskên xwe girêdan û berê xwe dan baxçe. Lê dîtin, li bêxçe ser û berateya Nuzhetê nîn e, destvala vegeriyan ba Ziraccan. Bi bihîstina wan gotinên keçikan ve feylesof sarobaro bû, dinya lê teng bû. Feylesof ketibû fikaran û digot şirîkên min gelek in, dixwezin min biqirqicînin, lewma Nuzhet revandine.

Ziraccan alav û amûrên xwe ên sihrê bi kar anî û dît wa dotmîr bi dilê xwe, bi xortekî ciwan re mêr kirîye, ketiye bin mehra wî. Pifdanka xwe hazir kir, êdî lêbû lê siyar be, ku bi wergirtina nameyekê ve, hinekî egle bû.

Name ji birayê Bedr el Mahayê bû û xweyê reşbelekê bi mital endîşe dixwuya. Herê! gelek wext derbas bûbû, lêbelê nizanibû ka xwûşka wî sax e yan mirî ye. Di nameyê de dû silav û kilavan digot:

Divê ez we agahdar bikim, ku bi mirina bavê min re, xûşka min terka welêt kir, li ciyekî, ji benîadem dûr qesrek ava kir. Ji xwe re qesrek ava kir, lê mehê sê roja dihat li cem min dima. Feqet, ev gelek wext derbas bû, ne hat sertêdana min, ne jî xeberek ji min re şand. Xwedê bike tiştekî xirab nehatibe serê wê. Lava û ricaya min ji we ew e, ku cenabê te were, bibe mêvanê min û em tevayî vî kulavî ji avê derxin, vê meselê hel bikin.

Bi xwendina wê namê re, feylesof li balona xwe siwar bû, berê xwe da mala birayê Bedrê, ku bira bi hatina feylesof ve gelekî kêfxweş bû. Feylesof dîsa aletên xwe ên sêrê bi kar anîn û dît wa nameyek ji Bedrê re hatiye nivîsandin û nivîsevana wê jî Dûret e, ku piştî wê nameyê Bedr el Maha çûbû cem Dûretê. Ji wê jî zêdetir, dît ku hersê dotmîr di heman malê de, di bin mehra pismîrekî bijartede nin. Go hebe tunebe, ew li mîrekiya Hesen Paşa, li çar qubeya dimînin. Ziraccan got, divê ez herim û wan bibînim, vêca birayê Bedrê jî dixwest bi wî re here. Gotina xwe kirin yek û herdu li balonê siwar bûn, berê xwe dan bajarê çar qubbeyan.

Xwe gîhandin welatê Mîr Hesen, derbasî dîwanê bûn, ku mîr bi ezet û qulix pêşwaziya mêvanên xwe kir. Feylesof dixwest Dûretê bibîne, ku bi daxwaza wî ve Mîr Hesen zendegirtî ma û got:

”Te go çi, te go çi? Ne axir Dûretê li cem te perwerdehî didît, ev çi gilîye tu dikî heyran”.

”Na, ne cem min e”, wî got, ”te şandibû pey wê ku vegere, were malê û ji wê rojê pê ve çavên min pê neketine”. Mîr Hesen şaş û matel mabû û nizanibû ka wê çi bifikire.

Divê em bînin bîra we, Dûret bi du hespan ve ji qesra bavê xwe reviyabû. Bavê wê sibê şeveqê di oda wê de nameyek dîtibû, ku li gorî namê ewê biçûya bighîşta mamostê xwe, perwerdehiya xwe bidomanda, lê niha bi bihîstina wan gotinên feylesof ve, ku ev du sal bûn, wî Dûrat nedîtibû, ketibû fikara.

Dû re feylesof ji bavê Dûretê re behsa reşbeleka birayê Bedrê kir û bi wan da zanîn, ku Nuzhet jî û Bedr jî wek Dûretê winda bûbûn, kesî nizanîbû ew li ku ne. Feylesof Ziraccan bênamûsê ilmê xwe bû, dîsa bi amûrên xwe dest bi lêgerîneke hûr û kûr kir.

Mîr Hesen got: ”Feylesofê vî zemanî, tu bi Xwedê kî, bike bilezîne xeberekê ji min re bişîne, ez nizanim çi hate serê qîza min, qet sebr û hedûra min nîn e”.

”Ez ji te zêdetir meraq dikim”, got Ziraccan, ”gelo Nuzhet li ku ye, ew di çavê min de ji dinyayê hêjatir e”.

Piştî bikaranêna aletên sêrê, feylesof pifdanka xwe hazir kir, wê êdî bi rê keta, ku bi lava û rica Mîr Hesen û birayê Bedrê jî li balonê siyar bûn û bi hewa ketin. Ziraccan rêberê wan bû, balon bi rê ve bir û di demeke kin de xwe gîhandin ser banö mala hersê dotmîran. Dema wan xwe gîhandin, êdî wext êvar bû. Feylesof ew herdu li ser ban hîştin, bi xwe derbasî malê bû, dema prensesan mamosteyê xwe li hemberî xwe dîtin, şaş û metel li hev nihêrîn. Dû re yek bi yek çûne destê wî, bi ezet û hurmet pêşwaziya wî kirin. Ziraccan got:

”We çi kir?”, ”Me tiştek nekir, qedera me de çi hebû ew hate pêşiya me”, cawa wî dan. ”Herê, ew qedera me bû, de ka kerem bike, rûnê em ji te re yek bi yek serhatiyên xwe bêjin”.

”Ez nikarim rûnim”, wî gote Dûretê, ”bavê te û birayê Bedrê li ser ban hêviya min in”.

Hersê dotmîr li ber mamosteyê xwe geriyan, ku tiştekî bike, wê pirsgirêkê hel bike.  Dû re feylesof derket derva, hilkişiya ser xanmana, bi herdu hevalên xwe ve, vegeriya hate salonê. Dema Dûretê bavê xwe dît, şerm kir û xwe xwarî destê wî kir, Bedrê jî serê xwe bilind kir silavek li birayê xwe kir.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev