HEVALTIYA GILGAMÊŞ Û ENGÎDÛ TÊKILIYA GUTÎ Û SÛMERAN E

HEVALTIYA GILGAMÊŞ Û ENGÎDÛ TÊKILIYA GUTÎ Û SÛMERAN E

Ali Husein Kerim

 

Destana Gilgamêş ne bi tenê berhemeke edebî, ya ku hin rêzerûdanan derbîran dike ye. Her wiha wateyên din yên wê destanê jî hene. Digel serdema qehremaniyê, têkiliya mirovan bi hev re û xweda û xwedawenda re; nexşeya siyasi û fîzîkî ya Mezopotamyayê ya 5000 salan berê jî destnîşan dike. Wek tê zanîn sûmerî ji aliyê başûr ve cînarên Akkadiyan, ji aliyê bakûr ve jî yên Gûtiyan bûn. Jixwe cara pêşiyê dikevin bin deshilatdariya akadiyan, paşê jî ya gûtiyan. Deshilatdariya gûtiyan nebûtkirina  akadiyan a ji Sûmerê ye. Her çendî şahê Urê Şûlgî, gûtiyan wek “ejdehayên çiyayan” û “dujminê şaristaniyê” dide xuyakirin jî ev gotineke ne rast e. Gotina Şûlgî ya derbarê gûtiyan, mîna “terorîst” daxûyandina bizav û rêxistinên hemdemî ye û bi tenê propagandaya siyasî û çalakiya bêbextî pêk anî ye.

Hal ev e ku, rastî ne wisa ye. Gûtiyan, dewleta Akad ku rejîma çawsînêr û tehdekara destpêkê yê dîrokê bû ji hole rakirine û azadî pêşkêşî sûmeriyan kirine. Gelê sûmeriyan ên wê hinge hayedarî vê rastiyê bûn.

Şûlgî şahê destpêkê yê ezbeta sisemîn ê Ûrê ye û derbarê gûtiyan de xebatek dezînformasyonê pêkînaye. Têkoşîn û serkeftina gûtiyan wek nifir û pûşîldariya xwedayan a dijî akadiyan dide nasîn. Armanca wî piçûk nîşandan û reşkirina giringiya serkeftina bizava azadiyê ya gûtiyan e. Tê zanîn ku, akadiyan gelek bajar û perestgehên sûmeriyan rûxandine, gûtiyan jî ew ji nû ve avakirine. Akadiyan ziman û çanda sûmeriyan paş ve hêlane û yê xwe pêşve birine. Lê gûtiyan ziman û çanda sûmeriyan gelekî pêşve birine. Şahê Lagaşê Gudea (B.Z. 2144-2124), ew kese ku yekemîn car dîroz û berhemên wêjeya devkî yên sûmeriyan wî daye nivisandinê. Wek ji nave wî jî diyare ku nesebê Gudea ji gûtiyan e. Ew jî wek Engîdû ji herêma gundewarî hatiye bajêr, paşê dibe zavayê Ur-Baba ku şahê Lagaşê ye. Piştî ku Ur-Baba dimire ew dibe şah. Li vir tişta ku bala mirov dikşîne nave Ur-Baba ye ku ew jî bi zimanê horiyan e; wek tê zanîn peyva “baba” bi zimanê horî û ûrartoyan tê wateya “çiya.”

Di vê gotarê de tişta ku ez dixwazim vebêjim, derbareyê yekîtî û li nav hev ketina gûtî û sûmeriyan e. Heta mirov dikare horî û kasîtiyan jî pê ve girêbide. Ev rewş di destana Gilgamêş de bi şêwazeki eşkere xûyadike. Bi heyf û mixabin sûmerolog û dîroknivîsên Mezopotamyayê ev rastî nedîtine.

Dema mirov dîroka sûmeran hûrbikole, hinge dibîne ku, her cara ku dikevin tengasiyê hertim gûtî gehîştine hawara wan.

Mînakî, Di destana Gilgamêş de beşa afirandina Engîdû:

Piştî ku hemû welatan geriya gehîşte bajarê Ûrûkê

Li papûr û kolanên Ûrûkê serbilind dimeşiya 

Di papûran de wek boxeyekî oriya, bêhempa bû.

Çekên wî rakirîbûn.

Ji bo mirov xwaşiyê nebînin destê wî nedisekinî

Ji ber nearamiyê şêniyên Ûrûkê bere bere kêm bibûn.

Gilgamêş, kur ji bavan re nedihêla, wek harbûyî şev û roj erişî çep û rastan dikir.

Gilgamêş şivanekî çawa yê Ûrûka pir col û celeb e?

Şahekî wisa hêzdar, serbilind, zana û xwedan feraset,

Ma qet kur ji bavê re, evîndar ji enîndarê re, mêr ji jinê re dihêle? 

Ji ber vê egerê keçên şervan û jinên serbazên Gilgamêş,

Derketin li pêş huzûra xwedayan û kirin feryad û fîgan.

Xwedanan şîn û giriyên wan bihîstin.

Xwedayên ezmên jî, seredaniya Anûyê ku xwedayê Ûrûkê ye kirin û gotin:

“Ma te, boxeyê kûvî û dirinde yê ku zeftnabe,

Ji bo gilqilandina şêniyê Ûrûkê afirand?

Bê hempa ye, çekên wî rakirîne.

Ji bo aramiyê nede mirovan destê wî nasekine

Gilgamêş, kur ji bavê re nahêle.

Şev û roj har e, bela xwe dide çep û rast 

Gilgamêş şivanekî çawa, yê Ûrika pir col û celeb e?”

Xwedayê ezmên, ew guhdarkirin

Gazî xwedawenda mezin Arûrûyê kir:

“Ey Arûrû, te Anûyê mezin afirand, Niha jî hempayê wî biafirîne!

Divê ew bikaribe hember Gilgamêş berxwebide.

Dema ku her du mêrxwas li hember hev hêzê xwe dipîvînin

Bila bajarê ûrûk bêhna xwe hilde!”

Xwedawenda Arûrû hema kêliya ku ev bihîst.

Hempayê xwedayê ezmên di hişê xwe de afirand.

Arûrûyê destên xwe şûşt; parçek herî qetand û avête çolê.

Û li çol û çolberê mêrxwas Engîdû afirand.

Engîdûyê ku ji heriyê hate afirandin, wek hesin sirt bû.

Hemû laşê wî bi pirçê hatibû poşandin.

Porê wî wek yê jinan dirêj bû.

Xirpûşkên porên wî wek simbilên gênim zîl dabûn

 

Di risteyên jor de jî xûya dike ku şêniyên Ûrûkê dixwazin ji bin zilma Gilgamêş rizgarbin. Ji bo vê jî pêdiviya wan bi rêberekî heye ku divê ew bikaribe Gilgamêş rawestîne. Jixwe wisa jî dibe. Gilgamêş ji hêla Engîdû ve tê rawestandin û ji wê pê ve jiyaneke nû di Ûrûkê de destpêdike. Ji wê demê pê ve Engîdû êdî kûvî nîne, dikeve li nav jiyana şaristaniyê. Her wiha çanda bajarî ya sûmeran wî digohurîne. Gilgamêş û Engîdû dibine heval.

Tekilî û hevalbendiya Gilgamêş û Engîdû, di rastiya xwe de sembola têkiliyêm gûtî û sûmeriyan e. Jixwe ev rastî di wateya navê Engîdû de eşkere ye. Lêkolîner wateya navê Engîdû wek “Afirandiyê Xweda Enlîl” didin nasîn ku ez bi vebirî dibêjim ku ev ne rast e. Ji ber ku wek di destanê de jî hatiye gotin, ne Enlil, xwedawend Arûrûyê Engîdû afirandiye. Arûrû xwedawenda erdê û ya bereketê ye, wek Ninhursag jî tê binavkirin. Dibe ku navê Aruru bi zimanê gûtiyan be.

 

“Xwedawenda Arûrû hema kêliya ku ev bihîst.

Hempayê xwedayê ezmên di hişê xwe de afirand.

Arûrûyê destên xwe şûşt; parçek herî qetand û avête çolê.

Û li çol û çolberê mêrxwas Engîdû afirand.”

 

Baş e, wateya Engîdû çi ye?

Engîdû peyveke hevedudanî ya ji en + giîdû derketiye holê.

En, bi zimanê sûmer, horî û dibe ku bi zimanê gûtiyan jî tê wateya ‘Xwadê.’ Şêwazekî wê dinê jî ensî ye ku ev jî tê wateya rahîb, keşa, mele, reben hwd. Jixwe di kurdiya hemdemî de navê roja pîroz ya enî/înî jî her ji wir maye. Jixwe Gidû jî Gutî ye. Her  wisa Engîdî tê wateya rêvebir yan jî rahîbê gûtiyan.

Di destanê de tê gotinê ku sûmeriyan daxwaza alîkariyê kirine û li ser vê daxwaza wan jî Engîdû pêşberî Gilgamêş sekiniye û dawî daye zilma wî, lê ew nekuştiye. Ji ber ku dijî êrişên der divê hêzên xwe bikin yek. Êrişa boxeyê ezmên bi yekheviya hêzê herdûyan berteraf dibe.

Serpêhatiya wan ya li daristana wurzan û kuştina Xumbaba jî şerê ji bo deshilatdariyê dijî horî, lolo û hin hozên gûtiyan ên din in.Peyva  Xumbaba jî bi zimanê hûrî û gûtiyan tê wateya “giyanê çiyê.”

Mirina Engîdû, tê wateya mirina desthilatdariya Gilgamêş û ya sûmeriyan jî. Ji bûyera mirina Engîdû pê ve, xûya dike ku sûmerî dema pişgiriya gûtiyan wendadikin, elam û akad erişî wan dikin, di encamê de sûmerî dikevin bin destê akadiyan. Akadî devleteke navendî ya xurt avadikin. Jixwe paşê ew jî ji hêla gûtiyan ji holê radibin.

 

http://dirokakurdistan.com/krd/2019/02/24/gilgamesh_u_engidu/?fbclid=IwAR3uQSa3Tv7EsJrg8hSvSNILtiCxwGyUo0RmLUaA3BPzo37Jw-YkLe66-Ac

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev