KÊVROŞK Û KÊNGÛRÛ

KÊVROŞK Û KÊNGÛRÛ

Şeyhmus Özzengin

 

Bi têlên bistirî der û dorên daristanan hatibûn çîtkirin û bibûn parq ji mirovan re. Ajalên daristanê dihatin girtin û di hundirê qefesan de xwedî dibûn.

Mirov li wan parqan, ji xwe re digeriyan û li wan heywanên qefesan temaşe dikirin.

Kêngûrû jî hatibû girtin û di qefesekê de dijîya. Ji cîhê xwe nerazî bû. Bîna wê teng bû û pir aciz bû.

Hertim xilmaş dibû û ew daristana azad û şêrîn di xewna xwe de didît. Yeko yeko hevalên wê dihatin ber çavên wê û bi xewnên xwe şa dibû.

Dema ku şiyar dibû, didît ku ew di hundirê qefesê de ye, dîsa agir bi dilê wê diket!

Bi wî hawayî dem hat û çû, şev û roj derbes bûn.

Rojek ji rojen, kêvroşkek jî anîn û avêtin qefesa kêleka wê. Wexta ku çavê wê li kêvroşka Bezog ket, qîjînî ji dilê Kêngûrû hat!

Di ber xwe de got:

-Ax axxxx, ev kêvroşka bezok û xweşik jî girtin û anîn wî cîhê xerab!

Daristan hat bîra wê. Nêçîrvan hatin bîra wê. Di nava daristanê de ew kêvroşkên bezok û navbelek hatin bîra wê.

Dema ku li nav daristanê bû, hertim xweziya xwe bi kêvroşk û beza wan tanî.

-Min, berê xweziya xwe bi kêvroşkê tanî. Min digot ku ez wek kêvroşkê bezok bûma, tu caran seydvanan nikarî min bigirta. Lê va ew jî anîn vir.

Nêzîkî têlên dora qefesa kêvroşka Bezok bû û silav lê kir. Kêvroşka Bezok xwe kiribû wek gulokekê. Serê xwe xistibû ber xwe.

Kêvroşka Nûgirtî serê xwe bilind kir û li Kêngûrû mêze kir.

Girtina wê hat bîra wê. Agir bi dilê wê jî ket. Nêzîkî têlê bû.

Silava Kêngûrû girt.

Kêngûrû û Kêvroşka Nûgirtî li ber têlan nêzîkî hevûdû bûn. Li hev û dû mêze kirin. Hevûdû nas nedikirin.

Xemgîniya wan, qedera wan, bêşansiya wan, birînên wan ew nêzî hev dikirin.

Kêngûrû pir sal di qefesê de derbeskiri bûn.

Di navbera Kêngûrû û Kêvroşka Nûgirtî de sohbetek kûr destpê kir.

Kêngûrû ji Kêvroşkê pirsî:

-Tu çawa hatî girtin, tu ewqas bezok bû?

-Qet nepirse!

Xefik li ser rêka min hatibû vegirtin. Ez bi herdû lingên xwe yên pêşî ketim xefikê. Paş re seydvan hatin û min ji xefikê derxistin û anîn vêderê.

-Daristan çawa bû? Hîn nava daristanê mîna berê xweş e an na?

-Daristan berê pir xweş bû! Kêf kêfa me bû di nava daristanê de. Belê aniha tama daristanê nemaye. Azadî nemaye ji me re! Em ji destê seydvanan de ketine qilaqê. Bi çekan tên ser me, li rêya me xefikan vedidin..

Di şevên daristanê de, wexta ku heyva çardeh sîwan digerand û stêrkan li hawîrdorê heyvê govend digirtin, bêhna hendeko, gul û beybûnan dida rûkê ajalên daristanê. Bêtirs, ji xwe re digeriyan û diçêriyan.

Ew şevên xweş û azad hatin bîra wan. Dilopên hêsran ji çavê Kêngûrû hat xwarê û li Kêvroşka Nûgirtî mêze kir.

-Birreve kêvroşkê, birreve!

Kêvroşkê li dora xwe mêze kir. Li qefesê mêze kir. Li têla navbera xwe û Kêngûrûyê mêze kir û hêrs bû.

Qevz da xwe. Li bin guhê têlê ket. Zîz bû û ket erdê. Bêçar li Kêngûrû mêze kir.

Li erde ricifî. Têlên bi stirî ew birîndar kiribûn.

Bêhna kulîlkên nîsanê, bêhna benîştên daran, xwuşîna pelên daran hat bîra Kevroşka Nûgirtî. Çêlikên wê hatin bîra wê. Azadiya wê hat bîra wê. Seydvanên dilxerab, bêbextî hat bîra wê. Keserek kişand!

Kêngûrû xwe ji bîr kiribû. Bextreşiya wê nedihat bîra wê. Dilê wê bêtir bi Kêvroşka Nûgirtî dişewitî.

-Rabe ser xwe. Tu çara revê nemaye. Emrê meyî mayî wê di vir de derbes bibe. Çelengîya te di vir de fêde nake. Bêbextî li me bû û em girtî ne Kêvroşka Nûgirtî:

 

Dem çûn dem geriyan

Neçîrvan li me geriyan

Mêrg û daristan heliyan

Kusî bi me keniyan.

 

Daristan xweş û rind bû

Em Gerok û çeleng bûn

Şev li wir ji me re kin bûn

Em azad û serbilind bûn.

 

Nêçîrvanan xefik vedan

Em kirine nava defik û telikan

Li daristanan star ji me re neman

Em bûn kole ketin destan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev