Pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê cardin hat paşxistin

Pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê cardin hat paşxistin

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 53

 

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 53an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernameya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, mijara bernameya “Civak û sîyaset” ya îro di derbarê pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê, nakokiyên li dor pêkanîna hikûmeta nû li Herema Kurdistanê û daxwaz û şertên YNKê ji bo  pêkanîna kabîneya nû, herwiha danûstandinên navbera PDK û YNKê , paşeroja herêmên Kurdî li Sûriyê, hilbijartinên giştî ên 31ê Adara 2019ê  li Tirkiyeyê û li Bakûrê Kurdistanê û herwiha pirsên din yên rojane da ne.

Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina wan pirsan û mijarên din yên rojane mêvandarîya birêz Alî Awnî – sîyasetmedar, endamê Encûmana Serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê, berpirsê liqa 20 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şêxanê kir.

Berî destpêka hevpeyvîna me , ezê bi kurtî nasya we bidim jînenîgarya mêvanê bernameyê.

_

_

Alî Awnî kî ye?

 

Jînenîgarî:

Alî Awnî sala 1967 an li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.

Sala 1975 an di gel malbeta xwe û malbeta Mustafa Barzanî dema şerê Başûrê Kurdistanê û rejîma Baasê derbazî Îranê bûn. 16 salan li Komara Îranê man. Sala 1991 dema serhildana gelê Kurdistanê dijî desthilata Îraqê vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

Alî Awnî li Îranê lîsê ya beşa aborîyê temam kir. Piştî vegerandina li Başûrê Kurdistanê li Univêrsîtêya Selahedinê ya Hewlêrê, beşa edebiyeta kurdî xitim kir. Piştî wê Alî Awnî mastêra edebyeta kurdî dest anî.

Pir salan li Univêrsîtêya Dihokê dersbêjî dikir

Sala 1985an bû endamê Encumana Serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê. 1993 bû endamê serokatîya Yekîtîya Xwendkarên Kurdistanê.

Sala 1998an li ser posta Sêkrêtarê Yekîtîya Xwendkarên Kurdistanê hate hilbijartin. Wê demê birêz Alî herwiha berpirsê Liqa 20 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê PDKê li Sêxanê bû.

Alî Awnî zewicîye, 5 zarokên wî hene, di gel malbeta xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî.

Birêz Alî Awnî re ji stûdyo radyoya Ria taza bajarê Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên sîyasetmedar, endamê Encumana Serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê, berpirsê liqa 20 ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li Şêxanê Alî Awnî bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev