Nameyên evînî -73

Nameyên evînî -73

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Tu ewqas kûr ketî dilê min, weke ku yê dilê min dixebitîne, tu yî.

 

¤¤¤

Qurbana te bim, evîna me dikele. Nizanim baş e ku dikele an na? Lê zanim, ku xweş e, evîna me dervayî hemû evînên li cihanê ye, loma jî me çiqas berhemên evînî xwendibe, me xwe di nav wan da ne dîtîye. Ji ber ku a me xurttir e.

 

¤¤¤

Ez ji te pir hez dikim û bi te dijîm. Van dawîyan evîna min a zêde çavên min ji zewqa pir carina hêsir dike. Weke ku ez dixwezim ji cihanê ra bêjim, evîn ha dibe, haya we ji evînê tune…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev