Nameyên evînî -75

Nameyên evînî -75

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤
Ji wan ra bêje bira wek me bijîn. Haya me tunebû ku wê evîn ser me da bibare, lê ji nişkêva evîneke ne wek baranê, lê wek teyrokê ser me da barî. Ez bawer im, ku evîn hatîye ber derê wan, haya wan jê tunebûye, an jî wana bi xwe berî dayê. Ez ji Nurayê rind zanim, ku çawa berî evîna xwe didin. Bi vê evîna xwe a mezin va jî Nura min dikare bêje: -Diçî jî, hema here. Evana jî ji xwîna Nurayê ne.

 

¤¤¤
Delala dilê min dibêje di dilê te da ewqas kes hene, weke ku cî bo min tune û ez herdem li ser linga me. Lê wê tiştek nedaye ber çavan, ku dilê min xanîyek e, odeyeke wî xanîyî a min û ezîza min e. Li wir tenê em dijîn, em karê xwe li wir dikin, nanê xwe li wir dixun, em li wir hev hez dikin, li wir radizên. Ew ode bi kulîlkên bînxweş, bi wêneyên bedew va xemilîye.
Ev çend roj in ezîza ber dilê min ne di odeyê da ne. Ez kulîlkan jî av nadim. Ezê çi bikim ji bêhna wan, an jî ji ciwanîya wan, dema ez bêy ezîza xwe li cihaneke din, li xanîyekî din, li odeyeke din dijîm. Hemû wêneyên ciwan yên odeyê ber çavên min weke ku bi rengekî ne, rengekî betreng, bê ruh, bê mane…
Min fêm kir, ku odeya min tune. Odeya me heye.

 

¤¤¤
Êşa bi te ra ji bextewariya xeyalî xweştir e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev