Êzdiyên Kurdistana Bakûr yan Dîroka wunda

Êzdiyên Kurdistana Bakûr yan Dîroka wunda

Konferanseke êzdînasîyê ya giring

Eskerê Boyîk

Serokê Navenda Lêkolînên Ezdînasîyê

 

Rêça êzdîtayê vê herema Kurdistanê da ji kûranîya dewrana tê. Olên pey yê dashilatdar ew rêç çiqas karibûne xwestin e ji pey xwe wunda bikin. Lê çi jî hebe, bingeha Ezdiyatiyê wusa kûr, xanê û saxlem e ku bê lêkolînên zanyarî jî  derkeve ber çavan. Hinek heykel çêkirinên kevn, ku pașê ser kelefê wan dêr û mizgevt hatine avakirin koka êzdîtiyê-șemsaniyê tînin bîra mirov. Dema berê xwe didin dîroka kevnar, Ûrartûyê, tê texmînkirin ku hinek nav û peyv ku jê mane tek nava Êzdiyan da hatine parastin.

Ezdiyên xaltî dibêjin ku  peyva xaltî navê eşîrê, yan qebîlê nîne, Xaltî navê war e, cîye… Eger navê war e, wusane navê herema wan, welatê wan Xalta bûye. Lê kuye ew welat yan herema bi navê Xaltî?

Eyane, ku dor 1300 sal ji berî zayînê, li der dorê golên Wanê, Ûrmiyayê û çiyayê Araratê hukumdarîke mezin bi navê Xaldî (Ûrartû) hebûye û heta  dewîya sedsala  şeşan (berî zayînê) dom kiriye. 1 Gelo di navbera navê wê dewletê û navê van eşîrên Kurdên êzdî yên bi navê Xaltî da girêdanek nîne? Gelo Êzdiyên Xalta paşmayê wê şaristaniyê nînin? Ji bo dest me da delîlên anegor nînin, û ew babet lêkolîna meva girêdayî nîne, em vê pirsê bihêlin dîrokzanan û paşwextîyê ra.

Hinek dîrokzanên ku dîroka gelên Rojhilata Navîn va mijûl bûne di xebatên xwe da pirî hindikî nêzîkî vê fikirê, pevgirêdana navbera Ûrartûyê û kurdada bûn e.  Waxtekî dîrokzanên ermenî xweyî li wê şaristaniyê derdikietin, ew wek şaristaniya pêşiyê xwe didîtin. Lê demek hat ew bi xwe serwext bûn ku tiştekî wan û vê şaristaniyê bi hevra nîne. Vê dewyê dîsa nav dîrokzaniya ermeniya ew fikir geş dibe. 1b

Gelo pevgirêdan di navbera Ûrartû, Xalta, Kurdan (Êzdiyan) da heye? Eva pirsgirêkeke kurdzaniyê ye û ya here bingehîn e.Ev pirsgirêka bi hinek texmînkirin û fikira, wekeheviya hinek peyvan çareser nabe. Çawa niha hinek gotarvanê kurd dixwezin wê fikirê pêşda bibin. Hinek hela gelek pêşda çûne û Ûrartûyê nav dikin dewleta kurdaye pêşin. Çareserkirina vê pirobilêmê gerekê bi xebatên arxîologî, zanyarîyê yên kûr û bingehîn bê destnîşankirin.

Di dewr-zemana bi seda hezara Xaltîyê êzdî welgeriyane bûne musulman. Gelo çima Kurdên êzdî navê koka xwe xweyî kirine, lê musulmana jibîr kirine? Bi texmîna min di bin piropaganda îslyametiyê da, çi ku êzdîtyê û koka wan va girêdayî bûye heram û înkar kirine. Di dîrokê da mînak pirin, ku ji pey qulibandinê ra kurd bêtir koka xwe dibin malbetên erebayae navdar va girê didin.

Lêkolîna Mișûrên Êzdiyan nîșan didin ku gelek êl û eșîr, ku niha li ser ola îslamê ne, dema nivîsara mișûran (sedsala 12-13 an) li ser bawarîya  êzdîtiyê bûne. Niha jî gelek êl hene parek wan bi ola êzdîtyê ne, parek musulman. Ji 7 tawisê êzdiyan 3 bo Êzdiyên vê heremê bûne. /hidûdê niha/

Sedsala 17-18 da Serhed bawarkî destê Êzdiya da bûye, Binelyê heremên Xalta, Torê, Wêranșeherê, Cizîra Botan ê gelek warên din Êzdî bûne û tu șik  ji nîne ku ew bi koka xwe va evdê wan devera bûne. Tu îzbatî nînin ku ew ji ciyê din koçberî wan devera bûne.

Dîroka Ocmaniyê dîroka komkujiya, șer û dewê navxuyî  ciyê neheqiyê, zordestiyê, zulm û zorê, bêqanûniyê bûye. Nerazîbûn, cudatî, dijminatiyê nava  gel û civakên wê dewletê da deshilatdarîya Osmaniyê bo kara xweyîkirina  deshilatîya xwe kêr anye,  ew berî hev dane ku bi șer-hev qirkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî  çareser bike. Kîjan gel li ser rêya xwe asteng dîtine, her tișt kirine, ku wan bi zorê, qirkirnê, komkujiyan, yekê  bi destê yê din ji holê rakirnê li ser rêya xwe derxin. Kurd wek gelekî wê împêratoryê yê pir reng, nerehet, koçer tim jî Osmanyê ra pirsgirêk bûye, alozî çê kirin e. Kurda, wek gelekî ji êl û eșîrên, bîr û bawarîyan, mesheban ji hev cuda, ji hev qetîyayî, bê rêk û pêk, bê organîze, bê tifaq, bê serî ji wê sîyasîya Osmanîya teva pirtir ziyan kișandiye û timê jî wek çeka șer û dewên navxweyî hatye kêranîn.

Împêratoryê da siyasîke xezebê hindava, gel, civak û olên ne musulman da, xazma civakên kêmjimar da hatiye meșandin.

Êzdî ji teva bêtir qurbanyên wê siyasetê ne û dîrokeke wunda ji pey xwe hîștine, ji bo ew hin ji alyê dewletê, hin alyê ola deshilatdar, hin ji alyê deshilatdarên kurdên musulman va hatine qirê. Di van hersê alîya va kê kî wedeyî xwestye êlên êzdiya hatine xezebê, xelk qir kirin e, cî warê wan talan û wêran kirin e û tu cara bo weșîtîya  neheqyê li ber cawdaryê nesekinîne. Kes pișta vê civakê nesekinye. Êzdiyên  ku ji wan komkujî û fermanên xezeb xilaz bûne revîyane cîkî din, yên din jî ji tirsê bawarîya xwe guhestine… Û payê pirê ew komkojî, bûyarên xezeb bêdeng mane, bîranîn jî ji pey xwe nehîștin e. Eger mirov di nav kurdên Bakûr dîroka êl û eșîran lêkolîn dike,  ese rastî tișt û bingeheke êzdatiyê tê. Kengê wan bawarî guhestine, çima,  çawa bûye kes nizane. Tișt nehatiye nivîsar. Tiștê ku wek bîranîn nava xelkê da mane ew jî demêra girêdayî hatine bîrkirin, namîne.

Tiștek jî heye ku hewcê lêkolînê ye. Gelo çima êzdiyê Bakûr dema ferman wan rakirin e tim revyane Şengalê, Welat Şêx lê ji Şengalê û Welat Şêx  nerevîyan e Bakûr li nav mîrtîyeke êzdiyaye bi hêz?…

Bi rastî jî pey êzdiyê vê heremê dîrokeke wunda, ya nava xûnê û komkujiya da pêçayî  maye. Ji pey șerê cihanê yê ewlin ra, çawa Kurdistan bi temamî wûsa jî Êzdîxane nava çar dewleta da hate parkirin, bi sînora hev hate qetandin. Serhed ji Êzdiya vala bû. Tirkiyayêda, ji pey demezirandina cihmûriyatê ra ji bo gelê Kurd dest bi pêvajoya hebûn-nebûnêye pirr hişk bû. Hukumdarên nijarperest bi çi cûreyî hebe helandin, yan tunekirina wî gelî ji xwera kirine armanc û heta niha jî ew zulm û xezeb (devedevî 90 sale) berdewane. Ziman, nav, nasneme, dîrok, çi ku  kurd û kurdayatî bû tev hate înkarkirin. Serhildan û daxwezên Kurdan di nav xûnêda xeniqandin. Kurdistana Bakûr kirine hebsa xezeb û zulmê.

Gelê Kurd civaka herî bindest, bin zulm û zora hukumdar û dagerkerên nijarperest da bênav, bêdeng û bêmaf bû, lê Êzdî di nav Kurdên musulman da ducare bindest, bêmaf û halê zordariya bawariyê ya hişk da bûn. Dema derheqa helaqetiyên di nav Kurden musulman û êzdî da tê ziman, tenê zulm û zordarî, qir û ferman, rev û bez, hev temûlnekirin, bêbawarî, bêaminatî tê bîranîn. …

Heta serhildanên Kurdaye mezin da jî Êzdîyan amintiya xwe Kurdên musulman  nanîne û ewlekarîya xwe ji wan bawar nekirine.

Heta salên heftêyî jî, sedsala borî li Bakûrê welêt Êzdiyan hê dest ji cî û werên pêşyê xwe li Torê, Wêranşeherê, Sêrtê-Merdînê, gundên nêzîkî Amedê bernedabûn, çiqas jî zor-zemetî hebûn axa kal bava hemêz kiribûn, mabûn. Hesavê wan digihîşte 30-40 hezarî.

Di salên henftêyî da derê êwropayê vebû rev li êzdyên Bakûrê Kurdistanê ket, pêşyê wek karkir, paşê wek penaber berê wan kete Ewropayê û payê pirê Almanyayê da cî bûn. Niha, li Bakûrê Kurdistanê, ji 30-40 hezar Êzdiyan dibe 400-450 evd (ew jî hîmlî kal- pîr) gundada mabin, başe. Gund xalî bê evd bûne. Di sebebên reva Êzdiyên Bakûr da, raste hinek motîvên aborî jî hebûn, lê hîmlî ji zordarî, dijwerî, bêqanûnîya dewletê, bêtemûlî û dîndijminetîya civaka kurd e olperest revîyan. Dewletê, ji neheqyên der-doran ne ku Êzdî nediparastin lê her tişt dikir ku helaqetîyan û cudatîya bawaryê navbera wanda aloztir bike…Êzdîtî li Bakûr tê hildan, tê bêjî li wur ne jîyane, ne jî hebûne… Zîyaret, cîyên wane pîroz jî nemane…

Tek heta niha tiştek maye evd zêndî direvin, mirî vedigerin… Ew jî wedelûye.

Bi vê konfêransê meremê meyê ew be, ku karibin wê dîroka wunda hevekî ji nav kelefê dewrana derxin, bîranînên evdê zêndî belge bikin xweyîkin, ji wundabûnê xilaz bikin. Nivșên pêșîrojê ra belgehan bihêlin ku li ser wî erdî wedekî êzdî jiyane.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev