Trêna bêveger -1

Trêna bêveger -1

Jennifer Bassett

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

“Helbet wisa ye”, mêrik ê bişewqe got û domand, “polêzên baş jî hene, yên xirab jî hene”.

“Erê wele, xebera te ye”, mêr ê genc got û ji jinika ciwan a li kêleka xwe pirsî, “ne wisa ye Jûlî?”

Jûlîyê tiştek negot, wisa aciz bûbû, ku pirs bê bersîv hîşt û çavên xwe girt.

“Jûlî bermaliya min e”, mêrê wê gote wî kesê bişewqe. “Qet ji trêna hez nake, em kîngê li trênê siyarbin, lê digre, nexweş dikeve”.

“Haa rast e, îca ez ji te re behsa xanima xwe bikim, ew jî ji otobêsa hez nake. Xûşka te par li Mençistirê bû, na na du sal berê bû, niha hate bîra min. Di otobêsê de lê bû qezayekê derbas bike, ku Xwedê ew xilaz kir.”

Wisa dest bi çîroka jina xwe û otobêsê kir, ku bi wê çîrokê milet bêzar kir.

Rojeke germ bû, tren hêdî hedî di ser riya xwe re diherikî û diçû. Di kompartimanê de heft kes hebûn; kesê bişewqe, mêrikê genc û pîreka wî, jinek û du zarên wê û zilamek ku zilamekî dirêj, esmer ê di navê taximek kincên biha de. Mêrê jinikê, Bîl, yekî por kurt, ser çakar û devbiken bû. Pîreka wî, Julî keseke por sor û çav kesk bû, ku rengê çavên wê dişibiyan rengê avên behran. Çi çavên xweşik bûn ew!

Bişewqeyî xeber da, ha xeber da, qet nizanibû sekn û rawestandin çiye; kesekî xwediyê suretekî sor î mezin û dengekî xurt. Wî bi Bîl re xeber dida, çimkî Bîl jî ji xeberdanê hez dikir. Gelekî keniya, dema ew keniya Bîl jî bi wî re keniya, lewma Bîl ji ken û axaftinê hez dikir.

Herdu zarokên di kompartimanê de wek agirê kulê bûn, qet nedixwestin di ciyê xwe de rûnên. Hema dixwastin bidin çirtika, ji vî alî herin wî alî, wî alî werîn vî alî.

“La lawno, de werin di ciyê xwe de rûnên û we hetka me bir, bes e”, diya wan gote wan. Jinikeke hûrik bû, westiya dixuya, him laş westiyayî, him jî deng.

“Ez naxwazim rûnim, ez tî bûme”, kurikê piçûk got. “Were, pirteqalekê bixwe”, jinikê got û ji kîsik pirteqalek derxist, da destê kurik.

“Ez jî dixwazim”, keçikê bi dengekî bilind gote diya xwe. “Baş e, han ji te re jî”, got jinikê, “de rûnê, wek meriv însana bixwe”. Zarokan pirteqalên xwe xwarin, midetekî bê deng sekinîn. Kurik got: “Ez avê dixwazim, min ji te re got ez tî me”.

Zilamê dirêj û esmer, rojnameya xwe hilda û dest bi xwendinê kir. Julîyê çavên xwe vekirin, çavên xwe li rûpela paşiyê ya rojnamê gerand. Nivîsên derheq hewa Bûdapeştê û fûtbola Lîverpûlê xwend. Ne dixwest bizanibe ka hewa li Bûdapeştê çawa ye, ne jî ji fûtbolê hez dikir, lêbelê ne dixwest dengê Bîl û wî mêrikê bişewqe bibhîze. Di dilê xwe de “Diştixile diştixile diştixile, ev Bîl qet nikare devê xwe bigre” got. Hêj hişê wê li ser şitexliya Bîl bû, ku ji nişkê ve, çavên wê di ser rojnamê re li çavên zilamê esmer ketin. Wî rojname dixwend, devê wî nedihat dîtin, lê kenek di çavên wî zilamî de hebû, çavên wî dibişirîn. Zûzûka çavên xwe berjêr kir, dîsa dest bi xwendina hewa Bûdapeştê kir.

Tirên li îstasyona Dawlîşê sekinî, milet peya dibûn, siyar dibûn, gelekî qelebalix bû.

“Em ê li vira peya bin?”, qîzika piçûk ji ciya xwe pirsî û çû di pencerê re li derva mêze kir. “Na qîzê, ev îstasyon nîn e, here li ciyê xwe rûnê”.

Keçka piçûk vegeriya ser Bîl: “Em bona tetîlê diçin Penzankê”. “Erê”, ciya wê got, “hoteleke piçûk a xûşka min heye, li devê behrê ye, em ê li wir bimînin, ciyekî erzan e”. Bişewqeyî got:

“Belê, ez wî bajarokî dizanim, cihekî xweş e. Merivekî min li wira heye, ku di sikaka Kîng Stîrtê de xweringeheke wî heye, di tetîlan gelek mişterîyên wî çê dibin, perekî rind qezenc dike haa!” Bi dengekî bilind got û dîsa domand, “herê hûn ê tetîleke baş li Penzankê bikin”.

“Em jî diçin Ostelê”, Bîl got. “Erê ev tetîla min û Jûlî a yekem e. Jûlîyê xwest here Spanyayê, lê ez Ostelê hez dikim. Ez bona tetîla herdem diçim wê derê. Di mehên tebaxê de gelekî xweş e, hûn jî dikarin herin wira”.

Julîyê di pacê re li derva dimêzand. Di ber xwe de “gelo Bûdapeşt li ku ye, ez dixwazim herim wira.  Dixwazim, dixwazim herim Vîyennayê, Parîsê, Romayê, Atînayê”. Ew çavên wê ên kesk bêzarî û bihêrs dixwuyan. Di pacê re, gund, gir û tepeyên Îngilistanê temaşe dikir.

Yê bişewqe awirek da Jûlîyê û got: “Tu rast dibêjî Bîl, meriv dikare tetîleke baş li Îngilistanê bike. Ez û jinik di her tetîlê de li Brîngtonê ne. Lê hewa ! Em salekê bo tetîlê li wir bûn, rehma Xwedê barî ha barî, rojeke bê baran tune bû. Sibê, nîvro, êvarê ! Peh ew çi bû heyran, bênavber barî”. Dû re bi dengekî bilind keniya, “me bi zorê heftek li wir derbas kir”. Bîl jî keniya û jê pirsî: ‘Di wê baranê de, we herroj li malê çi dikir ?’

Cara sisiya bû, Julîyê nivîsa derheq hewa Bûdapeşteyê dixwend. Dû re li destên zilamê qamdirêj nihêrî; destên dirêj, qenimî û paqij. “Çi destên bedew in!”, di ber xwe de got. Di zenda zilam de saetek. Saeteke japonî a bihagiran. Hinekî fikirî û got, “xwezî biçûma Japonyayê”. Serê xwe bilind kir, dîsa di ser rojnamê re li çavên zilam nihêrî. Vê carê çavên xwe zûzûka jê nerevand, çavên kesk di çavên qehweyî de çûn xwarê û winda bûn.

(dûmayîk heye)

 

Jêder: One-Way Tîcket

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev