Nivîskar û lêkolînvanê Êzîdî Dawid Mirad Xetarî 9 pirtûk li ser fermana Şingalê çap kirin

Nivîskar û lêkolînvanê Êzîdî Dawid Mirad Xetarî 9 pirtûk li ser fermana Şingalê çap kirin

Yilmaz Yildiz, civaknas

 

Nivîskar û lêkolînvan Dawid Mirad Xetarî, xelkê Welatê Şêx, ji Başûrê Kurdistanê ye. Hemî kar û xebatên wî lêkolîn û komkirina belge û dokumentên dîrokî ên li ser ferman û komkûjîyên hatîne serê Çivaka Êzîdî, rewşa wan û dîroka wan e.

Ji bo xatirê ku belge û dokumentan bi dest bêxê, nivîskar û lêkolînvan Dawid Mirad bi rojan, heta bi hefteyan li pirtûkxaneyên Tirkîyê û Îranê de maye/dimînê û di arşîvên osmanî û sefawîyan de li belge û dokumentên dîrokî ên li ser Êzîdîyan û dîroka kurdan digere û wan berhev dike.

Di dawîyê de jî ev hemi weke pirtûk çap kirine. Heta niha zêdeyî 30 pirtûkên wî li ser Civaka Êzîdî û çend pirtûk jî li ser dîroka Kurdistanê hatine çap kirin.

Piştî ferman û komkûjîya li Şingalê, nivîskar û lêkolînvanê jîr û jêhatî, ji bo belgekirin û komkirina karesata hatî serê Êzîdîyan, kete nava kar û xebatê û şev û rojên xwe kirin yek. Di encama van lêkolînên piştî bi çend salan vaye êdî nivîskar û lêkolînvanê êzîdî 9 pirtûkên din jî çap kirine û karesat û jenosîda ji alîyê rêxistina har û hov a DAÎŞ’ê ve hatî serê êzîdîyan bi belge raxist ber destê xwendevan û raya giştî.

Nivîskar û lêkolînvan di van 9 pirtûkan de, ji berxwedana şervanên êzîdî ên ku li ser serê Çîyayê Şingalê li dijî rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê bi mêrxasî li ber xwe dan û şeref û kerameta Êzîdxanê parastin û heta bi revandina keç û jinên êzîdî, hevpeyvîn li gel kesên rizgarkirî û ferman û karesata hatî serê êzîdîyan, bi dehan gorên bi kom ên li Şingalê hatîn dîtin, hemî dokument kirîye û li ser nivîsîye.

Nivîskar û lêkolînvan Dawid Mirad bi xwe li ser dîrok û dokumentkirinê majesterî stendîye û di ber nivîskarî, lêkolînvanîyê re jî li gundê xwe, li gundê Xetarê li Başûrê Kurdistanê mamosteyê lîseyê ye.

Weşan DRA

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev