Nimûneyên zargotina me

Nimûneyên zargotina me

 

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûşêstûsisîyan me ji pirtûka Emînê Evdal a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Emê vê carê ji wê berhema zanyarî çend berhemên folklorî raberî we bikin:

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê di demeke kurt da wê ji alîyê weşanxaneya DOZê da li Stembolê çap bibe. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 177

 

Hikyat derheqa erd û ezman da

 

Rojekê dewrêşên erd û ezmanan bi hev ra ketine minaqeşeyê

-Ez ji te xurttir im,- dewrêşê ezmanan got.

-Yê xurt ez im,- dewrêşê erdê got.

Ewana li hev tên, ku hêz û zorayên xwe bicêribînin.

-Eger ez nebim, baranê nebare,- dewrêşê ezmanan got,- wê ba tunebe, şev û roj wê bibin yek, eger wisa be, erd wê nikaribe miqatî li heywanan û hêşinayê bike.

-Dewrêşê ezmanan,- dewrêşê erdê bersîva wî da,- tu rast dibêjî, niha guh bide, ezê derheqa hêza xwe da bêjim. Eger erd tunebe, îdî baran wê ji çi ra be, hêz û zoraya bayê û tavê çi ra ne? Ew tiştê ku ez li ser erdê dikim, tu nikarî bikî. Meriv ser erdê digerin, kirîn û firotan jî ser pişta merivan e, xêr û şerê merivan ser min e. Ziyaret, horî-perî û melek bi min dijîn. Gava meriv qurbanan didin, ew seba xatirê Xwedayê min e. Ew tiştê ez li ser erdê dibînim, eger tu bibînî, tuyê ber xwe nedî.

Dewrêşê ezmanan gava ev gotinên dewrêşê erdê bihîst, deng ne kir, pê ra qayîl bû.

Meriv gava dua li Xwedê dikin, pêşî şikirîya xwe li erdê tînin, paşê li ezmîn tînin, pêşî berê xwe didine erdê, paşê ezmîn[1].

 

Ziyaret

Di wextekê da du xûşk hebûne. Wana çi ji Xwedê xwestîye, Xwedê daye. Rojekê xûşka mezin ji ya biçûk ra dibêje:

-Kê ku miraz, aqil û dewlet dixweze, bira bê bal min, eger dilê wî paqij be, ezê tu tiştî texsîr nekim. Werin her yek ji me hilkişe serê çiyakî, em binihêrin ka ji me kê zû karê xwe dimeşîne.

Xûşka biçûk dibêje:

-Xûşkê, ne axir em ruhên nebîna ne, meriv wê ji ku bizanibin, ku em li çiya ne û hêza me çiqas e.

-Emê derheqa vê yekê da ji koçekekê ra bêjin, ew jî bira ji merivan ra bêje û ewana wê bên bal me.

Ewana wisa jî dikin, derheqa daxaza xwe da ji koçekekê ra dibêjin, koçek jî derheqa wan ruhan da ji merivan ra dibêje. Gava meriv dikevine rojên teng, hildikişine çiyan, ji ber ku di nav gel da çiya wek ziyaret in.

Xûşka mezin berê xwe dide xûşka biçûk, dibêjê:

-Xûşkê, îcar te dît, gotina min derket; tê wê maneyê ku ez bi ser ketim.

-Welle, tu rast î, xûşka din bersîvê dide[2].

 

Kê dinya xuliqandine?

Dinya Melekê Taûs, Şêxîsin û sultan Êzîd xuliqandine. Ewana mînanî teyredeyan ji ezmanan hatin û dinya xuliqandin. Wana ji xwelîyê, avê, êgir û hewayê meriv çê kirin û navê wî danîn Adem. Paşê fikirîn, ku merivek tenê di dinyayê da nikare tiştekî bike. Lema jî gerekê hevaleke wî hebe, bona ew bibine hevalên hev yê jîyanê û ji wana meriv çê bin, li dinyayê bela bin, em jî bi wan va şa bin. Ewana Hewayê jî dixuliqînin, di baxçê sûrkirî da ew teslîmî Adem dikin. Paşê Melekê Taûs ji xwelîyê heywan û dewar çê kirine, kerîyê pêz daye Adem. Adem û Hewa bi goştê wana ebûra xwe dikin. Melekê Taûs zureta Adem hînî xwelîbêcerkirinê, nikandina darên fêkîyan, daçikandina pincarê dike. Paşê dibe teyrede û difire. Lema jî êzdî Melekê Taûs dihebînin[3].

 

Bedir û Destegul

Hebû, tunebû darek hebû, navê darê Destegul bû. Ew dar li berpala çiyayê Meymacx bû. Ji darê hinekî wê da gundek hebû û tê da xortekî porkurîşk dima, navê wî Bedir bû.

Rojekê Bedir diçe nêçîrê û rastî kêvrûşkekê tê. Ew tîr û kevanê xwe saz dike, tîrê xwe davêje, li lingê kêvrûşk dikeve, kêvrûşk direve, lê nêçîrvan dide pey. Nêçîrvan 15-16 salî bû, ew ewqas jîr bû, ku ber çavan winda bû.

Kêvrûşk direve, dikeve kolika dara Destegul. Bedir diçe digihîje darê, îdî kêvrûşkê nabîne, dixweze bi tîrê li darê xe, bona kêvrûşk ji kolika darê derkeve. Û ji nişkêva ji darê dengek dertê: ”Kêvrûşk guneh e, guh bide min, kê ku vê kêvrûşkê bikuje, ewê bi xwe bimire”.

Bedir zendegirtî dimîne, sawek pê digire, bi wî va wisa xuya bû, ku Horî dipeyîve.

-Ezê guh bidime te,- xort dibêje û heft caran dua li darê dike. Ew tîr û kevanê xwe hildide û dixweze vegere mal, hew dibîne keçeke bedew ber wî disekine.

-Baş, xorto,- ew jê ra dibêje,- min çi ku got, te pêk anî, tu xortekî baş î, niha bêje ka tu hewcê çi yî, tu çi dixwezî, ezê alî te bikim.

-Ez şerm dikim bêjim,- xort bersîvê dike.

-Na, şerm neke.

-Eger ez bêjim, tuyê hêrs nekevî?

-Na!

-Ez ji te hiz dikim!

-Eger wisan e, ez wisa fêm dikim, ku tu dixwezi bi min ra bizewicî.

-Belê.

-Ez razî me.

Xort û keçik hev hemêz dikin.

-Navê te çi ye?- keçik dipirse.

-Bedir.

-Delalê min Bedir, navê min jî Destegul e, ez horîya vê darê me. Te guh da min û li darê nexist. Eger te lêxista, tîra te wê li min biketa, lema ez dixwezim te bistînim, lê ez nizanim dê û bavê te hene an na.

-Hene.

-Tu ji wan ra nebêje ku ez Horî-Perî me. Hema te surên min dîyar kir, ez îdî bal te namînim. Xûşkeke min heye, ew di kolika vê darê da dijî, em gerekê hertim teselîya wê bikin. Ji hemû gundîyên xwe ra bêje, ku karê wan li vê darê tune, bira zirarê nedine wê.

Xort gelek şa dibe û dibêje:

-Ser çavên min, Destegul, ez ji te hiz dikim, tu çi bêjî, ezê wek ya te bikim.

Ewana dizewicin û digihîjine mirazê xwe, hûn jî bigihîjine mirazê xwe[4].

Riataza

[1] Ev qise xudanê vê berhemê sala 1926an li gundê Mîrekê, navçeya Aparanê, komara Ermenîstanê nivîsîye.

[2] Ev qise xudanê vê berhemê sala 1950î li gundê Mîrekê, navçeya Aparanê, ji zarê Ademê Silto nivîsîye.

[3] Ev qise xudanê vê berhemê sala 1940î li gundê Elegezê, navçeya Aparanê, ji zarê Ahmê Çolo nivîsîye.

[4] Binecîyê gundê Karvanserayê Axoyê Haco gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1949an ji zarê wî nivîsîye.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev