Pirsa we û bersîva me – 125

Pirsa we û bersîva me – 125

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: – Ji van cûrê nivîsara vê gotinê kîjan rast e, an jî kîjan zêde tê bikaranînê? CIH, CÎH, AN CÎ?

 

Bersîv: – Di mentiqa zimên de her sivikkirin heye. Lewra herfeke ji qirikê derdikeve weke H’yê, di dawiya bêjeyan de dengdêreke dirêj qebûlî beriya xwe nake.

Mînak:

Cih jî rast e.

Cî jî rast e.

Lê Cîh çewt e, lewra bilêvkirina wê zehmet e.

 

Herweha bilêvkirina du dengdarên li ser hevdu dijwar e.  Vêca di dawiya bêjeyekê de, du dengdarên bilêvkirina wan dijwar (yên jêderka wan ji şikeftika dev û bi xwar de) bên, dengdêreke dirêj zehf qebûlî pêşiya xwe nakin. Yanî, bêhtir dengdêrên kin li beriya xwe digirin. Weke dengên NG’yê.

 

Mînak:

Piling

Quling

Sing

Tifing

Êzing

Ting

Şeng

Reng

Beng

Asteng

 

Nîşe:

Di kurdî de ev herf dengdêrên kin in: i, u, e

Di kurdî de ev herf dengdêrên dirêj in: o, û, a, ê, î

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev