Rola intelektuelan di avakirina dewletê û kesayetiya kurd de

Rola intelektuelan di avakirina dewletê û kesayetiya kurd de

Suleiman Sulevani

Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê cihê têne daqurtandin.

Ku gihanê hev dibin lêhî, lêhîke boş.Tu kes, tu tuşt li ber wan nikare bisekine.

Felata welatê me di rabûna vê lêhîyê de ye…

Celadet Alî Bedirxan (1893-1951)

 

Ji radyoyê min guh li gotubêjeke kurt lê pir wate kir. Diyalog navbera du hevalên genc û daykekê bû. Mijar jî li ser Şerê Cihanê yê duwem (1939-1945) bû û kuştinên barberî li kampên Auschwits ku wan wê rojê ew mijar li mektebê xwendibûn. Suhbeta wan bi kurtî:

Gencê yekem got: Ez bawer nakim mirov bikare ewqas dirinde û hov be, ez bo xwe bêjim, min ê qet nikaribûya tiştekê wilo bikim û xelkê biêşînim û bikujim!

Hevalê wî serê xwe erênî hejand û got: Ez jî.

Dayik suhbeta wan dibihîse, dikeve gotubêjê û dibêje: Hun çawa dizanin ku hun ê pey wê massê (komek xelkê) neçûbana û eynî tişt nekiriba, bi taybetî ger hun di wî demî de, di wê rewşê de û di bin wan mercan de jîyaban? Kesên aza gelek kêm in! Kêm kes diwêrin dij neheqî û şaşiyan rawestin dema ew neheqî û şaşî bi rastî rûdide û li ber çavên wan diqewime, çunkî em mirov, tên kêşan û paldan duf tiştên rûdide di wê kêlekê de. Û em mirov gelek tirsonek in, em weke hemûyên din dikin, piraniya xelkê çi dike, em jî wê dikin.

Mirov gotinên wê dayikê têdigehe û ew rastiya wan rojan derbasî van rojan dibe. Tirs û berjewendî herdem bûye sedem xelkê ji moral û prinsipan dûr bike.

Di Şerê Cihanê yê duwem de tiştek nema Naziyan bi serê Cuhiyan nekiribe û bi taybetî li kampên mirinê “Auschwits” ji komel kuştinên hovane, gazkirin, birçîkirin, îşkencekirin, lêdan û gelek dilhişkiyên din. Ne tenê cuhî bûn qurbaniyên wî şerî, gelek kes û milletên din jî bûn qurban lê para qurbaniyên Cuhî yekcar mezin bû.

Dîrok tije ye bi mînakên bêjimar ji kuştin, jenosîd û xirabiyên diltezîn dij mirovatiyê û mixabin para kurdan wek qurbanî yekcar mezin bû/e (qurbanî berdewam e). Di sedsala çûyî de, sedsala XX (bîstan), gelek millet biserketin, bûn xwedî dewlet û statu, lê tenê kurd bextreş û bindest man. Sedema serekî jî ji bo vê bindestiyê û bextreşiyê ku heya nuha jî didome; kurd bi xwe ne. Kurd ne YEK in û ew harîkariya her kesekê dike, lê tenê harîkariya birayê xwe nake, serî diçemîne bo her kesekê, lê ne bo birayê xwe yê kurd.

Kurd bi bayê bezê diçin hawara dagirkerên xwe dema ew dikevin/dişkên û hemû dijminatî û jenosidên wan bi serê milletê kurd anî jî bi bayê bezê jibîr dikin. Kurdan dewleta Iraqê sala 2003 ji têkçûnê rizgar kir û ji nû ve avakir û kire bela serê xwe. Nuha jî Iraq dewleteke têkçûyî û li paş e, di her tiştî de, lê dîsa jî ew xwe dewlet dibîne. Kurdan di şûna avakirina Kurdistanê, wan Iraq avakir û ew ji termekê mirî, dagirkerek vejandin. Û bere bere ew dewleta mirî, bihêz bû û di Referandoma Kurdistanê de (25 september 2017) giş lîderên Iraqê bi hemû hêza xwe dij mafê kurdan rawestiyan û di 16 oktoberê 2017 de bi arîkariya xayinên kurd wan Kerkuk girt û bi artêşa xwe hat ser Kurdistanê da dagir bike. Berxwedana pêşmergeyên kurd û bi taybetî yên PDK li Pirdê û Suhêla û çexta dewletên hevkar nexasim USA û Fransa; hêzên Iraqê nikarbûn pêşvetir bên û Kurdistanê bi tevayî dagir bikin. Lê çi mixabin ji ber xiyaneta 16 oktoberê kurdan 51% ji axa xwe winda kir û ew ket bin destê ereba.

Piştî wê jî Iraqê biryara ambargo û girtina firokxanyên Kurdistanê da. Serkirdeyên kurd jî jibo danûstendinan diçûn Bexda û bi kesê biryara dagirkirina Kurdistanê da, serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Abbadî û berpirsên Îraqî rûdiniştin. Ew ne weke delegasyoneke kurdî, ne weke dengekê kurdî, belku cuda cuda wek partî û kesayetî bi ajendayên cuda diçûn hevdîtin dikirin û hinek bêşerm heçku tiştek nebûye, bi maç û devbiken li ber ekranên TV:yan xwe nîşan didan û wêne digirtin.

Nuha hinek wê bêjin ev deplomasî ye, politîk e, berjewendî ye. Lê ew deplomasî, politîk û berjewendiya ku ne di berjewendiya stratijîya netewî û dewletbûnê de be, ne hêjayî tiştekê ye. Kurd li welat û diaspora şev û roj bi hesreta dewleta kurdî dijîn û jibo wê kar û xebat dikin. Her kurdek hest bi kêmasî û kompleksa bê dewletbûnê dike û ew kesên hest pê nekin, jixwe ji binî ve ew bêhest in.

Bêdengbûna intelektuel û elîta kurd hember şaşî û xiyanetê, wêrekiyê dide “pêşengên” kurd da ew li ser şaşî û xiyaneta xwe bimînin û berdewam bibin. Ev bêdengbûn dibe sedem û derfetek zêrîn bo “intelektuelên” berjewendîperest û nefsbiçûk da bazara xwe germ bikin û bibin rêxweşker bo wan şaşî, katastrof û bêtarên bi serê milletê kurd tê. Û ew kes bi xwe jî bibin xwedî post, pare û pile.

Karê intelektuelan destnîşan kirina şaşiyan e, nerxkirin e, rexnekirin e û bi serbestî gotina dîtina xwe ye, helbet ne merc e ew di dîtinên xwe de rast be. Ya giring ew bikare bi azadî û azayî rewşa dewrupişta xwe bîne ziman û hewl bide jidil civata xwe pêşve bibe.

Mirov têdigehe kesên asayî, normal û ji rêzê bên xapandin û paldan bi gotinên hine serok û partiyan, lê elît, kesên xwende û zana ew bi mebest xwe dixapînin jibo berjewendiyên xwe yên teng. Para wan jî ji têkçûn û şikestinên milletê kurd ne kêmî ya wan serok û lîderên dibin sedemên wan têkçûnan, guneha wan ne kêmtir e.

Erê, tirs û berjewendî hinekan paldide bêdeng bin û hinekên din jî paldide xiyanet/şaşiyên serok, partî û rêxistinan spî û argument bikin. Berdevkên grupa xiyaneta 16 oktober mînakeke berçav e. Kategoriya herî xirab jî ew kesên cihê xwe cem dijmin û xêrnexwazên kurd dibînin û piranîya wan jî bi zimanê dagirkeran dijatiya serok û partiyên kurdî dikin, ew rexnan nakin, belku rasterast dijayetiyê dikin û gelek caran bêhurmetiyê nîşan didin.

Mirov dikare rexneyên tûj li serok û partiyên kurdî bike, lê ne tenê jibo dijatîyê be, ne ji zikreşiyê be. Helbet mirov dikare pesnê serok û partiyan jî bide û ew jî tiştekê normal e, lê di sinûrê logîk (mentiq) de be, bêhna şelafî, derew û durûtiyê jê neyê.

Kultura kerî (flock) kultureke gelek xirab e, mirov bêhiş, bêbîr û kore dike, bê şexsiyet (karakter) dike. Mirov dibîne kurd pey kesan ketine, pey partiyan ketine, pey olan ketine û hinek gehiştine wê astê ku serokê xwe, partiya xwe û ola xwe; ser netewa xwe bibîne. Hemû milletan, ol (dîn) jibo berjewendiya milletê xwe bikar anîye û xwe daye pêş. Tenê kurd, netewa xwe û kurdbûna xwe dike qurbanî ola xwe. Jixwe wezîfe û funksiyona intelektuelê rast ew e rastiyan bêje, pluralismê û pirdengiyê bîne pêş, kultura kerî kêm bike û jimara mirîd û derwêşan bisinur bike, xelkê palbide bîr bike û bi tena serê xwe biryara xwe bide.

Mirovên kurd gereke bikarin li çavên hevdu binêrin û rastiya dilê xwe bêjin bêyî ku giraniyê bide xizmatiyê yan jî hêreş û bêrêziyê, bêyî mezinkirina EZEZê û xwe dûrxistina ji kultura KERÎ û belê EZBENÎyê. Kurd gereke xwedî vîziyon be, xwedî armanc be, xwedî siyaset û stratijîyeke netewî be û ya herî giring jî gereke YEKGIRTî bin di xêzên niştimanî û çarenûssaz de. Kesên dibin sedem bo pêşketina xalên pozetiv û kêmkirina xalên negativ; intelektuel bi xwe ne. Intelektuel ne hewceye kesekê unîk be, xwedî pile û status be, belku mamosteyekê baş, nivîskarekê jîr, jornalistekê wêrek, siyasetvanekê jêhatî û hwd dikarin xisleta intelektuelîyê rakin û ne hewce ye ew xemxoriya nîşan bidin xwe bidin pêş. Xelk dibîne kî xemxor e û kî xwedî îde û bîrên original in. Ew bi beşdarbûna xwe ya vekirî di gotubêjên kulturî, civakî û siyasî dibin egera dewlemendiya dialogê û pêşketina civatê. Saxlemiye û kultureke baş e ger dîtinên wan tûj be jî, radikal be, ne li gorî hinekan be û dijî têgehiştinên paşketî bin. Intellektuel stun û pirên herî bihêz in nav millet de, ew ziman û wijdanê xelkê ne. Ew jibo başkirina jiyana xelkê sade û rêvebirîya siyasî dibin rêving û inspirator.

Lê li vir gereke armancek pîroz hebe û egoisma wan ji holê rabe yan jî bi sinur be. Tê gotin: ”Nivîskarên berê dinivîsandin jibo başkirina cihanê û jiyana xelkê, û nivîskarên îro dinivîsin jibo başkirina jiyana xwe”. Gelo ev gotinên han derbasî intelektuelan jî dibe û bi taybetî intelektuelên kurd? Û ger derbas be mirov dikare navê intelektuel li wan bike?

Di dawiyê de dixwazim bi gotinên Che Guevara (1928 – 1967) biqedînim ku wî ser xwe gotiye. Che Guevara dibêje:

Eger ez pêşketim, duf min werin

Eger ez rawestiyam, min palbidin

Lê eger ez paşketim, bizanin min xiyanet kirîye, min bikujin!

Gotinên Che Guevara dikarin derbasî her lîder û intelektuelekê bibe. Kurd di şoreşeke dereng mayî de derbas dibe û di prosesa berev dewletbûnê ve diçe. Millet biryara xwe daye û dengê xwe (~ 93%) daye dewletê di Referandoma 25 september 2017. Dagirker û cihan jî vê dizane.

Lê gelo partiyên kurdî amade ne dengên xwe bikin YEK û ger pêwist be berjewendiyên xwe bikin qurbanîya berjewendiyên Kurdistanê? Pirs li vir e!

Wêne: Xalid Satar

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev