Çima Alî Tem ji mala Zoro qetîya û berê xwe da Cizîra Botan

Çima Alî Tem ji mala Zoro qetîya û berê xwe da Cizîra Botan

Orhan Basî

Alî ê Tem, an jî Alî ê Temo li Awûskê dima û heya îro jî ji Awûskê re dibêjin Awûska Alî (Awûska Alî bi tirkî: İkiköprü), bajarokekî bi ser Qubîna Êlîhê ve ye û pismamê wî mala Zoro jî li Zivingê diman. Ji Zivingê re jî digotin Zivinga Zoro.

Li Cejna ziyareta Şêxevind dibê suwar bi hespê xwe teleba didin, di nava wan suwaran de jî keçek heye bi teleba hespê û bi siwarî berxekî ji erdê hildide û davêje ber xwe, dema Alî ê Tem wê qîzê dibîne, dibêje ez vê keçê ji xwe re bînim bi heya Xwedê wê zarokê pehlewan ji me re çê bibin, ji ber ku ez pehlewan û ew jî pehlewan e. Lê wê demê eşîr tenê bi hevre dizewicin, Alî ji eşîra şedikîya bû û keç ji jî eşîra pîvazîya bû, qet destûra zewaca wan tune bû.

Lê Alî biryar dabû û ji ya xwe venegerîya, ew keça jîr û pehlewan ji xwe re anî, lê mixabin nakokî ketin nava eşîra şedikîya, ji ber ku Alî bi wê keçê re zewicî.

Di demek nêz de Alî ji welatê Xaltan berê xwe dide Cizîrê.

Xwedê gelek zaroka dide Alî, ji wan du heb kur, yek Qaso û ê din jî Hamid beg bû. Qaso û Hamid leheng û du xweş mêr bûn, navê wan li Cizîrê deng dabû, ji ber ku Qaso hewqas xweşmêr û jîr bû, jê re digotin şer û şem (şer û şema).

Hamid jî berpirsîyarê siwar û ser leşkerên mala Emir Bedirxana bû, piştî demekê ciqas jî mala Zoro ji pismamê xwe re gotin were nava me, lê Alî qebul nekir û got serê du berana di beroşekê de nakele.

Kurê Alî Qaso diçe Basa û brayê wî Hamid li Cizîrê dimîne, dema Alî ê Tem dimre, Hamid Beg bi herdo metê xwe ve piştê demeke ji bo çend sebeba navê êzdîtîyê wek mala Bedirxana li ser xwe hiltîne, meta xwe Şirîn dide Bedirxan Beg û ya din Golê dide Salih Begê. Çiqas jî ne hatibe gotin jî, mala Bedirxana jî bi eslê xwe Xaltî ne, şerefnameyîne û dema berê jî serdarê Xaltan mala Mîro an jî Mîralî bû heya îro jî ji Êzdîyên Basare dibejîn mala Mîro ew jî Xaltî ne, lê Qonisî ne mala Bedirxana şerefnameyî ne, ji Xaltîyê Bitlîsê ne û mala Mîro jî Xaltîyên ji Xerzan heya Torê û Diyarbekirê dema berê ji wê heremê re digotin welatê Xaltan.

Xaltî 11 bav in, bavê herî mezin Qonisî ne û ên din jî şerefnameyî ne. Xaltîyê şerefnameyî kêm in, lê li Qonisî pir in.

Ev yek ne bi dilê Qaso bû kû Hamid Beg navê Êzdîtîyê liser xwe hilanî. Qaso biryar da kû birayê xwe Hamid Beg bikuje, lê destê wî neçê bikuje û îro nebîyê Hamid gelek in, li Silopîya dijîn.

Ji Qaso jî gelek zarok çê dibin, yek ji wan bi nav Silo ye, Silo dizewice û Xwedê kurekî didê  bi nav Simo ye, mixabin di fermana Basa 14.05.1916 de hemû Êzdîyên ji Basa qirkirin, li ber çemê Xêbûr, ji 80 malî tenê heft mal, ji 700 neferî tenê 37 nefer man. Ji wan 37 nefera jî yek jî Simoyê Silo bû. Simo dizewice Xwedê sê kura didê, navê her sê kurê wî Süleyman (Silo) Roşo, Osman bûn, mixabin hersê jî li xerîbîyê li Almanya kirasguhastin, çûn ber rahma Xwedê.

”Dibê Temo lawê min nego neçe Zaxokê neyar di rê de,
Şûr û mertalê wî daliqandine di taxê qesrê de”.

Çirok û dîroka me berdewam e, îro em li vir in, lê Xwedê dizane sibê em li kur in ….

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev