Întelektualê kurd Têmûrê Xelîl 70 salî ye. Pîroz be!

Întelektualê kurd Têmûrê Xelîl 70 salî ye. Pîroz be!

Îro em, xebatkarên malpera Ria taza bi dilxweşî û hezkirin rojbûna hevalkarê xwe nivîskar, wergêr û rojnamegerê hêja Têmûrê Xelîl pîroz dikin.

Em gelek serfiraz in, ku êdî çar sal e di malpera Ria taza de gel kekê Têmûr, yek ji pêşewitîyê gelê Kurd di rewşeke dostî û hevgirtî de dişuxulin.

Desteya revebir ya malpera Ria taza bi dil û can rojbûna te pîroz dike kekê Têmûr. Bila hemû salên te di nava ronahîyê, kêf û xweşîyê da derbas bibin, temendirêj û serketî bî hêja, bi hêvîya ku emê gelek salên dirêj bi hev re kar bikin û di xizmeta gelê xwe de bin. Em ji cenabê te berhemên nû hêvî dikin.
_

_

Têmûrê Xelîl sala 1949a li paytexta Ermenistanê, li bajarê Yêrêvanê ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta fîzîk-matematîk, sê salan (1974-1977) li gundê kurda – Sîpanê dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Têmûrê Xelîl yekemîn kes e ku gelek salan di hemû çapemenî û radyoyên kurdî yên fermî yên Yekîtîya Sovêtê da kar kirîye: di rojnameya kurdî ya “Rya teze”, radyoya kurdî ya Yêrêvanê, radyoya kurdî ya Moskvayê da. Her wisa 5 salan jî bûye cîgirê berpirsyarê rojnameya kurdî “Golos kurda” (Dengê Kurd), ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bilî ku weke rojnamevan û nivîskarê xwedî kedeke nirx, ew herwiha weke ronakbîrekî berbiçav û karkirekî civakî yê dîyaspora kurdî ya Yekîtîya Sovêtê yê herî êgin tê naskirin.

Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnameyên kurdî yên bi nav û deng, ku li Ewrûpayê û Kurdistanê derdiketin û hîn jî derdikevin çap bûne.

Têmûrê Xelîl çend salan endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê. Ew endamê Yekîtiya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew niha sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed e, yek ji endamên Koma KURMANCÎ a Înstîtûya Kurdî a Parîsê ye. Heta niha Têmûrê Xelîl 21 pirtûk ji zimanê rûsî û 3 pirtûk jî ji zimanê ermenî wergerandine kurdî.

Ewî hivdeh pirtûk ji tîpên kîrîlî û latîniya kurdên Ermenîstanê bi herdu keçên xwe Mîdîyayê û Dîdarê ra tevayî wergerandine ser tîpên kurdiya latînî ya niha.

Têmûrê Xelîl zêdeyî 40 salan e di wî karî da ne û niha jî çar sal e berpirsyarê malpera Ria taza ye.

Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatiya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955’an heta 1982’an) bêjera pêşin ya radyoya kurdî bûye.

Ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek bêjer (peyvkar) bûye û bi tevayî weke 100 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine. Bi kurtî: Eger hûn wergera pirtûkeke kurdzanên Sovyet yên ji zimanê rûsî û ermenî dibînin, wergervan Têmûrê Xelîl e. Pirtûkên wisa zêdeyî 20 heb in. Eger hûn bi radyoya Yêrêvanê û Moskvayê guhdarîya sitiranên kurdên Kurdistanê dikin, hemû jî Têmûr peyda kirine û wek hediya dane radyoyê. Eger hûn pirtûkên kurdên Sovyet yên folklorî û yên edebî dibînin, ku ji kurdîya latînî û kurdîya kirîlî ya kurdên Sovyet hatine transkrîpe kirin û çapkirin, piranîya wan Têmûrê Xelîl bi herdu keçên xwe ra kirine. Têmûrê Xelîl niha li Stokholma paytexta Swêd dimîne, li dayîreke Swedê wek analîtîkê çar zimanan – ermenî, kurdî, rûsî û swedî kar – dike.

Birêz Têmûrê Xelîl re ji stûdyoya radyoya Ria taza li Stockholma paytextê Swêdê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Têmûrê Xelîl – endamê koma Kurmancî a Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, sêkrêtarê Komela nivîskarên kurd yên Swedê, berpirsiyarê malpera Riataza bikin.

 

Berhemên Têmûrê Xelîl 

1- Dengê Xwînê, kurteçîrok, 2009, Weşanên Lîs, Amed

2- Antolojîya 35 helbestvan û nivîskarê kurdên Sovyet, 2015, weşanên NA, Îzmîr.

P.S. 3 berhemên din jî ber çapê ne.

 

Wergerên Têmûrê Xelîl ji rûsî û ermenî ser kurdî

 

Heta niha Têmûrê Xelîl ev pirtûk ji zimanê rûsî û ermenî wergerandine kurdî.

  1. ”Kurdên Tirkiyê di dema nû û here nû da” (450 rûpel), ya profêsor M. Hasratyan, ji rûsî wergerandîye kurdî û sala 1994a li Bêlçîkayê, ji aliyê Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê da hatîye çapkirin.
  2. ”Pirsa kurdan”, cildeya 1ê, profêsor M. Lazarev, 480 rûpel, sala 1999a di nav weşanên ”Roja Nû” da çap bû.
  3. ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan”, cildeya 2an ya profêsor M. Lazarev, 380 rûpel, ji rûsî wergerandîye kurdî û di weşanên ”Roja Nû” da çap bû.
  4. ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkiyê ra”, ya serhing A. Avêryanov, sala 1900î bi rûsî çap bûye (berî 103 salan), 580 rûpel. Eva pirtûka bi daxaza Înstîtûta Kurdî ya Parîsê hatîye wergerandin û ewê li zûtirekê çap bibe.
  5. ”Kurdistana nû”, 500 rûpel, bi daxaza Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow û bi daxaza Înstîtûta Kurdî li Parîsê ji rûsî hatîye wergerandin û wê li zûtirekê çap bibe.
  6. ”Tevgera kurda”, ya profêsor Xalfîn, 200 rûpel, sala 1963a bi rûsî çap bûye. Hatîye wergerandinê û ”Lîs”ê çap kirîye.
  7. ”Îdyomên kurdî, bi şirovekirina rûsî”, ya profêsor Maksîmê Xemo, 480 rûpel. Di wê da şirovekirina îdyoman ji rûsî hatîye wergerandinê ser kurdî.
  8. ”Kurdên Azirbêcanê” ya A. Bûkşpan, 120 rûpel, sala 1932a li Bekuyê çap bûye. Bi daxweza Înstîtûta Kurdî li Parîsê ji rûsî hatîye wergerandin, ”Lîs”ê çap kirîye.
  9. Dêrsim” ya Andranîk, 180 rûpel, sal 1900, wergera ji ermenî, weşanên ”Deng”, sal 2009.
  10. ”Li Muksê folkor û jîyana rojane”, ya akadêmîk Îosîf Orbêlî, 104 rûpel, weşanên Nûbihar.
  11. ”Bawermendîyên kurdên êzdî”, Emînê Evdal, 220 rûpel, wergera ji ermenî, Weşanxaneya DOZ wê çap bike.
  12. ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (1923-1945)”, a M. Lazarev, cildeya 3an, 310 rûpel, heta niha çap nebûye.
  13. ”Rasthatinên nebîrkirî”, Nado Maxmûdov, 280 rûpel, wê çap bibe.
  1. ”Rêwîtîya ji Moskvayê ber bi Kurdistanê”, Yûrayê Dasinî, 270 rûpel, çap bûye.

   15.”Nadir Nadirov”, Bakîtjan Jûmagûlov, 400 rûpel, wê çap bibe.

   16.”Merivê efsaneyî ”, Ezîzê Zîyo Bedirxan, ji rûsî, 300 rûpel, weşanxaneya DOZê wê çap bike.

   17.”Riya ku berbi Ziyaretê dibe”, Mîrzeyê Çolo Sloyan, 260 rûpel, wergera ji ermenî, çap bûye.

   18.”Riya zindîbûnê û heta-hetayê”, Mîrzeyê Çolo Sloyan, 280 rûpel, wergera ji ermenî, çap nebûye.

  1. ”Kurd: Dîrok û dema nû”, Kinyazê Îbrahîm, 2 cilde, 550 rûpel.

P.S. Ev pirtûka dawî ne werger e, lê Têmûrê Xelîl ew bo çapê amade kirîye û redaktorî lê kirîye.

 

Berhemên tîpguhezî-transkrîbekirî.

Têmûrê Xelîl 23 pirtûk jî bi herdu keçên xwe – Mîdîayê û Dîdarê ra – tevayî ji tîpên kîrîlî û latîniya kurdên Ermenîstanê wergerandine ser tîpên kurdiya latînî ya niha:

 

1- ”Mesele û metelokên cimaeta kurda”, 800 rûpel ya ku Heciyê Cindî berev kiribûn.

2- ”Şaxêd Rostemê Zale kurdî”, 400 rûpel, ya ku Heciyê Cindî veçêkirîye.

3- ”Folklora Kurmanca” ya sala 1936a, 640 rûpel, ji latîniya kurdên Ermenîstanê hatîye wergerandin ser kurdiya latînî ya niha. Amadekarên wê Emînê Evdal û Heciyê Cindî ne.

4- Varyantên kurdî yên destana ”Koroxlî”. Jibernivîs, berhevkar, werger û pêşgotin yên Hecîyê Cindî. Yêrêvan, 1953, 120 rûpel.

5- ”Folklora kurmancîyê” ya sala 1957a, ku H.Cindî berev kirîye û amade kirîye, 400 rûpel.

6- ”Klamêd cmaeta kurdaye lîrîkîyê”, 250 rûpel, ku H. Cindî berev kirine û sala 1972a bi pirtûkeke cihê li Yêrêvanê çap bûye.

7- ”Heleqetîyên pizmamtîyê di nava kurda da” ya Emînê Evdal, sal 1965, 300 rûpel, Yêrêvan.

8- ”Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê”. Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî. Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê, Moskva 1962. 180 rûpel.

9- ”Xatê xanim” – Elîyê Ebdilrehman, 180 rûpel, LÎSê çap kirîye.

10- ”Gundê mêrxasan” – Elîyê Ebdilrehman, 210 rûpel, LÎSê çap kirîye.

11- ”Şer çiya da” – Elîyê Ebdilrehman, 420 rûpel, çap nebûye

12- ”Benê min qetîya” – Xelîlê Çaçan, 130 rûpel, LÎSê çap kirîye.

13- ”Cewahirên kurdî” – Xelîlê Çaçan, 120 rûpel, LÎSê çap kirîye.

14- ”Gotinên pêşîyan” – Xelîlê Çaçan, 110 rûpel, LÎSê çap kirîye.

15- ”Kilamêd cimaeta kurda” – Xelîlê Çaçan, 110 rûpel, LÎSê çap kirîye.

16- ”Du poêm” – Xelîlê Çaçan, 80 rûpel, LÎSê çap kirîye.

17– ”Memê û Eyşê” – Xelîlê Çaçan, 90 rûpel, LÎSê çap kirîye.

18, 19, 20, 21, 22, 23- Şeş cildên ”Hikyatêd cimaeta kurdîyê”, 1300 rûpel, ku Heciyê Cindî berev kirine.

 

Têmûrê Xelîl

Sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swedê ye

Berpirsyarê versyona kurdî ya malpera Riataza ye

Endamê koma Zimanzanîyê ya KURMANCÎ ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê ye

 

Evana begreyên wan pirtûkan in, ku Têmûrê Xelîl bi xwe nivîsîne, ji rûsî û ermenî wergerandine û ji latînîya kurdên Ermenîsatnê û ji herfên kirîlî tîpguhêzî ser latînîya îroyîn kirîye. Wek hûn di wêneyên bergeyan da dibînin, jimara wan ji 50î derbaztir e. 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev