“Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan“: (Serhildana Agirî) -1

“Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan“: (Serhildana Agirî) -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan”. Em îro beşa yekê raberî we dikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 176

 

Ev tevgera partîzanîyê li Tirkîyê, ku di nav nivîsên zanyarî da ha tê binavkirinê û di salên 1930-1931ê da qewimî (navê wê yê duduyan bi wê yekê va girêdayî ye, ku navbenda serhildanê li devera çiyayê Araratê bû), di beşa buhurî da her tenê girêdayî bi kar û barên nasyonalîstên kurd yên ji “Xoybûn“ê ra hate bîranînê. Lê di vê beşê da ew bûyera dîrokî wê di hêla sîyaseta hundur û der ya Tirkîyê da bê lênihêrandinê, herwiha emê emelên welatên din yên Rohilata Nêzîk û Awropayê, ku ew bûyer tesîr li ser wan kir, raxine ber çavan.

Têkbirina serhildana Şêx Sehîd, wek me îdî gotîye, bû sebebê gelek guhartinan. Desthilata kemalîstan zexmtir bû, hêza leşkerên derece bilind di strûktûra sîyasî ya welêt da xurttir bû, bawerîyên şovînîstîyê di serokatîya welêt da zêdetir bûn. Bi wê ra tevayî Enqereyê bangawazîyên serekên ûsyanvanên kurdan û pêwendîyên wan bi alîgirên sîstêma welêt ya berê bi kar anî bona rêformên dijî derebegîyê leztir pêk bîne. Eger em behsa kurdên zora wan birî bikin, em dikarin bêjin, ku wana zirareke mezin dîtin, him di hêla windakirina merivan da, him jî di hêla aborî da. Gorî hinek malûmatîyan li warê şer lê diqewimî û navçeyên dora wê 8 hezar gund hatine hilweşandinê û her tenê ji jin û zaroyan zêdeyî 15 hezar kes hatine kuştin. Zêdeyî nîv mîlyon kurdên, ku “bawerî bi wan ne dibû“ ji warên wan raqetandin û berê wan dane wilayetên Tirkîyê yên roavayê, jimara mihaciran û kesên ser demekê ji warên xwe çûyî nedihate hejmartin62.

Tevlihevî û xiringêle, talan û wêrankirnên li wilayetên di bin destê ûsyanvanan da zirareke mezin da rewşa aborî û sîyasî ya Kurdistana Tirkîyê û tesîreke gelekî xirab li ser tevaya welêt kir. Kemalîst ev yek fêm kirin û mecalên gorî şovînîstîya xwe ya di pirsa miletîyê da qebûl kirin (ango, zêde di pirsa kurdan da). Wana qet jî ne dixwest hîç daxwazeke kurdan pêk bînin, an jî, wek ku wana digot, ewê ber sêparatîzma kurdan çok venedin. Lê rewş wisa bû, ku gerekê tiştekî bikin bona rewşa aloz aram bikin, ku li rohilata welêt saz bûbû û bi dijwarîyan va dagirtî bû. Lema jî Enqere biryar kir çend gavan paşda bavêje û bi nimûneya sultanan û cantirkan bi kêmanî dilê serokatîya kurdan bikire. Bona wê yekê li rohilata welêt kampanîya berfireh ya dijî derebegîyê destpê bû, desthilatê emelkarîya çend zagûnên awarte li wilayetên rohilatê da hilanînê, çend biryarên kuştinê pûç kirin, an jî bi hebiskirinê va guhartin. Destûra çend binemalên navdar dan, ku di dema xwe da ew sirgûn kiribûn, vegerine warên xwe yên berê, mal û milkên wan li wan vegerandin. Di îlona sala 1928an da nêzîkî Şêyxan-Kuprîyê (30 kîlomêtr dûrî Bazîdê) rasthatina nûnerên hukumetê bi Îhsan Nûrî ra derbaz bû. Hukumetê pêşnîyar kir ji bo ûsyanvanan efûya giştî derxin û Îhsan Nûrî bi xwe jî xelat bikin, lê kurd razî nebûn û wisa xuya ye, tirsîyan ku wê bêne xapandin. Di encamê da her tenê efûyeke biçûk derket û hevraxeberdanên bi çend nasyonalîstên kurdan yên bi nav û deng ra berdewam bûn63.

Encamên van hemû hewildanan pir hindik bûn. Ji Enqereyê ra li hev ne hat pirsa kurdan ji rojeva jîyana sîyaseta hundurîn ya Tirkîyê derxe. Eksî wê, bêhnvedan kurt bû û piştî hema bêje du salan dû têkbirina serhildana Şêx Sehîd ra dest bi serhildana kurdan ya nû bû. Û gerekê wisa jî bûya, ji ber ku serokatîya Tirkîyê tu hewildan ne kir bona wan sebebên kûr bide hilanînê, ku herdem civaka kurdan mecbûr dikir haya wê jê hebe û bê deng nemîne. Hela di ser da jî, sîyaseta hukumetê her tenê dijderketina kurdan germtir kir.

Zaneyê pirsgirêkên Tirkîyê yê salên 20-30î K. G. Vasîlêvskîy (V-îy, Vasîlêv), ku li Sovyet pir navdar bû, di sala 1930î da bi heqî nivîsî: “Serhildana kurdan ya sala 1925an bi hovîtî hate hincirandin jî, lê dîsa jî kemalîst heta van demên dawî jî li Kurdistanê xwedî-xudan nînin“64. Lêkolînerên Sovyet yên wê demê, ku bûbûne qûlê têorîya marksîstîyê, sebebê wê yekê berî gişkî di şertên sosîalî-aborî da didîtin, ku civaka kurdan ya wê demê di nav da bû. Yek ji wana (B. Platonov) digot, ku serhildanên kurdan di rûyê zordestîyên li ser gundîyan û bacên kemalîzmê da diqewimin: “Tevgera kurdan ji bo wê yekê serî hildide, ku nerazîbûna rêncberan ji alîyê zêrandvanên wan – şêx û derebegên kurdan da hate bikaranînê û di wî karî da kapîtala îngilîsan-firansizan bi kar dianîn“65. Lêkolînerekî din sebebê nerazîbûna kurdan di wê yekê da didît, ku kemalîst bi ciddî naxwezin derebegîyê li Kurdistanê bidine hilanînê û hewil didan pirsa agrarîyê ji bo berjewendîyên serokatîya kurdan ya eşîrtîyê-derebegîyê çareser bikin66. Bawerîyên ha di nivîsên lêkolînerên Sovyet yên di dawîya salên 20î û destpêka salên 30î da têra xwe hebûn.

Hilbet nabe wê yekê înkar bikin, ku faktora sosîalî-aborî di tevgera kurdan ya miletîyê da, him li Tirkîyê, him jî li welatên Rohilata Nêzîk yên din, roleke kivş lîst, xwesma gava em behsa zêrandina di hêla sosîalîyê-çînî da dikin, ku bi destî desthilatan dihate kirinê (ew hinkûfî miletê serdest û beşeke serokatîya kurdan jî bû). Lê bi tevayî şikyatên kurdan yên civakî warguhêzî emelên sîyasî dibûn (diha rast, yên leşkerî-sîyasî), ku dijî sîstêma zêrandina miletîyê bû, ku li Tirkîyê piştî têkbirina serhildana sala 1925an ne tenê sist ne bû, lê hela xurttir jî bû. Hema eynî ew kesê, ku me navê wî li jorê da, nivîsî, ku sîyaseta Enqereyê herwiha di hindava kurdan da ya “cendirmeyîyê-asîmîlekirinê, xeniqandin-fetisandina miletên kêmjimar e û ew di tevgera kurdan da roleke mezin dilîze“67. Wisa xuya ye, ku gotina “herwiha“ li vir ne di cî da ye, ji ber ku sebebê sereke yê serîhildana kurdan sîyaseta wisa bû di hindava wan da.

Di çileya paşin sala 1927an behs bela bûn derheqa tevlihevîyên nû li Kurdistana Tirkîyê. Leşkerên hukumetê li deverên Dêrsimê û Xarpûtê hewil didan kurdan aş bikin, dîsa dest bi kampanîya bi destî zorê mihacirkirina eşîretên netebitî yên wilayetên başûr-rohilatê ber bi Behra Reş û roavayê kirin, bona wan tevî binecîyên wan deran yên ne kurd bihelînin68. Bi pêşnîyarkirina wezîreta karên der ya Tirkîyê di çileya paşin sala 1927an zagûn hate qebûlkirinê derheqa bi destî zorê cîguhastina 15 hezar kurdên riat ber bi navçeyên, ku kêm kes lê diman û dewsa xwelîya ji dest wan girtî xwelîya nû didane wan69. Malûmatî bela bûn, ku ji destpêka sala 1927an ji 20 hezarî heta 30 hezar kurd hatine mihacirkirin, dîsa dest bi girtina serekên kurdan kirin, piranî jî serekên ruhanî-dînî. Baylozê Brîtanîyayê li Tirkîyê C. Klerk di havîna sala 1927an da ji O. Çemberlen ra nivîsî, ku bi destî zorê mihacirkirina kurdan ji Anatolîya Rohilatê mihacirkirina ermenîyan ya di sala 1915an da tîne bîra merivan70. Û ew eşîretên, ku bi serî xwe vedigerîyane warên xwe yên berê (ji bo nimûne, eşîreta Goyan), ew dizêrandin, heta darda dikirin jî, dikirine hebisê û h.w.d71.

Deshilata Tirkîyê bi van xweserîtîyan va jî têr ne bû, destbi kampanîya nû kir bona aşkirina kurdan72. Di çileya paşin sala 1927an baylozê Brîtanîya Mezin li Stembolê Hor (Noare) ji O. Çemberlen ra nivîsî derheqa rewşa li Kurdistana Tirkîyê: ”Welat niha hatîye têrorîzekirin, lê ewê tu caran aş nebe, eger bi jimareke mezin leşker bi kar bînin. Kurdan 90 selefê çekên xwe veşartine”73. Bi gotina konsûlê Brîtanîyayê li Trabzonê W. Mêtyûza, desthilata cî Kurdistanê bi nav dike wek ”Makêdonîya nû”, lê kurdan – wek ”kesên heyfhildar û kavilkar”, û buharê wê serhildanên nû hebin74.

Ev mecalên hovîtîyê, ku desthilata Tirkîyê pêk dianîn bona aşkirina kurdan, her tenê hêrsa kurdan radikrin û tevlihevîyên nû serî hildidan. Di gulana sala 1927an da li çiyayên Sasûnê bi serokatîya Muhemmed Elî Yunus serhildaneke nû dest pê bû; kurdên Sûrîyê jî xwe gîhandine wan. Her tenê di meha tîrmehê da li hev hat serhildanê bitemirînin, ew jî bi saya serê du taxbûrên leşkerî, ku ji Dîyarbekirê hatibûn şandin. Wê demê kurdên Bîtlîsê jî serî hildan û riya Bîtlîsê heta Dîyarbekirê qut kirin, dû wan ra jî eşîretên bakurê Gola Wanê rabûne serhildanê, ku Yado begê hogirê Şêx Sehîd serokatî lê dikir. Şerê herî giran li navçeya Îdir-Bazîdê (Doxûbayezît) qewimî, ku Şêx Qadir serokatî lê dikir. Ji bangawazîyên wan yên here belavbûyî ev bûn: ”Bira bimire şewqe, bijî koloz”, ”Bira bimire hukumeta, ku gundîyan û hemû feqîran dizêrîne”75.

Lê cîyê rasteqîn yê tevgera kurdan li rohilata Anatolîyayê herêma dora çiyayê Araratê (Agrî dax) bû, ango dora Araratê Mezin û Araratê Biçûk û Kirrê da. Ew warekî wisa bû, ku wek dibêjin, rê-pêge lê ne diket, mînanî kelayeke mezin bû û warekî di hêla stratêgî da pir giring û ciwan bû li ser sînorên Tirkîyê, Farizistanê û Yekîtîya Sovyet da. Lema jî şerên kurdan yên çekdarî li vê herêmê, herdem jî li cihanê deng dida. Di nivîsên wan deman da gotina ”Serhildana Araratê” bi fireyî dihate fêmkirin, hemû serhildanên kurdan li Tirkîyê (carna jî yên kurdên Îranê), ku di salên 1927-1932 da qewimîn, wisa dihatine binavkirinê. Serhildana Araratê ya di salên 1927-1930î da,- zaneyê pirgirêka kurdan yê îngilîs serhing Êlfînston nivîsîye,- himberî serhildana Şêx Sehîd ya sala 1925an ”diha ciddî bû”, armanca wê ji dînî zêdetir ya sîyasî bû, bersîva sîyaseta desthilata Tirkîyê ya asîmîlyasyonê bû û lema jî du taxbûrên tirkan (yên 4an û 6an) şandibûn bona têkbirina wê76. Em wê jî bêjin, ku hinek lêkolîner serhildana Araratê (carna navê wê yê tirkî bi kar tînin – ya Agrîdax) dihesibandin wek berdewama serhildana Şêx Sehîd, ku komeke nasyonalîstên kurd li Agrîdaxê ”kongrêya” wê derbaz kiribûn77.

Enqereyê, hilbet, çend mecalên eşaretdayînê qebûl kir. Ji bo nimûne, çend serek hatine girtin (di nav wan da birayê Şêx Sehîd – Ebdurehman), ku di amadekirina serhildana nû da dihatine gunehkarkirinê. Lê ne mecalên cezakirinê, ne jî hewildanên bona ber dilê wan da bên seba paşmayînên wan yên nêgatîv bidine kêmkirinê, nikaribûn pêşî li serhildanan bigirtana.

Milahîmkirina bi destî hêza çekdarî warguhêzî şerê xwînrêtinê bi kurdan ra dibû, bi destî zorê mihacirkirina eşîretan dibû sebebê wêranîyê û kavilbûnê, pevgirêdanên bi sedsalan yên malhebûnî û sosîalî ji hev diçûn, binecî nuxsan dikirin. Hela di ser da jî, tevlihevîyên hundurîn, ku her meh zêde dibûn, derbazî dervayî sînorên Tirkîyê dibûn û di pêwendîyên wê bi cînarên wan yên rohilatê ra problêm derdixistin. Û dewletên Awropayê, yên berjewendîyên wan di vî karî da hebûn, desttewar ne diman.

Îdî di destpêka sala 1927an da li ser sînorê Tirkîyê-Farizistanê serttî zêde dibû, ku di rûyê wê yekê da bû, ku eşîretên ser sînor nerehet bûn. Dihate texmînkirinê, ku kurdên Tirkîyê û Farizistanê zêde ji sînoran derbaz dibin û evê dawî tevî şerê dijî hêzên Tirkîyê yên cezakar dibûn. Enqere ji bo vê yekê ber xwe diket, û wek herdem hewil dida sûc bavêje ser Îngilîs û ewê jî di hindava xwe da derdikete dijî wan gunehkarîyan, ew red dikir78. Tirkan bi ciddî bawerî bi helandayîna îngilîsan ne dianîn jî, lê gunhekarîyên wisa ji wan ra lazim bûn bona armancên propagandîstîyê. Di rastîyê da Tirkîya ji bo helwêsta Farizistanê pir xemgîn bû, ya ku herdem hewil dida tevlihevîyên li Kurdistana Tirkîyê ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne. Bi vê yekê ra girêdayî Enqereyê ber Tehranê pêşnîyar kir bi hev ra derkevine dijî tevgera kurdan79.

Ji ber ku hukumeta Riza Şah guh neda vê bangê, serttîya li ser sînorê Tirkîyê-Farizistanê her çû zêdetir bû. Di destpêka tîrmeha sala 1927an da hukumeta Tirkîyê elam kir, ku ew îdî xwe bi wê peymana 17ê çirîya paşin sala 1913an ya di navbera Rûsîyayê, Îngilîs, Tirkîyê û Farizistanê va girêdayî nahesibîne, ku sînorê Tirkîyê-Farizistanê kivş dike80. Tirk dest pê kirin qereqolên ser sînor dane ber gulleyan û di nav kurdên Farizistanê da propaganda dikirin bi armanca, ku desthilata şah û kurdên xwe berî hev din û wana hişyar bikin bona tevî sîyaseta Tirkîyê ya dijî kurdan bibin. Bi wê ra tevayî Enqere Tehranê di wê yekê da gunehkar kir, ku ew desteyên kurdan yên çekdar amade dike û dişîne ser axa Tirkîyê81.

Tehran di bin deynan da ne ma. Hev gunehkarkirin bû sebebê zêdebûna serttîyê li ser sînor û guftûgoyên sincirî û di wan da carna dihate gotinê ku xudêgiravî nêta Sovyet heye an bikeve Tirkîyê, an jî Farizistanê, lê têma dijî Sovyet zêde ji bo çavtirsandina neyaran dihate bikaranînê û di paşdemê da zêde behsa wê ne kirin, ji ber ku tu îzbatîyên wê yekê tunebûn. Rojnamevanên tirkan kewkanî davîtine alîyê Îngilîs jî, lê ew jî bê bingeh bûn. Lê hewce ne dikir sebebê tûjbûna pêwendîyên Tirkîyê-Farizistanê li cîkî dûr bigerin: him bingehê Tirkîyê, him jî yê Farizistanê hebû hev gunehkar bikin bona rewşa giran ya li ser sînor sazbûyî. Bi bawerîya tirkan, Farizistan di wê yekê da gunehkar bû, ku ew êrîşên kurdên Farizistanê li ser qereqolên tirkan yên ser sînor organîze dike; lê farizan şik dibire ser Tirkîyê, ku ew dixweze bi alîkarîya kurdan wê xeta sînor ya rohilatê dirêjtir bike, ku gorî konvênsyona sala 1914an hatibû kivşkirin. Wek ku kovara Îngilîs ya navdar ”Nir Ist and India” bi heqî dinivîse, sebebê sereke yê wan hev gunehkarkirinan ew bû, ku herdu hukumet jî nikaribûn pirsgirêka kurdan çareser bikin82.

Şerê bi destê rojnameyan ra tevayî pevçûnên li ser sînor jî diqewimîn. Ew zêde ji destpêka payîza sala 1927an dibûn. Pevçûn li deverên Bayazîdê, Araratê, Makûyê û gelek cîyên din dibûn. Wan deman gelek kurdên Tirkîyê direvîyane Farizistanê û eşîret bi malbetan va, bi awayekî rezadil, mihacirî wira dibûn. Ûsyanvanên kurd yên di kûraya Tirkîyê da bûn, carna serî hildidan, piranî jî yên dora Mêrdînê. Zordestîyên desthilata tirkan her tenê ew rewş disincirand83.

Tevlihevî û xiringêleyên li ser sînorê Tirkîyê-Farizistanê, ku zêde bi mihacirkirina kurdan va girêdayî bûn, pêwendîyên di navbera Enqerê û Tehranê da xirabtir dikirin. 1ê çirîya pêşin sala 1927an Tirkîya nota şande Farizistanê girêdayî meşa kurdên Celalî yên Farizistanê li ser axa Tirkîyê, ku di rê da çend zabit û leşkerên tirkan girtibûn û gelek çek zevt kiribûn. Enqere, ku gef xwar wê pêwendîyên dîplomatîyê qut bike, de`w kir, ku di nava deh rojan da dîlgirtîyan û çekan vegerînin. Naveroka wî şikyatî gîhandine baylozxaneya Sovyet jî84.

Lê sertbûna li ser sînor kêmtir ne dibû. Kurdên Tirkîyê, ku xwe ji mihacirkirina mecbûrkirî xilaz dikirin, derbazî ser axa Farizistanê bûn, bi kurdên wira ra bûne yek û bi şer paşda vegerîyan. Serleşkerîya Tirkîyê bona zora wan bibe, çar alayên ji dîvîzyonên 9an û 12an şande wir. Tehranê wezîrê leşkerîyê yê berê Forugî xan (Mîrze Mihemmed Alî xan Forugî Zoka ol-Molik) şande Enqerê bona bi hukumeta Tirkîyê ra rewşa li ser sînor guftûgo bike. Tirkan jî behs bela kirin, ku îngilîsên li Bexdayê kar dikin ew tevlihevîyên ser sînor saz kirine85. Çapemenîya Tirkîyê, ku xwe bi têkbirina ”cerdên kurdan” ya di goveka ”milahîmkirinê û nûjenkirinê” va efû dikir, çiqas ji dest wê dihat, rûn berî êgir dida. Gunehkarîyên giran bi situyê Farizistanê va dikirin. Ji bo nimûne, rojnameya ”Milliet” wê di wê yekê da gunehkar kir, ku ew ûsyanvanên kurd diparêze û dihewîne. Bi wê ra tevayî ”Cumhurîyet”ê dinivîsî, ku dibe haya hukumeta şah ji hemû bûyerên li ser sînor tunebûya jî, lê wê gunehkar dikir bona tevlihevîyên li ser axa Farizistanê, ku ji bo aramîya Tirkîya cînar xeter bû, û bangî herdu alîyan dikir şerê dijî kurdan bikin86.

Ev bang him li Enqerê, him jî li Tehranê bi dilgermî hate qebûlkirin. Xirabbûna pêwendîyên di navbera Tirkîyê û Farizistanê da, sebeb çi dibe bila bibe, ne gorî berjewendîyên herdu welatan bûn, ku xwe li riya nûjenkirinê girtibûn. Em wê jî bêjin, ku hukumeta Tirkîyê hewil da di hindava kurdan da nermî bi kar bîne. Di dawîya sala 1927an da hate îlankirin, ku daxwaz heye çend eşîretên, ku berê ji wilayetên rohilatê mihacir kirine, vegerînin warên wan. Kovara îngilîsî dema ev biryar şirove dikir, dinivîsî, ku ji binecîyan ”rûtkirina” deverên ser sînor ”bêaqiltir” tiştek tune, û tirk rast dikin, ku dixwezin kurdan loyal bikin, dewsa ku wana bikujin an jî bi destê zorê mihacir bikin87.

Xên ji wê, wê destûr bidana eşîretên berê mihacirkirî vegerine warên xwe, di hindava Şikakan û çend eşîretên kurdan yên herdu alîyên sînor diman da, ku ji bo Enqerê û Tehranê serêşandî peyda dikirin, nermî dîyar kirin. Li hev hat ”yê herî netebitî” – Simko, ku leşkerên şah pey wî digerîyan, ser demekê aş bikin, û walîyê Hekarîyê sitar da wî. Xên ji wê hukumeta Tirkîyê soz da wan hemû serekên kurdan efû bike, ku revîbûne Farizistanê, Îraqê û Sûrîyê.

Rêyên dîplomatî jî hatine qebûlkirin, ku bi dilê Tehranê bûn. Pêşî da şah şik dibire ser tevgera kurdan li Tirkîyê, ku dibe ew dijî Farizistanê be. Lê dema, wek ku kovara îngilîs dinivîse, serekên kurdan wî dane qanekirinê, ku armanca wan her tenê ”aramîya kurdan e li Tirkîyê”, ewî dest pê kir bawerîyên xwe guhart û amadekarîya xwe dîyar kir bi tirkan ra bikeve nava hevkarîyê bona tevgera kurdan ya li ser axa Tirkîyê ji holê rake. Di gulana sala 1928an da Forugî kirine baylozê Tirkîyê û eva yeka hate qîmetkirinê wek nîşana başkirina pêwendîyên di navbera herdu welatan da. Lê dîtindar gelek şikber bûn, ku dibe rewş li devera ser sînorê Tirkîyê-Farizistanê baştir bibe, piranî jî ji bo wê yekê, ku eşîretên kurdan ji bo wê yekê wet ne amade bûn88.

Riataza

62 Na zarûbêjnom Vostokê. 1932, hejmar 2, rûpel 136. ”Tayms”ê 8ê gulanê sala 1930 nivîsî, ku welat ji Ferêt bigire heta kûraya riya Erzurum-Trabzonê ”hela ne gihîştîye ser dereca normal ya dema berî şêr” û niha îdî wê tu caran venegere ser qamê xwe yê berê. Sîstêma berê, ku otonomî dida eşîretên kurdan bi şertê, ku wê êrîş nebine ser rêyên bazirganîyê û gundên tirkan wê neyêne şêlandinê, îdî li paş maye, lê sirîya dinê – asîmîlekirin, hela bi ser ne ketîye (binhêre: AVPRF, fonda 132, 1930, dexle 31, defter 84, belge 118).

63 Binhêre: Schmidt D. A. Journey among Brave Men. Boston-Toronto, 1964, rûpel 57-58. Rambout L. Les kurdes et le droit, rûpel 31; Feridov. Çend pirsên Tirkîya vê demê. – Rohilata Şorişgerîyê. 1929, hejmar 6; BPSV. 1928, hejmar 4-5, rûpel 72-73.

64 V-îy. Dijî konsêpsyonên oportûnîstên rastê di pirsa agrarîyê da li Tirkîyê. – AP. 1930, pirtûk 4-5, rûpel 76.

65 Platonov B. Kemalîzm îro, – Blîjnîy Vostok. 1931, hejmar 2-3, rûpel 33.

66 Kizil xan. Feşîtîyên oportûnîstîyê di qîmetkirina pirsa agrarîyê li Tirkîyê. – Rêvolyûsyonnîy Vostok. 1930, hejmar 9-10, rûpel 116-117.

67 Platonov B. Kemalîzm îro, rûpel 33. Di gotara K Vasîlêv (naznavê K. G. Vasîlêvskî bû) ya bi sernavê ”Sebeb û hêzên sereke yên serhildanên kurdan” (AP. 1931, pirtûk 9-10) da, ku di vê berhemê da hatîye bikaranînê, gelek nivîsên bi qîmet hene derheqa serhildanên kurdan û analîza wan ya hûrgilî da. Xalên sereke yên vê berhemê gorî ruhê wê dewrê ne û ne gorî bawerîyên zanyarîya îroyîn in. Em tenê fikirekê ji wê bînin, ku hewcê komêntaran nîne: ”Serhildana li Kirê – berê desîsîyên împêrîyalîzmê ne. Di serhildana kurdan ya sala 1930î da împêrîyalîzma Fransîyayê ji ya Îngilîs kêmtir ked ne rêt. Serhildana li Kirê ne tenê dijî Tirkîyê bû, lê herwiha dijî Yekîtîya Sovyet bû jî. Ew serhildan ya rêaksyonîyê û kontrşorişîyê bû” (rûpel 113).

68 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 150, belge 212. Malûmatîyên cesûsîyê derheqa kurdan da ji Mûsilê 20.01.1927, kopîya.

69 NEI, hejmar 817, 13.01.1927, rûpel 35.

70 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 150, belge 238. Ji barêgeha Hêzên Leşkerî-Hewayî yên Îraqê ji bo sêkrêtarê komîsarîata sereke 02.04.1927; belge 267. Elametîya ji 09.08.1927. Xên ji wê, binemalên navdar û neferên mala wan jî mihacir dikirin, ku bi bawerîya hukumeta Tirkîyê bawerî bi wan ne dihat. Ji bo nimûne, 60 binemalên bi nav û deng ji Trabzonê mihacirî Stembolê kirin, lê ji Bazîdê – heta 2 hezar malbet (dîsa li wir, dexle 305, belge 13, 30. C. Klêrk ji bo O. Çemberlen, hejmar 301, 22.06.1927; hejmar 417, 09.08.1927).

71 Dîsa li wir, belge 279. Înspêktorê admînîstratîv li Mûsilê ji bo şêwirmendê Wezîreta karên hundur 10.09.1927.

72 Dîsa li wir, dexle 151, belge 2A, B. Konsûlê Brîtanîyayê li Helebê ji bo Wezîreta karên der 15.11.1927.

73 Dîsa li wir, belge 14. Hesabdayîna ji 14.12.1927.

74 Dîsa li wir, belge 37. W. Mêtyûz ji bo Hor 23.12.1927.

75 Dîsa li wir, belge 251. Malûmatîyên bi riya cesûsîyê sitendî, yên derheqa kurdan da, 30.06.1927. Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû ya wilayetên bakur-rohilata Tirkîyê. Tb., 1948, rûpel 149.

76 Elphinston W. G. Kurds and the Kurdistan Question. – IRCAS. 1948, vol. 35, pt 1, January, rûpel 43-44.

77 Gavan S. S. Kurdistan: Divided Nation, rûpel 25.

78 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 304, belge 230, hejmar 71. Forin Ofis ji bo baylozxaneya Brîtanîyayê li Konstantînopolê 26.01.1927, kopîya.

79 Dîsa li wir, dexle 223, belge 254-255, hejmar 4. Nameya karmendê leşkerî yê Brîtanîyayê li Konstantînopolê ji bo baylozê li Tirkîyê 05.03.1927.

80 Binhêre: Lazarêv M. S. Pirsa kurdan (1891-1917), rûpel 287. Ev peyman ji alîyê hukumeta Osmanîyê da nehate îmzekirin.

81 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 224, belge 114-115, 131, hejmar 352. Hesabdayîna baylozê Brîtanîyayê li Tirkîyê ji bo Wezîreta karên der 06.07.1927, kopîya; hejmar 369. Hesabdayîna baylozê Brîtanîyayê li Tehranê ji bo Wezîreta karên der 29.07.1927.

82 NEI. Hejmar 849, 25.08.1927, rûpel 227; hejmar 856, 13.10.1927.

83 OM. 1927, hejmar 9, rûpel 418-419; 1927, hejmar 10, rûpel 481-482.

84 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 224, belge 247, hejmar 183. Têlêgrama qasidê Brîtanîyayê li Farizistanê ji bo Wezîreta karên der 07.10.1927.

85 Dîsa li wir, dexle 270, belge 4, hejmar 512. Nameya jbaylozê Brîtanîyayê li Tirkîyê ji bo Wezîreta karên der 13.10.1927, kopîya.

86 Dîsa li wir, belge 2-3, hejmar 500. Nameya ji baylozxaneya Brîtanîyayê li Konstantînopolê ji bo Wezîreta karên der 04.10.1927, kopîya.

87 NEI. Hejmar 866, 22.12.1927, rûpel 769-770.

88 Dîsa li wir. Hejmar 894, 05.07.1928, rûpel 9-10; hejmar 888, 24.05.1928, rûpel 642; OM. 1927, hejmar 12, 1927, rûpel 592-593.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev