Serxweşî…

Serxweşî…

Zoroyê Fêrîkê Ûsiv, kurê helbestvanê navdar rehmetîyê Fêrîkê Ûsiv û rehmetîya Frîda Cewarî, hevalcêwîyê xûşka xwe Zera Fêrîk Îboyan, nevîyê profêsor Hecîyê Cindî di 59 salîya xwe da li bajarê Rewanê çû rehmê. Serê malbetê, komê û hezkirîyên wî xweş be. Yek ji hezkirîyên wî em bûn, xebatkarên malpera Riataza. Bira rehmeta Xwedê lê be.

Ji vê helbesta Fêrîkê Ûsiv zelal xuya dibe ka wî çiqasî ji zarên xwe hiz dikir, ewana çiqas ber dilê wî ezîz bûn.

 

Fêrîkê Ûsiv

 

HEVALCÊWIYÊ MIN

 

Zoroyê min û Zera min,
Herdu pirtîyê cegera min,
Car-carna tên,
Beşer li dêm,
Ber min disekinin, dibên:
Kî me rind e?
Kî bilind e?

 

***

Qurbana we bim,
Hûn min ra hebin-
Besî min in.
Nav tengasîyê da
Terî û sîyê da
Kesê min in.

 

Lê di vê helbesta Fêrîkê Ûsiv ya ser Zoroyê kurê xwe da, welatparêzî, evîn, bêrîkirin, fîlosofî, aqilmendî ketine nava hev:

 

KURÊ MIN RA

 

Car-carna têm melûl, dilxor û mirûz im,
Lawo, kerba binê lingê te radimûsim…
Şaş nemîne, berxikê min… êh, kî zane…
Dinê heye kaşkişika dest îsan e:

 

Dibe rokê Kurdistana xopan vebe,
Bavkê teyî hisret dilda lê tunebe…
Bira hingê lingê te bi hisreta min
Bigere nav ax – topraxa cimeta min…

 

Desteya rêvebir ya malpera Riataza serxweşîyê dide hemû hizkirîyên Zoroyê ezîz, ji wan ra sebirê dixweze.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev