“Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan“: (Serhildana Araratê) -2

“Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan“: (Serhildana Araratê) -2

 

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan”. Em îro beşa duduyan raberî we dikin. Beşa sisîyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 177

 

Rastîyê jî, sala 1928an efû derket jî, lê tevlihevîyên li ser sînorê Tirkîyê-Sûrîyê berdewam bûn. Kurd dij bûn, ku çekên xwe teslîm bikin. Simko dîsa li ser sînor dîhar bû û şerê leşkerên tirkan û farizan dikir, ku bi dû wî ketibûn. Desteyên kurdan wek berê ji Farizistanê derbazî axa Tirkîyê dibûn, û desthilata Tirkîyê hewil dida wana bê çek bike89.

Tirk hewil didan wan nûnerên serokatîya kurdan ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin, ku razî bûbûn bi wan ra kar bikin. Ji bo nimûne, tirkan giregirekî Erzurumê Mîr Hesen Tehsîn beg Şerefûddîn kivş kir wek ”welîyê umumê” (hukumdarê sereke) yê Kurdistanê. Desthilata Tirkîyê dixwest pêwendîyên wî bi Şêx Mehmûd Barzincî û eşîretên Mengur, Mamaş, Xerkî, Haymenî, Pîşder ra bi kar bîne û wî bişîne Kurdistana Farizistanê û Îraqê bona pirsa kurdan ji bo kara Tirkîyê bê guftûgokirin90. Wisa xuya ye, ku ew daxwaz bi ser ne ket.

Derbazbûna kurdan ya kom bi kom ji sînorên Tirkîyê-Farizistanê, Tirkîyê-Îraqê û Tirkîyê-Sûrîyê berdewam bûn û ew çûyîn-hatin ji herdu alîyan bûn. Ev çûyîn-hatinên dervayî qanûnê, xwesma yên serekên kurdan yên navdar (ji bo nimûne, Kor Huseyn paşa, ku me ew bi bîr anî), her caran dibûne sebebê şerê navbera dewletan yên ser hemû dereceyan, heta ser dereca bilind jî91. Wek berê bûyerên diha mezin diqewimîn, wek derbazbûna aşûrîyan ji Îraqê ber bi Tirkîyê di çirîya pêşin sala 1928an da û xwegîhandina wan bi kurdan ra di navçeya Çelemerîkê da an jî serhildana mezin ya Celalîyan bi serokatîya Xalid beg li ser sînorê Tirkîyê-Farizistanê; bona têkbirina wê serhildanê, ku ermenî jî tev lê dibûn, du taxbûrên tirkan û parleşkerên farizan hatine şandin92. Lê ev şerên kurdan yên lokal bûn û bi hêsanî zora wan birin û ev yek ji bo konsûlê Brîtanîyayê li Mêrsînê R. Çêpî bû bingeh, ku bê ser vê bawerîyê: dijwarîyên sereke li Kurdistanê li dû me mane, ji ber ku ”cerdên kurdan” wê nikaribin himberî tirkan ber xwe bidin93. Lê jîyanê di nav demeke kurt da ew yek înkar kir.

Wek îdî hatîye gotin, sertbûna pirsa kurdan li Tirkîyê, ku piştî serketina şorişa kemalîstan û bingehdanîna komara Tirkîyê dest pê bû û bê navbirî hema bêje heta dawîya salên 30î berdewam bû, ji bo welêt di hêla navnetewî da xwedî paşmayînên xirab bû. Li Enqerê bi heqî ser wê bawerîyê bûn, ku hemû cînarên Tirkîyê yên Asîyayê hewil didan tevlihevîyên li Kurdistana Tirkîyê ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin. Ew yek, ku ji wan cînaran dudu – Îraq û Sûrîye – di bin hukumdarîya dewletên Roavayê yên dagîrkar – Îngilîs û Fransîyayê bûn, ew tirs her dida kûrkirin; konflîkta dîplomatîyê di rûyê pirsgirêka Mûsilê da nimûneyeke berbiçav e. Lê piştî çareserkirina meseleya Mûsilê jî Tirkîye wek berê şik dibire ser Îngilîs, ji wê kêmtir jî ser Fransîyayê, ku ew helanan didine kurdan, wana dijî Tirkîyê tûj dikin. Hinekî derengtir, 1ê çirîya paşin sala 1930î di dema vekirina civîna çaran ya Meclîsa Tirkîyê serokkomarê Tirkîyê Mustefa Kemal got: ”Destdirêjayên agrêsîv, ku eva çend sal in li welatên dereke têne qebûlkirin û pêkanîn, îsal bûne sebebê pevçûnên li wilayetên rohilatê û bi wê yekê va aramîya hemwelatîyên me têk didin”94.

Tu bingehên van şikberîyan hema bêje tunebûn. Dibe jî îngilîsan dixwest wê rewşê bi kar bînin, ku Tirkîya di rûyê bilindbûna tevgera kurdan ketibûyê, lê qet jî ne dixwestin tevgera kurdan ya miletîyê bi ser keve û firehtir bibe, ji ber ku ew ji bo berjewendîyên dewletên dagîrkar li Rohilata Nêzîk xeter bû. Wisa xuya ye li Enqerê ev yek baş fêm dikirin û her tenê ji bo propagandayê îngilîs gunehkar dikirin, bona ûsyanvanên kurd qels bikin. Lê meriv dikaribû fransizan di pêwendîyên bi ”Xoybûn”ê ra gunehkar bike. Enqere hewil dida bi Parîsê ra di nav pêwendîyên baş da be û ji bo kurdan navbera xwe xirab neke. Tirk dikaribûn bi desthilatên Îraqê û Sûrîyê ra hesaban rûnenên, ji ber ku li Îraqê ew desthilat tam di bin hukumê Îngilîs da bû, lê li Sûrîyê jî desthilat her tenê li herêman kêm-zêde xurt bû.

Lê li Farizistanê û Yekîtîya Sovyet, herwiha li Kurdistana Tirkîyê ya ser sînor rewş tam bi teherekî din bû. Em bêjin, ku Tirkîya dikaribû ji cînarê xwe yê bakur netirse. Pêwendîyên di navbera Yekîtîya Sovyet û Tirkîyê da wan deman yên dostîyê bûn, û Moskva qet jî hewil ne dida bi cûrê alîkirina kurdên serîhildayî wan pêwendîyan bixe bin şikê. Tirsa tirkan hebû, ku Sovyet dikare bi îdêologî tesîr li ser kurdan bike (herwiha, dikaribû di nav wan da cesûsên Sovyet jî hebûna), lema jî Moskva bi her awahî hewil dida wan şikberîyan ji holê rake. Dema wezîrê karên der yê Tirkîyê Tewfîq Rûşdî di sohbeta xwe ya bi G. V. Çîçêrîn ra, ku di 12-13ê çirîya paşin sala 1926an li Odêssayê derbaz bû, hewil da pirsa derheqa hewildanên bona ”organîzekirina xebatê di nav kurdan da ji alîyê kesên ji Yekîtîya Sovyet” zelal bike, komîsarê gelî yê Sovyet ew şikberî ji binî va red kir. Tewfîq Rûşdî jî di hindava xwe da sohbetvanê xwe da bawerkirinê, ku sînorê Sovyet-Tirkîyê tam aram e95.

Bi vî awahî, Enqere xetera here mezin girêdayî bûyerên li Kurdistana Tirkîyê ra her tenê ji Farizistanê didît. Derheqa vê yekê da Qazî bi xwe – Mustefa Kemal di sohbeta xwe ya bi baylozê Sovyet li Tirkîyê Ya. Z. Sûrîs ra got.

Serekê Tirkîyê nexweş bû jî, lê dîsa jî hate baylozxaneya Sovyet bona pîrozkirina 10 salîya Şorişa Oktobirê. Ew bi bayloz ra kete nava sohbeteke dûr dirêj ya dostanîyê û got, ku ew gelekî ji Yekîtîya Sovyet hiz dike û got, ku di rastîyê da ”ew ne gelekî dûrî îdêayên Şorişa Oktobir e, lê karê xwe hêdî û bi awayekî din dimeşîne” û di wî karî da rewşa li Tirkîyê sazbûyî dide ber çavan. Rast e, tevaya cihanê wî wek miletçîyekî dibîne, lê di rastîyê da ew dijî nasyonalîzmê ye û mecbûr e hîsên miletîyê tevrake, ji ber ku ”nasyonalîzm dereceya ji dîn bilindtir e”. Paşê Kemal, bi gotina Sûrîs, ”bi awayekî vekirî” got, ku ew ne li ser wê bawerîyê ye, ku rewş pir aram e û ew ji bo rewşa li herêmên rohilatê xemgîn e û banzdanên kurdan yên herdemî li ser axa Farizistanê wî nerehet dikin. Kemal sîyaseta Riza şah berk gunehkar kir. Ewî got, ku çavberdana ser axa xelkê ji bo wî tiştekî xerîb e û ser wê bawerîyê ye, ku bi pêwendîyên bi Yekîtîya Sovyet ra ewê bikaribin ”kula Farizistanê” bikewînin. Serekwezîr Îsmet paşa û wezîrê karên der Tewfîq Rûşdî jî di sohbetên bi Ya. Z. Sûrîs ra behsa wê yekê kirin96.

Fikira serokkomarê Tirkîyê, wek ku dîplomatên Sovyet fêm kirin, zelal bû: dema di herêma kurdan da sertbûna rewşê bi Farizistanê ra hêvîya xwe daynin li ser piştgirîya Yekîtîya Sovyet. Hilbet, Yekîtîya Sovyet nikaribû ew yek qebûl bikira, bi kêmanî jî bona wê yekê, ku pêwendîyên xwe yên dostanîyê bi Farizistanê ra xirab neke97. Helwêsta tevnebûnê, ku Moskva xwe lê girtibû, ne dihate wê maneyê, ku dema bûyerên li ser sînorê Kavkazê dikaribûn zirar bidana dewleta Sovyet, ewê bêdeng bima.

Sala 1928an û nîveka pêşin ya sala 1929an wisa xuya bû, ku rewş li Kurdistana Tirkîyê hinek aram bûbû. Desthilata Tirkîyê eynî mêtodên zordestîyê bi kar dianîn (zordarîya bi riya mehkemeyan, mihacirkirina mecbûrkirî û h.w.d.) û bi wê ra tevayî jî didane xuyakirin, ku xudêgiravî guhastinên lîbêral dikin, bona xwe ber çavên Awropayê xweş bikin. Ev hemû dihate raberkirin wek daxwaza, ku binecîyên kurd bi awahê awropîyan medenî bikin98. Pêwendîyên bi Farizistanê ra jî ser demekê nermtir bûn. Peymana di hezîrana sala 1928an da bi protokoleke taybetî va hate qebûlkirin, ku bona helkirina tevlihevîyên ser sînor bû99.

Hesabdayîna salane ya baylozê Brîtanîyayê li Tirkîyê C. Klêrk ya sala 1928an, ku ji O. Çemberlen ra şandibû, bi ruhê bawerîlêanînê va dagirtî bû. ”Pirsa kurdan – pirsgirêka hukumetê ya hundurîn ya here sereke”, bi gotina bayloz, niha kêmtir bûye. Hukumetê xwe li riya lihevkirinê girt, desthilata leşkerî hatîye hilanîn, Îbrahîm Talî beg hatîye kivşkirin wek înspêktorê sivîl yê sereke û barêgeha wî li Dîyarbekirê bû, xwedî desteyên cendirmeyan yên xurt bû. Kurdên ”bê zirar” vedigerine wilayetên rohilatê, efû hatîye îlankirin, birayên Şêx Sehîd ji alîyê hukumetê da hatine naskirin. Îbrahîm Talî beg dikaribû bê asteng ne tenê li deverên kurdan yên başûr bigerîya, lê herwiha dikaribû ber bi bakur biçûya, bigihîşta heta Wanê û Bîtlîsê jî. Di dawîya payîzê da ewî bernameya çêkirina riyan îlan kir. Bi tevayî, C. Klêrk gotina xwe ser hev da anî, mecalên bona milahîmkirina herêmê kêm-zêde bi ser ketin100.

Derheqa milahîmkirina (bi awahê kuştinê) herêmên kurdan da kesekî biyanî piştî serhildana Şêx Sehîd ya pêşin nivîsî, ku di hezîrana sala 1929an da hatibû ”kûraya” herêmên kurdan yên rohilata çemê Ferêt û ew serhingê Îngilîs Alêksandr Hêlm bû. Bi bawerîya wî ew milahîmî û aramî bi destî çekan hatîye bidestxistin. Ordîya Tirkîyê desthilat û dewlemendtîya serekên kurdan ji holê rakir. Ew kesên, ku bi efûyê vegerîyan, di hêla aborî da ji taqet ketin, Mûş û Bazîd hema bêje vala bûbûn, Dîyarbekir, Sîîrt, Bîtlîs di nav kelefeyan da bûn. Li herêmê xelayî ye, li her deran talan û şêlandin e. Rast e, rêform hatibûne îlankirin û dest bi çêkirina riya kiribûn jî, lê bi tevayî pêşketineke berbiçav xuya ne dibû. Kêm kar hatîye kirinê bona pêşketina herêmê.

  1. Hêlm tê ser bawerîyeke din jî: li Tirkîyê îdî tevgera kurdan nemaye, hukumê serekan kêm bûye, hukumet gihîşte wê yekê, ku sultanan di dema xwe da tu caran nikaribûn bikirana101. Bi vî awahî, zabitê Îngilîs di vê pirsê da nezanîyek dîyar kir (ku ji bo cesûsîya Brîtanîyayê tiştekî degme bû). Bona hemû bawerîyên wî pûç derxin, demeke ne dirêj lazim bû.

Hela salekê berî wê ”Nir Ist and India”, dema destnîşan dikir, ku pirsa derheqa paşeroja kurdan ”ji bo hukumetên Tirkîyê, Farizistanê û Îraqê xwedî kemeleke pir giring bû”, digot, ku eger pirsa dayîna xweserkarîkirinê ji bo kurdan bê meydanê, wê demê sîyaseta ”hûfî xwe kirina” kurdan wê kêr neyê. Kovar bang dike dilê kurdan bikirin, lê ne ku wan ji xwe dûr xin. Pişt vê formûlekirinê hêvîyek hebû, ”ku hukumetên Bexdayê, Tehranê û Enqereyê wê wekehev sîyaseta dilbaristanîyê di hindava kurdan da derbaz bikin û ew gerekê alîyên wî miletî yên xurt û sist di bin ronayê da bibînin”102. Lê li tu peytextên Rohilata Nêzîk, xwesma li Enqereyê, guh nedane van şêwr û temîyên aqilane û ew yek bû sebebê diha sertbûna pirsa miletîyê li hemû perçeyên Kurdistanê.

Li Kurdistana Bakur-Roavayê (Tirkîyê) di dawîya zivistana salên 1928/1929an da nîşanên pêşin yên firtoneya, ku nêzîk dibû, xuya bû. Hema di wan deman da çapemenîya Tirkîyê kire hewar û gazî, ku serhingê navdar Lowrêns hatîye ser sînorê welêt yê rohilatê. Rojnamevanê tirkan yê wê demê bi nav û deng Yunis Nadî beg bona pêşîgirtina serhildana kurdan xwest, ku lez Lowrêns ji Kurdistanê derxin103. Wek herdem, tu îzbatî tunebû, ku serhing Lowrêns di nav kurdan da kar dike, lê vê carê wisa bû, ku meriv dikare bêje ”Dû bê êgir nabe”. Ferq tenê di wê yekê da bû, ku vê carê ew dû di rastîyê da perde bû, ku ji bo veşartina sebebê rasteqîn yê serîhildana kurdan bû, da ku bêjin, ku tilîya ji der va di nav vî karî da ye, ango tilîya dijberê Tirkîyê yê yekemîn li Rohilata Nêzîk – Îngilîs. Lê agir ya rastîn bû û ew meh ser mehê li rohilata Tirkîyê geştir dişuxulî.

Di nîsana sala 1929an da li ser sînorê Tirkîyê-Farizistanê di navbera leşkerên tirkan û kurdan da pevçûn derketin û Tehranê û Enqereyê hev gunekar dikir, ku ew helanan didine eşîretên kurdan104. Di hezîrana eynî salê da li navçeya Sîîrtê serekê eşîreta Lolan – Resûl Muhemmed axa serî hilda. Leşkerên tirkan zor dane wî, ewî xwe li riya Sûrîyê girt û li wir xwe gîhande Heco axa û ji wir bi wî ra tevayî êrîş bire ser leşkerên tirkan yên dora çemê Dicleyê105. Di nava sala 1929an da li Hekarîyê çend serhildanên ciddî qewimîn, ku 5 hezar kurd tevî wan bûn. Hema di wê salê da rêxistinên kurdan yên li welatên dereke (”Xoybûn” û yên din) bi carekê va xwe tev dan, aktîv bûn û bi kîsî dîyarîyên ji Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî û welatên Roavayê yên mayîn sitendî kampanîyake berfireh ya bona serxwebûna kurdan tevrakirin106.

Zivistana salên 1929/1930î pirî-hindikî rehet derbaz bû; xuya ye, alîyên dijberî hev bêhnvedanek hildan, bona hêzên xwe berevî ser hev bikin û kirinên xwe yên paşdemê kivş bikin. Gorî malûmatîyên cesûsîya Brîtanîyayê, nasyonalîstên kurd dawe`nameyek ji hukumeta Enqerê ra şandin bona sazkirina dewleta kurdan li Rohilat û Başûr-Rohilata Tirkîyê, ku gerekê wilayetên Dîyarbekirê, Xarpûtê, Sivasê, Erzurumê, Wanê û çend wilayetên din biketana navê bi şertê otonomîya gelek fireh, ku gerekê bibûya dewleteke konfêdêrasyonê. Fikira wan şertan ev bûn:

dewleta kurdan gerekê herdem bi Tirkîyê va girêdayî bûbûya; ew dewlet gerekê ji alîyê welîyê kurd da bihata serkarîkirin û ji alîyê Tirkîyê va bihata kivşkirin;

gerekê parlamêntoya wê û wezîrên wê hebin;

bêy razîbûna herdu parlamêntoyan (ya Tirkîyê û Kurdistanê) nabe ku di hindava dewletekê da şer îlan bikin;

hemû hatinîyên dewleta kurdan gerekê ji bo armancên hundurîn bêne bikaranîn û tenê zêdayî dikare ji hukumeta navbendî ra bimîne;

gerekê qeydê berevkirina kesên ji bo qulixkirina di eskerîyê da bê guhartin, xên ji dema şêr an jî rewşa awarte.

Tu şik tunebû, ku Enqere wê van şertên bona çareserkirina pirsa kurdan li Tirkîyê qebûl nekira, lê, wek ku li hîvîyê bûn, serokatîya Tirkîyê yekser ew red ne kir. Eynî çavkanî destnîşan dike, ku gorî salixan, Mustefa Kemal, Kezim Qerebekir û çend serekên Tirkîyê yên din xwe li wê rê girtibûn, ku wan daxwazan qebûl bikin, lê serekwezîr Îsmet paşa dij derket107.

Bêy ku em bidine ber çavan ka ev malûmatî çiqas rast in, nêzîkî aqilan e, ku Enqere dudil bû. Krîza nû li Kurdistana Tirkîyê di dema wan dijwarîyan da dest pê bû, ku desthilata kemalîstan di salên 1920-1930î da girêdayî krîza aborî ya hemcihanî rast pê hat û di rûyê wê da opozîsyona rastê li welêt aktîv bû108. Kesên xwe li riya lîbêral girtibûn, derketine dijî wan. Wek ku yek ji şiroveçîyê Sovyet nivîsîye, ”di pirsa gelên kêmjimar da ewî (Mustefa Kemal.- M. L.) xwe li du helwêsta girtibû, digot, ku gerekê rewşa wan xweştir bikin, lê bi wê ra tevayî jî dij derdiket, ku otonomîyeke wan ya sînorkirî hebûya”. Lê panturkîst xwe li riya şovînîstîyê û rêvanşîstîyê girtibûn, de`w li Îngilîs û Fransîyayê dikirin herêma Mûsilê û Alêksandrêtta (Îskenderûn), ku wê demê di nav axa Sûrîyê da bû, li Tirkîyê vegerînin, û dewsê amade bûn wê pêwendîyên xwe bi Yekîtîya Sovyet ra xweş bikin109. Lema jî Kemal û kesên dora wî mecbûr bûn demekê tewlebazîyan bikin û digotin, ku wê di pirsa kurdan da hinek berdaxwerinan bikin. Lê desthilata Kemal, ku di nav demeke kurt da ji heq û hesabên opozîsyonê hate der, hate ser ta û berê xwe yê buhurî – bêy şert û şirûtan zora tevgera kurdan ya miletîyê bibin.

Têkçûyîna ”riya ji bo milahîmkirinê”110 li Kurdistana Tirkîyê îdî ji buhara sala 1930î da xuya dibû. Krîza aborî bû sebeb, ku li herêmê krîza sîyasî serî hilda û li tevaya Tirkîyê bela bû, xwesma beşa wê ya di hêla aborî here paşketî – li Rohilata kurdan û li wir di hêla firotana eşîya û hasiletê – rûn, penîr, çerm da dijwarî peyda bûn111.

Destpêka serhildana Araratê dawîya meha sibatê, destpêka meha adarê sala 1930î ye. Şerê pêşin li Wanê, Bîtlîsê û Bazîdê qewimî. Paşê serhildan belayî başûr – navçeyên Dîyarbekirê û hinekî jî Botanê bû. Li Sîîrtê careke din dijminê tirkan yê di zû da – Bişarê Çeto serî hilda, ku hela di salên şerê hemcihanê yê yekemîn da dijî wan bi xurtî şer dikir. Tirk bi fen wî kirine nava telikê û wî û sê kurên wî dane kuştin.

Riataza

 

89 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 151, belge 194-195. Malûmatîyên cesûsîyê yên leşkerîya Brîtanîyayê li Tehranê 21.08.1928; BPSV. 1928, hejmar 4-5, rûpel 73-75, 80.

90 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 151, belge 202. Hesabdayîna dayîreya rêçgerîyê ji Suleymanîyê 12.08.1928.

91 Dîsa li wir, belge 237. Şêwirmendê Wezîreta karên der yê Îraqê ji bo komîsarê sereke 08.10.1928; ji sêkrêtarîya komîsarê sereke ji bo konsûlê sereke yê Brîtanîyayê li Bêyrûtê 13.10.1928; belge 241-242. Konsûlê Brîtanîyayê li Helebê ji bo komîsarê sereke li Îraqê 17.10.1928; belge 248. G. Dobbs ji bo serekwezîr û wezîrê karên der yê Îraqê as-Saedunlu 17.11.1928.

92 Dîsa li wir, belge 246. Malûmatîyên cesûsîyê ji Bexdayê 27.10.1928; belge 267. Ji hsabdayîna cesûsîyê li Erbîlê, 28.10.1928.

93 Dîsa li wir, belge 291. R. Çêpî ji bo baylozê Brîtanîyayê li Enqerê K. C. Êdmonds 20.11.1928, kopîya.

94 Kemal Ataturk. Axavtin û kêlmên bijare, M., 1966, rûpel 358.

95 DVP. Cild 8, hejmar 324, rûpel 543. nivîsa ji sohbeta G. V. Çîçêrîn bi Tewfîq Rûşdî ra 14.11.1926.

96 Dîsa li wir. T. X, rûpel 481, 647-648. Têlêgrama Ya. Z. Sûrîs ser navê Meclîsa Tirkîyê 08.11.1927.

97 Yekîtîya Sovyet ne dixwest dijberîyên di navbera Tirkîyê û Farizistanê da bona berjewendîyên xwe bi kar bîne, eksî wê, hewil dida wana li hev bîne. Bi daxwaza Tirkîyê ewê alî girêdana peymana derheqa hilanîna pirsên hucet di navbera Tirkîyê û Farizistanê da kir, ku di nîsana sala 1926an da hate îmzekirinê. G. V Çîçêrîn di nameya ser navê endamên Meclîsê da nivîsî: ”Ji van pêşnîyarên hukumeta Tirkîyê bîna rola lihevhatinê ya di navbera Tirkîyê û Farizistanê da tê. Ew rol tam gorî prînsîpên sîyaseta me ye. Emê ne wek Îngilîs bin, ku hewil dide her dewleteke rohilatê berî dewleteke din bide, lê emê her tiştî bikin bona bibine hêzekê bona wana li hev bînin” (Dîroka dîplomatîyê, çapa 2an. Cild 3, M., 1965, rûpel 473). Lê derkete holê, ku lihevanîna wan herdu welatên Rohilata Nêzîk ne karekî hêsa bû.

98 OM. 1982, hejmar 4, rûpel 163, 167.

99 MJ. 1928, hejmar 5, rûpel 9-10.

100 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 114, belge 149. C. Klêrk ji bo O. Çemberlen 06.02.1929.

101 Dîsa li wir, belge 1, 6. Hesabdayîna derheqa rêwîtîya A. Hêlm ji Enqerê ber bi Helebê, Dîyarbekirê, Meletîyê, Sivasa ber kenarê Behra Reş 9-29 hezîranê sala 1929an.

102 NEI. Hejmar 883, 19.04.1928, rûpel 483.

103 Dîsa li wir, hejmar 926, 14.02.1929.

104 Dîsa li wir, hejmar 935, 18.04.1929, rûpel 482.

105 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 362, belge 4. Jêdera ji hesabdayîna zabitê dayîreya taybetî ji 24.06.1929, Mûsil.

106 Dîsa li wir, dexle 114. Hesabdayîna salê ya baylozê Brîtanîyayê li Tirkîyê ya sala 1929an, 03.02.1930.

107 Dîsa li wir, dexle 363, belge 13, hejmar 6. Jêdera ji malûmatîyên cesûsîyê yên polîsa Îraqê, 08.02.1930.

108 Binhêre: Mîllêr A. F. Nivîsên derheqa dîroka Tirkîyê ya nûjen da. M.-L. 1948, rûpel 159-160. Yek ji sebebên xirabbûna rewşa aborî li Tirkîyê di wan deman da xercên gelek mezin bûn, ku li ser têkbirina tevgerên kurdan dihatine xerckirinê (Mêlnîk A. Partîyake nû li Tirkîyê. – MJ. 1930, hejmar 9-10, rûpel 6).

109 Kross T. Rewşa Tirkîyê ya hundurîn, rûpel 58-59.

110 Îrandûst. Hêzên sereke yên şorişa kemalîstan. M.-L., 1928, rûpel 59.

111 Serhildan li Kuridistanê. – BPSV. 1931, hejmar 12, rûpel 13.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev