MIHEMEDÊ ELÎ BEGÊ

MIHEMEDÊ ELÎ BEGÊ

Fermo, serpêhatîya stirana “Metê” ya dengbêjê kurdayî binavûdeng Evdalê Zeynikê, ku dû ra şagirtê wî Şeroyê Biro ew stiran di radyoya kurdî a Rewanê da stira.

Di wê da bêbextî û mêrxasî, xayîntî û welatparêzî ketine hev.

 

Nivis: Mihemed Erzirom 

Çavkani: Ahmet Aras

Mihemedê Elî Begê nebiyê Hecî Usiv Paşa bûye.

Hecî Usiv Paşa serokê eşîra Sîpka bûye û ji Çiyayê Şengalê hatine li Deşta Intabê bi cîh bûne. Di nav gel da jî ji mala wan ra “Mala Ferhoyê Ûzo” hatiye gotin. Mala Ferhoyê Ûzo bi eslê xwe da Ezdî bûye, paşê jî ola xwe guherandiye bûye Musluman. Bi wî teherî beşeke Sîpka li ser ola xwe maye,ango Ezdî bûye, beşek jî Musluman buye. Di serî da piraniya xelkê Intabê (Dutax) Kurdên Ezdî bune û ji ber wê yekê navê deşta Intabê di nav gel de “Ezdîxane” bûye.

Hecî Usiv Paşa zilamekî pir sofî buye.Wexta ew diçe Hecê, li wir bi mezinê tirkên Aqisqayê Hecî Ûso ra hevnas dibe. Ew û Hecî Ûso dibin destebirakê hev. Paşê Hecî Ûsiv Paşa, Ezdiyan ji deşta Intabê derdixe û Tirkê Aqiskayê tîne li şûna wan bi cîh dike.

Ji mala Hecî Ûsiv Paşa ra: “Mala Sêrxûn”ji tê gotin.

Mihemedê Elî Begê zilamekî pir şerûd bûye. Wexta ku ew bi yekî ra şer dike, yan jî ew ji boy şer diçe ser gundeki, serdapê cilên spî li xwe dike, diçe. Ango, ew xwe kefen dike; yan wê bikuje, yan jî wê were kuştin.

Mala Elî Begê li Qerxelixê bûye. Navbera Mihemedê Elî Begê û mêrê meta wî xira dibe. Mala mêrê meta wî jî di Meter da bûye. Mihemedê Elî Begê xulam û pêxasên xwe hildide, êrişê dibe ser Meterê mêrê meta xwe û kurê wê dikuje û vedigere.

Demekê şûnda meta wî jê ra xeberê dişîne, dibê: “Bira were mala min ezê wî efû kim”.

Du kurên meta wî yên lal û kerr hebûne. Meta wî tîne wan herdu kurên xwe di pişt stêr da vedişêre û li benda wî dimîne.

Wexta ku Mihemedê Eli Begê diçe mala meta xwe, çek u silehên xwe datîne û rûdinê, meta wî wan her du kurên xwe ji pişt stêr derdixe û wî bi destê wana dide kuştinê.

 

Evdalê Zeynikê li ser wê bûyerê kilama “Metê” derdixe.

 

Were haylê were haylê, were haylê were haylê
Metê dêranê gava Mihemedê Elî ji mal siwar bû, sebrê bikşîne
Bêrîvanê herçî gava Mihemedê Elî ji mal siyar bu, sebrê bikşîne
Ew roj ne roja Xwedê be, li cotê qonaxa Metê Intaba jêrin e
Wan kor û seqeta gulekê berî bedena Mihemedê Eli, siyarê Tîklan dane
Haylêêê…
Haylêêê… Haylê Haylê Haylê
Haylêêê…Haylê Haylê Haylê
Were haylê, metê dêranê di zinêr da, ha di zinêr da
Weyla bêîmanê di zinêr da ha di zinêr da
Herdu milê metê bişkê di qova zendê da
Îro sê ro u sê şev e, ji para gulekê berî bedena Mihemedê Elî daye
Heyla mala bavê xirabîyê, gulle maye di birînê da
Haylêêê…
Haylêêê… Haylê Haylê Haylê
Haylêêê… Haylê Haylê Haylê
De meke, metê meke, bêîmanê meke
Cezuyê meke, fesadê meke, mel’unê meke
Agirê kulê di beyta mala bavê xwe ke
Cinazê Mihemedê Elî, bavê Zayido, siyarê Tîklan
Li orta meydanê xirab neke!..
De haylê, were haylê, were haylê were haylê…
Metê dêranê Metaranî xopan wê bi kele ye.
Bêrîvanê Metaranî xopan wê bi kele ye
Mihemedê Elî siwarê bozeki dêl-hine ye
Metê tu nekuje Mihemedê Elî, bavê Zayido, siyarê Tîklan,
Rojê oxirmê giran berxê koza mala bavê te ye
Haylêêê…
Haylêêê… Haylê Haylê Haylê
Haylêêê… Haylê Haylê Haylê
De meke, metê meke, bêîmanê meke
Cezuyê meke fesadê meke, mel’unê meke
Agirê kulê di beyta mala bavê xwe ke
Cinazê Mihemedê Elî, bavê Zayido, siwarê Tîklan
Li orta meydanê xirab neke!..

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev