Jenosîda domdar û Rojhelata Nêzîk -1

Jenosîda domdar û Rojhelata Nêzîk -1

Yek ji sîyasetmedarên Kurdistana Bakur yê zarkurdî, ruhkurdî, qelemkurdî

gotareke delal li malpera http://bazekurdistan.com çap kirîye,

ku derd û kulên me, xem û xeyalên me, roja me ya îroyîn û paşeroja me tîne ber çavan

û rêyên çareserîya pirsgirêkên miletê me destnîşan dike.

Ji ber ku gotar mezin e, em wê dikin du beşan, beşa pêşin îro çap dikin, beşa duduyan sibê bixwînin.

 

Fuad Önen, sîyasetmedar

 

Jenosîd, ji nuh ve li Tirkiyeyê aktuel bû, dewleta Frenseyê xwest ku qanûneke nuh derxe, di vê qanûnê de înkarkirina jenosîdê wek sûc tê pejirandin û li Frenseyê yekî ku vê jenosîdê înkar bike, wê wek yekî sûcdar bê pejirandin.

Li temama dinyayê gelek dewlet bi sûcê jenosîdê tên tawanbarkirin. Dewletên Yekgirtî yên Emerîka (DYE), di meseleya Çermsoran de, ji bo zulma li ser Reşikan tê tawanbarkirin. Di Herba Duyem ya Cîhanê de, piştî ku artêşa Almanan têk diçe, Alman li bajarê Dresdenê kom dibin, hêzên Brîtanî û Emerîkî sê rojan vî bajarî bi şev û roj bombebaran dikin, tê gotin ku li wir dused hezar însan hatine kuştin. Karê Emerîka yê ku li Japonyayê kiriye, bombeya atomî avêtiye du bajaran (Nagazakî û Hîroşîma). Hin nivîskar ji bo Sowyetê, di bîst salên ewil de qala çar heb jenosîdan dikin; ya yekem ya gundîyên dewlemend (Kûlak), ya duyem jenosîda li Ûkranyayê, ya sêyem jenosîda ku di hundirê partîyê de pêk hatiye, ya çarem jî jenosîda ku Sowyetê di Herba Duyem de pêk aniye ku gelek etnîsîte ji cîyên wan dûr xistiye. Ji bo Frense û Awûstûralyayê jî hin tişt tên gotin.

 

Ev hemû dewlet bi jenosîdê tên tawanbarkirin. Ji van hemû dewletan tu reaksîyoneke mezin derneket. Di qanûna ku li Frenseyê wê derkeve, ne Ermen ne jî Tirkiye tên binavkirin. Lê Tirkiyeyê înfialeke mezin dîyar kir, yekîtîyeke mîlî ji nuh ve ava kir. Li hember vê qanûna ku wê li Frenseyê derkeve AKP, MHP, CHP temama partîyên wan, heta temama rewşenbîrên wan, ev helwesta Frenseyê li dij azadîya ramanî qebûl kirin.

 

Ev ne tiştekî xwezayî ye, ewqas dewlet tên tawanbarkirin, reaksîyoneke mezin dernakeve holê, ji bo çi Tirkiye reaksîyoneke ewqas mezin û tûnd dîyar dike? Ji Serokwezîrê wan heta Serokê Komara wan, ji sazîyên wan yên sîwîl heta grûbên parlamena wan reaksîyonên tûnd dîyar kirin.

 

Jenosîda Sîstema Serwerîya Tirkan berdewam, berfireh, dûr û kûr e

Li vir ez ê îdia bikim ku, ji bo van dewletên din karê jenosîdê neheqîyên dîrokî ne, di dîrokê de mane. Ji bo Tirkan û Dewleta Tirkan karê jenosîdê ne karekî dîrokî ye, mijareke berdewam e. Ev dewlet, hîn jî vî karî didomîne. Ji ber vê yekê, gava ku li devereke dinyayê li hember jenosîdê gavek bê avêtin, ev dewlet wê gavê li hember xwe dipejirîne. Û bi ya min, di vî warî de jî ne neheq e. Yekî ku hîn jî karê jenosîdê bidomîne, wê pirtir xof bigire, bitirse ku hek ev çalakî bi ser keve ew ê xisarê jê bibîne.

 

Di dîroka her miletî de û heta di ya her dewletî de, gelek qetlîam, zor û zordestî hene. Di dîroka gelek dewletan de jenosîd jî heye. Lê ev karê qirêj ku di dîrokê de hatiye kirin, li dinyayê êdî di dîrokê de maye û bûye neheqîyeke dîrokî. Tirkiye, di vê meseleyê de, ji hemû dewletên dinyayê yên din cudatir disekine. Ji ber ku ew hîn jî vî karî didomîne, ji bo Sîstema Serwerîya Tirkan jenosîdkarî, terza hebûna vê sîstemê ye. Ev sîstem bêyî jenosîdkarî, nikare xwe nuh bike. Cudatîya di nav Dewleta Tirkiye û dewletên din de ev e. Bi ya min ji bo niqaşa jenosîda li Kurdîstanê, xala herî girîng ev e.

 

Di vê niqaşê de, Tayîb Erdoxan helwesteke tûnd girt, destnîşan kir ku tu dîroknas, tu sîyasetmedar nikarin di dîroka wan de jenosîdê bibînin, yên ku li jenosîdê digerin divê li dîroka xwe binêrin. Ev meydanxwendineke mezin e, divê em ji rêvebirên dewleta Tirkan bibirsin, sedema vî culhetî çi ye? Dewleteke ku li ser jenosîdê ava bûye, çawa dikare li hember dinyayê meydan bixwîne û bibêje ku di dîroka me de karekî wenî tune?

 

Gelek sedemên vê hene, lê ez dixwazim li ser du sedeman bisekinim. Yek jê ew e ku, muxatabên wê jî, di vî warî de ne destpaqij in. Temama dewletên kolonyalîst, di mijara qetlîamên girseyî de û di mijara jenosîdê de ne destpaqij in. Frense, di jenosîda Ermenan de jî xwedî mesûlîyet e. Vahakn N. Dadrian, ji bo helwesta dewletên Rojavayî ya di jenosîda Ermenan de wisa dibêje; “aktorên sîyaseta navdewletî, hek bi yekîtî û biryardayî mudaxeleyî zulma ku di hundirê dewletekê de nekin, dikare ji fêdeyê pirtir xisarê bide.” Li vir ew îşaretî sîyaseta dewletên Rojavayî, bi taybet jî ya Frense, Brîtanya û Rûsya dike ku, di serdema dewleta Osmanî ya dawîn de, him mudaxele kirin, ji Ermenan re şerdên jîyaneke azad xwestin, vê yekê jî tesîr li Ermenan kir, wek qawet ji xwe re pejirandin. Dadrian, bi vê sedemê, ji ber ku li vê helwesta xwe ya piştgirîyê xwedî derneketine, dawîya wê neanîne, helwesta dewletên Rojavayî ya di jenosîda Ermenan de tawanbar dike û wan jî di vî karî de mesûl dibîne. Yek jê ku ya Tayîb Erdoxan jê culhet distîne ev e. 

Di sîyaseta Kurdan de tunebûna fahm û helwesteke zelal û hevpar

Ya din ku ez ê îro pirtir li ser wê niqaş bikim jî ev e: Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke dîrokî ye. Hek tu tesbît bikî ku jenosîd li qewmê te dibe, divê tu li hember vê jenosîdê planekê, nexşerêyekê û çalakîyan pêk bînî. Tenê gotina jenosîdê, ne karekî sîyasî ye. Yekî dîroknas an zanyar dikare tiştekî wisa bibêje, lê hek tu tevgereke sîyasî ya azadîya mîlî be, divê li hember vê jenosîdê tu xwedî nexşerê be, planek te hebe û li ser van tu xebata sîyasî bidomîne. Bawerîya min ew e ku, hek li hember jenosîda li Kurdîstanê nexşerê û planek li ber Kurdan hebûya û li gor wê tevbigeriyana, Tayîb Erdoxan bi rehetî nikaribû culhet bikira ku vê peyvê bibêje.

 

Li vir pirseke din jî heye, gelek rewşenbîr û sîyasetmedar bi awayekî optîmîstî him li AKP û him jî li dinyayê dinêrin. Dibêjin ku, “ji bo çi ev dewlet qebûl nake ku jenosîd li Ermenan kiriye? Bila nebêje me jenosîd kiriye, bila bibêje ku me qetlîamek kiriye û em uzrê xwe ji Ermenan dixwazin”. Bi salan e ev kadroyên optîmîst, vê tesbîtê dikin û bangî rêvebirên dewletê dikin ku werin vê helwesta xwe biguherînin. Lê tu guherandin di helwesta dewleta Tirkan de çênabe. Li vir lazim e em vê jî bipirsin, ji bo çi? Li gor min, sedema ku dewleta Tirkan nikare jenosîda Ermenan qebûl bike, karê dewletê yê li Kurdîstanê ye. Hek dewleta Tirkan li Kurdîstanê jenosîd nedomandiba, jenosîda Ermenan ji bo vê dewletê wê bibûya neheqîyeke dîrokî, wê hîn bi rehetî ev jenosîd bipejiranda, uzrê xwe bixwesta. Sedema ku dewleta Tirkan di qetlîamên Ermenan de, di jenosîda Ermenan de helwesteke ewqas tûnd distîne, hebûna vê dewletê ya li Kurdîstanê ye. Bi sedem ku karekî jenosîdî didomîne, nikare karê jenosîdê tenha di meseleya Ermenan de bihêle. Têdigihê û fahm dike ku bêyî çareserîya Kurdîstanê nikare neheqîya ku li Ermenan bûye, qebûl bike.

 

Ji bo dewleta Tirkan tê gotin ku sîyaseta red, înkar û qasî ku pêk tê îmhakirinê pêk tîne. Ev tesbîd rast e, feqet ev ne sîyaseteke arizî ye, ne sîyaseteke ku dikare bike jî neke jî, îdia min ev e ku ev terza hebûna vê sîstemê ye. Ev sîstem tenha dikare bi jenosîdê xwe nuh bike, tenha bi jenosîdê dikare hebûna xwe bidomîne. Cîyê ku aniha jî lê jenosîdê bi kar tîne jî Kurdîstan e. Heta ku pirsgirêka Kurdîstanê çareser nebe, ne pêkan e ku dewleta Tirkan bikaribe rûqalî rabirdûya xwe bibe. Ev jî têgîneke nuh ya van demên dawîn e, pir zêde tê bikaranîn. Hêvîdar im ku wê dem bimîne ku em li ser vê têgînê cardin bisekinin, bi Tirkî jê re dibêjin “yüzleşme”. Her kes ji hêla xwe ve bang li hukûmeta Tirkan dikin ku, “were em rûqalî rabirdûya xwe bibin”. Hek dem bimîne em ê di dawîyê de li ser meseleya “yüzleşmek” (rûqalbûn-rarûbûn) jî bisekinin.

 

Têgîna jenosîdê

Hevalên hêja, li vir peyva têgînê, bi wateya mefhûm, qawram ez bi kar tînim. Di vir de jî hin niqaş hene; têgîn, têgeh û hwd. Fikrên nuh tenha bi têgînên nuh pêkan in, ji bo ramanên nuh pêwîstî bi têgînên nuh heye. Esasen peyva jenosîdê jî, ji hewcedarîyeke wenî derketiye holê. Her têgîn di hundirê paradîgmayeke fikrî de bi wate ne, bi ya min têgîn bi serê xwe bêyî paradîgma bê wate ne û di paradîgmayên fikrî yên ji hev cuda de wateya têgînê jî cuda ye.

 

Di tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, gava em li lîteratura xwe dinêrin; têgîna jenosîdê gelek car hatiye bikaranîn. Aniha em li lîteratura kîjan grûbê binêrin, em ê bibînin ku grûbên sîyasî yên Kurdîstanê, belkî bi dehan jenosîd li Kurdîstanê tarîf dikin; jenosîda Qoçgirî, Zîlan, Dêrsim, Mahabad, Helepçe, Enfal, Sînemaya Amûdê û hwd. Lê tu kes hewl nade ku, van bûyeran bi hev girêde û wek pêvajoyeke jenosîdê tarîf bike. Ji ber tunebûna vî fahmê zelal û muşterek, Ahmed Turk ê ku serokê Kongreya Civaka Demokratîk e, ji bo kuştina 35 kesên ji Roboskîyê têgîna jenosîdê bi kar anî, got ku ev jenosîd e. Bayram Bozyel ê ku serokê HAK-PARê ye, di bernameyeke telewîzyonê de got ku, kar û barên ku li hefsa Diyarbekirê pêk hatinin jenosîd e. Hevalên BDP-PKK-KCKyî dibêjin ku jenosîda sîyasî heye, jenosîda çandî heye, jenosîda ekolojîk heye. Di mijara jenosîdê de, bêserûberîyek di nav tevgera sîyasî ya Kurdîstanê de heye. Têgîn, ji bo fahmkirina bûyer û pêvajoyan pêwîst in, hek di têgînên sîyasî û civakî de, em ne bi hesasîyet bin, em rê li pêşîya fahmkirinê digirin. Hek têgîn di cî de neyên bikaranîn, rêya fahmkirinê jî li ber me digirin. Ji ber vê yekê, fikirandinên nuh bi têgînên nuh pêkan in û ev têgînên nuh jî divê cewaz bide ku em rasteqînîya li derveyî xwe çêtir û baştir fahm bikin, ne ku pêşî li me bigirin ku em rasteqînîya objektîf fahm bikin.

 

Wê bê bîra hevalên ku di temenê min de ne, di salên 1974-78an de, me bi du têgînan sîyaset dikir; yek jê ev bû ku Kurdîstan kolonî ye, ya duyem jî ev bû; mafê çepgirên Kurdan heye ku rêxistinên xwe yên cuda saz bikin. Ev netîca fahmekî bû, netîca fikirandineke nuh bû di tevgera Kurdîstanê de. Wateya vî fahmê nuh ev bû; em miletek in, welatekî me heye, çareserîya vê pirsgirêkê serxwebûn û yekîtîya Kurdîstanê ye. Ji vê fikirandinê derdiket ku, em bibêjin Kurdîstan kolonî ye û mafê me heye ku em rêxistinên xwe yên cuda ava bikin. Ev têgîn di van salên dawîn de, hinekî ji rojeva me derketin. Mesela, serxwebûna Kurdîstanê, yekîtîya Kurdîstanê, kolonîbûna Kurdîstanê ji rojeva me derketin.

 

Di mijara jenosîdê de û di hemû mijarên din de, berê peyv tunebû, pirtûka pîroz bi wê dest pê dike, dibêje ku berê peyv hebû, lê têgîna jenosîdê, peyva jenosîdê piştî bi sedan sal ketiye rojeva mirovatîyê. Ji ber vê divê em peyva jenosîdê û bûyerên jenosîdê yên di nav dîrokê de ji hev cuda bibînin û paşê wan li hev ragirin.

 

Jenosîd karekî modern û sîyasî ye, mutahîdê jenosîdê kolonyalîzm e

Bi ya min jenosîd karekî sîyasî ye, dema peyva jenosîdê tê bikaranîn tiştên ku tên bîra min ev in; qetlîamên mezin, xwînrijîyên gelek dijwar, zulm û zotdestîyên mezin. Lê ev cure bûyer, di kûrahîya dîrokê de her tim hebûne, di her du herbên cîhanê de bi dehan milyon însan hatine kuştin, di seferên Moxolan de, di yên Îskenderê Mezin de bi milyonan însan hatine kuştin. Dîrok bi xwe bi qetlîam û xwînrijîyên mezin ve tije ye. Ji bo çi ji bo van bûyeran peyva jenosîdê nehatiye bikaranîn? Temenê têgîna jenosîdê 64 sal e, lê ev bûyerên ku em qala wan dikin pêncsed sal berê ne.

 

Di qeneta min de, jenosîd karekî modern e, karekî sîyasî ye, ne karekî bêaqilane ye, ne karekî hin însanên teyş û dîn û beredayî ye. Berevajîya vê, karekî modern e, kar û barên jenosîdê bi modernîteyê ve girêdayî ye û dikarim bibêjim ku mutahîdên jenosîdê kolonyalîzm e, ew jî bi modernîte û modernîzmê ve girêdayî ye. Netewdewlet û avakirina netewdewletan berdewamîya kolonyalîzmê ye, netewedewletan ev îhale ji kolonyalîzmê dewr girtine û bi awayên xwe domandine. Di dîrokê de ji ber ku pêwîstî pê hebûye jenosîd hatiye bikaranîn, ne ji bo xerabî û nebaşîya hin mirovên xwînxwar ev kar derketiye holê. Di pêvajoya modernîteyê de ev kar pêwîst bûye, ev kar jî bi vî awayî ketiye rojeva mirovahîyê. Jenosîd karekî navendewlet e, karekî dewletan e. Tu grûb, tu eşîr, tu beşên civakî bi serê xwe nikarin karê jenosîdê bikin. Ji bo ku ev kar bibe aktorek lazim e, ev aktor jî dewlet e, aktorên jenosîdê dewlet in.

 

Binavkirin û cezakirina jenosîdê, karekî navdewletî ye. Ketina wê ya rojevê jî, bi globalîzasyonê ve girêdayîye. Lihemberderketin jî ne karê dewletekê ye, karekî navdewletî ye, jixwe gava em li pêvajoya globalîzmê binêrin, em ê bibînin ku sazî û dezgehên navdewletî, di serdema globalîzasyonê de derketine holê, zêde bûne, xurt bûne û bûne desthilatdar. Ji Cemîyetî Akwam bigirin û heta Dadgeha Cezayê ya Romayê, ev hemû dezgehên navnetewî yên globalîzasyonê û desthilatdarîyê ne.

 

Civakên ku tiştek in dibin hedefa jenosîdê

Di hedefa jenosîdê de kesayetî tune, jenosîd kolektîfan ji xwe re dike hedef û yên ku dibin hedefa jenosîdê, ne ku ji ber ku tiştek kirine dibin hedefa jenosîdê, ji bo ku tiştek in dibin hedefa jenosîdê. Ew dewleta ku dixwaze jenosîdê li ser civakekê pêk bîne, di hundirê wê civakê de lênagere ku kîjan baş e an nebaş e, kîjan sîyasetê dike an nake, kîjan oldar e kîjan ne oldar e, kîjan dewlemend e kîjan hejar e, li van taybetîyan qet nanêre. Dibêje ku tu ji vê civakê ye an ne ji vê civakê ye? Hek ji wê civakê be, ew di ber hedefa jenosîdê de ye. Tu taybetmendîyên şexsî nabe sedem ku tu bibe hedefa jenosîdê. Taybetmendîyên te yên wê civakê, dibe sedem û têrê dike ku tu bibî hedefa wê jenosîdê.

 

Di karê jenosîdê de xaleke girîng ya din jî heye; jenosîd bi qestî mahsûsa tê kirin, nêtkirin di karê jenosîdê de xala esasî ye. Li dinyayê tu jenosîd bi awayekî bêhemdî çênabe, artêşek jixweber an bi serê xwe jenosîdê çênake. Li paş jenosîdê qesteke taybet heye ku civakekê ji holê rake, ji bo jiholêrakirinê planeke taybet heye, ji bo pêkanîna vê planê jî dewlet û hemû sazî û dezgehên dewletê pêwîst in.

 

Heta ku hatiye gîhaştiye qonaxa jenosîdê, gelek têgînên din hatine niqaşkirin. Di serî de lazim e ez bibêjim ku, ji bo têgîna jenosîdê em deyhndarê Raphael Lemkin in ku ew yekî esilcihûdê Polonî ye. Lemkin wek teknîkên jenosîdê di heyşt xalan de dîyar dike, ev heyşt xal di nav lîteratuta me de jî cî bi cî tên bikaranîn, lê her yek bi serê xwe tê bikaranîn, lewra ez dixwazim qala van xalan bikim:

1- Qirikirina sîyasî.

2- Qirkirîna her tiştên zindî.

3- Qirkirîna hawirdor.

4- Qirkirîna însanan.

5- Qirkirîna çandî.

6- Qirkirîna etnîkî.

7- Qirkirîna aborî.

8- Qirkirîna civakî.

Lemkîn, van xalan wek teknîkên jenosîdê pêşnîyar dike. Karê jenosîdê karekî gelepmerî ye, karekî total e, karekî global e. Ev kar bi van teknîkan pêk tê. Di lîteratura me de, di van salên dawîn de jenosîda sîyasî jî pir zêde bûye, qirkirina sîyasî dibe, lê jenosîda sîyasî nabe. Qirkirina sîyasî teknîkeke jenosîdê ye, gava em bibêjin jenosîda sîyasî em gelemperîya jenosîdê paşguh dikin û teknîkeke jenosîdê dixin dewsa jenosîda ku bi gelek teknîkan pêk tê. Jenosîda çandî di lîteratura me de pirtir cî digire, qirkirina çandî jî di nav karên jenosîdê de teknîkek e.

 

Jernosîd û hin têgînên din; qetilam, kokbirî, asîmîlasyon, denasyonalîzasyon, barbarî, wandalîzm, sûcên li dij mirovahîyê

Jenosîd, bi hin têgînên din jî re têkildar e û gelek caran jî di şûna hev de tên bikaranîn. Ji bo fahmekî jenosîdê yê zelal û hevpar divê em qala wan jî bikin. Yek jê qetlîam e ku em jê re dibêjin qetilam, di Kurmancîya nuh de jê re komkujî an komelkujî jî tê gotin. Qetilam ew e ku bi hejmareke zêde însan tên kuştin. Qetilamên mezin hene, yên biçûk hene, her qetilam ne jenosîd e, ji bo jenosîd pêk bê qetilam ne ferz e. Ji bo rasteqînîya miletekî ji holê rabe, ji bo ku civakek bê qirkirin qetilam ne pêwîst e. Di temama kar û barên jenosîdê de qetilam xwiya dike, lê ne ku hek qetilam tunebe ew kar û bar nabe jenosîd. Her qetilam ne jenosîd e û ji bo em ji kar û barekî re bibêjin jenosîd, qetilam ne ferz e. Qetilama li Dresdenê ya ku Brîtanya û Frense dused hezar însan kuştin, qetiameke pir mezin e. Kuştina sî û pênc gundîyên me yên li ser sînor jî qetilam e, lê ne rast e ku em ji her qetliamê re bibêjin ev jenosîd e.

 

Wê rojê mamoste Şemsedîn qala peyva “kokbir”ê kir, bi ya min em dikarin vê peyvê di şûna “etnîk temizlik”a Tirkî de bi kar bînin. Vê yekê jî bi tena serê xwe em nikarin wek jenosîdê bi nav bikin. Kokbirîya etnîkî bi qetilam jî dibe û bê qetilam jî dibe. Li ser qirkirina Pontûsan ev niqaş heye, li wir kokbirîyeke etnîkî pêk hatiye, ev jenosîd e an ne jenosîd e, cîyê niqaşê ye.

 

Asîmîlasyon heye, hek dem bimîne ez dixwazim em li ser vê jî niqaş bikin. Di lîteratura kevn de, asîmîlasyon wek denasyonalîzasyon tê bikaranîn. Cara yekem ez di pirtûka Zîya Gokalp de li vê peyvê rast hatim, di wê pirtûkê de asîmîlasyon jî denasyonalîzasyon jî tê bikaranîn. Hek civakek ji hemû taybetmendîyên xwe yên netewî bêpar bê hiştin û cudatiyên wan yên ji civakên din ji holê bê rakirin ev denasyonalîzasyon e û bi ya min ji asîmîlasyonê baştir watedar e. Lemkin li ser vê jî sekiniye, ango heta ku gîhaştiye têgîna jenosîdê, fikiriye ku têgînên wek asîmîlasyon û denasyonalîzasyonê hene, gelo pêwistî bi têgîneke nuh ango jenosîdê heye an na? Lemkin, dibêje ku ev denasyonalîzasyon an jî asîmîlasyon tenê rûdaneke jenosîdê tarîf dike, ev têgîn jî tenê bêparhiştina nirxên mîlî îzah dikin.

Têgînên din jî hene, wek mînak; Almanîzekirin, li vir em dibêjin Tirkîfîzekirin (Türkleştirme). Ev jî civakekê ji xwe re dike hedef ku nirxên xwe yên mîlî empozeyî wê civakê dike.

Di nivîsên Lemkin yên ewil de, ev her du rûdan bi hev re wek jenosîdê tên tarîfkirin. Him tu yê civakekê ji nirxên wê yên mîlî bêpar bihêle û him jî tu yê nirxên xwe li ser wê ferz bike û empozeyî wê bike.

Têgîna barbarî heye, Lemkin di 1933yan de di konferanseke huqûqî de vê têgînê pêşnîyar dike, ji bo qirkirina Suryanan ya 1933yan. Cîyê Suryanan di gelek cî de wek Simile (Sêmêlê) derbas dibe, ev der nêzîkî sînorê Sûrî ye û aniha di bin serwerîya Başûrê Kurdîstanê de ye. Di sala 1933yan de Suryanên wê deverê doza mafên xwe yên mîlî dikin, dewleta Iraqê bi awayekî hovane êrîşî ser wan dike û tê gotin ku li wir bi qasî 3-5 hezar Suryan tên kuştin. Suryan aniha jî wê rojê wek roja bîranîna şehîdên xwe bi bîr tînin. Lemkin, di vê civînê de ji bo vê bûyerê têgîna barbarî pêşnîyar dike, lê nayê pejirandin. Lemkin, li gel barbarîyê têgîna wandalîzmê pêşnîyar dike. Wandalîzm, nêzîkî têgîna qirkirina çandî ye ku çi nirx hebe, dide ber xwe û ji holê radike.

Ev hemû ji bo çi girîng in? Tenê bi perspektifeke dîrokî em dikarin bûyer û pêvajoyan serast bi nav bikin. Jenosîd jî di van merhaleyan re derbas dibe û tê dibe têgîn.

Têgîna jenosîdê bi sûcên li dij mirovahîyê re jî têkildar e. Di neteweyên Yekbûyî de ev niqaş jî tê kirin. Dibêjin ku jixwe sûcekî li dij mirovahîyê heye, çima em ê bi navê jenosîdê vî sûcî tarîf bikin? Têgîna sûcên li dij mirovahîyê, cara yekem di sala 1863yan de ji teref Lincolnê serokdewletê Emerîkayê tê bikaranîn. Paşê di sala 1907an di Konwansîyona Laheyê de derbas dibe. Ji bo niqaşa me ya herî muhîm ev e: Di sala 1915an de Frense, Brîtanya û Rûsya bi hev re deklarasyonekê diweşînin û di vê deklarasyonê de wisa dibêjin: Ev helwesta Osmanîyan ya li hember Ermenan, sûcê li dij mirovahîyê ye, divê em vî sûcî ji sûcê herbê cuda binirxînin. Ev her sê dewlet, li paş vê deklarasyona xwe jî disekinin, dewleta Osmanî mecbûr dikin ku ji bo qirkirina Ermenan dadgehan saz bike, sûcdarên vê bûyerê bên dadkirin. Di van dadgehan de gelek failên vê bûyerê tên girtin, cezakirin, surgûnkirin, heta hin ji wan tên darvekirin jî. Ev têgîn di sala 1915an de ji hêla van her sê dewletan ve tê pêşkêşkirin.

 

Konwansîyona 1948an

Em werin ser konwansîyona ku di sala 1948an de, di civîna Neteweyên Yekbûyî de hatiye pejirandin. Di sala 1951ê de ev konwansîyon êdî hatiye bikaranîn. Ji bo vê konwansîyonê Samantha Power, di pirtûka xwe de dinivîsîne ku, konwansîyona jenosîdê xebata mirovekî ye, ev mirov jî Lemkin e. Di wê çaxê de hemwelatîyê Emerîkayê ye, di hemû civînên navdewletî yên huqûqî de cî digire. Ji 1946an heta 1948an, Lemkin ji bo pejirandina vê konwansîyonê, bi tena serê xwe ji temama dewletan pirtir çalak e. Yên ku di serî de, di civîna Neteweyên Yekbûyî de, di sala 1946an de, ev konwansîyon pêşnîyar kirine Kuba, Panama û Hîndîstan in. Piştî niqaşên du salan ev hatiye pejirandin. Di destpêkê de 24 xalên vê konwansîyonê hebûne, piştî niqaşan daketiye 19 xalan. Di mesûlîyetgirtina vê konwansîyonê de berê îmzekirin heye û paşê jî tesdîqkirin heye. Gelek dewletan di destpêkê de ev konwansîyon îmze kirine lê di parlamentoya xwe re derbas nekirine ango tesdîq nekirine û jê berpirsîyar nebûne. Hin dewletan, di serî de him îmze kirine û him jî tesdîq kirine. Lîsteya van dewletan heye, hek hewce be ez dikarim ji we re bixwînim. Di vir de helwesta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkaya (DYE) pir balkêş e. Yek ji îmzekerên ewil DYE ye, lê di sala 1988an de tesdîq kiriye. DYE, çil salî sekiniye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev