NEWROZ WA TÊ !

NEWROZ WA TÊ !

Me berî 30-40 salan jî xetên ha yên bi milethizîyê û welathizîyê va

dagirtî di rûpelên rojnameya “Rya teze” da dixwend.

Bira qelema te her wisa adan be helbestvana me

û ala kesk û sor û zer li ser Şengalê jî bimilmile!

 

Hinara Tajdîn

 

Keskesorê xwe daye palê,
Şera zer bûye kembera navê
Ew ala rengîn, ala aşitîyê,
Dimilmile bin bayê serbestîyê.

 

Derên dîlanê Dîarbekirê,
Govendê bigrin Qers û Mêrdînê,
Derên kûçê Mûşê, Çizîrê
Bixemilînin Şengal, Kobanê.

 

Ala sê rengîn hûn rakine jor,
Qehremanî qerewilîyê bikin dor bi dor,
Ala me sipî, zer e û sor e,
Ala me kesk e, sor e û zer e.

 

Destê ereb, fariz, tirk û ecema,
Qerçimîye nava xwîna me da
Hemêzkin Kurdistana rengîne şên,
Dijmin rewş û xemla wê xirav neke.

 

Nemam dêmê gulgeş kirêt nekin,
Bejn û balê takrihanî eyblû nekin
Dilê wêya xişûş û birîndar nekin,
Pencera azadîyê hûn rabin vekin.

Ji pirtûka – GUMANA MIN

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev