
Jennifer Bassett
Wergera ji îngilizî: Welat Agirî
Piştî îstasyona Nîwin Abûtê, bekçî derê kompartmanê vekir, hat û li bilêtên wan
kontrol kir. Dû re :
Hûn bi ku de diçin?
“Trên egle bû, zilamê bi şewqe got, “erê bîst deqeyî egle bû”. Bekçî bişirînek avêt
çavên Jûlîyê û got:
“Ne bîst deqe, deh deqe egle bû, tenê deh deqe”.
Zilamê esmer, navberek da xwendina rojnameyê, bilêta xwe derxist û dirêjî bekçî
kir. Bekçî: “Ya te temam e ezbenî, beriya saet şeşa qeyîk naçin Pleymûtê, yanî
gelek wextê te heye”.
Zilamê esmer ê qamdirêj bişirî, bilêta xwe xiste cêba xwe û rojnameya xwe
vekir. Jûlîyê li zilamê esmer nemêzand,yîhate aqlê wê û di dilê xwe de:
“Ewê li Pleymûtê li qeyikekê siwar be, gelo bi ku de diçe”, got û dîsa bi wan çavên
xwe ên şîn li zilam nihêrî. Zilam rojnameya xwe dixwend, li Jûlîyê nenihêrî, lê di
çavên wî de bişirînek hebû.
Trên li îstasyona Totnisê rawestiya, gelek ji siyariyan peya bûn, gelek jî siwar bûn.
“Herkes diçe tetîlê”, Bîll got û keniya. “Dê ev tetîla me gelekî xweş be, du heyv ne
kar heye ne jî şixul. Ostêl bajarokekî bêdeng û xweş e. Em dikarin sibeyên xwe di
nav cî û nivînan de derbas bikin, piştî nîvroyan rûniştandin û sohbet, êvaran jî
vexwarina şeravê. Ne wisa Jûlî ?””
Dû re li pîreka xwe nihêrî : ”Jinik çiyê te he, tu baş î?”
”Erê ! ez baş im”, bi hêdîka got û dîsa di pacê re li derva mêzand.
Trênê leza xwe zêde kiribû, baranê dest pê kiribû, dibariya. Bîll û zilamê şewqeyî
axivîn ha axivîn. Bîll çîrokeke dirêj a derheq du kes û kûçikekî de got û bi gotina
çîrokê re, bû hire hira yê şewqeyî, bi dengekî bilind keniya û dû re :
”Pehh Bîll ev çi çîrokeke xweş bû, min gelekî jê hezkir û te jî xweş got ha. Îca ez ji
birayê xwe re bêjim, tu çîroka ewê imm ya ewê dizanî ?”, got û vê carê wî dest bi
çîroka transizek û piskêletek ê kir.
Jûlîyê: ”Çima mirov bi van çîrokan dikenin, gelo ji van çîrokan acizker û xirabtir
tiştekî din heye?” digot, lê Bîll jî ji çîroka wî hez kiribû.
Dû yê şewqeyî Bîll dest bi gotina çîroka jineke pîr û pişîkek ê kir, ku dîsa bû hire
hira mêrik, bi dengekî bilind keniya ha keniya:
”Ev jî gelekî xweş bû Bîll, Xwedê ji te razî be, ka tu çawa ewqas çîrok û meseloka ji
ber dikî, di hişê xwe de digirî”.
Jûlîyê di ber xwe de: ”Çimkî herro eynî çîrokan dibêje”.
Keçka piçûk li Bîll nihêrî û ji nişke ve : ”Min tiştek fem nekir, pisîk çima cehimî?”
Bi pirsa keçikê ve: ”Qîzê huşbe, dengê xwe neke, were sandwîça xwe bixwe”. Bîll
vegeriya ser jinikê: ”Xûşkê de zar e, tiştek nabe, ez ji zarokan hez dikim.
Yê bişewqe li sandwîçên destê zaroka nihêrî, dilê wî avête wan xwarina wan:
”Immm ez jî birçî bûme, li restorana trênê sandwîç jî hene Bîll, de were em herin,
ez jî birçî bûme”. Bîll keniya :
”Tu rast dibêjî, em tî bûne welle, zanî gotina çîrokan mirov tî dike”.
Herdu zilam rabûn serpiya û ji kompartmanê derketin. Keçka piçûk li Jûlîyê nihêrî
û jê pirsî : ”Min fêm nekir, pişîk çima cehimî?”
”Ez jî nizanim, dibe pisîkê jî dixwest bimire”, Jûlîyê gotê. Keçka piçûk hat û li kêleka
Jûlîyê rûnişt, porên te çi xweşik in. Jûlîyê serê xwe berjêr kir û bişirî.
Ew çend deqe bûn, kopartman bê deng bû, ku di wê bêdengiyê de zilamê
qamdirêj çentê xwe vekir û pirtûkek jê derxist. Pirtûk danî kêleka xwe, nêrînek da
Jûlîyê, ku li ser rûyê wî bişirînek peyda bû. Jûlîyê jî çav li çavên wî gerand, dû re
awirek da pirtûka di destê zilam de. Qapaxa kitêbê xwend: Bajarên Îtaliyê yên
navdar, Venîs, Florens, Rom, Neypal. Dû re rûyê xwe ber bi pacê ve vegerand û
dest bi temaşekirina barîna baranê kir û ramiya: ”Di vê baranê de, li Ostelê du
hefte bi Bîll re…”
Nîv saet derbas bûbû nebûbû, herdu zilam ji restorana trênê vegeriyan û hatin
kompartmanê. Bîll:
”Trên jî gelekî qelebalix e, tu jî sandwîçekî dixwezî Jûlî?”
”Na ez ne birçîme, tu bixwe Bîll”.
Trên nêzîkî Pleymûtê bû, bi vekirina derî re, gelek kes daketin, gelek jî siwar bûn.
”Gelek siyarî li vê îstasyonê siyar dibin”, yê şewqeyî got.
Zilamê qamdirêj rabû serxwe, rojnama xwe û pirtûka xwe têxiste çentê xwe, çentê
xwe da destê xwe û ji kompartmanê derket. Gelek kes li trênê siwar bûn, du jin û
kalemêrek bi gelek çente û valêzan ve ketin kompartmanê. Bîll û şewqeyî rabûn
ser xwe alîkariya wan kirin. Di destê jinikekê de çenteyekî tijî sêv hebû, ku bi
jihevbûna çente ve her sêvek çû cihekî. Jinikê bi şaşwazî:
”Pîî min mehrûmê, ev çibû”
Herkes keniya û bo berhevkirina sêvan alîkariya jinikê kirin. Trênê îstasyona
Pleymûtê li dû xwe hiştibû, li ser riya hesinî diherikî û diçû. Lazek şûnda herkes
rûnişt û jinikê sêv dan destê zarokan.
”Jûlî li ku ye”, Bîll nişkê ve got, ”ew ne li vir e”.
”Dibe ku çûbe restorantê”, yê şewqeyî got.
Keçika piçûk awirek da Bîll û domand: ”Ew li Pleymûtê, ji trênê peya bû, çû, bi wî
zilamê qamdirêj re çû, min ew dîtin”.
”Wisa ye”, diya zarokan ji nişkê vê got, ”min jî ew dîtin, ewê qamdirêj daket û li
platformê li hêvya wê ma”.
”Li hêvya Jûlîyê ma?”, Bîll devvekirî ji jinikê pirsî. ”Ka ka, ev çawa dibe, wî kesî ji wir
heta vira rojnameya xwe xwend. Ne wî bi Jûlîyê re xeber de, ne jî Jûlîyê bi wî re,
yek peyv di navbera wan de derbas nebû”. Diya zarokan:
Xorto, car hene, ku mirov ne hewceyî peyv û kelîma nin.
Bîll soromoro bûbû, ”Lê ew bermalya min e, nikare tiştekî weha bike”, bi dengekî
bilind got û rabû ser xwe, ”ez ê herim, vê trênê bidim sekinandin”, got. Herkesî li
Bîll nihêrî, bû hike hika herdu zarokan, li Bîll keniyan.
”Na”, mêrikê bi şewqe got, ”tu jî naxwazî tiştekî wisa bikî hevalo, rûnê û sandwîça
xwe bixwe”.
”Lê ez fêm nakim, ka ew çima çû? Ez ê vê trenê bidim sekinandin”. Zehf xemgîn û
melûl dixûya. Piştî çend saniyan dîsa li ciyê xwe rûnişt.
”Ez ê niha çibikim?”
”Tiştek tune tu bikî”, zilamê şewqeyî got û hêdî hêdî sandwîça xwe xwar. Here
”Ostêlê tetîleke xweş bike, Jûlîyê jî ji bîr bike. Axx ew çavên şîn”, got dest bi
sandwîça duduya kir. ”Zemanekî jineke çavşîn hebû, îca wê çiqasî ez êşandim,
erê birao, çevşînê dewr û dewran li herimand. Na na ez dizanim, tu dixwezî
Jûlîyê ji bîr bikî…”
Jêder: One-Way Ticket
Riataza