ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ -4

ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ -4

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedşêstûşeşan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Îro emê beşa çaran, a dawî a berhema bi sernavê ”ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

 

Kamûsî Kêcan û Eçkapûs têne kuştinê (dûmayîk-3)

 

Hinan rabû xatirê xwe xwest,

Ji bin xêbeta jengarî derket.

Rostem berê xwe zivirand Gêwo,

Go: -Te ew pelewan nas kir?

Go: -Na xêr!

Go: -Hinane.

Gêwo go: -Ya Serbilindê Îranê,

Hinan hezar pênsid pelewan ji mala min kuştîye,

Ew newêre bê bin xêbeta jengarî.

Rostem go: -Hinan parsû qaline,

Wekî ez bikime gazî, li xwe nagire,

Wê caba min bide.

Rostem kire gazî: -Hinano,

Lê te şerm nekir,

Bo kevçikek xûnê te xwe terkelipaskir,

Go, nizanî, ber derê xêbeta jengarî

Tu cara ez te pîs nakim.

Hinan kire gazî, go:

-Ya Serbilindê Îranê,

Min ji bo kevçikek xûnê xwe terkelibas nekirîye,

Min ji bo çûr-çûra Gêwo Guhderz

Xwe terkelibas nekirîye,

Hezar pênsid pelewan ji mala Gêwo hatîye kuştin,

Şev û roj çûr-çûra wîye,

Ji ber padşê wî hezar pênsid pelewan ji malbeta min hatîye kuştin.

Hela ez mukur padşê xwe ranebûme.

Gêwo teybîra xwe dît, wekî here pêşiya Hinan.

Rostem go: -Sed car bi anîya min,

Go herî pêşîya Hinan,

Ezê tamara (ran) bi kelpetanê navmilê te bikişînim,

Tu mêrekî jêhatîyî,

Sibê li meydanê bo xwe bikuje.

Hinan zivirî hat nik padşê xwe,

Bo padşê xwe qisekir,

Gote padşê, go: -Padşê min xweşbe,

Tûs hatîye cem Rostem.

Kamûsê Keşanî go:

-Qet melehezre nekin,

Ezê serê wî bînim holanê.

Sivê dinya ron bû,

Kamûsê Keşanî li rexşê xwe siyarbûyî

Dakete meydanê,

Meydanek ji Rostem xwest,

Rostem ketibû xewê, hişyar nabe.

Lelekî Rostem heye,

Xwedê dizanîd heker çend salîye,

Pê kenîn, siyar kirin,

Verêkirine berbi Kamûsê Keşanî.

Kamûs go: -Extîyaro,

Îranêda kes nema, hema tu hatî meydana min?

Lele go: -Kamûso,

Gotine min: “Here pelewanek wê meydanê,

Here bikuje, hespê wî bîne mera”.

Dibên, Kamûs enirî.

Çev serra bûne peyal,

Rim ji ser zîn hilanî,

Avête hespê, çû ser sêrî,

Heta meju di guhada hate xar.

Sekinîye meydanê,

Meydanê ji Rostem dixweze.

Rostem ketîye xewê, ji xewê ranabe.

Bêjen go: -Xalo, rabe ser xwe,

Pelewanek hatîye meydanê –

Meydanê ji te dixweze.

Rostem kire gazî lelê xwe,

Her kesek revî ji dîwanê bo xwe çû.

Go: -Bêjen, kanê lelê min?

Go: -Lelê te çû şer, hate kuştin.

Go: -Xwedê malka we mîratke,

Çima kes Îranêda tunebû,

Wekî we lelê min verêkir?

Sivê Tûranîya wê bêjin

Kesek di Îranêda tunebû

Bahata meydanê.

Kire gazî: -Frut-rexş û razîn,

Rexşê-Belek der anîn,

Zînê zêrîn dane ser piştê,

Gurzê hezar pênsid şêst û şeş xundkarî

Li qarpûza zîn danîn,

Gurz, tîr-kevan, li alîyê din danîn.

Rostem hemayîla zêr û zîv

Rast û çep ber xwe danî.

Pê xwe avête rikêfê,

Jorda xar bû, dakete meydanê.

Bavê wî Zalê, di berê da hat, got:

-Rostem, kurê min,

Min hîvî, sed carî hîvî ji te heye,

Tu bisekine, ez du qisa ji tera bêjim,

Ew pelewanê min dîtî, pelewanekî mêrqence.

Go hinekî şerezatî here meydanê.

Rostem enirî, gurz, tîr-kevana derva avêt.

Gurzê giran girt avêt,

Hilgirt xepa kelbendê,

Hilgirt Rexşê-Belek siyar bû,

Dakete meydanê.

Kamûsê Keşanî lê kire gazî, go:

-Ya pelewan, rext û baskê te ser sîçê pelewananin,

Tu bê çek û sîlih hatî meydana min.

Rostem kire gazî, go:

-Kuro, tu gelek xofê bi çek û sîliha xar bûyî.

Go, axir siyar şerê siyaran dike.

Peya şerê peya dike.

Kamûs hind pê hesîya Rosteme.

Xeba kelbendê avête sîng.

Wî jî avête Rostem.

Ewî berê Rexş da ordîya xwe,

Evî yê xwe da ordîya xwe,

Bû bigir bi keşanî,

Heta teştîya mîranî.

Rostem ser milê xweda nihêrî,

Wekî ew rikêfî rexşê xwe tê,

Qûna Rostem sê buhusta nav nîveka zîn rabû,

Go: -Bi xudanê şev û rojan,

Roja Sermezinê here holanê-

Her îroye.

Wekî babê min got,

Min xebera babê xwe nekir,

Erebî li Rexşê-Belek xurî,

Sê gava paşva çû,

Çiqek ji xeba kelbenda sîngê xwe vekir,

Avête sîngê Rexşê-Belek,

Erebî lê xurî,

Cotek rikêf lêda,

Kevil birî, goşt birî,

Gihêşte hestu,

Rostem ser milê xweda nihêrî

Kamûsê Keşanî şûr avête xeba kelbendê,

Dibe, tîne, wekî bibire.

Go: -Kuro, min xeba kelbendê

Min wa çênekirîye,

Wekî şûrê te bibire,

Min heft ciha debax daye.

Erebî Rexşê-Belek xurî.

Cote rikêf lêda.

Kamûsê Keşanî ji nav qerpûza zîn deranî:

Kamûs di xwera kişand.

Berek hate pêşiya çemêd çiya,

Kamûsê Keşanî destê xwe li wî berî îna hev.

Kamûsê Keşanî wî çiyayîva kişand,

Bire ber derê xêbeta jengarî.

Go: -Ca gence, min Evresyab hestuyê mezin

Yek ji yek (jêk) qerandin,

Çima li te ket,

Wekî tu ji Çîn û Maçînê hatî şerê min?

Kamûsê Keşanî go: -Ya Serbilindê Îranê,

Kesê xwe mînanî xwe bêje,

Çivîk-çivîke, xwe davêje pejan,

Ku pê xilazbe,

Ez îro hatibûm ala te daynim,

Xwedê ala min danî,

Ji bo kevçika xûnê, ez hîvîya ji te nakim,

Serê min birî nav wê kevçika xûnê,

Nava seys û mehteranda birine pişt xêbeta jengarî,

Pê bivira ker kirin.

“Şahnamê” dibê:

Meleka pekamîya Rostem nik xudê ala gelek kirin,

Lazim bû li meydanê bikuşta,

Nanîya wira bikuşta,

Herçî nav Îranê bû sazê deva kutan.

Herçî nav Tûranîyan bûn, misqala bi xalîyê rakirin bi zêrekê,

Eçkepûs go: -Tu melehezran nekin,

Ezê sivê serê wî bînim meydana holanê.

Roja paştir sivê, Eşkepûs kete meydanê,

Meydan ji Rostem xwest,

Rostem kire gazî, go:

-Firuxt û Rexşt û razîn.

Rexşê-Belek deranîn,

Zînê zêrîn avêtine ser piştê,

Gurzê hezar pênsid şêst û şeş xundkarî

Di qarpûza zînda danîn,

Gurz, tîr-kevan di alîyê minda danîn,

Rostem hemayîla zêr û zîv

Rast û çep ber xwe danî,

Pê xwe avête rikêfê.

Jorda xar bû, dakete meydanê.

Babê wî-Zalê di berda hat, go:

-Rostem, kurê min,

Min hîvî, sed hîvî ji te heye,

Tu bisekine, ez du qisa ji tera bêjim.

Ew pelewanê min zanî,

Pelewanê mêrqencin,

Tu bi çek û şerezatî here meydanê.

Rostem enirî, tîr-kevan tenê hilgirt,

Gurz danîn, derva avêt.

Sîlihê xwe hemû avêt,

Rostem hilda du tîr-gel kevanê xwe,

Dakete meydanê.

Eçkepûs lê kire gazî, go:

-Navê te çiye?

Go: -Ez navê xwe nizanim.

Rostem kire gazî, go:

-Navê te çiye?

Go: -Navê min Eçkapûse.

Rostem go: -Înha bîra min hat,

Wekî ez biçûk bûm,

Diya min ez ser destê xwe hildavêtim,

Gote min: “Merdê (ruhê) Eçkepûs”.

Eçkepûs çev serîra sorbûn,

Şûr ji kalan kişand,

Ji cih rikêf kir ser Rostem,

Rostem tîrek girte koda sîngê hespê wî,

Dikemçikê avête der,

Çû di bin texterana kaqkayê Çînêra.

Xeta kotanê avêtinê,

Sertîra Rostem paşê ji axê derxistin.

Çi qeder rimê Tûranîya hebûn,

Rima kesî ber sertîra Rostem nehat,

Ji rima Hinan pêva.

Eçkepûs gote Rostem, go:

-Te şerm nekir, te lêda hespê min kuşt?

Rostem go: -Heger ez peya, tu jî peya.

Eçkepûs şûr ji kalan xilazkir,

Bezî Rostem.

Rostem tîrek girt koda sîngê Eçkapûs,

Çemeda (mîna) pencerekê vekir:

Eçkapûs neket, ji cih bezî Rostem.

Rostem sê gava paşva revî,

Go: -Desto, min heta demana heşrê ji te gazindaye.

Eçkapûs ket ser wî, li ber pê Rostem ket;

Serê Eçkapûs di bin guhara birî:

Êxiste xeba kelbenda xwe:

Kişand bire ber derê xêbeta jengarî.

Rostem go: -Gelî Îranyan,

Êvarê, wekî dinya tarî bibe,

Agirê wan xweş bibin.

Ewê birevin ji wan, zef we kuştin,

Heta ava Şehderûtê,

Ava Şehderûtê nehlal lamaye.

Kî bireve, li ava Şehderûtê derbazbe,

Êdî yê din li pey naçe.

Îranîya berda dû,

Birin heta ava Şehderûtê, derbazkirin,

Ew zivirîn hatine mala xwe,

Ji Tûranya, herçî li ava Şehderûtê ket – silamet derbaz bûn:

Ew jî çûne malêd xwe.

Qisa min xilaz bû, reme li dê û bavê hadir û gûhdaran.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev