Werger û agahdariyên min derheqa keda arkeolog-dîrokzan A.H.Layard de

Werger û agahdariyên min derheqa keda arkeolog-dîrokzan A.H.Layard de

Kemal Tolan: Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê

 

Binêrin, dema lêkolînvanê Îngilîz Austin Henry Layard, di sala 1849 de cara duduya* tê bakurê Kurdistanê, ew hingê li gelek gund û camêrên Êzdî dibe mêvan. Ew di kitêba xwe “Nineveh und Babylon„ de saloxên rêwîtiya xwe bi hûrgilî dinivîse û li ser wan zor-zahmetiyên ku wê demê li ser civata Êzdiya hebûye disekine.

 

Wekî ku di kitêba wî de tê xwanê, hingê Êzdiyan jî gelek hêvî bi wî ra girê didan. Dema ew tê Stenbolê, Qewal Ûsiv û çend nandarên Êzdiyan diçine pêşiyê û ew di rêwîtiya wî de jê ra hevaltiyê dikin.

 

Tê texmînkirin ku wê demê heweskariya dewleta Îngilîzstanê bi ber Êzdiyan ve pir buye. Ji ber vê yekê ye ku zane û Lêkolînvanê navdar wek Austin Henry Layard du cara dişînine nava Êzdiyan. Êzdî jî bi alîkariya wî evdê xêrxwaz pirsgirêkên xwe ji bo çareserkirinê li ber dewleta Osmaniyê datînin. Êzdî gelekî bi hurmet wî qebûl dikin û qedrekî mezin didinê.

 

  1. H. Layard ,di derheqê wî qedir û rêwîtiyê de weha dinivîse:

 

Ez nikarim tevaya nêrîn û pesindariya Austin Henry Layard* di virde pêşkêş bikim. Ez dixwazim tenê çend rûpelên (ji 30 heta 39) ku rewşa Êzdiyên Xaltiya diyar dike û ev çewa bi Almanî hatiye nivîsandin, ezê wisa jî wergerînime Kurdî.

 

“Ji Bitlîsê sê rê diçune Cizîrê; Ji wan dudu di nav çiya re li ser bajarê Sêrtê re diçun û piraniyan Kerwanan jî di virde diçun. Rêya sisê ya di nava geliyên li rojhilatê çemê Tîgrîsê (Dîcle) re dûr û dirêj diçû. Min qerar da ku ez di rêya sisiyan de herim û li ser rêya xwe gundên Êzdiyên li herema Xerzan jî bivim mêvan. Em 20 (9.1849 k.t.) mehê de ji Bitlîsê derketin. 25:30

 

Dema em gihîştine ber gundê Êzdiyên Hemikî yên li herema Xerzan, roj êdî çubu ava û gundiyan jî tiştên xwe didane serhev. Gava qeflên siwariyên me nêzî wan bun, ew evdên Asiyayî li me ecêbmayî diman û bi ditirs li me dirêhêntin. Qewal Ûsiv, çefiya Erebî ya ku li ser û çavê xwe pêçabû vekir, çû nava wan û bi dengekî nerm daxwaza ku em li cem wan bimînin kir. Lê di çavê wan kesên belangaz de xwanê bu ku, ew me naxwazin û nikarin bersêveke neyînî jî bidin. Hinga Qewal Ûsiv ji rewşa wan fahmkir, ewî çefiya li serê xwe bi hêrs avîte erdê û got: “Dêmek hun evdên nemerd naxwazin nan bidine Qewalê xwe û dixwazin wî birçî ji ber deriyê xwe vegerînin?” Gava ewan ev gotinên Qewal bihîstin, hima bicarekê ew tirsa ji dilê wan derdiket. Teva bi hevre bêr û milêbên di destê xwe de avîtine erdê û hatin destê Qewal. Xortekî bi bez çû mizgîn da gundiyan û me dît êdî çiqas jin, zarok û extiyarên gund de hebûn tev hatine pêşiya me. Xweyabû êdî ne hewceye ku em bi çend gotinên dinê xwe bidine naskirin. Şahiya ji bo me dest pidikir; hineka ji wan barê hespê me datanîn, hineka çadir vedikirin û hineka jî pez ji bo me ser birdikirin Feqîran bawer nedikirin ku me têr bivînin. Ewan ji devê Musilmanên li derûdora xwe bihîstibû kû, dema Qewal Ûsiv û hevalên xwe çune Îstenbulê, ew bi emrê Sultan hatine dardekirin. Ji ber vê yekê Êzdiyan ew serê heşt meha bu ku tû cewab ji Qewal Ûsiv negirtibun û destê xwe ji wî şûştibûn. Ewan ev nerastî bi çavên xwe didîtin û bikêf ji hevûdin re digotin; “Ne ew miribu û vêga dîsa sax buye, ew hinda bubu û vaye cardinê hatiye dîtin”

 

Piştî demekê rûsipiyên gund li dora Qewal Ûsiv civiyan. Ûsiv jî tiştên kirî, dîtî, bihîstî; hatina xwe ya Îstenbolê, hevpeyvînên ku bi berpêrsyarên Dewletê re ji bo parastina Êzdiyatiyê xeberdayî, pêwîstiya xwedîkirina aşîtî û pêşe roja qewmê Êzdî, dema em ji paytextê derketin, em çewa li qeyîkê siwarbune, tiştê di qeyikê de hatî serê me û em çewa hetine heta herêma Xerza, hertişt yeko yeko ne kêm û ne jî zêde, tev ji wan re birêzdikir. Piştî qasekî navbir dane axaftinên xwe û berê xwe dane ser min û êdî ewan bi qedrekî gelekî giranbuha bixêr hatina min selavkirin.

Hinga min ev rûniştin û axaftina Qewal Ûsiv û guhdarîkirina rûsipî (extiyar) yên gund ya weha geş û balkêş dît, hingê wêneyê ku di kitabên pîroz de bi şiklekî zindî hatiye şîrovekirin dihate bîra min. Eger mirovekî wênekêş, yê xwandina tabîyatê dixwîne anjî kesekî lêkolînvan ku naxwaze bitenê bahsa gera xwe bike hebe û bixwaze peyvendiyên wî bi mirovan re hebin anjî ziman, kultur, libas urf û adetên xelqên kevn nasbike , wêne û serpêkhatiyên wî wek yên di kitêbên pîrozde herdem zindî bimînin, pêwîste ew were li rojhilatê bigere û bivîne.

 

Beşa sisiya

 

Serê sibê ez bi dengê lingên hespan û heytehola dengên bilind ji xewê şiyarbûm. Camêrên gundiyên Hamkî, êvarê mizgîna hatina me şandibune nava gundên Êzdiyên li derûdorê . Heçiyêew cawab standibun, ew berbangê da bi suwarî û piya derketibune ser riyan û hatibun. Teva dixwastin me bivînin û di rêvîtiya me de hevaltiyê bi me re bikin. Hemûyan libasên xwe yên renge reng lixwekiribun, kum û kolosên xwe bi kûlîlkên şîn xemilandibun. Serokê wan Akko (Aqo yê Rizgo ye birêne li rûpel:73 û 74 k.t.), di şerên berxwedanên Êzdiyan de şervanekî jêhatî û di wê heremê de bi nav û deng bu. Çiqas jî tayên muyên sipî ketibune nava rûyê wî, lê ew hêja gelekî li ser xwe bu. Muxtarê gundê Güzelderê, bi tev serekên gund ez dawetî mala xwe kirim. Dixwast em herin mala wî û nanekî wî bixwin. Me jî nikarîbu ji vê daxwaziya wî ra bêjin na. Dema em bi rê ketin û bi ber gundê wî ve çun, gelek komên siwarî û peyan dihatine pêşiya me û destê min radmîsan. Em hêja ne gihîştîbûn Güzelderê, koma me çiqas diçu zêde dibu. Evdên di wan gunden li ser riya me de, mêr, jin û zarokan teva libasên roja şayiyê li xwe kiribun, gelek derketibune ser serê xaniyan û hineka jî pez di anîn li ber lingên hespê min ser jêdikirin. Dema em gihîştine hewşa mala Akko, jin û mêran bi dengekî lîlandin. Hemû neferên di mala Beg de tev derketibune ber derî. Çaxê min kir ji hespê peya bivim, diya wî dixwast bixwe alîkariya min bike. Em derbasî avayekî baqijî-serhev de dayî bun. Di rêkûpêkna wur da, paqijiya jiyana Êzdiyan diyar dibu. Ez û serekên bi min re li ser xalîçên renge reng rûniştin.

 

Di pey me re, çend Feqîr ji gundên dorê hatin. Kincên wan tarîbun û Tûrbanên wan reş û sor bun. -Di stuyê yekî de zincirek hebu. Ewî digot ku ev zincîra ya mirovên ku Xwedê dayî ye. Di pey wan re dîsa gelek Begên wê heremê bi qeflên siwarî û peyan ve dihatin li me diciviyan. Qewal Ûsiv dîsa mesla xwe ji wan re bi tevayî digot. Pey xwarina goştê berxan , birinc, şîranî û tiriyê wê herêmê re, anîn xalîçeyeke bi dest çêkirî hediye yî min dikirin. Dûre em tevlî Feqîr û komek siwarên serekên gundê Güzelderê ji gund derketin. Li ser rêya me, birek siwarên Êzdî û xaçparêzên Yakûbî jî rastî me bun. Zilamê pêşiya wan de Namo, destek kincên ji şîfonê Hindîstanê û qaputekî gelkî buha lê bû. Ew begê Kurd muxtarê gundê Xaçparêza bu. Dora wî de metranek û gelek keşe hebun. Heta em gihîştine gundê Kuşana (ev li ser xarîta di rûpel:33 de jî xwanê ye k.t.), siwariyan bi hevre cirîd dikirin. Piraniya bineciyên wî gundê xwe bi cil û tûrbanên sipî xemilandibun. Pîreka ava sar û dewê cimidî li ber me digerandin. Gelek kes û zarok jî derketibune li ser serê xaniya kom bubun. Wan jî dixwast ez peyabim û li wan bivim mîvan, lê me nikaribû zêdeyî qasekî bimînin. Min selav da xelqê civiya û dûre ketime ser rêya ku diçu Redwanê (birêne li rûpel:33 k.t.). Koma me çiqas diçû mezin dibu. Ji gundên wê heremê mirov dihatin û tevlî me dibun. Di rê de em rastî sê Qewalên hatin. Ew hingê li wê herema Êzdiyan li nava malan digeriyan. Ev kesan merivên Qewal Ûsiv û nasên min bun. Dema rê ya me ji çiya derkete deşta rast û em nêzîkî bajarê Redwanê bun, te digo qey kerwanê me ji herbeke ser ketî vedgere, wisa bi kêf qeflên siwarî û peyan ji gundên derûdorê di hatin pêşiya me. Li ber Redwanê, qelebalixeke mezin bi def û zurnê li pêşiya me bu. Di pey wan civata Ermeniya bi tevlî Keşê xwe ve bu, dû re jî Yakubî û hinek Xaçparêzên dinê bi tevlî rûhaniyên xwe ve dihatin. Heta ez gihîştime ber deriyê Nazî, çiqas jin, mêr û zarokên di Redwanê de hebûn tev der ketibune li ser xaniyan û destê xwe ji me re dihejandin. Di nava vê mûzîk, lîrelîrê û heyteholê de em gehîştin mala Nazî. Nazî mezinê Êzdiyên li wê heremê bu. Dema min lingê xwe avîte zenguya zîn û xwast ji hespê peya bivim, dû pez anîn li ber piyê min serjê kirin.

 

Qasek çû mala Nazî, ji giregir û pêşkêşên Redwanê tije bu. Qewal Ûsiv, dîsa mecbûr bu bahsa hewildanên xwe yên li Îstenbolê ; bahsa wan qirarên ku mafên Êzdiyan jî weke yê Musilmana heye û Êzdî neçine leşkerîyê.bike. Di vê navberê de me taştê jî xwar .Min bala xwe da rewşa mala Nazî, gelek mêvanên wî dihatên û diçûn, min fahmkir ku ezê nikribim di nava vê heteholêde rehet bivim. Bo wê jî min hêvî ji wan kir, ku destûra min bidin ezê herim li dêra Xaçparêzan û li wirê rehetiya xwe bistînim. Paşê ez êvarê çêtir karibim şîvê bi Axê re bixwim û beşdarî şayiyên we bivim.

 

Dêr di palê girekî bû, li serê gir jî kavlên qesra mezinê Redwanê xwanê dikir. Ev dêra ji aliyê Mîrza axa yê mezinê Êzdiya ve ji bo Xaçparêzên Ermenî hatibu çêkirin û ji bo xelqên sifîl dikarin bi bihevre di azadiyê de bijîn nimûneyek bu. .

 

Nazî, ji bine mala serekê Redwanê yê dawî ye. Destpêk û dawiya serpêkhatiya apê wî Mîrza Axa* jî, wek serpêk hatiyê gelek serokên wî gelên ku li nava Tirkiyê de ji bo serxwebuna xwe şerkirine. Gava serfermandar Reşîd Paşa yê bi nav û deng hucûmî li ser bakurê Kurdistanê dike û berê xwe daye Başûr, wê demê nêzîkî herêma Mîrza Axa jî dibe. Mîrza Axa xwe dide destê serleşkerê Sultan. Waliyê dewletê Mîrza Axa ji qesra wî derdixe û şûna wî yekî bi navê Emîn axa datîne. Evê ha hê baş li Redwanê bicî nebuye, jina axê Êzdiya bi darê zorê direvîne. Mîrza axa şûna ku li dijî wî rayije çekan, diçe cem Reşît Paşa û dibêjê:”Ev pîrek ne jina min e, ew cêriyeke. Bila baweriya te ji min hebe, Emîn Axa bira were ser wezîfa xwe.û ez tû tiştî pênakim“ Ewê Tirk vedigere ciyê xwe. Dûre Mîrza axê êrîşê dibe ser wî û du kesên pêre dikuje . Ew heyfa xwe hiltîne. Încar Reşît Paşa hucûmî ser Redwanê dike, lê ji bo di wê demê leşkerê dewletê li dijî Mîrê Rewandizê şer dikir, nikarîbuye heremê bixe bin bandora xwe. Dema Reşît Paşa şerê dijî begên Kurda de ser dikeve, Mîrza Axa dîsa diçe xwe davêje ber bextê Padşa û Padşa jî carek din Mîrza Axa dike berpirsyarê wê heremê. Di pey mirina Reşit Paşa re waliyekî tirka nû tê wê heremê. Ew waliyê nû  Mîrza Axa dawetî cem xwe dike û bi xayîntî wî dikuje. Hevalên Mîrza Axa cenazê wî tînine ciyê dayîkbûna wî û li ber çem, mezelê rojavayê bajir vedişêrin. Pey wî ra , biraziyê wî Nazî tê dewsê. Lê Nazî ji ber zordariya dewletê belangaz buye, qesra wan wêran buye û ew jî mîna xwilamên xwe di xaniyên kerpîçan de dijî.

 

Ji ber ku Redwan di wê heremê de ciyekî mezine û xwediyê sûkeke (pazar) gelekî giringe, jê re dibêjin bajêr (birêne li rûpel:33 k.t.) Di Redwanê de nêzîkî heştsed avayên ne baş hatine çêkirin hene. Bajarê Redwanê li ber çemekî ku milê wî dikişe û digîje ser çemê Tigris (Dîcle) yê ku ji aliyê Diyarbekirê tê. Miletê li Redwanê dijîn, piraniya wan nêzî sed malî Ermenî ne, çil heta pêncî malî Yakobî û Kildanî û yê dinê jî Êzdî ne. Midûrekî tirk li vêderê berpirsyarê dewletê yê li vê heremê dike , ew jî di vê rojê de ne li virbu.

 

Qewalên ku hersal ji aliyê Husseyin Beg û Şêx Nasir da ji bo li nava Êzdiyan bigerin dihatine şandin jî, di vê demê de li Redwanê bun.

 

Şahî û dîlanên wan heta piştî nîvro jî dom dikir: Di bajêr êdî tû mala ne mabû , ku ji bo bixêr hatina min berxek ser jênekir bu. Pey xwarina şîvê ra, şayî û govendê di hewşa Nazî da heta berê sibê domdikir.

 

Me serê sibê taştê ya xwe li mala Nazî da xwar û tevî koman Êzdiyan ji Redwanê derketin. Piştî em çend kilometran ji bajêr dûrketin, min reca ji hinek Êzdiyan kir ku ew vegerin malên xwe. 25:39 “

 

*Çavkanî:

Austin Henry Layard, -Auf der Suche nach Ninive, Seite :169-205_ Leipzig 1850.

Kemal Tolan- Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne, Oldenburg 2000, rûp.: 28-34 

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998093315863&set=picfp.100006170713219&type=3&theaterrûp

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev