İnfazên PKKê metodeke siyaseta dewletê ya tunekirina kurdan e

İnfazên PKKê metodeke siyaseta dewletê ya tunekirina kurdan e

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Kemalîstan beriya ku desthilatdariya dewletê bigrin destê xwe û Împaratoriya Osmanî bikin dewleteke milî ya elîtik a Tirk, hewcedarê alîkariya kurdan bûn. Loma jî ji bona ku ji kurdan alîkarî bigrin,  soz dan kurdan ku ji statuya kurdan ya otonom li Împeratoriya Osmanî, otonomiyeke firehtir bidin kurdan.

Piştî ku Kemalîst bûn desthilatdar û dewleta xwe ava kirin, ew sozên dabûn kurdan bîra kirin. Înkara kurdan dest pê kir.

Ez dikarim bibêjim ku dewleta Kemalîst ya Tirk li ser bingeha tunekirina neteweya kurd jiyana xwe domand.

Dewletê bi gelek metodan stratejiya tunekirina neteweya kurd meşandin.

Metoda yekemîn ya tunekirina kurdan: Dewleta Kemalîst ya Tirk, piştî ku ava bû ji bona xwe îdeolojiyeke dewletê ya fermî çêkir. Di îdeolojiya nû ya dewletê de, nirxandina rewşe neteweya kurd ciyekî girîng girt. Loma jî bi riya aqademîsyanan, nivîskaran, siyasetmedaran, toerî û nazariya înkarbûn û tunebûna kurdan çêkirin. Gelek bi hişkî gotin ku “neteweya kurd tune ye. Kurd Tirk in.”

Ev teoriya dihat wê wateyê ku dê neteweya kurd bi her awayî û bi her metodî ji holê bê rakirin. Ev li hemberî neteweya kurd şerekî giştî û gelemperî îlankirin bû.

Di nav pêvajoyê de jî ev şera gelek dijwar hat domandin.

Metoda duyemîn ya tunekirina kurdan: Dewleta Kemalîst ya Tirk, gor ev teoriya xwe, hêjayiyên milî yên kurd xesip kir, li ji bona ku hêjayiyên milî yên neteweya kurd ji holê rabin, hatin qedexe kirin. Axevtin, xwendin û nivîsandibda kurdî qedexe bû. Ew kesên hêjayiyên milî parastin hatin siza kirin. Li hemberî hêjayiyên milî yên Kurdistanê şerkirin, bi awayekî hişk û nîjadperestî helandin/asîmîlasyona kurdan domand.

Metoda seyemîn ya tunekirina kurdan: Dema ku teoriya tunebûn û înkara neteweya kurd hat çêkirin, ji hemû kurdan hat xwestin ku ev teoriya bê pejirandin. Hemû kurd xwe tirk bihesibînin, kurdî qise nekin, ji çand û dîroka xwe re xwedî dernekevin.

Rastiyek hebû ku ev  teoriya û ev tunekirina kurdan ji aliyê kurdan de nehat pejirandin. Kurdan li dijî ev siyaset û îdeolojiya fermî ya dewletê derketin. Ji hêjayiyên xwe yên milî re xwedî derketin. Ji bona ku pêşiya tunekirina xwe bigrin û hêjayiyên/nirxên xwe yên milî biparêzin rêxistin û tevger ava kirin. Ev jî bû sedem ku di navbeynma dewletê û kurdan de şer derkeve.

Di encama ev şerên milî de dewleta dagirker û kolonyalîst li Kurdistanê qetlîamên fizikî pêk anîn. Ew jî bû metodeke tunekirina neteweya kurd.

Metoda çaremîn ya tunekirina kurdan: Ji bona kurd werin tune kirin û Kurdistana Bakûr piştî serhildanên milî ji kurdan hat vala kirin. Ji bona vê jî siyaset û stratejiya sirgunê xistin rojevê. Ev siyaseta piştî salên 1984an dîsa bi xurtî ket rojevê. 3 mîlyon kurd mecbûr bûn ku ji Kurdistanê koç bikin. Sedem jî dewlet û PKKê bû.

Metoda pêncemîn ya tunekirina kurdan: Ji bona ku neteweya kurd tune bibe, Tirk anîn  li Kurdistanê bi cî kirin ku kurd bibin Tirk.

Metoda şeşemîn ya tunekirina neteweya kurd: Ji bona tunekirina kurdan, dewletê di hemandem de li Kurdistanê ji bona xwe hevalbend çêkirin. Hevalbendên wan propaganda kirin ku kurd kurdî qise nekin, kurd tirk in.

Metoda heftemîn ya tunekirina neteweya kurd: Dewletê ji bona tunekirina kurdan nekokiyên nav kurdan bi kar anî, di navbeyna herêm û eşîretan de şer derxistin. Bûn sedem ku kurd ji gund û bajarên xwe koç bikin, biçin bajarên mezin. Di heman dem de bên kûştin.

Metoda heştemîn ya tunekirina neteweya kurd: Serok, kurdperwer, pêşengên civatê hepis kirin, eşkence kirin, siza kirin, kûştin bû.

Metoda nehemîn ya tunekirina kurdan: Dewletê ew hemû metod û enstruman bi kar anî. Lê nikarî kurdan tune bike û pêşiya Tevgera Milî ya Kurdistanê bigre.

Wê demê biryar da ku  enstrumaneke din û metodeke din peyda bike û  ava bike.Ev metod jî, di nav kurdanda raste rast rêxistineke siyasî ava kirinbû.

Piştî salên 1970yî dema ku Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê xurt bû, bi rêxistin bû, di nav gel de bû xwediyê bandor û girseyî bû, serokatiyeke rasyonel ava kir; wê demê  PKKê li ser navê kurdan ava kir ku bi vê riyê tunekirin, asîmîlasyon, jenosîda neteweya kurd bidomîne. Tevgera Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê û hêzên neteweyî tasfiye bike; di nav gel de nekokiyan xurt bike û derbasî hereketê bike, şer derxe. Bibe sedem ku kurd ji welatê xwe koç bikin.

PKKê wek projeyeke dewletê ya operasyonel, li dijî rêxistin û partiyên Kurdistanê şer kir. Bi sedan kurdperwer kûşt. Ne bes li Bakûrê Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê ev yeka kir. Mixalefete nav xwe bi şidetê binpê kir û bi hezar endamên xwe înfaz kir. Di hepisan de li endamên xwe û li kurdperweran êşkence kir, kurdperwer û endamên xwe înfaz kir. Li çiyê jî, ji hemû parçeyên Kurdistanê bi sedan ciwan, jin înfaz kirin.

Ew mîsyona PKKê hîn jî dom dike.

PKKê di van demên dawî de jî, bi awayekî din ji bona tune kirina kurdan xebat dike.

Wek tê zanîn Leyla Guvenê ji bo tecrît a li ser Abdullah Ocalan rabe dest bi grêva birçîbûnê kir. Pişt re gelek endamên PKKê, di girtigeha de, li derve, li Ewropayê bi mebesta pişgiriya çalakiya Guven dest bi grêvên birçîbûnê kirin. Hinek parlementerên HDPê jî ji bo pişgiriyê rojek du rojan beşdarî grêva birçîbûnê bûn.

Di vê demê de roja 17ê Adarê li girtigeha bajarê Tekirdagê Zulkuf Gezen xwe darve kir û dawî li jiyana xwe anî.

Pişt re jî di girtigeha bajarê Gebzeyê de  Ayten Beçet cardin xwe darvekir û dawî li jiyana xwe anî.

Heman trajedî li hepisxaneya Merdînê hat rojevê.

Ji berî niha jî, piştî ku Ocalan xwe teslîmî dewletê kir, bi dehan kesan ji bo Ocalan xwe şewitandin dawî li jiyana xwe anîn.

Lê Ocalan dibêje tenduristiya min baş e. Bi xwe jî nakeve grêvabirçibûnê.

Siyaseta li ser tunekirina jiyana neteweya kurd tê kirin. Siyaseteke barbar û ne însanî ye. Ev siyaset abes di civat û rêxistinên totalîter î dîktatorî de  diqewimin.

Gelek aşkere ye ku  Zulkuf Gezen û Ayten Beçet bi îrada xwe dest greva birçîbûnê nekirin. Wan di rewşak asayî de dawî li jiyana xwe neanîn.

Divê malbatên kurd û kurdperwer li zarokên xwe xwedî derkevin, jiyana wan biparêzin.

Eger raste ji bo“Tecrit“ li ser Ocalan rabe ev grevên birçîbûne têne kirin, bila kerem bikin, li Qendil di serî de, Cemil Bayik, Duran Kalkan, Mustafa Karasu, Ali Haydar Kaytan, Selahatin Demirtaş, Sirri Sureya Onder, Sezai Temelli û Perwin Buldan dest greva birçîbûnê bikin.

Bila ew bibin mînak xwe darve bikin, dawîyê li jiyana xwe bînin.

Divê hemû kurd, rêxistinên Kurdistanê, kurdperwer, nivîskar û siyasetmedar û hunmermendên Kurdistanê, endamên PKKê bi xwe jî, li dijî vê qetlîamê û tunekirina kurdan derkevin. Pêşî lê bigrin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev