Leşkerê bafon yê mêrxas

Leşkerê bafon yê mêrxas

Hans Christian Andersen

Wergera ji Înglizî: Azad Xalid

Rojekê ji rojan 25 leşkerên bafon hebûn, hemû bira bûn, ji ber ku hemû ji heman kevçiyê bafon yê kevin hatibûn çêkirin, tifing li ser milên xwe hilgirtibûn û li pêşiya xwe dinerîn, û cilkên leşkerî wek hev li ber xwe kiribûn, sor û şîn.

“Lêşkerên bafon” yekem tişt bû ku di dinyayê de li ber guhê wan diket, ji devê zarokekî biçûk ku herdû destên xwe ji kêfa re li hev dixistin dema ku qapaxa qutîka ku tê de bûn hat hilanîn.

Ew leşker diyariya rojbûna wî bûn, û ew li ber maseyê sekinî bû ji bo ku wan li ser deyne. Hemû leşker mîna hevdu bûn, ji bilî yekî, ku tenê yek lingê wî hebû; ew mabû yê herî dawî, ji lewre bafona helandî têra wî nema bû ku wî bi dawî bikin, ji ber wilo ew çê kirbûn ku li ser lingekî raweste, û ji ber vî tiştî ew leşker pir balkêş xuya dikir.

Li ser wê maseyê lîstokên din jî hebûn, lê tiştê ku herî çavê mirov dikşand qesreke xweşikî biçûk ji kaxezan bû.

Li pêşiya qesrê hinek dar li dora perçekî cam, ku mîna goleke avê bû, hatibûn danîn. Qazên ku ji şima hatibûn çêkirin di golê de bûn. Ev hemû tişt xweşik bûn, lê ya ji hemûyan xweşiktir xatûneke biçûke spehî bû, ku li ber dergehê qesrê sekinî bû, ew jî ji kaxezan hatibû çêkirin, û kirasekî ji mûslin le xwe kiribû, di gel rîbaneke şîn ku mîna şalekê li ser milên wê bû.

Wê xatûnê sema dikir, herdû destên xwe ber bi jor ve dirêj kirbûn û yek ji lingên xwe bilind kiribûn, ku ji lêşkerê bafon ve xuya nedikir, û ji wî werê ku ew jî mîna wî bi lingekî ye. “Ev xanima min e”, wisa di dilê xwe de got; “lê ew pir mezine, û di qesrekê de dijî, lê ez di qutîkekê de di gel 24 heban dijîm, cih ji bo wê tuneye. Lê tevlî wilo divê ez hewl bidim xwe pê naskirin bidim”.

Dema ku bû êvar, leşkerên bafon yên din hemû di qutîkê de hatin bi cî kirin, û xwediyên malê çûn ser cihên xwe. Wê demê lîstikvanan dest bi lîstikên xwe kirin.

Leşkerên bafon di qutîka xwe de diçûn û dihatin, dixwestin ku ew jî derkevin û tev li lîskê bibin, lê wan nedikarî qabaxê vekin. Ji dengê qerebalixa lîstikan kenarî ji xew rabû û dest bi stran û helbestan kir. Bi tenê lêşkerê bi lingekî û xatûn li cihê xwe mabûn.

Xatûn li ser tiliyên lingê xwe rawesta bû, û lingên xwe vezilandibû, her weke wî ku li ser lingekî sekinîbû. Wî çavên xwe yek kêlîkê li ser hilnanî. Demjimêr seet 12 ê nîvê şevê lê da, û ji nişkê ve pîrhebokek reş xwe ji qutiyeke lîstikan çem kir.

“Leşkerê bafon”, pîrhebokê got, “Çavên xwe bernede tiştekî ku ne yê te ye”. Lê leşkerê bafon xwe kir ku deng ne hatê.

“Başe; madem heta sibê sebir bike”, pîrhebokê got.

Dema zarok sibehê hatin, leşkerê bafon di pencerê de danîn. Pencere ji nişkê ve vebû, pîrhebokê yan sira ba ew vekir, kes nizane, lê leşker kete xwarê, bi ser serê xwe de ji qata sisiyan li ser cadê kete xwar. Ketineke xerab bû. Kumê wî yê hesin û xencera wî di nav kevirên cadeyê de çikilîn, û lingê wî yê bi tenê li hewa ma.

Xizmetkar û lawkê biçuk daketin jêr ji bo lê bigerin; lê ew li çi deverê nedîtin, tevlî ku ew gelkî nêzîkî wî bûn û heger wî carekê bang kiriba “Va ez li virim” wê ew dîtibana. Lê ji bo wî pir şerm bû ku alîkariyê bixwaze û cilikên leşkerî li ser wî ne.

Baranê dest pê kir û hin bi hin xurttir dibû. Dema ku baran sekinî, du lawikên biçûk di ber wî re derbas bûn, yekî ji wan ji yê din re got, “biner, wa ye leşkerekî bafon, gerek qeyikeke wî hebe di nav vê avê de”

Herdiwan qeyikeke ji kaxezan çêkirin, leşker xistinê, û ew di nêv rûbarê avê de bi rê kirin, û herdiwan bi qeyikê re li ser qiraxa rûbar baz dan, û destên xwe jî li hev didan.

Hey xuda, çi pêleke mezin di rûbarê avê de çêbû! Çi bi hêz bilind bû ku qeyika kaxez hejand, ew ber bi jor û jêr ve bir û anî. Leşkerê bafon jî pêre lerizî, lê hîn jî ji cihê xwe neliviya, û aramiya wî nehate guhertin. Wî rast li pêşiya xwe nerî û tifinga xwe ya kevin li ser milê xwe rast kir. Ji nişkê ve qeyik tûnelekê de û dora leşkerê bafon, mîna qutîka wî, gelek tarî bû.

“Gelo ez ana bi kude diçim?” di dilê xwe de got. “Helbet ev sûcê pîrheboka reş e, ez bawer im. Hew ku xatûna biçûk li vir di gel min ba, wê ne xema min tarî jî ba.”

Ji nişkê ve mişkekî mezin ji nav avê derket pêşiya wî.

“Pasporta te heye?”, mişk jê pirsî, “ka bide min zû.” Lê leşkerê bafon çi deng ji xwe ne anî û tifinga xwe xurttir zeft kir.

Qeyik di riya xwe de çû û mişk da dû wê. Diranê xwe li hev dixistin û bang dikir, “Wî rawestînin. Wî rawestînin, pereyên derbasbûnê nedaye, û pasporta xwe jî dernexistiye”. Lê pêlên avê bi hêztir dibûn û leşkerê bafon dikaribû ronîya rojê bibîne ku ji dawiya pirê xuya dikir.

Ji nişkê ve dengekî pir xurt bihîst ku ji xurtbûnê dikare ziravên mêrxasan biqetîne. Di dawiya tûnelê de av ber bi cihokeke mezin ve diherikî ku dibû mîna sulavekê.

Ji ber ku ew gelek nêzîk bû, nema dikarî bisekine, ji lewre qeyik tê wer bû û feqîrê leşker nedikarî çi tîştî bike ji pêv ku xwe bigire û çavên xwe nelivîne, ji bo ku tirs li ser riwê wî xuya neke.

Qeyik sê çar caran li dora xwe geriya û dûvre tije av bû; çi tiştek nikare wî ji xeniqandinê biparêze.

Av gihişte heta histiyê wî, qeyik jî bêtir diket bin avê de, kaxeza qeyikê nerm dibû û ji hev diket, heta ku av bi ser serê wî ket. Di vê demê de xatûna biçûk, ya ku êdî wê nema dibîne, hate bîra wî, û gotinên stranekê hatin ber guhê wî:-

“Bi xatrê te ey şervanê mêrxas,

Tû diçî ber bi gora bê xelas“

Pişt re qeyika kaxez perçe perçe bû, leşker kete bin avê de û masiyekî mezin ew daqurtand.

Hindirê zikê masî ji tûnelê jî tarîtir û tengtir bû, lê leşkerê bafon rast ma û tifinga xwe ji dest xwe berneda.

Masî di nav avê de diçû û dihat, lê ji nişkê ve sekinî. Piştî bêhnekê, tîrêjek ronî xwe berda nava wî û pişt re dengekî bang kir, “Ez dibêjim vaye leşkerê bafon.”

Masî hatibû girtin û li bazarê hatibû firotin, û dema jinikê zikê wî bi kêrê qelaşt, leşker derxist û ew bir hindir.

Hemû xelkên wê matmayî mabûn bi dîtina vî leşkerê ecêb yê ku di zikê masî de geriya bû; lê ew yekcar bi xwe ne şanaz bû.

Ew danîn ser maseyê, û ji ecêba dinyayê, xwe li heman hindirî dît ku ji pencera wî hatibû xwarê, heman zarok, heman lîstok li ser maseyê û heman qesra xweşik ku xatûna biçûk li ber deriyê wê hîn li ser lingekî rawestabû, û lingê din hildabû. Herdiwan ziq li hevdû dinêrî û bê deng mabûn.

Ji nişkê ve yek ji zarokan leşkerê bafon girt û ew avête argûnê nêv komirên sor. Çi sedem tine bû ku vî tiştî bike, ji lewre dibe sûcê pîrheboka reş be. Leşkerê bafon bi germbûneke pir dijwar hestiya, lê wî ne dizanî ku ev germbûn ji agirê rastî ye yan ji agirê evînê ye. Li xatûna biçûk nerî û wê jî lê nerî. Bi laşê xwe hisya çawa dihele, lê her li ser lingê xwe rast sekinîbû û tifinga wî li ser milê wî bû.

Ji nişkê ve dergehê hinder ji ber ba vebû û ba li xatûna biçûk da û ew avête argûnê li tenişt leşkerê bafon.

Roja din sibehê dema ku xizmetkara malê hate ji bo ku argûne ji xweliyê paqij bike, leşkerê bafon dît ku hilyaye û bûye di şêweyê dilekî biçûk, lê ji xatûna biçûk çi tiştek ji bilî gula wê ya rengîn nemabû ku ew jî mîna ariyê reş bûbû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev