ZEYNEBA REŞÎDÊ SILÊMAN

ZEYNEBA REŞÎDÊ SILÊMAN

Nivîs û amadekirin: Mihemed Erzurum

 

Di tekoşîna rizgariya netewa Kurdistanê de xwezaya welêt herdem starî li şervanê xwe kiriye, li zarokên Medya xweyî derketiye.

Çiya û zozan, gelî û daristan, şikeft û stargeh li pêşberê neyarê wan bûne hêlîn û çeper ji wan re.

Carina jî şikeft û stargeh ji wan re bûne cîhê bê çarebûnê, cîhê şehadetê. Dema li dor şikeft û stargehekê çembera dijmin hatibe girtin, du rê dimîne; yek, heta fîşega dawiyê şer û berxwedanekî lehengî, ya dinê jî rêya îxanet û bêrûmetiyê.

Zeyno, hevjina Reşo yê Silo, şervanekê serhildana Agiriyê ye. Dema şerr de Reşo Zeyno di şikeftekê de dihêle diçe gundekî ku ji xwe ra hinek nan û xwarinê bîne. Reşo haya wî jê tune ku li dora gund kemîn danîne; li nêzî gund Reşo dikeve kemînê, dike nake tiving agir nake, fîşek di lûla tivingê de maye.

Reşo dîl digirin bi zorê tînin ber devê şikeftê, ji bo ku Zeyno teslîm bibe, bang li Zeyno dike:

“Zeyno were teslîm bibe, qedera me de ev hebûye”

 

Zeyno pêşniyara wî qebûl nake.
Bersîva xwe di stranê de dide

“Zeynê dikir gazî, digot
Reşo, te digot li dinyayê
Li ser min re mêr tune ne
Rabe tivingê hilgire
Bi mêranî xwe bihejîne
Xwelîsero, bê aqilo
Ça teslîmê Romê dibî?
Tu nizanî Rom xayîn e
Qira me Kurda tîne.

 

Ez Zeyno me, Zeynoya Hemo me
Gura serê çiya me
Wele nabe, tu car nabe
Heft bavê Romê were
Zeyno teslîmê wana nabe

 

Lo lo Reşo, hey bêbexto
Kuro were weha meke
Tu serê me berjêr meke


….
Wey bêbexto! Korefamo!
Ez naqetim ji bêriyê
Hey pepûko, tirsoneko
Mirin çêtire ji hêsîriyê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev