Jenosîda domdar û Rojhelata Nêzîk -2

Jenosîda domdar û Rojhelata Nêzîk -2

Yek ji sîyasetmedarên Kurdistana Bakur yê zarkurdî, ruhkurdî, qelemkurdî

gotareke delal li malpera http://bazekurdistan.com çap kirîye,

ku derd û kulên me, xem û xeyalên me, roja me ya îroyîn û paşeroja me tîne ber çavan

û rêyên çareserîya pirsgirêkên miletê me destnîşan dike.

Ji ber ku gotar mezin bû, me ew kir du beş, beşa pêşin duh çap kir, beşa duduyan jî îro bixwînin.

 

Fuad Önen, sîyasetmedar

 

Etîmolojîya jenosîdê

Li ser etîmolojîya vê têgînê jî niqaşek heye. Dibêjin ku ev têgîn, ji “genos”a Yûnanî û ji “sîd”a Latînî pêk hatiye. Wateya “genos”ê nijad, netew û hwd e, wateya “sîd”ê jî kuştin e. Tirkan jî ji ber vê yekê peyva “soykırım” çêkirine. Îtirazek heye ku ev ne ji “genos”a Yûnanî hatiye, ev ji “genesîs”a Latînî hatiye. Ev îtiraz jî li ser niqaşa di derbarê bervirehîya vê têgînê de derdikeve holê. Hek tu “genos” wek esas bigirî, di konwansîyonê de civakên olî jî dikevin ber jenosîdê, wê çaxê divê ev li derve bimîne. Di civînên Neteweyên Yekbûyê de ev yek tê niqaşkirin. Dibêjin ku, divê em bervirehîya vê têgînê ji etîmolojîya wê derxin. Madem ku ev têgîn ji “genos” tê, divê em wê bi vê sînor bikin, tenê qirkirinên mîlî, etnîkî û nijadî dibin jenosîd. Yên ku dixwazin qirkirinên sîyasî, çandî û hwd jî tev li têgîna jenosîdê bikin û vê têgînê berfirehtir bikin, etîmolojîya jenosîdê ne bi “genos”ê bi “genesîs”ê tarîf dikin. Wateya “genesîs”ê bûyin e, di Tewratê de wek “tekvin” û bi Tirkî jî wek “oluş” tê binavkirin. Gava tu etîmolojîya jenosîdê wek “genesîs” bipejirînî, tu dikarî wan tiştên din (sîyasî, çandî û hwd) jî têxe nav têgîna jenosîdê.

 

Di vê mijarê de hin niqaş di nav Sowyet û dewletên din de hene. Sowyet tiştekî dixwaze û tiştekî jî red dike. Di tarîfa ewil de, grûbên etnîkî, nijadî, sîyasî, olî û yên din hene. Sowyet li dijî beşa sîyasî derdikeve û bi israr dixwaze ku qirkirina çandî di konwansîyonê de hebe. Sowyet, ji ber hin sedeman naxwaze ku qirkirinên sîyasî di konwansîyonê de hebin, hin argumantên wan hene û di derheq wan de hin îdia hene. Ji ber ku Stalîn qirkirinên sîyasî kirine, Sowyet naxwaze ku ev xal di nav konwansîyonê de hebe. Bi taybet Emerîka û Brîtanya û hin dewletên din jî li hember qirkirina çandî derdikevin.

 

Konwansîyona 1948an ne dokumenteke zanistî ye û ne dokumenta Lemkin e jî. Ev dokumenteke sîyasî û dîplomatîk e, bi lihevkirina huqûq û sîyasetê derketiye holê. Ji bo ku dewlet bikaribin li ser vê konwansîyonê li hev bikin, her dewletê ji hêla xwe ve mudaxele kiriye, piştî van niqaş û mudaxeleyan ev konwansîyon ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin.

 

Dokument û peymanên navdewletî, ji bo me ne referansên rastîyê ne. Di karên sîyasetê de hin realîte hene, ji bo têkilîyên navdewletî hin sazî û dezgehên navnetewî pêwîst in an jî realîte ne, tu mecbûr î ku bi wan re têkilîyan saz bikî. Lê hek tu li pê rastîyê be, hek tu li rastîyê digerî, ev dokument an jî peymanên navdewletî ji bo me nabin referansên rastîyê. Divê em bikaribin ku wan jî rexne bikin û xwe bispêrin heş û wîjdanê xwe. Hek em konwansîyonên navdewletî ji xwe re bikin referans, em ê ji rastîya welatê xwe dûr bikevin.

 

Rojhilata Nêzîk: Herêma jenosîdê

Hevalên hêja, ez dixwazim jenosîda li Kurdîstanê, di sê xalan de niqaş bikim. Yek jê xala herêmî ye, dudu taybetmendîyên Sîstema Serwerîya Tirkan e, sisê kar û barên vê sîstemê yên li Kurdîstanê ye.

 

Em ê ku derê ji xwe re wek herêm bihesibînin? Pirseke wer li holê ye. Di vî 40-50 salên dawîn de, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurdan jî, miletê Kurd wek miletê Rojhilata Navîn tarîf dikin; Kurdîstanê jî wek welatekî Rojhilata Navîn tarîf dikin. Ev tarîf bi awayekî li ser me hatiye ferzkirin. Û mixabin nayê muhakemekirin. Li dinyayê Rojhilat aniha du beş e; Rojhilata Navîn û Rojhilata Dûr. Hek em bi heşekî, mantixekî pir sivik lêbinêrin; cîyekî navîn û dûr hebe, divê nêzîk jî hebe. Dema em programa karê xwe çêdikin, em dibêjin merhaleye nêzîk, navîn û dûr.

 

Berê Rojhilat ji sê beşan pêk dihat; Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û Rojhilata Dûr. Ev binavkirin ji derve (exonym) bû, ne ku Rojhilatîyan ev nav li xwe dikirin. Rojavayîyan ev nav li herêma wan kirine. Bi Bîzansîyan ev binavkirin dest pê kiriye. Bîzansî axa xwe ya li rojhilatê Bîzansê (Stenbolê) wek Anatolia (Anadolû) bi nav dike, Anatolia, axa Bîzansîyan ya ku li rojhilatê Stenbolê ye. Cîranê Bîzansîyan yên li rojhilat, cîranê yekem yê sererast Rojhilata Nêzîk e, yê ji Rojhilata Nêzîk wêde Rojhilata Navîn e û jê wêdetir jî Rojhilata Dûr e.

 

Heta salên 1930yî, di lîteraturê de jî binavkirin wisa bû. Ji wan salan vir ve, Rojhilata Nêzîk ji tedawulê rabûye û tu kes jî lê nafikire ku ev Rojhilata Nêzîk bi ku de çûye. Piştî ku Rojhilata Nêzîk ji tedawulê rabûye, nêvîyê Kurdan bûye qewmê Rojhilata Navîn û ji sedî 42yê wan (Kurdên Bakur) jî bi awayekî wek Rojavayî hatine qebûlkirin.

 

Li vir divê ez bibêjim ku, ev ne meseleya binavkirinê ye, Rojhilata Nêzîk bi serê xwe herêmek di nav rojhilat û rojava de ye. Çanda vê herêmê û çanda Rojhilata Navîn ne wek hev in. Awayên sîyasetê yên li vê herêmê û yên rojhilat û rojava jî ne wek hev in. Herêmek derbasbûyinê ye, wek pirekê ye, di nav rojhilat û rojava de wek pirekê ye.

 

Di der heq karê Rojhilata Nêzîk de Konferansa Lozanê

Ev têgîn cara dawîn di dokumentên fermî de, di Peymana Lozanê de derbas dibe. Hun dizanin ku Peymana Lozanê ji hêla Tirkan ve fetîşîze dibe, peymaneke gelek maqûl û peymana dameziranêr ya dewleta Tirkan tê qebûlkirin. Feqet tiştekî xerîb e, Tirk navê vê peymanê yê bi giştî tu caran nabêjin, tenha dibêjin Peymana Lozanê. Navê vê peymanê yê fermî ev e; di derheq karê Rojhilata Nêzîk de konferansa Lozanê (Yakındoğu işleri hakkında Lozan Konferansı). Ji vê hînê em fahm dikin ku serdestên herba cîhanê, ji bo tanzîmkirina Rojhilata Nêzîk ev konferans li dar xistine, ji bo pirsgirikên Rojhilata Nêzîk çareser bibin ev konferans li dar ketiye.

 

Feqet di netîceya vê konferansê de Rojhilata Nêzîk ji holê rakirine. Sîstema dewletan ya piştî herba cîhanê, Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn li dar xistine, bi vê sîstema dewletan herêmek ji holê rakirine. Esasen hek tu bi fahmê jenosîdê lêbinêrî, ev jenosîda herî mezin e, herêmek bi tevayî ji holê rabûye, êdî Rojhilata Nêzîk nema tê bikaranîn.

 

Baş e, Rojhilata Nêzîk esaasen ku der e? Ev peyvên wenî hinekî rolatîf in, sînor hinekî vir de wê de tê û diçe; lê esaasen ji rojhilatê Bahra Reş heta rojhilatê Bahra Spî ye. Wek cografya Rojhilata Nêzîk, ev der e. Hek wek welat em bijimêrin; Ermenîstan, Kurdîstan û Kîlîkya ne. Ev her sê welat, Rojhilata Nêzîk teşkîl dikin. Temama şerê Rojhilatî û Rojavayîyan li vê herêmê diqewime, Rojhilatî û Rojavayî ji bo ku zora hevdu bibin herb dikin, lê herba wan di vê herêmê de ye û bi giranî jî li Kurdîstanê ye.

 

Ez dikarim bibêjim ku Kurdîstan, welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk e. Bi avakirina sîstema dewletan ya nuh ve, ev Rojhilata Nêzîk ji holê rabû, Kurdîstan hat dabeşkirin, sê beşên Kurdîstanê êdî wek perçeyên dewletên Rojhilata Navîn hatin qebûlkirin, beşa wê ya mezin, bakurê Kurdîstanê jî wek perçeyekî sîstema Tirkan ya Rojavayî hat qebûlkirin.

 

Ev der ango Rojhilata Nêzîk, mekanê jenosîdê yê dewleta Tirkan e. Ji hin dewletan re deverên nifûzê hene, wek bakurê Efrîkayê herêma nifûzê ya Frenseyê ye. Herêma jenosîdê ya dewleta Tirkan jî Rojhilata Nêzîk e. Temama karû barên jenosîdê li vir qewimîne. Jenosîda Ermenan li vir e, komkujiya Pontûsan li vê herêmê ye, jenosîda Ermenên li Kîlîkyayê li vê herêmê ye. Xalek din jî ew e ku Nûsayrî jî gelê vê herêmê ye. Wek ku hun dizanin Nûsayrî di nav Tirkiye û Sûrî de du beş bûn, çîyayên Nûsayrîyan di nav dewletên Tirkiye û Sûrî de wek sînor hatiye qebûlkirin, nêvîyê wan li hêla Tirkan mane, li bajarên Antakya û Mersînê mane, li wan deran bi cî bûne. Yên li Sûrî jî bi giranî li derdora Tedmır û Lazkiyê mane. Li Tirkiyê Nûsayrî wek Şîî an Alewî tên binavkirin. Bawerîya wan a olî nêzîkî ya Alewîtîyê ye, ew û Sersorên Dêrsimê, tam ji sedî sed ne di bawerîyek olî de bin jî, muşterekên wan yên olî gelek in, Nûsayrî jî di vê herêmê de ne.

 

Ev herêm bi ya min, ji bo fahmkirina pirsgirêka Kurdîstanê jî, ji bo jenosîda sîstema Tirkan jî, fahmkirina vê herêmê û jiholêrakirina vê herêmê, kilîda fahmkirinê ye. Ji ber vê yekê divê em li ser bifikirin.

 

Gelek caran têgînek, koka fikirandina me diguherîne. Bawer im 7-8 sal berê, li ser mijara Rojhilata Nêzîk ez fikirîm. Ji wê çaxê vir ve, kî li cem min dibêje “em ji Rojhilata Navîn in”, ez diqehirim û dibêjim, “na em ne ji Rojhilata Navîn in, em ji Rojhilata Nêzîk in.” Bawer bikin ku têgîna Rojhilata Nêzîk, gelek tesîr li ray û ramanên min kir û helwesta min a sîyasî jî bi vê têgînê hat guhertin. Ji bo wê jî, ji hevalan re pêşnîyar dikim ku, miletê Kurd wek miletekî Rojhilata Nêzîk, Kurdîstanê jî wek welatekî Rojhilata Nêzîk tarîf bikin û bifikirin, hun ê bibînin ku, ev yek gelek guherandinan di ray û ramanên mirov de çêdike.

 

Taybetmendîyên Sîstema Serwerîya Tirkan

Hevalno, di vir de alozîyeke fikrî jî heye, di serî de jî min qal kiribû. Bi salan me got kolonyalîzm, lê gava me digot kolonyalîzm jî, me hin tişt îzah nedikir. Gava me digot ku Kurdîstan Kolonî ye jî hin valahî hebûn. Valahîya ku hebû çi ye? Kolonî bi xwe jî statuyek e, gelên kolonî xwedîyê statuyekê ne, ew statu jî bi terma kolonî ve hatiye ifadekirin. Welatek, miletek heye ku ji teref dewletên kolonyalîst hatiye dagirkirin, di binê serwerîya wê dewletê de ye, ev binavkirin wê rewşê dîyar dike.

 

Di têkilîyên Sîstema Tirkan û Kurdîstanê de ev yek tune. Temama zulm û zordarîya kolonyalîzmê heye, dagirkeriya sîstemê ya li Kurdîstanê heye, feqet vê sîstemê statuyek nedaye Kurd û Kurdîstanê. Gava ku mamoste Beşîkçî dibêje ku Kurdîstan ne kolonî ye jî (Kürdistan sömürge bile değil), qesta wî ev e. Li vir analîzeke nuh, fahm û têgîneke nuh pêwîst e.

 

Sîstema Serwerîya Tirkan jenosîdkar e

Ez, ji bo Dewleta Tirkiyê, Sîstema Serwerîya Tirkan bi kar tînim û lê zêde dikim ku ev sîstem, sîstemeke jenosîdkar e. Ji ber ku ev sîstem jenosîdkar e, tu satatu nedaye miletên ku li wan hukum dike û îşareta her statuyê ji bo xwe wek mirinê dibîne. Bi ya min ev encama sîstemê ya jenosîdkar e. Kolonyalîzm li gelek deverên dinyayê heye, sûcekî li dij mirovatîyê ye, qirêj e. Lê tew nebe kolonîyên xwe nas dikin, bi nav dikin û statuyekê didin wan. Di dagirkerîya Sîstema Tirkan de ev tune, ev cure kolonyalîzma vê sîstemê, bi jenosîdkarîyê ve mumkun e. Ji ber ku jenosîdkarî karakterê vê sîstemê ye, tu statuyê jı tu kesî re qebûl nake, tenê ew xwedî statu ye. Bêstatukirin bi xwe, yanî gava tu miletekî bêstatu bihêle, esasen ev bi xwe jenosîd e. Yanî tu statuya wî miletî, wî welatî tu qebûl nakî, rasteqînîya wî ya mîlî û welatî tu dixwazî ji holê rakî, li gor min ev kar bi xwe karekî jenosîdî ye. Ez dixwazim vê pirsî bikim; tu temama Kurdan bikujî, tu qetlîamên mezin li Kurdîstanê bikî ev jenosîd e, baş e tu tenê Kurdekî jî nekujî û tu Kurdîtîyê bikujî, ev jenosîd e an ne jenosîd e? Di jenosîda Kurdîstanê de pirsa sereke ya ku ez dipirsim ev e û bersîva min ev e ku, tenê Kurdekî nekuje jî, hek Kurdayetîyê bikuje ev jenosîd e. Tu komunîteyekê ji holê radikî û tu dixwazî li rûyê erdê nasnameyeke wenî nemîne, di bin serwerîya te de komunîteyeke wenî nemîne, ez bersîva vê pirsê bi êrênî didim û dibêjim ku tenê Kurdek neyê kuştin jî, karê Sîstema Tirkan daye ber xwe ku Kurdîtîyê ji holê radike, aîdîyeta rasteqînîya vî miletî ji holê radike, ev bi xwe karekî jenosîdê ye.

 

Komara Tirkiyeyê tesadufeke tarîxî ye, ne berdewama tarîxeke xwezayî ye

Ez ê di sê-çar xalan de jî qala Sîstema Serwerîya Tirkan bikim. Dîroka Tirkan ya fermî, avakirina vê dewletê bi herbeke mîlî îzah dike. Dibêjin ku ji Gulana 1919an heta sala 1923yan me şerekî mîlî daye, di netîceya vî şerê mîlî de jî, me ev cumhûrîyet ava kiriye. Ji xêndî Tirkan, tu gelên ku ji împaratorîyê mane, ne xwedîyê tezeke wisa ne. Wek nimûne; di herba cîhanê ya yekem de, împaratorîya Almanî jî belav bû, di şer de têk çû û bi Peymana Versayê ku dibêjin ji bo Almanan ev sedema herba cîhanê ya duyem e, gelek zordestî li Almanan hat kirin. Feqet nehat bîra tu Almanî ku vê herba ku tê de têk çûne wek herbeke mîlî biparêzin. Împaratorîya Awûstûrya-Macarîstan jî di herba cîhanê ya yekem de têk çû, nehat bîra wan jî ku vê xisara xwe, vê têkçûn û biçûkbûna împaratorîya xwe wek herbeke mîlî tarîf bikin.

 

Tenha hat bîra îdeolog û sîyasetmedarên Tirkan ku wek împaratorîyekê ketine herbekê, di wê herbê de têk çûne, kîjan împaratorî di kîjan şerî de têk here ew ê hin xisaran bibîne; ax, aborî, hêza leşkerî û gelek tiştên din yên împaratorîyê wê kêm bibin. Ev tiştekî xwezayî ye, lê Tirkan ev berovajî kiriye; mayina xwe ya li ser lingan, tiştên ji împaratorîyê di dest wan de mane, wek herbeke mîlî tarîf kirine. Yek jê, divê ev bê redkirin, tiştekî wenî li holê tuneye. Hun împaratorî bûn, hun ketin herbekê û we wenda kir, hun têk çûn. Ji ber ku we wenda kir, hun ê bedela wendakirinê jî bibînin. We şer kiriye ku hun sînorê xwe biçûktir nekin, temama hedefa şerê ji 1919an heta 1923yan ev e û Mîsaki Mîlîya wan jî ev e. Mîsaki Mîlî dibêje ku, gava peymana mutarekê hat îmzekirin, çi axa di bin serwerîya dewleta Osmanî de maye, em ji wê tawîz nadin. Ev peymana mutarekê, peymaneke kolonyalîst e, ew peyman ji xwe re kiriye referans û dibêje ku ez ji wir şûn ve gavê navêjim. Çi eleqeya vê helwestê bi herba mîlî re heye? Te xwestiye ku tiştên ku tu wenda dikî li derekê bisekinîne, temama wateya herba ji 1919an heta 1923yan ev e. Jixwe ev dewama herba yekem e, herba yekem di 1918an de bi derbekê naqede, erê Konferansa Parîsê ya Aşitîyê çêdibe, nîzama piştî herbê li wir tê tayînkirin, lê wek depremên ku li pê deprema sereke pêk tên, herba cîhanê ya yekem hîn didome, pirtir jî li herêma me ev şer didome, li Rojhilata Nêzîk ev şer didome.

 

Ev sîstem perçeyekî sîstema cîhanê hatiye qebûlkirin, serdestên herba cîhanê ya yekem, nîzameke dewletê li ser dinyayê ferz kirine û bingeha vê nîzamê jî li Konferansa Aşitiyê ya Parîsê hatiye danîn, hin dezgehên navdewletî ava kirine; Cemîyetî Akwam (bi Kurmancî em dikarin bibêjin Koma Miletan), yek ji wan dezgehan e. Bi destê vê dezgehê sîstemeke dewletê li herêma me ava kirine. Komara Tirkiyê, perçeyekî vê sîstemê ye, avakerên vê sîstemê xwestine ku, wek dewama Osmanî dewletek bibe perçeyekî vê sîstemê, ne ku bi hêz û şerê îtîhatçiyan an beşê wan yê mînîmalîst ku ji wan re dibêjin Kemalîst, ev dewlet ava bûye, ev dewlet perçeyekî vê sîstemê ava bûye.

 

Li vir hewceyî gotinê ye ku, di despêka şerê herba cîhanê yê yekem de, jiholêrakirina dewleta Osmanî yek ji hedefên Mutefîkan bû û Mutefîkan jî li ser vê li hev kiribûn jî. Rûsya, Brîtanya û Frense, paşê Îtalya jî tev li wan bû, wan li hev kiribûn ku piştî herbê hek em bi ser kevin, em ê li vê herêmê dewleteke Osmanî li holê nehêlin. Heta tê gotin ku di sala 1913-14an de, gava Wilson dibe serokdewletê Emerîkayê, jê tê pirsîn ku, ma em konsolosxaneyekê li Stebolê li dewleta Osmanî jî venekin? Bersîva Wilson pir balkêş e; dibêje ku “ma bi vî navî dewletek wê bimîne? Çawa be piştî herba cîhanê ev dewlet wê ji holê rabe, em belasebeb konsolosê xwe neşînin wê derê”. Di herba yekem de heşê Rojavayîyan yê di derheq Osmanîyan de ev bû. Heta Şoreşa Rûsyayê (Ocktober), di hedefa mutefîkan de ev hebû ku wê axa Osmanîyan di nav xwe de par bikin û dewleta Osmanî wê li rûyê erdê nemîne. Ya ku di serî de ev plan xera kiriya Şoreşa Rûsyayê ye. Piştî vê şoreşê, Sowyet ji vê tifaqê vekişiyaye. Piştî ku împaratorîyên Alman, Awûstûrya-Macarîstan û Osmanî têk çûn, di nav mutefîkan de şer dest pê kiriye, êdî şerê esasî di navbera Brîtanya û Sowyetê de ye, yên ku berê hevalên hev bûn, ji nuşka ve dibin dijminên hev. Brîtanya û temama dinyayê jî, di serî de Şoreşa Oktobrê pir girîng nabînin û li bende ne ku ew ê di demeke nêzîk de têk here. Lê di salên 1921-22an de dewletên cîhanê êdî qebûl dikin ku ev dewlet wê li ser lingan bimîne. Ji ber vê yekê, ji bo Brîtanya û Fransa li hember Sowyetê dewleteke tampon pêwîst dibe, ji bo balansa hêzên cîhanê yên nuh, ji bo pêşîlêgirtina komunîzm û Sowyetê, li herêmê dewleteke tampon bi dilê wan e, vî hesabî dikin. Ji hêla Sowyetê, hek qebûl bike ku ev dewama împaratorîya Rûsyayê ye, Osmanî di hedefa Rûsan de bû ku ji holê bê rakirin, cîyê Osmanî ji alîyê Sowyetê tê guherandin, li hemberî hucûmên dewletên emperyalîst, dewleteke tampon li wir hebe, ji bo Sowyetê baştir e. Îtalya, hun dizanin ku ew deverên Ege û heta perçeyekî Behra Spî jî dabûn Îtalyayê ku di 1915an de ew jî li gel mutefîkan beşdarî herba cîhanê bibe, feqet di dawîya herbê de, Brîtanya çavê xwe bera wê herêmê da, Îtalya ji vê tifaqê vekişiya û tê gotin ku ji hemû civînên di nav mutefîkan de çêdibûn, Îtalya hêzên Kemalîst haydar dikir.

 

Di netîceya van guherinan de ev Sîstema Serwerîya Tirkan derketiye holê, bi dînamîkên Tirkiye yên hundir, bi şerê wan yê mîlî ev dewlet ava nebûye. Ev dewlet, perçeyekî sîstema dewletan ya nuh ku ji teref Rojavayîyan ve tê avakirin derdikeve holê, perçeyekî wê ye û bi van guherandinên balansa hêzên dinyayê derketiye holê. Ji ber vê yekê, ez wer dinirxînim ku Komara Tirkiyeyê, tesadufeke tarîxî ye. Ne berdewama tarîxeke xwezayî ye, tesadufek tarîxî ye û li ser vê tesadufê ava bûye û dewam kiriye.

Aloktonên ku ev sîstem ava kirine (Asli Unsur); Tirk, Cihûd û Çerkez.

Ez ê çend xalên din jî bînim ziman. Yek jê ev e ku ev sîstem xwe dispêre kê? Ji bo spartekên li paş vê sîstemê gelek niqaş hene; xwe dispêre bûrjûwayê tîcaretê, xwe dispêre tifaqa gundî û taciran, xwe dispêre brokrasîya sîwîl û leşkerî û hwd. Gelek niqaşên wenî hene, ez dixwazim li vir niqaşeke din bikim. Wek milet, wek gel, wek etnîsîte ev Sîstema Serwerîya Tirkan xwe dispêre kê? Spartekên vê dewletê yên etnîkî kî ne? Dixwazim di vî warî de çend gotinan bêjim, ji bo wê jî gerek em denklemên kevn xera bikin. Yek ji wan denkleman ev e ku şerê 1919-1923yan wek şerê Muslum û Xêrîmuslum tê tarîfkirin ku temama gelên Musliman bi hev re tifak çêkirine û şerê Xêrîmusluman kirine, heta ji me jî gelek kes dibêjin ku Kurd jî Musluman in û pê xapiyanin, gotinin ku em jî Musluman in ew jî Musluman in, lewra divê em bi kafiran re şer bikin. Bi ya min ev denklem ji kok ve şaş e. Denklema 1919-23yan ne denklema Muslum û Xêrîmusluman e, denklema alokton û otoktanan e. Ew gelên ku ji dûr ve hatinin û erdekî nuh ji xwe re wek welat pejirandine alokton in, ew gelên ku ji kevn ve li ser erdê xwe dijîn jî otokton in.

Di vir de yên her du denkleman jî xera dikin hene, denklema Muslum-Xêrîmuslum Cihûd (Yahûdî) xera dikin, bi sebeb ku Cihûd ne Muslum in lê bi Musluman re meşiyane, di nav Musluman de cî girtine, him rêvebirîya şerê 1919-23yan kirine, him di îdeolojîya Komara Tirkiyeyê, him jî di wêjeya Komarê ya piştî 1923yan de, tevî ku ne Muslum in jî serokatîya vê dewleta ku wek Muslum tê pejirandin kirine.

 

Yên ku vê denklema alokton û otoktonan xera dikin jî Kurd in. Esasen divê bê dîtin ku di hedefa vê grûbê de tasfîyekirina otoktonan heye, gelê ku herî zêde hedefa vê êrîşê jî Kurd in, lê em dibînin ku Kurd di vê denklemê de, li cîyekî şaş, bi aloktonan re kar dikin. Tabî di vir de, em nikarin bibêjin ku temama Kurdan ji 1919an heta 1923yan wenî kirine, dezgehekî Kurdan tune ku temama Kurdan temsîl bike, temama Kurdan bera pê daye û helwesteke wenî girtine. Lê meyleke wenî heye ku piraya Kurdan li vî alî xwiya dikin.

 

Vê sîstemê ji roja ewil de xwe wek netewedewlet tarîf kiriye, feqet netewek li paş tune, ev komikên alokton ku li gor min yên esasî Çerkez, Cihûd û Tirk in, rêvebirîya hemû van grûban kirine. Ji van komik û grûban miletek dernakeve, wek koalîsyonekê ye. Pirsgirêka vê dewletê ev e, yanî ji berdewamiya Osmanîyan cûmhûrîyetek ava kirine, ev cûmhûrîyet wê bibe netewedewlet, lê li holê netew tuneye. Biryar dane ku netewekî biafirînin, netewekî ava bikin, ev biryar dane. Li pêşiya vê biryarê, li pêşiya netewedewletê hin asteng hene. Di nav otoktonan de Ermen, Rûm, Suryan û Kildan hatine tasfîyekirin, êdî ji bo wan ev ne astenegeke mezin e, astenga herî mezin ku hîn bi xurtî li holê ye Kurd in. Ji bo ku bi destê vê dewletê miletek bê avakirin, lazim e ev milet (Kurd) ji holê rabe. Ji bo Sîstema Serwerîya Tirkan pêwîst e ku miletê Kurd ji holê rabe, ji bo vê yekê jî du rê hene; yek jê tu yê bi awayekî fîzîkî Kurdan ji holê rake ku asteng li ber te nemîne. Vê sîstemê ev yek mumkun nedîtiye; him ji bo hêza xwe ev mumkun nedîtiye, him jî ji ber ku Kurd ewqas pir in û li ser welatekî ewqas berfireh cî digirin ku bi tu awayî bi dawî nabin, em bibêjin ku te hemû Kurd ji holê rakir û Kurdîstan vala kir, tu yê çi têxe dewsa Kurdan? Tu bikaribî hemû Kurdan ji holê rake jî astengî xelas nabe, ev yek; ya duyem Kurdîstana ku di destê Komara Tirkiyeyê de maye ji sedî 42yê Kurdîstanê ye, ji sedî 58ê Kurdîstanê jî di nav dewletên din de parve bûye, bi jiholêrakirina perçeyekî tu nikarî Kurdîstanê jî ji holê rake. Ji ber vê yekê jenosîda fîzîkî, qirkirina fîzîkî ya Kurdan, vê dewletê ji xwe re nekiriye hedef. Ji dêvla vê, jiholêrakirina rasteqînîya milet û welatê Kurdan bûye hedefa jenosîda vê dewletê. Jenosîda ku Dewleta Tirkan li Kudîstanê tetbîq dike, bi vê hedefê re girêdayîye. Ew ê rasteqînîya milet û welatê Kurdan ji holê rake.

 

Kar û barên vê sîstemê yên li Kurdîstanê

Yek jê, divê ez qala mufetîşîya umûmî bikim. Kurdîstan, ji 1927an heta 1947an, bîst salan ji teref mufetîşîya umûmî hatiye îdarekirin, çar mufetişîyên umûmî ava kiribûn, ya pêncan wê li Hatayê ava bikirina, dûre di 1952an de qanûne wê ji holê rabûye.

 

Mufetîşîya umûmî ya yekem, li Dîyarbekir û derdora wê saz kirine. Ya duyem li Trakya saz kirine; Edîrne, Qirklarelî, Tekîrdax û Çanaqale. Ya sêyem li Erziromê û ya çarem jî li Dêrsimê saz kirine, xwestine ku ya pêncem jî li Hatayê saz bikin.

 

Dema ku tu li cîyên mufetişîya umûmî dinêrî, tu qada dewleta Tirkan ya jenosîdê dibînî. Ev mufetîşîyên umûmî, bi ya min li Kurdîstanê dezgehên jenosîdê ne. Bi pirsan em dikarin hîn li ser vê mijarê kûr û dûr bisekinin.

 

Ji ber ku dema me nemaye, ez ê hin xalên din wek sernivîs bînim ziman:

– Jiholêrakirina medreseyan.

– Qanûna memûrîn muhakematê. Ev qanûn, piştî qirkirina Ermenan derketiye. Ev qanûn, li Kurdîstanê ji bo parastina karmendên jenosîdê hatiye bikaranîn. Cara yekem, Mehmet Axar (Mehmet Ağar) got ku, “ji ber vê qanûnê ez nikarim bipeyivim”, ango vê qanûnê destê wî girêdaye. Ev qanûn ji bo çi lazim e? Dewlet wê karên qirêj bike, jenosîdê bidomîne, bi destê karmendên xwe wê vî karî bike, ji bo ku karmendên xwe biparêze ev qanûn derxistiye. Ev qanûn jî yek ji dezgehên jenosîdê ye.

– Îskana mecbûrî.

– Qanûna Dêrsimê.

– Raporên Dewleta Tirkan. Ji rapora Îsmet Înonu û heta ya Fewzî Çakmak bi dehan raporên dewletê hene ku, dewletê ji serî de nêt kiriye û biryar daye ku jenosîdê bi kar bîne. Hek em li ser raporên wan jî hûr bibin, em ê bibînin ku ji bo jenosîdê her tişt di hemû kar û barên Sîstema Serwerîya Tirkan de heye.

Beşa pêşin li vir bixwînin: 

Jenosîda domdar û Rojhelata Nêzîk -1

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev