Pirsa we û bersîva me – 127

Pirsa we û bersîva me – 127

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

Pirs: Ji van cûrê nivîsara vê gotinê kîjan rast e, an jî kîjan zêde tê bikaranînê? “HEVALÊ MIN Î DELAL” AN “HEVALÊ MIN Ê DELAL”.

 

Bersîv: -Jêderka dengê “Ê” û dengê “Î”‘yê nêzîkî hev e. Bi hesanî pev têne guhartin. Îcar cihek ji van jî qertafa veqetandekê ye. Di veqetandekên rêzî (zincîrî) de veqetandeka nêr “Ê” di gelek devokan de dibe “Δ. Li derinan veqetandeka pirhijmar “ÊN” jî bêyî “N”yê tê xwendin û wê jî dikin “Δ.

weke:

hevalê min Ê delal: hevalê min Î delal

hevalên min Ê(N) delal: hevalên min Î delal

 

Heta hinek jê vê bikaranînê hê jî mubalexe (pirole) dikin û veqetandeka mê “A”yê jî dikin “Δ.

weke:

hevala min a delal: hevala min î delal.

 

Bi nêrîna min ji bilî ya nêr bikaranîna her duyên din çewt e. Lewra di bin bandora guherîna veqetandeka nêr de yên din hatine çêkirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev