Erebê Şemo û Cejna Newrozê

Erebê Şemo û Cejna Newrozê

Amadekirin: Rebî Zêbarî

 

Di edeba kurdî Helbestvanên kurd ji berî hezar û sedê salan behsa Newrozê di berhemên xwe de kirine.

Cejna Newrozê cejneke kevn û dîrokî ya gelê Kurd e. Di wê rojê de ku tê wateya roja nû û destpêka buharê, Kurd bi biçûk û mezinan, xort û keçan, pîr û kalan derdikevin pêşwaziya buhara xweza û azadiya Kurdistanê.

Her çiqas Newroz cejna Kurdan a netewî be û Erebê Şemo jî bi nirxên neteweyî ve girêdayî be jî, di romanên xwe de ew hindik cî dide Newrozê û pîrozkirina wê. Şemo, tenê di Dimdimê de behsa Newrozê dike û wê weke cejna sersalê nîşan dide:

“Rojek mabû, wekî cejna serê salê bikin. Ji wê cejnê re Kurd dibêjin: Newroz. Ehlên Kela Dimdimê karê xwe dikirin, wekî wê roja ezîz bi eşq derbas bikin. Pez şerjêdikirin, qelş, helîse, kifte û xwarinên mayîn çêdikirin, fêkî amade dikirin, kuloçên serê salê dipehtin. Nîşanek, gustîl, an morî, an jî pereyê zîv dikirine nava kuloç, dema ku kuloç parve kirin, wekî ew nîşan ji neferên malê ji kê re derket, dêmek dewleta wê malê di serê wî de ye.” (Ereb Şemo, Kela Dim Dim, r. 446)

“Nêzîkbûna wan rojên ezîz, gimîn ji bajarê Kela Dimdimê dihat; li çarsiyê, li dukanan, di xanan de, li meydana dêwêr gelek eşya, mal, dewar dihatine firotanê, biçûk û mezin, kesîb û dewlemend karê xwe û roja eydê dikirin. Li kuçeyan, li çarsiyan, li ber derê malan, li ser serê xaniyan û li axpînan agir dadidan, xort û ciwanan li dora êgir govend digirtin, dilîstin. Ew eyd bi eşq derbas dikirin. Ne ku bi tenê li bajêr, wisa jî eşq derbas dikirin li hemû gundan, li qijleyan. Heta şivanan jî, ên ku li ber kerî û sûriyên pêz li çolê bûn, ew eyd dikirin.” (Ereb Şemo, Kela Dim Dim, r. 447)

Newroz weke cejna sala nû tê bi nav kirin û tê bawerkirin ku kesên bi kincên nû û paqij têkevin sala nû, ew ê tevahiya sala wan bi kincên nû û paqij derbas bibe:

“Şevekê beriya roja cejna serê salê, divê erhede biçûk û mezin avê li xwe bikin, herin hemamê, wekî paqij têkevine sala nû. Hinekan kincên nû dikirîn, wekî her gav û her sal kincên wan ên nû hebin.” (Ereb Şemo, Kela Dim Dim, r. 448).

http://www.kurdistan24.net

 

Ji alîyê redaksyona RIATAZA da:

Erebê Şemo cejna Newrozê bi Kiloçê serê salê ra dide girêdan, lê şirove nekirîye, çawa. Malpera me hewil dide wê pevgirêdanê raberî we bike.

Bi hezaran salan berê (û hetanî îro jî) bal kurdên êzdî cejnek hebûye, ku navê wê “Kiloçê ser salê” ye. Ew cejn bi vî awayî dihate pîrozkirin: her sal di pêncşema sisîyan ya meha adarê da hevîr distirên, morîkî (an jî bişkokekê) dixine navê, kade çê dikin, paşê ker dikin, dikine heft perçeyan, para Şems (Şêxê Şemsan), Malxwê male, Memê Şivan (bereketa pêz), Gavanê Zerzan (bereketa dewarên gir), Xatûna Ferxan, Xeta cot (bereketa axê) û hemû neferên malê didinê. Ew morî, an jî bişkok para kê bikeve, wê salê qismetê wî wê zêde be, bi gotineke din, dewleta salê wê di serê wî da be. Lê eger para Xudayê malê bikeve, wê salê bela û qeza wê ji wê malê dûr bin û eger para Memê Şivanê, Gavanê Zerzan an jî Xeta cot bikeve, wê salê gorî wan wê debar, hasilet û rez pir bin. Hetanî berî çend deh salan jî kurdên êzdî nizanibûn, ku ew cejna “Newrozê” ye. Paşê, gava dengê kurd û Kurdistanê kete guhên me jî û me derheqa “Newrozê” da bihîst, me texmîn kir, ku… Kiloçê serê salê ew ya sersalê ye, sersal jî sala nû ye, sala nû jî roja nû ye, roja nû jî nûroj e, nûroj jî “Newroz” e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev