HÊ JÎ QAMÛSA ME NÎNE!

HÊ JÎ QAMÛSA ME NÎNE!

Çawa ku xiznaya dewletekê tune be,

 ew dewlet nikare çar roj li piyan bisekine,

yan jî çawa ku debara merivî nebe,

meriv nikare bijî, ziman jî wisa ye.

Roşan Lezgîn

Şemsedîn Samî (1850-1904) ji vir 120 sal berê di destpêka “Qamûsê Turkî” de dibêje “Lugat kitabı, bir lisanın hizânesi hükmündedir.” Yanî “Kitêba lugatê [ferheng] hukmê xiznaya zimanekî de ye.”

Çawa ku xiznaya dewletekê tune be, ew dewlet nikare çar roj li piyan bisekine, yan jî çawa ku debara merivî nebe, meriv nikare bijî, ziman jî wisa ye. Eger xiznaya zimanekî neyê çêkirin, hingê ne yekîtîya wî zimanî çêdibe ne jî ew ziman dikare xwe bigihîne nifşên paşerojan.

Lê çi heyf ku hîn jî Lugateka me ya kurmancî yan zazakî tune ye. Me xiznaya zimanê xwe qeyd nekiriye. Zanayên me ketin dû karên sivik û navdarîya erzan!

Lugat yan Qamûsa zimanekî çi ye? Ew kitêb e ku têde hemî peyvên wî zimanî made bi made bi wî zimanî hatine îzehkirin. Mesela wisa:
adir/agir (n): 1.bi têkelîya oksîjenê vêketin û şewitîna tiştan 2.têhn û rohnîya ku ji şewitînê çêdibe 3… 4…

Ferhengên me yên ku hene bi awayê danberhevîya peyvên zimanekî serdest û kurdî ne. Wek “ferhenga tirkî-kurdî” yan jî “ferhenga kurdî-tirkî”.
Di van ferhengan de peyv wisa cih digrin: “adir/agir: ateş” yan jî “ateş: adir/agir”
Eger pêşî ferhenga zimanê me bi xwe nebe, keç û xortên me mecbûr dibin zimanê xwe bi wasitaya zimanên serdest fêr bibin. Ev jî bi xwe re xetereyeka gelek mezin tîne. Çimkî, ji sedî heftêyê peyvên du zimanên cihê motamot muadilê hev nînin. Yanî mîna madeya “adir/agir” û “ateş” hev nagrin.

Mesela, peyva tirkî “örmek” di zazakî de bi peyvên mîna “açînayene, mûndene, refnayene, riştene, vawitene“ tê îfadekrin. Ji vana tu yek jî bi tena serê xwe şûna “örmek”a tirkî nagre. Ji ber ku her yek bi awayekî cihê, yan jî tewirekî vî karî (örmek) îfade dike ku eleqeya wan bi hev ve nîne.

Di kurmancî de jî wisa ye. Em bibêjin, lêkerên mîna “hûnandin”, “refandin”, “ristin” fiîlên ji hev gelek cihê ne, lê di tirkî de hemî dibin “örmek”.

Eger ev peyv yek bi yek, ji hev cihê neyên îzehkirin, mimkun nîne ku zarokên me yên niha, nifşên me yên paşerojê jê rast têbigihên û bikar bînin.

Kî dê Lugat yan Qamûsa Kurdî amade bike? Helbet merivek bi xwe jî dikare amade bike, lê ji bo kesek karekî gelek giran e. Ev kar karê kom û grûban e, karê sazîyan e, çimkî jê re wext û sebir divê, jê re mesref divê.

Mesela, Grûba Xebate ya Vateyî dikaribû ji serî de, di şûna Ferhenga Tirkî-Zazakî de, Qamûsa Zazakî amade bikirana. Lê xwe da ber karê rehet! Ew jî bi sedan xeletî tijî! Ez dikarim bibêjim wan sîstema zazakî xirakirine, edim kirine. Lê xebera kesî jê tune ye. Tu dibêjî qey peyv eskerê bavê wan in, di her kombûnekê de formayeka cihê ji wan ra fesilandine.

Ji ber ku ciwanên me bi alîkarîya ferhengên tirkî-zazakî peyvên zazakî fêr dibin, gelek seqet û xelet fêr dibin, çimkî peyvên me motamot teqabulê peyvên tirkî nakin. Wexta meriv metnên wan dixwîne, meriv dibêje qey yekî tirk hatiye zazakî fêr bûye û nivîsandiye.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî di şûna Ferhenga Tirkî-Kurmancî de dikarîbû amadekirina Qamûsa Kurmancî bidana destpêkirin. Belkî heta îro jî temam nebûya lê dê hezar qat ji wan her du ferhengan çêtir bûya.

Weqfa Mezopatamyayê gelek mesref kir, gelek kes hanîn ber hev. Lê karê ku hatiye kirin, dubarekirina karek ku jixwe berê bûye ye; yanî hewqas meriv hatin berhev, efareya/leqata kitêbeka amadebûyî kirin! Eynî mîna çapa firehkirî ya kitêbek ku jixwe berê amade bû kirine.

Eger sazî û grûbên me dixwazin xizmeteka rastîn bo zimanê me bikin, bila dest bi amadekirina Qamûsa Kurdî bikin.

Di vî karî de em wek milet gelek-gelek dereng ketine, lê hîn jî her tişt ji destê me neşemitîye neçûye. Çimkî her ku wext derbas dibe, amadekirina Qamûsa Kurdî dikeve xetereyê, ji ber ku demografya me guherîye, jiyan guherîye, welat texrîb bûye û mezinên me roj ji rojê koça dawîn dikin, lewre deh sal paşê em dest pêbikin jî hingê dê gelek tiştên me windabûyî bin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev