Xewn

Xewn

Xwedîyê helbestê ji redaksyona me ra ha nivîsîye:

-Ev helbest dîroka sed salên dawî ya rewşa me kurdan e.

Ez wê diyarî hemû xwandevanên maêpera Riataza dikim.

 

Senar – Mûsa Qulîkî Mîlan

 

Dîsa jî min weke caran,

Xewneka pir ecêb dîtye.

 

Xewneka kûr, gelekî kûr,

Angorî Geliyê Zîlan.[1]

 

Xewnek tijî, gelek tijî,

Angorî xewnên sed salan.

 

Xewnek bilind, gelek bilind,

Weke çiyayê Agirî…

 

Kabûsa wê xewna giran,

Hêminî ji min biriye,

Dil û hinavan disoje.

 

Dîsa bêhna xiyanetê,

Xwe davêje bêfila min,

Û wek agirê bin sêlê,

Kezeba min kûr dipêje.

Te çi dîtye, ka bibêje!

 

Dema ku ez xewê de bûm,

Min dît di demên borî de,

Çend hêzên tarî bûne yek,

Bi nexşeyeka pir sexte,

Bi pênûsa reşa Saykis[2],

Bi meqesa reşa Pîko,

Bona berjewendiyên xwe,

Li bejn-bala min a bilind,

Ya nazik û ya nazenîn,

Ya xweşik û ya pir kubar,

Ya bêxem û ya pir xûysar,

Dêrekî reşî reş birîn.

 

Hatin di Qesra Şirîn[3] de,

Ew dêre kirin du perçan!

 

Dema dîtin ku dêrê me,

Hevirmûşek pir biha ye,

Û xwedî jî nehêja ye;

Bi du perçan qayîl nebûn,

Li bajarê Lozan[4] kom bûn,

Ew dêre kirin çar perçan!

 

Dêreyê me ewqas biber,

Li bejn û bala me teng hat!

 

Wek masiyên av ser birî,

Em man bêhêz û bêhêvî…

 

Wan sist kirin pê û pêngav,

Lê me xwe jî xwe nelivand!

 

Per û baskên me şikandin,

Lê me xwe jî xwe nefirand!

 

Me barê berpirsyariyê,

Avît ustiyê qederê!

 

Wek darek hişk ser lehiyê,

Me xwe destê wan ve berda!

 

Di rewşek nemir-nejî de,

Me karwanê jînê ajot.

 

Me avît pênûs û defter,

Hilda şiva şivaniyê.

 

Me ji kaniyên zozanan,

Vexwar ava sersariyê.

 

Me ji gul-gupikên mêrgan,

Xwar nivîşkê tiraliyê.

 

Me palê xwe da wargekî,

Me kir fexra axatiyê!

 

Me gelek dewran winda kir.

 

Me gelek derfet ji dest dan.

 

Me zimanê xwe jî bîr kir!

 

Me hebûna xwe winda kir!

 

Em ji hindikan qayîl bûn,

Me dev ji gelekan berdan.

 

Hinek axa û begên me,

Bi gundek du zozanan ve,

Xwe Diyako hesibandin!

 

Hinek şêx, sofî, seyîdan,

Bi nimêjek du rojiyan,

Xwe wek pêxember nimandin!

 

Qirêja durûtiya reş,

Xwe avît rûyê pir kesan.

 

Mija xiyanetê rabû,

Girt pêşya çavê namerdan;

Dest berdan ji yekîtiyê,

Xwe firotin gelek erzan.

 

Em bûn bet û kewên pehtî,

Ketin nav lepên seydvanan.

 

Em bûn karxezalên silik,

Ketin pêşya nêçîrvanan.

 

Çi serê we biêşînim,

Gelek sal-zeman bihurîn,

Em mînanî kavirên gêj,

Mixabin li hev zivirîn…

 

Paşê me hat peyîtandin,

Ku em bi xwe nêçîrvan in,

Ne layîqî bindestyê ne,

Em ne yên ku bibin kole,

Ne hêjayî vê rewşê ne.

 

Divê em ji xewê rabin,

Tiraliyê bavêjin dûr,

Şapikên çapikan xwekin,

Solên mêrxasan pêbikin,

Tacê hiş bidine sêrî,

Civakê re bixebitin.

Divê em rabin ser piyan,

Li meydana cîhanê de,

Hespê pêşveçûnê bajon…

 

Di rewşeka wiha de bû,

Ku pêlên hestên me rabûn,

Keştiya netewî leqya,

Û em serobino kirin.

 

Tovên xîreta Kurdokan,

Tamarên leşê me rakir,

Û em rabûne ser piyan.

 

Çinarên azad şax vedan,

Dest avîtin guliyên hev,

Ber bi azadiyê hejyan.

 

Pilingên Toros û Zagros,

Bi tevî Botan û Barzan,

Zincîrên zeftê qetandin,

Dem û derfetên pêwîst de,

Weke Zerdeşt û Şêx Adî,

Weke Ker, Kulik, Silêman,

Mîna Hesêyê Dûdêyî,

Kawa û Dewrêşê Evdî,

Weke eyloyê Dimdimê;

Bi berxwedaneka hêja,

Agirê Newrozê hildan,

Azadî, rastî, dadmendî,

Û evîna xaka pîroz,

Bi mirovên me nîşan dan.

 

Keskesora ronahiyê,

Timê welêt hilda nav xwe,

Em gîhandin xwenasiyê.

 

Esmanê reş li me geş bû,

Qudûm ketin dest û piyan,

Em gihîştin wêrekiyê.

 

Li ber bayê azadiyê,

Me zindî kir ruhê mirî,

Û kirasê teng veçirand.

 

Me jî wek Evdalê Zeynê,

Bi zimanê dayîka xwe,

Istiran li hev zivirand.

 

Me jî hevhizkirin heq kir,

Ji çavkaniyên Sîpanê,

Ava evînê daqurtand.

 

Me jî hebûna xwe heq kir,

Saya karxebatek hêja,

Me serferazî ceriband.

 

Serpêsekiniyên hêja,

Dest avîtin berdenûsan,

Belge, pirtûk û pênûsan,

Dîtin ku heta kaliska,

Dîroka mirovî diçû,

Tenê sê şaristanî bûn,

Tenê sê serkanî hebûn,

Yek Hind bû ya duda Yûnan,

Ya sisya Mezopotamya;

Cizîra Botan û Riha,

Hêlekana çanda kurda.

 

Mamên me rabûn ser piyan,

Û bi belgeyên dîrokî,

Doza dêreyê ber kirin.

 

Camêrên vê axa pîroz,

Mîna canpolatên Madî,

Mîna xweşmêrên Eyûbî,

Wek maqûlên Bedir Xanî,

Weke mala Cemîl Paşa,

Weke mala Haco Axa,

Bi xêra keda destê xwe,

Bêwate derxistin Serxet,

Bêwate derxistin Binxet,

Bêhîkarî derxistin Sêvr[5],

Bêbandor derxistin Lozan,

Pêymanên wek Elcezayîr[6],

Qesra Şirîn, sedan wek wan…

 

Êdî dem, dema te ye lo!

 

Di rojhilata navîn de,

Pênûsa bedewkariyê,

Bi destê te diherike;

Wêneyê wekheviyê tu,

Bona her kesî bikşîne.

 

Bêjinga paqijkirinê,

Di destê te de diheje;

Çet û xaka nakokiyan,

Ser genimê sor bavêje.

 

Serê hespa xwe berde lo!

 

Beriya Herana kevnar,

Di bin gavên Sosik, Mêjdîn,

Di bin gavên Hedban de ye.

 

Terazûya Selahedîn,

Ya dadê û wekheviyê,

Îro di destê te de ye.

 

Li tamarên te digerin,

Xwîna Lolo, xwîna Gotî,

Sobarî, Mîtanî, Kasî,

Nayrî û Kurdok û Xaldî.

 

Serê xwe bilind bike lo!

 

Îro neynika rûyê te,

Derfeta xwe nîşandanê,

Li çar warî de dest xistye,

Û şewqeka kurdewarî,

Davêje gundê cîhanê.

 

Îro te wek Zîn û Xecê,

Bi bedewîka bêhemta,

Agir gelek dilan xistye.

 

Ji bakûr hetanî başûr,

Ji rojhilat ta rojava,

Cîhan tê serlêdana te.

 

Îro roj, roja te ye lo!

 

Birca Belek der vekirye,

Bi sêsid, şêst û pênc odan,

Ji te dixwaze civînan.

 

Medresa Sor dev vekirye,

Bi tîna evîna Xanî,

Bi ya Melayê Cizîrî,

Bi eşqa Feqiyê Teyran,

Ji te dixwaze şagirtan.

 

Lalişê hemêz vekirye,

Ji ava Kaniya Sipî,

Evîneka kurdewarî,

Ramaneka kurdewarî,

Hizkirinek kurdewarî,

Bedewiyek kurdewarî,

Diyarî cîhanê dike.

 

Cilwe û Mishefa Reş va,

Ew jî wek pirtûkên pîroz,

Bi me dinasînin Ezda.

 

Evistaya me ya pîroz,

Hemû pirtûkên xwedê ra,

Dike pêşbaziya rewa.

 

Kela Hewlêr mil vekirye,

Te ber bi xwe ve dikşîne;

Ber bi wêjeyeka pirbar,

Ber bi şaristanek kevnar,

Ber bi dîrokeka xembar.

 

Nobedarê dîroka te,

Duyemîn sûra cîhanê,

Sûra Ameda rengîn e;

Êdî xema te qet nîne.

 

Tu mînakek gelek baş î.

 

Azadîxwazên cîhanê,

Hemû hev ra bi yek dengî,

Îro serê te sond dixwin.

 

Çiqas derdor nexwazin jî,

Lê divê tu dilniya bî,

Lê divê tu xwebawer bî;

Henin wek Dewrêşê Evdî,

Bi evîna cî-warên xwe,

Bi evîna Edûlên xwe,

Wê konê Zor Temir Paşa,

Bi destê himetê vegirin,

Li ser bîst û çar ustûnan,

Li ser cî-warên bav, kalan.

 

Wêne: Rebwar K Tahir

 

Riataza

 

[1]– Geliyê Zîlan him wargehê evîna Heso û Nazê ye, him jî bi komkujiya kurdan ve pir navdar e. Gelek kal, pîr, keç, bûk, jin û zarokên kurdan – bi gotinên gotiyan 47.000 kes – dema serhildana Agirî de bi awayekî hovane di wî geliyî de bi destê Kemalîstan hatin şehîd kirin.    

[2]– Saykis, nûnerê hikûmeta Îngilîs û Pîko jî nûnerê hikûmeta Firansa bû. Wana sala 1916’an de, di nav xwe de pêymanek girêdan û Rojhilata Navîn di nav hev de parvekirin. Ew pêyman bi pêymana Sayks-Pîko navdar e.

[3]– Pêymana Qesra Şirîn di sala 1639’an de navbera wargiştiyên Îranî (Sefevî) û Tirkî (Osmanî) de hatibû girêdan û wana li ser esasê wê pêymanê xaka Kurdistanê di nav hev de parvekibûn.

[4]– Peymana Lozan di sala 1923’yan de pêk hatiye. Di dawiya şerê cîhanî yê ewil de, piştî têkçûna wargiştiya Osmanî, hevalbendan di vê pêymana reş de, Kurdistan kirin çar perçan û radestî Tirkiyê, Îranê, Eraqê û Sûriyê kirin.  

[5]– Pêymana Sêvrê sala 1920’an de navbera hevalbendan û hikûmetaTtirk de pêk hatiye û di wê pêymanê de curek xweserî (otonomî) dabûn Kurdistana Bakûr, lê mixabin ew biryar her li ser kaxezê ma.

[6]– Pêymana Elcezayîr, sala 1975’an de navbera hikûmeta Îraq û Îranê de hat girêdan û Şahê Îranê (Mihemed Riza Pehlewî) bi xiyaneteka mezin Kurdistana Başûr di nav agirê hikûmeta xwînrêj a Îraqê de tenê hîşt.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev